Navê feqî ji gotina Erebî ya Feqîh ku koka wê jî fiqh e, çêbûye û bi maneya şerî‘etnas e yanî şarezayê bi zanîna şerî‘etê ku qanûn û zagona dînê îslamê ye; lê di nav kurdan de formeke kurdî girtîye û ji bo xwendevanên ku li hicir û mizgeftan dixwînin, hatîye bikaranîn.
Qenc nayê bîra min ka gelo payîza dawî ya sala 1963yan bû yan jî ya sala 1964an bû ku ez cara duyemîn ji bo xwendina medresê ji mal derketibûm û çûbûm feqîtîyê, min li gundekî din yê biyanî yî nenas dixwend. Ev gundê ku vê carê min cihê xwe lê çêkiribû û lê dixwend hem ji yê cara berê dûrtir bû û hem jî feqîtî û xwendina lê bi rêk û pêktir û bi disiplîntir bû.
Cara pêşî ez li gundekî nêzî gundê xwe bûm ku hima çi bigir her êvarên înan diçûme malê, lê vê carê bi heftîyan û carina meh jî diqedîya ku ez nediçûm malê. Herweha xwendina li wê derê jî ji ya cihê berê zahftir bû, mitale yanî dubarekirina dersa çûyî û amadekirina dersa bê gelekî zêdetir bû, metinxwendin, jiberkirina dersa rojane û rewakirina dersên berê du caran ji yên devera din pirrtir bû. Lêbelê ji van hemîyan jî zortir bêguman dûrbûna ji mal, yanî xerîbî, xwarinên cuda yên herêmî û sermaya wê derê bû ku ji cem me dijwartir bû.
Erê çawa ku hat gotin em di dawîya payizê de bûn û hêjî hinek bi temartina xubarên xwe yên dawî ve mijûl bûn, lê her ku diçû serma bêhtir dibû û çilê hirr bi lez û bez ber bi me ve dihat. Bi hatina zivistanê re jî keftelefteke mezin ketibû nav gundîyan; wan ji alîyekî ve ji çiyê ji nav satarên xwe û yên bêsatar ji daristanê darşewat, êzing û ardûyên xwe dikişandin û ji hêla din ve jî êmê terş û tareşên xwe dihewandin.
Gundê ku me lê dixwend ne ewqas mezin bû lê ne piçûk bû jî lewra xutbe lê diket û ji bo xutbê jî çil zilamên alîcih û saxlem divê û ew jî himberî 30-40 malî dike. Gund li cihekî bilind î hewale hatibû avakirin û pişta xwe jî weke ku gotina pêşîyan ya “Pişta xwe yan bide mêrekî çê yan jî çîyayekî asê” bîne cih, dabû çiyayê Gurdilan. Ji hêla jorîn ve jî kêleka xwe dabû çiyayekî bilind ku serê wî digihîşt ber perrê esmana û ji rexê jêrî ve jî xwe sipartibû çiyayê Qirqêfê. Çiyayê Qirqêfê yekî sertûj î asê bû, navsera wî jî ji bêndereke piçûk î berpal mezintir bû û di jora wî de jî dikanokek û di nîvê dikanokê de jî goreke pirr dirêj hebû. Ew bi gora Nebî Nûh navdar bû û di biharan de xelk bi mebesta zîyaretê derdikete ser, lê ji ber bilindîya wî hilkişîna ser gelekî zehmet bû û ji şiverêkekê pê ve tu rê nediçûyê. Ji milê gund ve binê wî firînekeke kûr bû û birrek û xindeqên asê tê de hebûn, bes çayeke (cobareke) têrav jî di xwara wê firrînekê de diherikî û wê deverê şên dikir. Ji xwe li hêla Qirqêfê ya din jî dahl û devîyên bêhimê (pirr î zahf) hebûn û xwe digihîştandin qûntara çiyayên hawîrdor.
Li ser xweşî û şênîya vî gundê me ev xeberûşk dihate gotin: “Eynik û Eyndar Bêkend û Minar xweştir e (in) ji textê xwendkar”, Yanî ev her çar gundên han (Eynik, Eyndar; Bêkend û Minar) ji textê siltanan jî xweştir in. Bi rastî jî ez niha nizanim lê çaxê ku min ew dîtin hingê ew her çar jî gundine pirr şên û pirr xweş bûn. Aqarê gund hem li çiyê hebû ku jê dar û berên xwe diçinîn û terşê xwe lê diçêrandin û hem jî li deştê hebû ku lê cot û çandinîyên xwe dikirin, û dexl û danê xwe, qût û mûnetê xwe jê hiltanîn.
Çawa ku tê bîra min em 8-9 feqîyên xerîb bûn û ji bilî me jî 3-4 libên gundî hebûn. Ewên gundî hê derneketibûn faqîtîyê, çendî ku li gor adetê xwendina medresê piştî çend kitêbên destpêkê yên dema suxtetîyê pê ve êdî mirov li gundê xwe nedixwend jî. Bi pirranî serê pêşî mirov diçû gundekî nêzîkî xwe û demek piştre jî gava ku mirov fêr dibû hingê berê xwe dida gund û bajarên cihê cihê û li gor radeya xwendina xwe li cem melayê bi nav û deng û zanatir digerîya.
Erê, di rojek ji wan rojên payîza dawî yên tavxweş î şêrîn de bû em hemî li çolê li ser girekî pahnav î fireh ku şûnên miştaxên mewîjan û esîrgehên tirî lê hebûn, civiyabûn. Em kêm caran weha li ser hev pêkve diman, çunkî gundên çar hevalên me yên zewicî nêzîk bû û çi bigir hima her êvarên înan ew diçûne mal û rojên şemîyan vedigerîyan. Lê ez hêjî nizanim bê ka gelo ji bo çi ew wê înê neçûbûn malê, bes sedem çi dibe bira bibe bi gelemperî feqî hemî û bi taybetî jî em yên piçûk bi vê mayîna wan gelekî şah bûbûn. Em piştî tayînên serê sibê derketibûn çolê û heya nîvro em bi lîstikên curbecur yên mîna birrê, qûçê (kêlê), tefşê û avêtina her cûre kevirên qewetê weke yên yeklepî, berxweş, yên sermilan û yên din dilîstin. Di pey de jî piştî avêtina çend cûreyên sêgavê me dest bi gogê kir û tam hingê jî Sofî Xelîl ber bi me ve hat.
Sofî Xelîl yekî gundî bû, gelek di nav feqîyan de mabû û bi wan re rabûbû û rûniştibû. Li gor ku digot ew nexwendî bû lê piştî ku li leşkerîyê fêrî xwendin û nivîsandinê bûbû wî gelek çîrok û cengnameyên bi nav û deng xwendibû û ew jiberkiribûn; temenê wî li dora pêncî bû heya tu bibêjî gotinxweş û zarşêrîn bû; bi hatina wî re geşt û seyrana me hê xweştir û geştir bû. Ew hat ne hat wî kevirê pêşî avête her çar “feqîyên înoyî” ku wî ev nav li wan danîbû: “Ma we rojên xwe şaş kirine yan jî hûn ji derb ketine? Belkî jî xanimên we hûn qewirandibin”. Pa qê “înoyên” me di bin gotina wî de dimînin, yekî ji wan pêr pêre got: “Na me şaş nekirîye lê vê înê dora bav û dîyên me bû ku loma em li vê derê mane”. Ji xwe dîya wî bi xwe ji wî gundî bû û pismama wan bû jî; loma jî çendî Sofî Xelîl weke ku li eynê xwe dananî û berê xwe zivirand alîyê din jî lê dîyar bû bê çawa derbê ew hingaft. Piştre jî wî berê xwe da Mele Hacî û ji nerma xwe ve kevirekî guvaşte wî jî “Way way way lê binê ev Mele Hacî ye, Mele Hacî ma te xêr e li van deran? Xwedê zane yan gurek mirîye yan jî hêstirekê ber avêtîye”. Di pey hinek tinaz û pêkenînan de wî got: “De ka dev ji gogê berdin lo, ew bi van kaşûyan nayê lîstin, lê hey ku hûn hemî weha li ser hev in, rabin em bêlimteyekê/ bêlîteyekê/bêrîteyekê lêxin û piştre jî ji me re çend qewl û qesîdeyan bibêjin. Ev demeke dirêj e ku hûn weha negihîştine ser hev.”
Bi gotina wî re me hemîyan pêk ve li çepka xist û em rabûn li himberî hev bûne du rêz û Sofî Xelîl dest bi strana “Lawiko Mele Îsa ca dilê min emrê te” kir, me jî lê wekiland û reqande bêlimtê ta ku em westîyan û xwîdan di enîya me de avêt û ji me şirrikî hate xwar. Em tev ketin erdê, me qasekî xwe li ser gîyayê dirêj kir, dû re hinek hevalên dengxweş çend beyt û qesîdeyan ji me re gotin û em hêdî hêdî rabûn vegerîyan mizgeftê.
Heya hingê Mele Hacî qet nediket nav lîstikê feqîyan, timî ji civatên wan direvîya û heya ku jê dihat xwe bi tenê dihişt. Li ser bextê wî be ew bi xwe xelkê welatê jorîn (serhedê) bû, ev heft sal bûn ku li derî û dertûlan bû û ji bo xwendinê bê ku here mala xwe li deverên cihê cihê gerîyabû, lê rewşa wî bi xwe hem ji feqî û hem jî ji gundîyan hemî re pir rohnî nînbû. Ji bilî ku ew nedikete nav civat û lîstikê me, her weha ew qet rojekê jî dernediket dervayê gund, nediçû bajêr û bi mêvanî jî nediçû gundekî din.
Feqî di salê de carek du caran li gundan yan jî li gundê ku lê dixwendin digerîyan. Carek havînê ji bo zekatê li ser bênderan digerîyan û ya din jî di sersalan de ji bo civandina sersalê li gundên nêzîk digerîyan û gelek feqîyên mîna Mele Hacî jî ku bi salan nediçûn malê, aborîya wan li ser wê zekatê û wan diravên sersalan bû. Feqîyan bi wan diravan ji xwe re kitêb û kincên pêwîst dikirîn û xwarina wan jî ji xwe çawa ku tê zanîn li ser tayînên gundîyan bûn. Ji bilî van herduyan gerreke feqîyan ya din jî hebû ku vê dawîyê hima çi bigir rabûbû, ew jî gera ji bo geşt û seyrana feqîyan ya navdar bû. Gava bihar dihat, şînayî û zêrzewat pirr dibû, goştê kar û berxan xurt dibû, hingê wextê geşt û seyrana feqîyan jî dihat; ew cote cot bi gund û malên xweyterş diketin û ji nav wan kar û berxan ber hev dikirin. Ji malên der û dorên xwe yên nas jî rûn û savar dicivandin û êvarên înan bi dost û hevalên xwe ve derdiketin geşt û seyranê û diçûn serê girekî bergehxweş î hewale yan jî mêrgeke bi kanî. Wan li wê derê berx û karên xwe digurandin, dipijandin û bi kêf û şahî, bi govend û bêlimte û bi henek û laqirdî dixwarin.
Piştî wê xwarina goşt û savarê ya pir mirov texmîn nake ku feqî êvarê dê karibin herin tayînên xwe, lê na herê ma feqî dev ji tayînan berdidin. Di nav xelkê de belav e tê gotin ku, carekê feqîyên deverekê hemî birçî bûne û li hicrê li hev civîyane ji xwe re behsa xwarinê kirine; yekî ji wan gotîye: “Xwezî vêga hicra me heya ber qarçika tijî kutilk yan jî aprax (pel) bûya.” Yên din dipirsin: “Ma em dê di ku derê re biçûna tayînan?”
Bêguman weke ku ji jor jî tê zanîn di jiyana feqîtîyê de cihekî tayînan/ratiban yê girîng hebû û feqî bi xêra serê tayînan dikaribûnn bixwînin û li xwendina xwe bidomînin. Di gund û bajaran de malên dewlemend î camêr sibe û êvaran malên halxweş, dewlemendên ne merd û malkêmên çavfireh jî danekî tayîna feqîyan derdixistin. Yanî bi gelemperî Kurd ji bo belavbûna zanîn û xwendinê li gor rewşa xwe ya aborî bi xwendekaran re alîkarî dikirin, dikin û wê alîkarîyê jî ji xwe re weke erkeke dînî û neteweyî dibînin, pê xwe serbilind û bi rûmet hîs dikin.
Hatineke din ya feqîyan jî îsqat bû, ku gava yek dimire mîratxwirên wî yan li gor temînîya (wesyeta) wî yan jî li gor malê wî çend kêl genim hem ji bo xêra wî û hem jî ji ber kefaretê gunehên wî ve didan. Piranîya îsqatê digihîşt feqî û melan, lê hinek jî jê digihîşt feqîrên gund. Ji ber vê yekê mirtib (cengene) gelek caran yarîya dikin û dibêjin: ”Em dixwazin xelk zêde bibe çunkî gava zarûkek çêdibe em bexşîşa xwe distînin, lê feqî û mele divên ku xelk bimire lewra ew îsqatê distînin.”
Bêguman meletîya remezanê jî ku feqî di meha remezanê de diçûn li gundên bê mele meletîya remezanê dikir, ew radikirin paşîvan, azan dida, li pêşîya wan nimêj dikir û fitrên wan xweş dikirin, hatineke feqîyan ya din bû. Ji bilî vê jî hem ji wan kesên ku meletîya remezanê dikirin û hem jî ji yên din re ji xwendina xitman û dewrên salê jî hatinek dihat. Xitma Quranê ew e ku di malên wan de yan jî li mizgeftê her roj cuzûyek Quran ji wan re dihat xwendin, piştî sih rojî ew diqedîya, xitim dibû û xêra wê digihîşte rihê dê û bav û kes û mirovên wan. Dewra salê jî ew e ku salek salewext her roj sûretê Yasînê bê xwendin û xêra wê teslîmî rihê dê û bav û kes û mirovên dawxazkarî bê kirin. Xitma salê jî salek salewext her roj xwendina cuzûyek (10 pel) Quran e.
Mele Hacîyê me çawa ku berê jî bihurî, pêşî pir sar bû û ji civatê jî direvîya, lê çendeyek piştre piştî seyran û lîstikên me hino hino vebû û çi qas çû dest pê kir gelek serpêhatîyên xwe ji me re got û carina tinazan jî bi me feqîyên piçûk dikir:
”Rebeno we çi dîtîye? Gava em weke we bûn taliban çi bi me dikir û çi nedikir; wan destê xwe ji ava germ nedixiste ya sar û bi qasî serê zilekî jî kar nedikir. Hesreta me bû ku em ji ber suxreya wan kêlîkekê bi filitin û ders û metnên xwe bi xwînin. Ji tayînan bigir ta firaqan, ji êzingşikandinê bigir haya sobedagirtin û vêxistinê hima çi kar û barên wan hebûn tev bi me dikirin di ser re hê jî ew ne qayîl bûn û dixeyîdîn, wan digot: ‘Çima hûn dersên xwe qenc rewa nakin, metnên xwe naxwînin û muzakere nakin.’ Bira bavê min xêr nebîne ku şîretekê li min nekir, nexwe ez dê ji bo çi bihatima cihekî ku talibî lê qet pere nake”.
Di her 13-14 salên dema xwendina xwe de bes min du cihên ku li wan talibî tinebû û taliban jî weke yên din karê xwe dikir û diçûn tayînan, dît û min li her du cihan jî xwend. Yek jê ev der bû û yê din jî gundekî din bû ku ev seyadayê me yê niha piştre çûbû lê bûbû mele û ez jî di destpêka talibîya xwe de çûbûm cem û heya dawîya xwendina xwe jî li wê derê mabûm. Ji xwe li gelek cihan tew mîrê hicrê jî hebû ku derdê wî qet nedihat kişandin, lê baş bû ku vê dawîyê ber bi rabûnê ve diçû.
Erê lê, heçî metin, mitale û muzakere bingeh û hîmên xwendina feqîtîyê ne, bê wan ji xwe xwendina feqîyan vale ye û pûç e, lewra mirov hima çi bigir li ku derê dibe bila bibe dikare seydayekî bibîne û dersê jê werbigire, lê ew atmosfera pêkve muzakerekirinê bes li mizgeftê di nav feqîyan de peyda dibe. Îcar bi saya wê muzakereyê mirov dersa xwe û dewrên xwe rewa dike, yanî kitêbên ku berê xwendine bi feqîyekî raserî xwe re dubare dike, xwe bêhtir tê de fêr dike û tiştê jibîrkirî bibîr tîne. Her weha yên ku mirov ji wan bihurîye jî mirov bi wan re dersên wan muzakere dike û dewrên wan jî bi wan rewa dike û yê xwe jî tîne bîra xwe.
Metnê kitêbê bi maneya bingehê wê yê bê şirove û bê rave ye û di nav feqîyan de jî ji bo kitêbên rêziman û qaîdeyên giramera erebî yên kurt tê gotin. Feqîyan şiroveyên metnan bi dersîtî dixwend, lê metn jî ji berdikirin. Ji ber vê yekê jî bingehê xwendina feqîyan jiberkirina rêzimana erebî, qaîdeyên xwendin û bilêvkirina wî û zêr û ziberkirina yanî rastxwendina zimanê erebî bû. Piştî ku ew van qaîde û awayê rastnivîsîn û rastxwendinê fêr dibûn êdî dest bi xwendina kitêbên dînî û olperstî yên mîna şerîet û tefsîrê û yên din dikir.
Feqîyên talib û bermuntahî, (musteîd) her tim mitale dikir û ew mitale dibû xeyala her feqîyê destpêkir (mubtedî) û li hêvîya wê rojê bû ku bigihîjê û heya derengê şevê li ser şîyar bimîne yan jî berdestê sibê rabe û mitale bike.
Di wextê mitalê de ne deng bi tenê divê çitîn jî ji kesî derneketa; wan lembê datanî ser qotikê hicrê (qotedarek bû ku jê re kîrikê hicrê jî dihat gotin) û ew hemî li dora wê dicivîyan û kolî ser kitêbên xwe dibûn. Wan piştî her demeke diyarkirî navbirek didayê û piştre jî dîsa lê didomand, lê bi rastî her ew yarîyên wan yên navbiran bûn ku bêhtir hesreta mitalê dixiste dilê feqîyên radeya xwarîn.
Belê em di nav xwendin û mitalê de kol bûn û me Mele Hacî jibîr kir; lê em ê dîsa bizivirin cihê ku me ew lê hiştibû. Weke ku min berê jî got ew Mele Hacîyê me yê kovî bi tavayî guherîbû û ji dêlva wî Mele Hacîyê xwînsar, tenêmayî û bêtêkilî ve yekî xwîngerm, zarxweş û dilsoz hatibû û hima ku weke riya çûçokê jî keys pê diket ew dihat nav me, bi me tinazan dikir û ji me re metelok û leqemokan digot. Berê wî qet ne dersa kesî dida û ne jî bi kesî re muzakere dikir, lê vê dawîyê wî hem dersa hinek feqîyên gundî dida û bi me re jî muzakere dikir.
Carekê dîsa em hemî li hicrê ne, seyda ders dide, hinek lê guhdarî dikin, hinek jî bi hev re muzakere dikin û hinek talib jî dersa me feqîyên piçûk didin. Seyda di ber xwe de bişirî û serê xwe ji ser dersê rakir û rawestîya, me hemîyan pêkve li alîyê wî nihêrt ku feqîyekî gundî ji Mele Hacî dipirse: ”Seyda ”be‘du îsmekî mufred î me‘rîfe ye” yanî çi?” Ez fêm nakim. Mele Hacî got: ”Tu çawa fêm nakî? Ma ne Terkîba Kurmancî ye.” feqî pê da erdê û got: ”Seyda Kurmancî be jî ez tê nagihîjim, ez çi zanim ku ‘bi sebeb îdafedana wê bi bal ma be‘dê wê ve ku zemanî ye’ tê çi maneyê.” Wî got: ”Belê, belê tu dizanî, de were”
Piştî vê gotinê Seyda kenîya û ket nav peyva wan, wî ji faqî re got: “Lawo çima tu li pey seydayê xwe naçî? Ew dê te zû bi firrê bixe”; Berê xwe da M. Hacî jî û got: Mele Hacî ji bo çi tu weha bilez î? Wa ye ew ji te fêm nake”
Mele Hacî got: “Seyda ne ku ew fêm nake, lê ew ji meftûhanê direve; bila zû pirtûka xwe biqedîne ku meftûhaneya xwe bide. Ji mêj ve ye me çay venexwarîye û em jibo çayekê kewijîne.”
Kêf û şahîyeke feqîyan jî ew bû ku yek kitêbekê biqedîne û dest bi yeke din bike û meftûhana xwe bide yanî ji bo destpêkirina bi kitêba xwe ya nû zîyafeteke çayê û fêkî ji feqîyan re pêşkêş bike.
Rojekê em li kavilekî pişta mizgeftê weke gera hepsîyan diçûn û dihatin û me metin dixwend, gava me bihîst ku ji pişt dîwêr dengê xortekî gundî tê, ji talibekî kevn re dibêje: “Seyda çima wextê Mele Hacî diçe tayînan wisa dike?” Talibî pirsî: “Ji bo çi, ma wî çi kirîye?”
Wî got: “Seyda gava ew diçe tayînan ew çer alî li hawîrdorê xwe dinihêre, destê xwe dixe berîka xwe û ne bi minê ne bi teyê xwe rast û çep li ba dike û diçe. Ma qê hûn weha tayînan tînin?”
Xortekî din got: “Na herê evên din hemî gava diçin tayînan serê wan timî di ber wan de ye, hew li pêşîya xwe dinihêrin û ku kes wan nede xeberdan ew li nav gund bi ti kesî re napeyîvin jî.” Xortekî din kete nav peyvê û got: “Ew kincên xwe jî pirr qirêjî dike û hê ji bo şûştinê dibe malan, ji ber vê jî xwedîyên malê jê gazinan dikin.”
Talibî got: “Heyra hûn doza çi li feqîrê min dikin, belkî kincên wî yekbedêl bin; ev heft salên wî ne ku neçûye malê û ji ti deverên din jî jê re dirav nayên. Ya rastî ka malbata wî heye tune jî kes nizane, ger hûn ji dêlva wî ve bûna belkî we ewqas jî nediqedand, we nikaribû hûn bixwînin jî.”
Ji xwe mala ku tayîna feqîyekî dida kincên wî jî jê re dişûştin, ku pêwîst bûya jê re didirûtin jî û carina li gorî lazimatî û rewşa aborîya malê livîn jî didanê. Yanî feqî dibû weke kurekî malê û her pêwîstîyên wî yên rojane li gor qeweta xwedîyê malê dihatin pêk anîn.
Belê weke ku tê zanîn û li pêş jî bihûrî xwarin û debara feqîyan li ser tayînan bû; her sibe û her êvar her feqîyek diçû ber derîyê malekê û xwarina xwe ji wê derê dianî. Bêguman hinek malên dewlemend jî hebûn ku têra çend feqîyan yan jî hê bêhtir xwarin didan, lê di wextê me de ew ne gelek bûn. Ji xwe ew xwarina ku ji nav mala dihat ya feqîyan hemî bû, wan firaq bi firaq ew datanîn ber xwe û kefçîyên hemîyan pêkve diçûn wê firaqê û piştre ya din dihate danîn û her bi vî awayî lê didomandin.
Vêca ger li ser xwarinê tiştekî taybetî weke goşt û masî û xwarinên weha yan jî fêkîyên hişk bihata hingê wan ew qur‘e dikir yanî çend feqî bûna dikirin ewqas beş û pişk dikirin yek dibû mele û yek jî dibû qar. Yê ku dibû mele ji xwe re ji nav wan dibijart û yên din jî bi rêz li pey wî ji xwe re radihiştin beşekê û beşa dawî jî ji yê qar re dima.
Qur‘e jî weha çêdibû:
Ji nav feqîyan yekî davête yê din (yanî digot):
– Hate te çend (yanî hejmarekê ji xwe re bigire) yê din jî digot:
– Hate min 8 (yanî min hejmara 8an ji xwe re girt), wî jî digot:
– Hate min jî 10 (yanî min jî 10 ji xwe re girt).
Ev hejmar jî weha dihatin hisabê: Hejmara yê pêşî yanî 8 du car dibû û ya din jî dikete ser: 8+8=16+10=26
Vêca ji yê ku hejmara pêşî girtibû dest bi jimartinê dihate kirin û hejmara 26 li kî keta (yanî kê bibûya bîst û şeşemîn) ew dibû mele û yê çepê wî jî dibû qar; mele dest pê dikir û qar jî dima dawî. Carna hebû ku tiştên qur‘e/pişk kirinê têra hemîyan nedikir hingê ew dikirin çend beş û qur‘e (pişk/par) dikirin mele û ber bi rastê xwe ve heya kesê ku dor digihîştê jê dixwarin, lê qar û ber bi çepê xwe ve bêpar diman.
Li ser gazina wan xortan M. Hacî weha bersîv da: ”Lo de heyra hima bira ji xwe re bibêjin; ji xwe çawa tê gotin: ‘Eyba mirov mîna kezîya li piştê ye ji mirov ve nayê xwiyan lê ya himberê mirov dixwiyê’. Vêca ew jî weha ne ya xwe nabînin ya me dibînîn, lê de xem nake.”
Yekî got: ”Mele Hacî mirovê xwenda û talib weke îzalix e leke zû lê xwiya dikin û ji ber vê yekê jî divê haya wî ji rabûn û rûniştina wî û ravêjên wî hebe û timî di hizrê xwe de be.”
Wî got: ”Na bavo ne talibîya we û ne jî rabûn û rûniştina we, ez ê pê çi bikim”. Yekî got: ”Seyda ma. . . ”
Mele Hacî gotina wî birrî û got: ”Ez ne seyda me, Seyda wa ye li hundir ders dide.”
Wî jî got: “Ma te jî ew roj ders nedida?”
M. Hacî bersîv da: “Ew ne lê bû, çunkî ew roj seydayê wî ne li mal bû loma min dersa wî dida û ji xwe ji berê ve jî ez ji xwendina Terkîba Kurmancî hiz dikim lewra çendî ku ne Kurmancîyeke xwerû ye jî lê bi awayekî xweser hatîye nivîsîn.”
Yekî din pirsî: “Seyda ma tu ji Zurûf û Tesrîfa Kurmancî re çi dibêjî?”
Mele Hacî bi ‘int got: “Çi seyda, seydaya te ye mam xulam? Zurûfa Kurmancî erê ew jî xweser e lê Tesrîf yekcar tu tişt jê nayê fahmê û ji bo ku mirov têbighîje divê mirov berê qaîdeyên serfê (lêkernasîyê) qenc bizanibe. Bi rastî ku bi ya min bûya min ji kitêbeke kurt weke Tesrîfa Mele Elîyê Eşnewî (Şinoyî) û Emsîleyê pê ve ku hima çi bigir kişandina hemî lêkerên erebî yên serdema navîn rêz dike, gişan ji nav kitêbên rêzê derxista.”
Bi van pirsên dawî babeta axavtinê ya gilî û gazinan guherî û berê wê kete ser şopeke din û yekî ji me pirsî: “Ma Çend kitêbên rêzê hene, ya talibîyê kîja ye û mirov di çend salan de digihîjê?”
Wî got: “Ohoo… pir in, hûn jî dê li pêş bibînin. Ka em qasekî metnên xwe bixwînin, piştre ku me navbirekê dayê hingê ez dikarim ji we re bibêjim.”
Piştî metnan em tev li dora wî civîyan; wî jî ti mefera xwe nedî û rabû ji me re dest pê kir: “Çawa ku hûn jî dizanin piştî xitm û carîkirina Quranê li pirrên cihan destpêka xwendinê bi kurdî ye û Mewlûda Kurmancî, Nûbehara Piçûkan û Nehcilenam dest pê dike; Lê divê bê zanîn ku dema kitêb bi Erebî bin jî dîsa ders bi kurdî tên dayîn. Ma ne we ye”
Me hemîyan pêkve bi yek dengî got: “Belê seyda”. Wî jî domand: “Mewlûda Kurmancî bi xwe pesnê Pêxemberê me ye û Mele ‘Husênê/Hesenê Ertoşî1ku jê re Melayê Bateyî jî tê gotin, ew nivîsîye, Nûbihara Piçûkan jî ferhengokeke Kurdî–Erebî ye û “ne ji bo sahib-rewacan belkî ji bo biçûkêd Kurmancan” ji alîyê Ehmedê Xanî ve bi honraweyî hatîye nivîsîn. Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî jî eqîdeya îmanê û şîret in; piştî wê jî ‘Eqîdeya Îmanê ya Ehmedê Xanî tê xwendin. Dû re du kitêbên şerîetê Xayet û Îbn el-Qasim tên.
Piştî vanên me got di babeta lêkernasîyê de li hinek cihan Tesrîfa Kurmancî û li gelek cihan jî Emsîle û Tesrîfa el-Zencanî ku ji alîyê ‘Ebd el-Wehab Îzeddîn el-Zencanî ve hatîye nivîsîn û bi navê Îzzîyê navdar e tên xwendin; lê li hinek deveran jî Meqsûd û Mera‘hê dixwînin. Li pey wan jî biwêjnasî (morfolojî) û hevokristî (syntaks) tê û ew jî bi ‘Ewamila Curcanî ku sed tewangdêrên rêzimana erebî bi nimûneyên wan ve rêz dike, dest pê dike. Dû re jî Zurûfa Kurmancî tê ku hokerên erebî bi kurdî dide zanîn û li pey jî Terkîba Kurmancî ku rûpelê pêşî yê Ewamila Curcanî bi berfirehî û bi kurdî şirove dike, tê xwendin. Ev herdu kitêb jî ji alîyê Mele Yûnisê helqetînê ve hatine nivîsîn. Hima piştî van jî Se‘dullah Sexîr (Se‘dullah Piçûk) û ‘Ewamila Bergewî/Bîrkewî tên.
Heya vê derê xweş diherike, lê dû re Şer’h el-Muxnî (Şiroveya Muxnîyê) tê û pê re jî serê mirov dikeve xaxê giran, lê bi xilaskirina wê jî mirov ji suxtetîyê derbasî dema feqîtîyê dibe, weke ku mirov dibistana bingehîn qedandibe. Yên berî vê hemî bi xwe dihatin jiberkirin lê ji vir û pêve êdî şerh tên xwendin û metn tên ji ber kirin. Li pey van dîsa dor tê ser lêkernasîyê û mirov şiroveya Îzzîyê ya Mes‘ûd Îbn Umer Se‘d et-Teftezanî ku jê re Se‘dînî tê gotin, dixwîne. Li hinek deveran yan pê re yan jî li dû wê Tesrîfa Mele Elîyê Eşnewî (Şinoyî) jî tê xwendin û jiberkirin û yê ku Tesrîfa Mele Elî bixwîne bi piranî herdu şiroveyên wê yên bi navê Qizilcî û Qeredaxîyê jî pê re dixwîne. Ew herdu jî du kitêbên gelekî zehmet in û bi xwendina wan zihna mirov vedibe.
Hinek berî ku dest bi Se‘dînîyê bikin kitêbeke bi navê Sitûrê ku ji alîyê Ebdulhekîmê Dêrşewî ve hatîye nivîsîn, dixwînin û ji ber jî dikin, û li pey wê jî hinek du kitêbên piçûk yên suxenwerîyê dixwînin ku navên wan bi kurtî Rîsalet ul- Wedi‘ e (el-Lemi‘ fî ‘Îlm el-Wedi‘) û Rîsalet ul-Îstî‘are (el-Werdet un-Nezzare fî-l-Mecazî we-l-Îstî‘are) ye û her du jî ji alîyê Mele Ebûbekr Mîr Rostemê Sorî ve hatine nivîsîn. Piştî van jî ’Hel el-Meqa‘id tê ku şiroveya Qewa‘ida Cemaleddîn îbn Hîşam e û bi kurtî li ser hoker, hevok û daçekên erebî ye. Li pey ’Hellê jî Se‘dulaha Gewre tê ku Enmûzeca Mihemed îbn ‘Umer ez-Zemexşerî şirovedike. Piştî wê jî yeke bi tifaq û teşqele tê ku navê wê jî Netaîc ul-Efkara Mustafa îbn Hemza Adali ye û Îzhar ul-Esrara Mihemed el-Birkî/el-Birkawî şirove dike. Pirrên ku wê dixwînin tifaqek li wan yan jî li lêzimên wan diqewime û ji ber wê yekê jî kesên mîna min rihşêrîn ji dêlva wê ve Îmtîhan û Suyûtîyê (el-Behcet ul-Merdîye fî Şerh il-Elfîye ya Celaleddîn Ebd ur-Rehman es-Sûyûtî ku şiroveya Elfîyeya Îbn Malik e, dixwînin. Hinek bi wê re Ebû Talibê jî dixwenîn.
Ez nizanim ku bû çend kitêb û çend sal lê ez dizanim ku piştî van hemîyan hê mirov dest bi Fewaîd ul-Dîyaîyeh fî Şerh il-Kafîye (Mele Camî) dike û dibe talib. Camî jî ya Nûreddîn Ebd ur-Rehman îbn Ehmed Camî ye û Kafîyeya Îbn el-Hacib bi awayekî rêk û pêk şirove dike. Hê ku ez li ser behsa Îbn el-Hacibî me divê ez Şafîyeya wî jî ku di babeta lêkernasîyê de cihekî wê yê girîng heye û talibê ji nava xwe razê wê dixwînin, bikim.
Piştî destpêka Camîyê êdî weke ku mirov bigihîje zanîngehê (unîversîteyê) û pê re mirov dibe xwedîyê payeyeke taybetî ku talibî ye. Hingê mirov ji çûna tayînan, ji dora paqijkirinê û karên din azad dibe, herweha yek dikare dersa feqîyên jêrîn bide yanî bi awayekî din mirov dibe dersdar (seyda) ku ew jî mertebeyeke bilind û navdar e. Belav e tê gotin: ‘Heyra filan mela alimekî mezin e feqîyên wî hene, dersan dide, feqîyên talib û muste‘îd (bermuntehî) ji her deverî qesta wî dikin ku li cem bixwînin, muntehîyên wî hene îcaze dide’.
Feqîyê Talib ku karibe dersan bide êdî baş ji kitêbên erebî fêm dike û hingê bi kitêbên rêzê re hinek kitêbên din jî yên mîna Şerî‘etê, Tefsîrê, Hedîsê, Sîyerê, Edebîyat û Felekîyatê (Sitêrnasîyê) weke derseke zêde dixwînin. Li gor saloxan berê Hendese, Hejmar, Tarîx û hinek zanîyarîyên din jî dihatin xwendin, lê her ku çû ew ji nav medreseyên kurdî rabûn û bi tenê kitêbên rêzê û hinek jî yên dînî û olperestî man.
Piştî Camîyê jî ku demeke dirêj dikişîne vêca dora Mentiqê tê û destpêka wê jî bi Muxnî el-Tulabê ye ku şiroveya Îsaxocîya Esîr ed-Dîn el-Ebhurî ye,2 lê li hinek cîyan jî Îsaxocîya Mela Xelîlê Sêrtî tê xwendin. Di pey re jî Qewl ul-Ehmed tê ku ew jî şiroveya Fenarîya raveya Îsaxocîya el-Ebhurî ye. Di babeta mentiqê de hinek kes jî Husamkotîyê dixwînin.
Li pey vê jî du kitêbên din tên ku navê wan Rîsaleya ‘Wed‘ê û ‘Usama Îstî‘arê (‘Usam ‘Ela el-Ferîde) ne.
Dû re dor tê ser Munazerê ku mirov pê fêrî awayê munaqeşe û gotûbêjê dibe; ji bo wê jî du kitêb têne xwendin el-Welîd û şiroveya wê ’Ebd ul-Wehab.
Ya rastî ji Camîyê û wê ve ez jî mîna we me çunkî min jî hê nexwendîye, lê tiştê ku min dîtîye û bihîstîye weha ye.”
Hê gotin di devê wî de û me jî guhê xwe lê tapêl kiribû ka dê piştre çi bê, lê dengekî em veciniqandin û got: “Ez bi Camîya te kim te hemîyan xwendîye bes tu lê zivirî; M. Hacî haydê Seyda li benda te ye.”
Dora dersa wî hatibû ew çû dersa xwe lê kula navê kitêbên din heyamekî dirêj di dilê me de ma, bes piştre gava me cihê xwe ji wê derê xera kir û em çûn cihên din ku feqî hê pirtir û bilindtir bûn em hino hino fêr bûn. Încar 6-7 sal piştre jî gava em çar yan pênc kes ji wan feqîyên piçûk ên berê bi hev re li gundekî din, lê li cem heman Seydayî civîyabûn em hê baştir hînbûn. Em giş bûbûn talib û bermuntehî lê mixab in ku li vê derê jî mîna cîyê me yê berê dîsa talibî tunebû. Bes ji tevî xweştir ew bû ku em di qilasika/xelaseka xwendina xwe de hatibûn destpêka wê, lê hem mezintir û xwendetir û hem jî bi bîr û bawerîyeke bihiştir û serwexttir. Yekî ji me ’Haşîyan dixwend ku piştî ‘Ebd el-Wehabê dihat û ew jî ji sê kitêban pêk dihat; dido ji wan şagirtê nivîserê Camîyê bûn û kitêba seydayê xwe dûr û dirêj şirove dikir. Navê yekî Ebd-el-Xefûr el-Larî û yê din jî ‘Usameddîn Îbrahîm el-Esferayînî bû û navê kitêba wan jî li navê wan bû yanî Ebd ul-Xefûr û ‘Usam ‘Ela l-Camî. Ya din jî ‘Ebd ul-Hekîm bû ku kitêba ‘Ebd ul-Hekîm el-Hindî el-Sîyalkûtî bû û Ebd el-Xefûrê rave dikir. Yekî jî ya piştî Haşîyan dixwend ku li ser mentiqê hê berfirehtir radiwestîya û navê wê jî Şerh uş-Şemsîye bû, gelek kesan jî Şemsîyê pê re ji ber dikir.
Yê li pey wî jî Muxteser el-Me‘anîya Se‘d et-Teftezanî dixwend ku ew jî li ser bingehê zanîyarîya Belaxetê (suxenwerîyê) yanî Beyan, Me´anî û Bedî‘ê ye. Bi destpêka vê re jî talib vêca dibû bermuntehî (muste‘îd) yan jî talibê ber întîhayê (ber xilaskirinê). Li pey jî dîsa Şer‘h ul-‘Eqaîda Se‘d et-Teftezanî dihat ku li ser ‘eqîde û kelamê bû. Ev ya berî ya dawîyê bû, lê ya dawîyê ku încar diqedîya û mirov muntehî dibû, îcaze distand û dibû mucez jî Cem‘ ul-Cewam‘i bû û li ser bingehê zanîyarîya dînî bû.
Di dema me de di nav kitêbên rêzê hemî de ji bilî her siyên pey Quranê ku li pêş bihûrîn bes sê kitêbên Kurdî dihatin xwendin ku me navê wan li jor nivîsî lê li gor Seydayê Mele Mahmûdê Bayezîdî kitêbeke rêzimana erebî ya Elî Teremaxî jî ji alîyê nifşên berî me ve dihat xwendin. Her weha vê dawîyê kitêbeke şerî‘etê ku navê wê Îrşad el-Îbad bû û ji alîyê Mele Yûsuf veku jê re Xelîfe Yûsuf jî dihat gotin, bi kurdî hatibû nivîsîn.
Ji bilî van hemîyan gelek caran di wextê me yê vala de û di şahîyan de Dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi eşq û şewq dihate xwendin; Bi taybetî jî êvarê înanan feqîyên dengxweş ew bi awaz û bi qesîdekî digotin û diavêtin ber hev.
Hinek Medreseyên kevn yên gelekî berî me ku ez bi xwe negihîştime wan ev bûne:
Medresa Sor (Ya ku Melayê Cizîrî lê ders daye)
Medresa Mîr Evdal
(Medresa) Suleymanîye
Medresa Finikê
Medresa Tanzê, evên han li Cizîra Botan û li dorhêla wê bûne.
Medresa Mîr Hesenê Welî li Miksê
Medresa Sîkal li Westanê
Medresa Xeydayê
Medresa Colemêrgê
Medresa Bazîdê
Medresa Bedîuzzeman li Wanê
Medresa Şêx Emîn Efendî li Bedlîsê
Medresa Seydayê Taxî li Norşên
Medresa Mûşê
Medresa Mele Xelîlê Sêrtî3
Medresa Narê ya Mele Elaeddîn
Medresa Hezo ya Mele Sebrî
Medresa Tilmiz ya Mele Hesen
Medresa Hedhedkê ya Mele Cemîl
Medresa Seydayê Mele Huseynê Kuçûk li Farqînê
Medresa Comanîyê
Medresa Mele Osman Li Zercil
Medresa Zîlan Ya Şêx Mihemdê Zîlî
Medreseya Kelê ya Mala Zîlî û yên wan ên din
Medresa Bêkendê ya Seydayê Mele Mihemed Şerîf
Hinek ji medresên navçeya me ku di dema me de bi nav û deng bûn û gelek faqî li wan dixwendin jî ev bûn:
Medresa Seydayê Seyd Hesen li Girikê
Medresa Hawêl ya seydayê Mele Mihyeddîn
Medresa Hola ya seydayê Mele Mihemed
Medresa Norşên
Medresên Zoqeydê ya Şêx Cunyd/Cewwad û ya Şêx Fideyl
Medresa Têlanê
Medresa Erebkendê Ya seydayê M. Mihemed
Medresa Şêx Seyda
Medresa Şêx Fexreddîn li Batmanê
Medresa Mozgelanê û ya Çeqeluyê yên Seydayê Mele Ebd us-semed
Medresa Seydayê Mele Mihemed li Eyndar û li Hiznamîrê
Medresa Sergewra ya Mele Yasîn
Medresa Sergelya ya Mele Ebdullah
Medresa Tilo
Medresa Helenzê
Medresa Mele Mihemmedê Zivinga Şikakan
Medresa giresîra ya Mele Hawî
Her weha li gelek gundên din yên der û dorên me jî medrese hebûn ku feqîyan lê dixwend: weke Mozgelanê, Kêrikê, Reşikê, Cimzerqê, Îsyasûnê, Mezirkê, demekê Xîlika, Lîçikê, Gundikê Qêre, Hedhedkê, Şufêrê, Eynkafê, Ernasê, Batê, Xincika, Aqûba, Subhiyê, Korikê, Zuxur, Baciftê, Pîleka, Basorkê, Bihezirq, Dûsadekê, Zêwikê, Kelhokê, Mêliha, Qinaskê, Comanîyê, Miwêlê, Tila Nav Royan, Gundik, Zîla, Kanîkê, Girbereşik û gelekî din ku navên wan nayên bîra min.
Emîn Narozî
1. Çendî ku di hinek cihan de navê wî Mele Ehmedê Batê hatibe nivîsîn jî lê ew şaş e ya rast Mele Husênê Bateyî yan jî weke li ser bergê Mewlûdê bi xwe dinivîse Mele Hesen Ertûşî ye (bnr. Abdulreqîb Yûsuf, Şaîrên Klasîk ên Kurd, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1988, wergera ji tîpên Erebî Elî Şêr) .
Bi rastî ez nizanim bê çima navê wî bûye Ehmed lê bi texmîna min weha çêbûye:
Ji xwe çawa tê zanîn beşa mewlûdê ya dawî ku berî duayên erebî tê, duayên kurdî ne û bi risteya “Ehmeda çavê te ma zaxe-l-beser” dest pê dike ku mebesta Bateyî jê Pêxember e, çunkî navekî wî jî Ehmed e. Her weha li dawîya beşê jî ew dibêje: “Bo feqîrê Bateyê el-Fatîhe”. Vêca bi ya min yê pêşî ku nivîsîye qenc tênegihîştîye û weha fêmkirîye ku li serê beşê navê xwe nivîsîye yanî “Ehmed” û li dawîyê jî bernavê xwe yanî “Bateyê” nivîsîye û ji ber vê yekê jî navê wî kirîye Ehmedê Bateyî/Batê.
2. Li gor xwedîyê el-Muncidê Îsaxocî ya şagirîtê Eflatîn (platûn) Pûrfîryûs el-Sûrî ye bes weke ya Esîr ed-Dîn el-Ebhurî hatîyeqebûl kirin û wisa belav bûye. (Binêre Ferdînand Tûlû, El-Muncid Fî-l -E‘lam Dar el-Meşreq, Beyrût, 1973 r. 101). Çendî ku ew weha dibêje jî lê dîyar nake ka gelo çawa ew li ser navê el-Ebhurî hatîye nasîn; lê dibe ku wî ew wergerandibe Erebî û loma jî şiroveyên wê hemî dîyar dikin ku ya el-Ebhurî ye.
- Ji nivîsa Mela Ebdullah Telli,Nûbihar, Mehnameya çandî Hunerî Edebî, hejmar 63/64, Îstanbul, 1998; ji destpêkê heta îro Medresên Kurdî r. 5