Destpêka Dewleta Bad û ya Merwaniyan li Mûsilê (Ji Tarîxa Ibn Xeldûn)[1]
Ji xwe me li pêş bihurand ku Adud ud-Dewle[2] di sala 367/977an de avêtibû ser aqarêhemdaniyan[3] û dest danîbû ser Mûsilê. Herweha wî di sala 368/978an de jî avêtibû ser erdê bin destê wan yên din jî, mîna Diyarê Mudirr,[4] Meyafarqîn,[5] Amed[6] û deverên din yên Diyarê Bekir[7] ew der jî giş vegirtibûn û Serdarê xwe Ebû Wefa[8] kiribû waliyê wan deveran. Bi vî awayî ew der ji destê hemdaniyan derketibûn û desthilata wan ji herêmê rabûbû.
Wî çaxî hinek Kurdên Himeydî[9] di wan gelî û birrekên sersînorên Diyarê Bekir de diman. Pêşengê wan jî Ebû Ebdullah Huseyn Îbn Duştik/Doştik bû ku bernavkê wî jî Bad bû.[10] Li wê navçeyê gelek êrîşên nijdevanî û rêbirrî çêdibûn û rê û dirbên wê jî pir bitirs û saw bûn.
Îbn Esîr gotiye: ”Hinek ji Kurdên Himeydî yên dostên min ji min re gotin ku; navê wî Bad û bernavkê wî jî Ebû Şuca‘ bûye, Hiseyn bi xwe birayê wî bûye. Serê pêşî ew çûye wî avêtiye ser Ercîşa ku [hingê] diket nav welatê Ermeniyan, ew der vegirtiye û xwe pê xurt û bihêz kiriye”.
Dema Adud ed-Dewle Mûsil zeft kirîye hingê ew [Bad] jî çûye pêşwazîya wî, lê wî xwestîye ku Bad bide girtin û ji bo vê yekê jî lê pirsîye, pes ew negihîştiyê û pişt re jî dev jê berdaye. Încar wextê Adud ud-Dewle mirîye hingê hêza wî jî baş bûye û rabûye çûy avêtiye ser Meyafarqînê, ew der û pirên deverên Diyarê Bekir [Diyarbekir] zeft kiriye û dû re jî çûye dest danîye ser Nisêbînê. [11]
Îbn Esîr gotîye: ”Ew [Bad] ji Ermenîstanê çû Diyarê Bekir ew der zeft kirin û ji wê derê jî çû Meyafarqînê. Samsam ud-Dewle[12] bi Ebû Sa´d Behram Erdeşîr[13]re leşker şand ser, lê wî ew şikandin û hinek ji wan jî dîl girtin. Wî bi Ebû Qasim Se‘îd îbn Hacib[14] re hinek leşkerên din şand ser ku ew li bajarê Kewaşayê[15] leqayî wan bû. Wî ew şikandin hinek ji wan kuştin û hinek jî hêsîr kirin, lê pişt re wî yên dîl jî hêdî hêdî kuştin.
Se‘îd bi tena serê xwe filitî û berê xwe da Mûsilê, Bad jî da pey. Ji ber xerabîya xuyê deylemiyan[ku hingê li ser navê Bexdayê li Mûsilê deshilatdarî dikirin] xelkê Mûsilê li ber wî [Se‘îd] rabû. Ew ji wê derê jî reviya û Bad ket Mûsilê û dest danî ser. Wî [xeber] gerand ku dê ew bi xwe here ser Samsam ud-Dewle û Bexdayê ji destê deylemiyan derîne. Ew di sefera sala 374/tîrmeha 984an de pêrgî wan hat, lê wan ew şikand û Mûsilê vegirt. Bad jî reviya xwe gihand Diyarê Bekir û leşker jî li ser civiya”.
Wê gavê zaroyên Seyf ed-Dewle ibn Hemdan[16] jî ku piştî mirina bavê xwe digel birayê xwe Sa‘d ud-Dewle dest danîbûn ser hikim, li Helebê diman. Samsam ed-Dewle ji Sa‘d ud-Dewle re xeber şand ku here Diyarê Bekir ji xwe re ji Bad bisitîne. Sa‘d ud-Dewle leşker şand ser wî, lê qeweta wan nigihîştê û bi paş ve zivirîn Helebê.
Sa‘d ed-Dewle rabû yekî şand ku li çolê wî [Bad] di konê wî û di nav livînên wî de bikuje. Merivê wî ket binê kon û lê da ew birîndar bû lê ji mirinê filitî. Piştî vê yekê wî [Bad] qasid şand cem herdu serdarên ku li Mûsilê diman, Sa‘d û Ziyad/Ziyar[17] û bi wan re li ser ku Diyarê Bekir û nîvê herêma Tûr Abdînê[18] jê re be, li hev hat. Li ser vê yekê Ziyad ku [pişt re] digel leşkerê deylemiyan avêtibû ser Bad û ew şikandibû, dageriya Bexdayê.
Demek di pey de di sala 377/987an de gava Sa‘dê Hacib[19] li Mûsilê mir hingê dilê Bad jî car din bijiya wê derê. Şeref ud-Dewle[20]rabû Ebû Nesr Xwaşade[21] şand Mûsilê, ew çû ketê û li wê derê alîkariya mal û leşker ji Bexdayê xwest, lê alîkarî derengî bû. Ji ber vê yekê ew rabû wî gazî erebên ‘uqeyl û nimeyrî kir û milk da wan ku wê derê biparêzin.
Dû re bi çendeyekî Bad avêt ser herêma Tûrabdînê ya din û ew der jî vegirt û xist ser ya xwe. Ew li çiya ma û ji birayê xwe re leşker civand û şand şerê eraban, lê birayê wî hat kuştin û leşkerê wî şikest. Hê Xwaşade xwe ji bo şerê Bad amade dikir gava ku serbazekî nûçeya mirina Şeref ud-Dewle gihandê.
Piştî vê yekê herdu kurên Nasir ud-Dewle ibn Hemdan,[22] Ebû Tahir Îbrahîm[23]û Ebû Ebdulah Hiseyn[24] ji aliyê Beha ud-Dewle[25] ve bûn serdarên Mûsilê û ew der di bin destên wan de ma heta sala 381/992yan. Piştî hingê Beha ud-Dewle, Ebû Cafer Hecac ibn Hurmuz[26] bi leşker re şand ser Mûsilê û dest danî ser wê.[27]
Serdarê ‘uqeyliyan Ebû Riwad/Zewad[28] Mihemed ibn Miseyib çû pê re şer kir. Wî [Ebû Cafer] parastina li hember wî girîng dît û ji Beha ud-Dewle alîkarî xwest. Wî jî wezîr Ebû Qasim Elî îbn Ehmed ji bo alîkariya Ebû Ce‘fer bi rê kir û ew di serê sala 382/992yan de çû.
Di wê navê de li ser gilî û sîxuriya Ibn Mi‘elim[29] wî [Beha ud-Dewle] ji Ebû Cafer re nivîsand ku dest deyne ser wî [wezîr Ebû Qasim]. Wezîr bi vê yekê hisiya, ew bi Ebû Riwad/Zewad re li hev hat û dageriya. Gava zivirî hingê dît ku Beha ud-Dewle, Îbn Mi‘elim girtiye û ew kuştiye.[30]
Rewşa Badê Kurd û kuştina wî li ser Mûsilê
Ji serokên Kurdên Himeydî yên ku li navçeya Mûsilê diman, yekî bi navê Bad hebû. Hinek dibêjin ku Bad bernavkê (leqeba) wî bû û paşnavê (kunyeya) wî jî Ebû Şuca‘ îbn Zuştik[31]bû û Ebû Ebdulah Hiseyn jî birayê wî bû. Di nav gel de zor û kotekî û bizdeke wî ya pir hebû ku xofê dixist dilê rêwiyan.
Wî ew talanên ku jê re diciviyan giş li eşîrên xwe belav dikirin û ji ber vê yekê jî xelk pir li dora wî kom dibû. Bi vî awayî hêza wî xurt bû û ew rabû çû welatê ermeniyan, wî Ercîş zeft kir û ji wê derê berê xwe da herêma Diyarê Bekir. Dema Adud ud-Dewle Mûsilê vegirt ew [Bad] jî di nav delegasiyona ku çûbû cem Adud ed-Dewle de bû, ew jê tirsiya ku zerarekî bidê û dev ji wan berda, lê xist çû xwe ji wan dûr kir.
Rewşa Bad û çûna wî ya bi lez ji Adud ed-Dewle re hat gotin, ew rabû wî meriv şandin ku Bad bigirin lê ew bi ser neketin. Pişt re dema Adud ed-Dewle mir, hingê Bad çû aliyê Diyarê Bekir, wî dest danî ser Amed û Meyafarqînê. Dû re ew çû dest danî ser Nisêbînê jî ku Samsam ud-Dewle bi Teşrîfdar Ebû Qasim Se‘îd îbn Muhemmed re leşker amade kir û şand ser Bad. Ew li Kewaşa cem Xabûrê Hiseyniyê [Zaxoya niha] rastî wî hatinku Hacib/Teşrîfdar û leşkerê xwe şikestin û gelek ji deylemiyan hatin kuştin.
Teşrîfdar Se‘Îd/Sa´dê Hacib reviya xwe gihand Mûsilê, lê Bad jî li pey wî çû heya wê derê. Xelkê Mûsilê giş li ber Hacib rabûn, çunkî xuyê wî pir nexweş bû û gelê wê jî ji deylemiyên merivên wî zahf aciz bûbûn. Wan ew ji Mûsilê derxistin û Bad jî di sala 373/983yan de ket wê derê. Rewşa Bad baş bû û hêza wî jî wisa xurt bû ku êdî behsa çûna ser Bexdayê dikir.
Samsam ud-Dewle jî girîngiyeke pir da bûyera Bad û bi wezîrê xwe Îbn Se‘dan[32] re xeberda ku leşker bişîne ser wî. Wî jî ev xeber gihand serdarê mezin Zeyad îbn Şehrakewî.[33] Wî [Zeyad] xwe ji bo şerê Bad hazir kir, wan hêza wî zêde hesab kir [û li gor wê yekê jî jê re leşker amade kirin] da ku êşa wî ji binî bibirrin. Ew di meha seferê ya sala 374/tîrmeha 984an de rastî hev hatin ku Bad şikest, pirên hevalên wî hatin kuştin yên ku man jî hêsîr bûn û li nav Bexdayê hatin gerandin.
Deylemiyan dest danî ser Mûsilê û pişt re jî Serdar Zeyad leşker şand ser Nisêbînê jî lê di nav pêşengên leşker de dubendî derket. Hingê wezîrê Samsam ud-Dewle Îbn Se‘dan ji xwediyê Helebê Ebû Me‘alî ibn Hemdan[34] re nivîsand ku here Herêma Diyarê Bekir û wê têxe ser aqarê xwe. Ebû Me‘alîleşker şand ser Diyarê Bekir lê wan bi hevalbendên Bad nikaribû. Wan dora Meyafarqînê girt çend rojan li ser man, lê paşê zivirîn Helebê.
Se´îd Hacib rabû yekî ku bi Bad re bêbextî bike dît û ew şand cem, ew ket konê wî û şûr li çîqên wî da – jê werê ku serê wî ye – lê ew [Bad] ji mirinê filitî. Dû re Bad ji bo lihevhatinê peyam şand Mûsilê cem Serdar Zeyadû Se‘îd Hacib. Ew li ser ku Diyarê Bekir û nîvê Tûr-Abdînê ji Bad re be li hev hatin û ji wê rojê û pê ve Diyarê Bekir gihîşt Bad. Serdar Zeyad vegeriya Bexdayê û Se‘îd Hacib jî heyanî mirina xwe ya sala 377/987an li Mûsilê ma.
Piştî mirina wî dilê Bad dîsa bijiya Mûsilê. Di wê navê de Şeref ud-Dewle îbn Biweyh jî,Ebû Nesir Xwaşade digel hinek leşker şand Mûsilê. Bad rabû çû şerê Xwaşade, alîkariya ku dê jê re bihata bi derengî ket û wî jî rabû erebên ‘uqeylî û nimeyrî şand pêşiya Bad û aqar jî da wan, da wan deveran ji Bad biparêzin.
Bad çiyayê Tûr Abdînê yê paşî jî zeft kir, lê ew ranewestiya, wî ji birayê xwe re leşker civand û ew şand şerê ereban. Birayê wî hat kuştin û leşkerê wî jî şikiya. Bad li pêşberî Xwaşade xwe ragirt hayanî ku nûçeya mirina Şeref ud-Dewle îbn Biweyh hat. Hingê Xwaşade çû Mûsilê, ereb li berriyê man û Bad jî li çiyan ma.[35]
Vegera Hemdaniyan li Mûsilê û kuştina Bad
Herdu kurên Nasir ud-Dewle îbn Hemdan, Ebû Tahir Îbrahîm û Ebû Ebdulah Hiseyn piştî mirina birayê xwe Ebû Su‘leb[36] çûbûne Îraqê. Ew li Bexdayê diman û ketibûn ber xizmeta Şeref ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle.
Dema Şeref ud-Dewle bû siltan hingê wî ew şandin cem Xwaşade ku hingê li Mûsilê dima, lê belê hevalên wî li dijî vê şandinê derketin. Wî [Şeref ed-Dewle] jî ji Xwaşade re nivîsand ku nehêle ew herin Mûsilê û ji wan re jî nivîsand ku bizivirin cem.
Pes wan bi ya wî nekir û ew bi rêya xwe ve çûn ta ku gihîştin pişta Mûsilê. Xelkê Mûsilê li hemberî deylemî û tirkên cem wan diman, serî hilda û çûn hêla hemdaniyan.
Deylemiyan bi wan re şer kir, lê ew şikestin, gelek ji wan hatin kuştin û yên din jî di wargeha mîrîtiyê de asê man. Xelkê Mûsilê xwest ku wan gem bikin û bigerînin lê hemdaniyan nehişt.
Wan ewleyî da Xwaşade û hevalbendên wî ku derbasî Bexdayê bibin û dest danîn ser Mûsilê. Ereb wek lehiyê ji hawîrdor ve kişiyan nik wan û nûçeya destdanîna ser Mûsilê jî li Diyarê Bekir gihîşt guhê Bad.
Wî xwe da hev ku di wê navê de kurdên Besnewî/Beşnewîyên xwediyên keleya Fesikê/
Finikê[37] jî çûn cem û bi wan re hejmar û hêza wî hê bêhtir bû.
Wî name ji xelkê Mûsilê re jî şand ku wan bikişîne aliyê xwe; hinek ji wan jî jê re erê kirin û tevde pê re çûn heya ku gihîştin ser Mûsilê. Kurên Hemdan Ebû Tahir û Ebû Ebdulah qasid şandin ba serdarê ´uqeyliyan Ebû Ebdulah Mihemed ibn Miseyib[38] û jê daxwaza alîkariyê kir.
Wî li hember vê ji wan Cezîreya îbn Emer[Cizîra Kurdan/Botan] û Nisêbînê xwest ku wan jî şertên wî pejirand. Ebû Ebdulah jî çû gihîşt Miseyib, lê Ebû Tahir li Mûsilê ma û Bad jî dora wê girtibû. Ebû Zewad digel xelkê xwe bi Ebû Ebdulah îbn Hemdan re çû, ew li nik Bedirê[39] di çemê Dîcle re derbas bûn û wan paşîbirr ji Bad sitand.
Ebû Tahir digel hemdaniyan ji pêş ve çûyê û di nav wan de şer germ bû. Wê hingê hespê bad likumî[40] ew ket erdê û hew karibû rabe ser çokan. Dijmin zor da hevalên wî, wan ji ser Bad dûr kir û ji nav ereban yekî derbekê lê xist ew kuşt û serê wî bir ba Îbn Hemdan. Ew serkeftî zivirîn Mûsilê û sal jî hingê 380/990 bû.[41]
Dewleta Merwanî li Diyarê Bekir piştî hemdaniyan û destpêk û rewşa wan.
Ya rastî diviyabû ku em li pey dewleta hemdaniyanrewşa vê dewletê bibêjin, çawa ku me ya miqelediyan li Mûsilê û ya salihî û mirdasîyan jî li Helebê got. Çunkî ev hersê dewlet jî ji nav dewleta wan derketine û şax dane, lê merwanîbi xwe ne erebin. Ew Kurd in û ji ber vê yekê jî me dewleta wan anî xist nav rêza ya biyaniyan [yên ne ereb], lê me ew hişt piştî dewleta tûlûnîyan, çunkî dewleta tûlûnîyan gelek li pêşiya ya wan bû. Niha jî dê em dest bi nûçeyên dewleta merwaniyan bikin:
Ji xwe li pêş meseleya Badê Kurd ku navê wî Hiseyn îbn Dûşik[42] û paşnavê wî jî EbûŞuca‘ bû, bihurî. Herweha dîsa bihurî ku ew xalê Ebû Elî ibn Merwanê Kurdbû, wî dest danîbû ser Mûsilû Diyarê Bekir[herêma Diyarbekir] û gelş di nav wî û deylemiyan de derketibû, lê pişt re zora wî çûbû û ew hilkişiyabû çiyayên kurdan.
Dû re Adud ud-Dewle û Şeref ud-Dewlemirin, Ebû Tahir Îbrahîm û Ebû Ebdulah Hesen hatin Mûsilê û dest danîn ser, lê di nav wan û deylemiyan de jî nakokî derket. Li ser vê yekê dilê Bad jî ku hingê li Diyarê Bekir dima, bijiya Mûsilê û rabû ber pê ve çû, lê herdu kurên Nasir ud-Dewle zora wî birin û ew di cengê de hat kuştin, çawa ku li pêş jî ev bûyer giş derbas bûn.
Dema ew hat kuştin xwarziyê wî Ebû Elî îbn Merwan ji şer filitî û çû gihîşt Husni Keyfa [Hesen Keyfa/Heskîfa niha] ku malbata Bad û zexîreya wî li wê derê bû û yek ji keleyên wî yên asêtirîn bû. Wî ji bo ketina keleyê bi hîle diyar kir ku xalê wî ew şandiye, ta ku ket hundir, dest danî ser keleyê û jinxala xwe mar kir.
Pişt re ew li navçeya Diyarbekirê geriya û dest danî ser hemî milkê xalê xwe Bad. Di wê navê de dema ku wî jî dora Meyafarqînêgirtibû, herdu kurên Hemdan êrîşî ser wî kirin, lê wî ew şikandin. Di pey de dema ew li ser Amedê bû, careke din ew zivirîne ser, lê ew cara diduyan jî şikestin.
Rewşa wan ji Mûsilê ve têk çû û Ebû Elî îbn Merwan dest danî ser Diyarê Bekir û ew der giş zeft kirin. Xelkê Meyafarqînê ku rîspiyê wan Ebû Esxer[43] bû destê xwe dirêjî wî kir, lê wî dengê xwe nekir haya ku roja cejnê hat û ew derketin çolê. Li çolê wî êrîşî ser wan kir Ebû Esxer girt, di sûrê de avêt xwar û kurdan dest danî ser bajêr. Ebû Elî deriyan li ser wan [xelkê bajêr] girt nehişt ku ew têkevin hundir û heryek ji wan bi rêyekê ve çûn ku hingê sala 380/990’î bû.
Kuştina Ebû Elî îbn Merwan û mezinatiya birayê wî Ebû Mensûr
Ebû Elî îbn Merwan bi qîza Sa´d ud-Dewle îbn Seyf ud-Dewle[yê Hemdanî] re zewicî bû, wî ew bi lez ji Helebê da anîn ku li Amedê jê re qesrekê ava bike. Hingê rîspiyê wan tirsiya ku tiştê anîbû serê meyafarqîniyan bîne serê wî û amediyan jî û hevalên xwe li ser vê yekê haydar kir. Wî ew handan ku dema ew têkeve hundirê sûrê ew zîv û zêr li ser bireşînin, bavêjin serûçavên wî û derbekê lêxin.[44]
Wan jî weke ku got, ew mijûl kir û ji nedî ve derbek li serê wî xist. Hevalên wî li hev qelibîn û di wê navê de amediyan serê wî jî avêt cem hevalên wî yên Kurd û ew jî bi paş ve vegeriyan Meyafarqînê. Parêzgerên wê ketin gumanê ku dê ew Meyafarqînê zeft bikin û ji ber vê yekê nehiştin ew têkevin bajêr.
Lê pişt re dema birayê Ebû Elî Mimehid ud-Dewle Ebû Mensûr îbn Merwan[45]hat gihîşt bajêr hingê pasbanan rê dayê û ew ket Meyafarqînê. Jixwe heya hingê ji çapkirina sikkeyan/diravan û xwendina xutbeyê li ser navê xwe pê ve tu tiştê ku bike nemabû.
[Dema ew hat ser hikim] birayê wî Ebû Nesr[46] dijî wî rabû û pê re berberî kir, lê Ebû Mensûr zora wî bir û ew şand keleya Sêrtê,[47] Pes wî li wê derê jî timî jê re zehmetî dertanî.[48] Heçî Amed e ew heya demeke dirêj di destê şêxê wan Ebdulah[49] de ma. Wî qîza xwe jî dabû Ibn Dimneyê[50] ku kuştina Ebû Elî îbn Merwan girtibû ser xwe. Lê wî [Îbn Dumne] ew [Ebdulah] jî kuşt, dest danî ser Amedê û li ber sûrê qesrek ji xwe re ava kir. Di pey de ew ket ber fermanrewayiya Mimehîd ud-Dewle, nava xwe û wî xweş kir, perû ji qiralê Romê, xwediyê Misrê û şahên din re şandin û nav û dengê wî belavbû.
Kuştina Mimehîd ud-Dewle îbn Merwan û desthilata birayê wî Ebû Nesr
Mimehîd ud-Dewle li Meyafarqînê dima û di nav dewleta wî de desthilatdariyeke xurt ya serokleşkerê wî Şêrw/Şêrwih[51] hebû. Wî jî zebt û rebtê sipartibû koleyekî xwe ku Mimehîd ud-Dewle zahf jê aciz bû û gelek caran dixwest wî bide kuştin jî lê ji ber xatirê Şêrwih dîsa dev jê berdida. Carekê gava ku koleyê Şêrwih çû hizûra wî, jê re fizûliya (fesadiya) Mimehîd ud-Dewle kir û nava wan nexweş kir.
Demek di pey re dema Mimehîd ud-Dewle çû cem, wî (Şêrw) rabû ew kuşt ku hingê sala 402/1011an bû û dû re weke ku ew bi fermana Mimehîd ud-Dewle here, çû dest danî ser heval, meriv û pismamên wî tev.[52] Pişt re ew çû Meyafaqînê ku wan bi ceweta Mimehîd ud-Dewle jê re derî vekir, ew ket bajêr û dest danî ser. Wî dest pê kir li ser devê Mimehîd ud-Dewle ji xwediyên keleyan giş re name nivîsand û spartina keleyan ji wan xwest.
Di nav wan de xwediyê keleya Erzenê [Xirebajar][53] Xwace Ebû Qasim,[54] keleya xwe neda wan û [ji bo eseyîkirina agahê jî] berê xwe da Meyafarqînê. Di rê de ew bi kuştina Mimehîd ud-Dewle hisiya û ji nîvê rê bi paş ve zivirî Erzenê. Wî meriv şandin pey Ebû Nesr Ehmed Îbn Merwan, ew ji Sêrtê anî û bir cem bavê wî Merwan ku hingê tadeyî gihîştibûyê û ji bêgavî bi jina xwe re derketibû çûbû Erzenê ser gora kurê xwe Ebû Elî.
Ew çûn cem wî û Xwace/Xoce Ebû Qasim li hizûra bavê wî û li cem gora birayê wî pê re peyman girêda, ew da sondê û Erzenê dayê. Di wê navê de Şêrw jî ji Meyafarqînê ji bo girtina Ebû Nesr Îbn Merwan meriv şandibû Sêrtê, lê ew berî hingê gihîştibû Erzenê û bi vê re jî ew têgihîşt ku dawiya wî hatiye.
Piştî Erzenê, Ebû Nesr dest danî ser deverên Diyarê Bekir yên din jî û bi nasnavê Nesîr ud-Dewle/Nesr ud-Dewlehat bi nav kirin ku êdî dewra wî dest pê kir.
Wî xuyê xwe xweş kir û ji ber vê yekê jî ji her deverên cîhanê gelek zana û şareza lê kom bûn. Yek ji wanên ku qesta wî kiribû jî Ebû Ebdulahê Kazerûnî[55]bû ku mezhebê şafi‘î li hêla Diyarê Bekir pê belav bûbû. Gelek şa´ir û helbestvan lê civiyabûn, pesnê wî didan û wî jî ew perû [xelat] dikirin. Di dema wî de ew gelî û birrekên wan deveran tev ewle man û teba [re´ye] û xwelêgirtiyên wî jî heya dema mirina wî di welatê xweştrîn de jiyan.
Destdanîna Nesr ud-Dewle îbn Merwan ya ser Rihayê
Bajarê Rihayê[56] di destê ´Uteyrê Nimeyrî[57] de bû, wan [rihayiyan] ji Ebû Nesr ibn Merwan re nivîsand û jê xwest ku here Dest deyne ser. Wî jî cihgirê xwe yê Amedê ku navê wî Zenk[Zeng îbn ´Ewan][58] bû şand ser û ew zeft kir, lê wî [´Uteyr] bi rêya Salih Îbn Mirdasê[59] xwediyê Helebê ji Îbn Merwan hêviya bexşînê kir, wî jî ew bexişand û nîvê bajêr dayê.
Ew [´Uteyr] çû Meyafarqînê cem Nesr ud-Dewle, wî qedrekî baş dayê û ew şand Rihayê ku bi Zenk [Zeng] re li wir bimîne. Ew çend rojan bi Zenk [Zeng] re aşt ma, lê di wê navê de kurê cihgirê ku ´Uteyr ew kuştibû hat wê derê.[60] Zeng ji bo heyfhilanînê nav tê da û dema ew derket wî jî da pey, ji bo tolgirtinê lê kir gazî.
Çaxê xelkê çarşiyê ev yek bihîst ji nedî ve avêtin ser û wî bi sê hevalên wî ve kuştin. nimeyriyan jî li dervayî bajêr ji Zeng re kemîn danîn û hinek êrîşkaran şandin ser, Zeng bi leşker ve derket û gava kemîn derbas kir hingê ew çûn şerê wî. Di şer de kevirek lê ket û ji ber derba wî kevirî ew vegirê/fatihê hijdemîn mir û Riha jî ji Nesr ud-Dewle re ma.
Pişt re Salih Îbn Mirdas ji bo Îbn ´Uteyr û Îbn Şibilê Nimeyrî mehderî kir û navçe careke din li wan hate zivirandin heya ku Îbn ‘Uteyr çawa ku wê li pêş jî bê, ew der firot Dewleta Romê[bizansiyan].
Dorgirtina Bedran ibn Miqeled ya Nisêbînê
Nisêbîn[61] di destê Nesr ud-Dewle ibn Merwan de bû gava ku Bedran ibn Miqeled[62] bi koma ´uqeyliyan[63] ve çû ser û dora wê girt. Wî zora wan leşkerên ku li wir bûn bir, lê Nesr ud-Dewle hinek leşkerên din şand alîkariya wan. Bedran hinek mirov şandin pêşiya wan û ew şikandin, lê Ibn Merwan jî leşkerekî pêhtir li hev civand û wan şand Nisêbînê. Ew çûn ser [Bedran] û cara pêşî ew şikand, lê pişt re dîsa ew li wan fitilî û êrîşî wan kir. Wî her li şerê wan domand heya ku bihîst birayê wî Qerwaş[64] gihîştiye Mûsilê; ew jê tirsiya û ji ser wê rabû.
Ketina xuziyan/oxuziyan ya Diyarê Bekir
Ev xuzî/oxuzî[65] ji hinek qebîleyên tirkan in û tê gotin ku eslê selçûqiyan jî ji wan tê. Ji xwe li pêş bihurî ku çawa dema ew gihîştin Xorasanê[66] Mihemed îbn Subik Tigîn,[67] Arslan ibn Selçûq[68] girt û ew avêt zindanê. Herweha ew xirabiyên ku li Xorasanê kirin û ew êrîşa Mesûd îbn Subik Tigîn[69] ku piştî mirina bavê xwe Mehmûd bir ser wan, ta ku bi çolê ve reviyan çûn Azerbaycanê[70] cem wan oxuziyên ku berê li wir bûn, bihurî.
Piştî ku ew nikaribûn têkevin Hemedan,[71] Qezwîn[72] û Ermenîstanê[73]rabûn çûn xelkê Îraqê şewitandin. Yên din jî ji Azerbaycanê hatin derxistin û Wehşûzanê[74]xwediyê Tebrîzê[75]jî tibabek ji wan kuşt, lê dû re wan jî li talanên kurdanxist. Di pey re dema nûçe gihîşt wan ku birayê Siltan Tuxrul Beg,[76] Niyal/Înal Îbrahîm[77] bi Reyê[78] ve çûye. Hingê ew di sala 433/1041ê de ji wê derê bi lez reviyan, çûn Azerbaycanê. Lê dîsa xeber hat ku Niyal/Înal li pey wan e, ji tirsa wî wan ji wê derê jî bazda, çunkî ew re‘yeyên/tabîyên wî û birayê wî bûn.
Dema ew reviyan, rêbirên wan ew di çiya û zozanan de birin haya ku ew gihandin deşta Cizîra Botan (Cizîra Kurdan].[79] Ji wê derê hinek ji wan çûn Diyarê Bekir, wan Qezwîn, Heseniye[80] û Yazidiyê[81] bi zor zeft kir. Hinek ji wan jî li hêla rojhilatê Cizîrê man û yên din jî çûn Mûsilê. Hingê Sileyman ibn Nesr ud-Dewle[82] çavdêr û raspêrê wê derê bû. Wî ji bo lihevhatinê şand pey wan, bi şertê ku ew bi wan re here herêma Şamê, wan jî qebûl kir.
Pişt re Suleyman ziyafetek da, Ibn Oxuz Elî[83] vexwend ser, ew girt, û avêt zindanê. Ji ber vê oxuzî bi herhêlê ve reviyan û leşkerê Nesr ud-Dewle, yê Qerwaş û yê kurdên Besnewî dane pey wan. Pişt re ereb ji bo derbaskirina zivistanê çûn Îraqê û xuzî jî zivirîn Cizîra Kurdan, dora wê girt û Diyarê Bekir bi kuştin û talanan wêran kir.
Nesr ud-Dewle xwest ku bi berdana Mensûr ibn Oxuz Eli ku Suleyman ew hebis kiribû, bertîl bike, lê berdana wî têrî rawestandina xirabiyên wan nekir û ew heya Nisêbîn, Sincar[84] û Xabûrê[85] pê ve çûn. Qerwaş jî çawa ku me li pêş jî diyar kir, ket Mûsilê, lê qefleyek ji wan jî da pey û ew bûyerên ku me di behsa wî [Qerwaş] de derbas kir di nav wî û wan de çêbûn.
Çûna Romê ber bi welatê merwaniyan ve û vegirtina Rihayê
Dema doza ´elewîtiyê li Şam û Cezîreyê belavbû ku sedemê wê jî xwendina xutbê li ser navê wan ji aliyê xwediyê Heran[86] û Reqeyê[87] Wesabê Numeyrî[88] ve bû. Di wê navê de dema Wezîrji aliyê ´elewiyan ve bû waliyê herêma Şamê hingê wî gef li Îbn Merwan xwarin ku dê ew here bavêje ser welatê wî.
Îbn Merwan ji xwediyê Mûsilê Qerwaş û ji xwediyê Reqeyê Şebîb îbn Wîsab[89] daxwaza alîkarî, hevkarî û rakirina doza ‘elewîtiyê kir. Wan jî erê kir, xutbeya ser navê Mustensir[90]birrî û dest pê kir xutbe li ser navê Xelîfe Qaîm[91] xwend. Sal hingê 430/1038 bû; Wezîr[92] dîsa rabû ser zengoyan û gef li wan xwar. Li ser vê Îbn wîsab careke din dageriya ser xutbeya ´elewîtiyê ku hingê ketibû meha zilheceyê û bûbû dawiya salê.
Kuştina Sileyman ibn Nesr ud-Dewle
Nesr ud-Dewle kurê xwe Sileyman ku bi Ebû Herb il-Umûr jî dihat nasîn [li hêla Cizîrê] kiribû walî. Di hingê de li Cizîrê [Cizîra Kurdan/Botan] Bişr Mûsik ibn Micelî/Micela[93] ku mezinê hinek keleyên wan deran bû, pê re hemberî dikir û li ser vê yekê di nav wan de dijîtî derket. Pişt re Sileyman rabû xwe bi ger û fen nêzîkî wî kir.
Ji ber ku xwediyê keleya Fenikê/Finikê[94] û hinek keleyên din Mîr Ebû Tahirê Beşnewî[95] yê xwarziyê Nesr ud-Dewle dostê Sileyman bû. Ew rabû wî ew [Mûsik] bi qîza Ebû Tahir re zewicand heya ku ev yek bû sedemê nêzîkayiya navbera wan û dilê Mûsik li Sileyman vebû.
Gava dilê wî lê vebû, wî pişta xwe dayê û çû Ermenistanê şerê Dewleta Romê [Bizansiyan] ku hingê Nesr ud-Dewle ibn Merwan jî alîkariya mal û leşker dayê. Jixwe berê jî wî li ser navê Nesr ud-Dewle xutbe dixwend û bi ya wî dikir.
Çendî ku Nesr ud-Dewle ibn Merwan Mehdera Mûsik jî kir, lê Sileyman ew zû kuşt û ji Tuxrul Beg re jî got ku: ”Ew miriye”. Ji ber bikaranîna qîza Ebû Tahir ku sileyman ew dabû Mûsik, ji bo vê kuştinê Ebû Tahir bi awayekî manedar jê re spasî kir.
Lê Sileyman jê tirsiya û ji bo bûyerê daxwaziya berîbûnê jê kir. Wî jî ew pejirand, daxwaza hevdîtinê li Sileyman kir û ji bo wê yekê jî ji kelaya xwe ya Finikê dakete xwar. Sileyman jî bi çand kesan ve derkete pêşiyê, lê ´Ubeydulah[96] ew kuşt û çû gihîşt wan kesên ku dijî bavê wî rabûbûn.
Gava ev nûçe gihîşt Nesr ud-Dewle, ew jî rabû wî kurê xwe yê bi navê Nesr digel leşker ji bo parastina Cizîrê şand wê derê. Qureyş ibn Bedran[97] jî gava ev bûyer bihîst, temê wî avêt milkê Cizîra Botan û çûyê. Kurdên Hesenî[98]û yên Beşnewîjî bûn yek û ew û Qureyş ji bo kuştina Nesr ibn Merwan[99] gihan hev, lê wî bi wan re xweş şer kir û welatê xwe qenc parast. Di cengê de Qureyş bi çend ciyan birîndar bû û dageriya Mûsilê, Nesr ibn Merwan jî li Cizîrê ma û kurdjî li hember wî.
Çûna Tuxrul Beg ber bi Diyrarê Bekir ve
Dema Tuxrul Beg çû Mûsilê û ewder zeft kir serê pêşî Qureyş ji wir reviya, lê pişt re di sala 448/1056an de zivirî û ket ber fermana wî. Dû re Tuxrul Beg ji wê derê berê xwe da hêla Diyarê Bekir û çû dora Cizîrê [Cizîra Botan] girt.
Dema çûna Tuxrul Beg ya ser Mûsilê û vegerandina wî jê, Îbn Merwan jî di ber xizmeta wî de bû û jê re diyariyên cûrbicûr şandibû. Wî ji ber Cizîrê ve jî mal dayê û diyar kir ku dê li kêleka wî têkeve cihadê û pê re geliyan biparêze. Tuxrul Beg hingê dorgirtina ser wî rakir û çû hêla Sincarê, çawa ku me di bûyerên Qureyş de jî got.
Mirina Nesr ud-Dewle ibn Merwan û desthilata kurê wî Nesr
Di sala 453/1061ê de Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwanê Kurd yê xwediyê Diyarê Bekir ku nasnavê wî Qadir Billah bû, pêncî û du sal piştî fermanrewayiya xwe wefat kir. Deverên bin destên wî pir bûbûn, malê wî zahf bûbû û di wan gelî û birrekan de berhemên baş da bû. Wî gelek perû û diyariyên hêja didan Siltan Tuxrul Beg.
Ew werîsê yaqûtî yê biweyhiyanku wî ji Ebû Mensûr îbn Celal ud-Dewle[100] kirîbû jî di nav wan de bû ku pê re sedhezar dînar jî jê re şandibû û ji ber vê yekê jî wî [Tuxrul Beg] rûmeteke baş dabûyê.
Wî bi bihayê pêncsed hezar dînaran û zêdetir jî cariye ji desthilatdarên mezin re dikirî da demeke xweş bi wan bide jiyan û dilên wan şa bike. Ji bo razan û qerwaşiyê ji hezarî bêhtir cariye li cem wî hebûn. Aman û alavên muzîkê yên wisa hêja ku bihayê wan ji dused hezarî zêdetir bû, li nik wî peyda dibûn. Wî qîzên şah û desthilatdaran li hev civandibû û bi wan re zewicîbû.
Ji bo xwarinpêjiyê meriv şandibûn diyarê Misrê û qût û mûnetên wan jî dabû heya ku li wê derê fêrî aşpêjiyê bûbûn. Ebû Qasim îbn Mexribî[101] ku pêşkêşekî dewleta ´elewiyên Misrê bû û Fexr ed-Dewle[102] jî ku pêşewayekî dewleta ´ebasiyanbû, çûbûn cem.
Wî jî ew xweş pêşwazî kiribûn, qedrê wan girtibû û wezîrtîya dewleta xwe spartibû wan. Çi honrawer/şa´ir û helbestvan, dengbêjên xweşbêj, hunermend û rewanbêjên ku qesta wî dikirin qencî bi wan re dihat kirin.
Her Zana û şarezayên ku xwe lê ragirtin, cih û qedrekî bilind dida wan, rûmet û hisyeta wan digirt û bi şanazî ew pêçwazî dikirin. Dema ku di sala [453/1061ê] de wefat kir hingê ew desthilat û serkeftin hemî ji Nesr[103]re man û ew li Meyafarqînê rawestiya, lê birayê wî Se‘îd çû Amedê, ew der zeft kir û wan li ser vê yekê li hev kir.
Mirina Nesr û desthilatdarîya kurê wî Mensûr
Pişt re gava Nizamedîn Nesr îbn Nesr ud-Dewledi meha zilheceya sala 472/1079an de mir, kurê wî Mensûr[104] ket cihê wî û Îbn Enbarî[105]jî dewleta wî gerand. Ew li ser fermandariya dewleta xwe ma heya dema ku Îbn Ciheyr hat, avêt ser û welêt ji destê wî derxist.
Çûna Îbn Ciheyr ber bi Diyarê Bekir ve
Fexr ud-Dewle Ebû Nesr Mihemed îbn Ciheyrji xelkê Mûsilê bû û berê ji cariyeya Qerwaş re û pişt re jî ji birayê wî Bereke re xizmet kiribû û ji cem wî ji Qeyserê Romê[106]re qîzên ezep biribû. Dû re ew ketibû ber xizmeta Qureyş ibn Bedran jî ku paşînê Qureyş xwestibû wî biavîje zindanê, lê bi kefîltiya ´uqeylîyekî xelas bûbû û çûbû Helebê.
Li wê derê ew bûbû wezîrê Mu‘iz ud-Dewle Ebû Sumal îbn Salih[107] ku ji wir jî çûbû Rehbeyê cem ´Etiyeyê[108] birayê wî û li wê derê rastî Nesr ud-Dewle îbn Merwan hatibû. Wî ew bi xwe re biribû û ew kiribû wezîrê xwe û rewşa dewleta xwe pê li hev anîbû.
Dema ew di sala 453/1061ê de miribû hingê Fexr ud-Dewle karûbarê dewleta Nesrê kurê wî yê ku ket cihê wî, gerand, lê di pey de di sala 454/1062yan de ew reviya çû Bexdayê ku hingê li wê derê wezîrtî jê re hatibû pêşkêşkirin.
Ew ket cihê Mihemed îbn Mensûr îbn Du’ad[109] û bû wezîr, lê di pey de gelek caran ew û kurê wî ‘Emîd ul-Milk ji kar hatin avêtin û car din li kar hatin zivirandin; herweha ew ket ber xizmeta Nîzam ul-Milk[110]û Sultan Tuxrul Beg jî.
Dema kurê wî cara dawî ji ser kar hat avêtin, hingê li cem Xelîfe mehderiya wî hatibû kirin û Siltan û Nîzam ul-Milk şandinbû pey wî, kurê wî û pismamên wî giş. Ew çûbû Isfehanê[111] cem Siltan ku qedir û rûmeteke baş li wir dîtibû.
Wî [sultan] bi leşker ve ew ji bo vegirtina Diyarê Bekir û sitandina wê ji Merwaniyan şand. Wî alav danê û destûr jî dayê ku di xutbeyê de li pey navê Siltan navê xwe bixwîne û wêneyên xwe li ser diravan bikêşe. Ew di sala 476/1083’yan de ji bo vê yekê bi rêket.
Vegirtina Ibn Ciheyr bi Ser Amedê ve
Jixwe me li pêş qala çuna Fexr ud-Dewle îbn Ciheyr tevlî leşker ber bi Diyarê Bekir ve kiribû. Piştî wê di sala 477/1084an de Siltan, Artuq ibn Eksek/Uksikbi leşker ve şandibû alîkariya wî. Nesr ibn Merwan ji Şeref ud-Dewle Mislim îbn Qureyş[112]alîkarî xwestibû û ji bo wê sozê dana Amedê pê re dabû, wî jî qebûl kiribû û çûbû piştgiriya wî.
Fexr ud-Dewle ibn Ciheyr ji ber merivatiya ereban ji cenga bi wan [Nesr û Muslim] re vekişiya, lê Artuq dijî wî derket û bi tirkan ve çû şerê wan û ew şikandin. Ew çû li Amedê gihîşt Mislim û ew li wir xist hesarê, lê wî mal da Artuq û xwe ji ber xelaskir, xwe gihand Reqeyê.
Ibn Ciheyr jî berê xwe da Meyafarqînê, lê Mensûr ibn Mezyed,[113] kurê wî Sedeqe û erebên pê re dev jê berdan û ji wê derê fitilîn.
Fexr ud-Dewle çû devera ku bi navê Qermayê dihat nasîn, lê peya bû û hesara ser wê derê teng kir. Rojekê yek ji parêzgiran ji sûrê daket û cihê xwe vale hişt, yekî amî rabû çû cihê wî û duruşm û nîşanên Siltan gotin. Parêzgerên din yên ser sûrê jî li pey wî çûn û xeber şandin cem Ze´îm ur-Ruesa Îbn Ciheyr.[114]
Ew siwar bû û çû di sala 478/1085an de dest danî ser bajêr. Xelkê bajêr malê fileyên/xiristiyanên ku di bacgirtin û deyndariyê de xizmeta merwaniyan dikirin, talan kirin, da bi vê yekê wan seza bikn, lê Xwedê çêtir dizane.
Destdanîna ibn Ciheyr ser Meyafarqîn û Cizîrê û kutahiya dewleta merwaniyan
Dema Fexr ud-Dewle ibn Ciheyr kurê xwe şand Amedê, ew jî çû dora Meyafarqînê pêça û heya sala 477/1084an li ser ma. Sa‘d ud-Dewle û Kuhrayîn[115]jî hatin alîkariya wî û her ku çû wî jî hesarê li wan teng kir. Rojekê sûr hat neqeb kirin û xelkê tê de duruşmên Melîkşah[116]avêtin ku hingê Fexr ud-Dewle jî ket bajêr û dest danî ser.
Wî dest danî ser pertal û gencîneyên merwaniyan û ew bi kurê xwe Ze‘îm er-Ru’esa re ji Siltan Melikşah re şandin. Di meha şewala sala 478/1085an de ew gihîştin Isfehanê û Fexr ud-Dewle û Kuhrayîn jî çûn Bexdayê.
Wî hingê leşker şandibû ser Cizîra Botan jî ku dora wê bigirin. Yekî ji malbateke xuyanî ya bajêr ku bi mala rûhaniyan dihat nasîn, serî rakir û çû deriyê bajêr yê piçûk yê bi navê Neqeba Mêraniyê vekir.
Leşker çû di wê derê re ket bajêr û li ser navê Siltan Melikşah ew der zeft kir. Bi vê yekê dumahîya dewleta merwaniyan hat û Mensûr ibn Nizamedîn Nesr ibn Nesr ud-Dewle li Cezîreyê xwe avêt herêma xuziyan.
Dû re Cekermîş[117]ew girt û di xaniyê yekî cuhû de hebis kir ta ku di sala 489/1095an de li wê derê wefat kir. Bêguman Mayina herdemî hew taybetmendîyê bi Xwedê ve ye.
Wergera
ji erebî: Emîn Narozî
[1] Ji Îbn Xeldûn, Kîtab ul-‘Îber We Dîwan ul-Mubteda we l-Xeber fî Eyyam il-Ereb we l-Ecem we l-Berber. Çawa ku xwendevan jî dizanin berê ji vê berhema Îbn Xeldûn ya tarîxê babeta ser dewleta Hesnewî û Enazîyên Kurd hatibû wergerandin û bi kurtî di çend hejmarên Rîya Teze de hatibû weşandin. Ji ber ku hingê ez li ser jiyana Îbn Xeldûn û vê berhema wî ya giranbiha rawesitiyabûm min pêwîst nedît ku li vir careke din ez wê dubare bikim. Çawa ku ji jêrenotan jî tê zanîn dema wergerandina van cihan min ew hem bi berhema Îbn Esîr ya el-Kamîl fî et-Tarîx re û hem jî di çend cihan de bi berhema Îbn Ezreqê Fariqî ya Tarîxa Meyyafarqîn û Amedêre û di çend cihan de jî bi Zeyla Tecarib ul-Umema Miskeweyh ya Rozrawerî re jî rûbar kir. Herweha min ew jêrenotên berhema Îbn Xeldûn ku ji aliyê weşanxaneyê ve hatibûn nivîsandin jî pê re wergerandin.
[2] Adud du-Dewle: Ew Adud ud-Dewle Fena Xwisro (m. 983) ibn Hesen Rikn ud-Dewle ibn Ebû Şuca´ Biweyh ibn Fena Xwisro bû ku Ibn Esîr malbata wan digihîne şahên sasanîyan. Ew kurê birayê navîn yê Ebû Şuca´ Rikn ud-Dewle ibn Biweyh bû ku piştî bavê xwe dest danîbû ser desthilatê. Ji bo destpêka dewleta biweyhîyan, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966, bûyerên sala sêsed û bist û yekê (321/933) beşa destpêka desthilata biweyhîyan û agahên ser wan.
[3] Hemdanî/Benî Hemedan: Destpêka mîrîtiya Hemdaniyan bi walîtiya Ebdullah îbn Hemdanê ku Xelîfe Muktefî Bîllah di sala 292/904an de ew kiribû waliyê Mûsil, hawîrdorên wê û deverên pê ve girêdayî, dest pê kirîye. Piştî mirina wî kurê wî Hesen îbn Ebdullah îbn Hemdanê Texelubîketîye cihê wî ku pişt re ji aliyê Xelîfe Muqtedî Bîllah ve bi bernavkê Nasir ud-Dewle hatiye binavkirin. Di dema wî û birayê wî yê ku dîsa ji hêla Xelîfe Muqtedî Bîllah ve bi bernavkê Seyf ud-Dewle hatibû binav kirin, de desthilatdariya wan gelekî xurt bûbû. Bnr. Îbn Xelîkan, Wefayat ul-E‘eyan we Enbau Ebnaî z-Zeman, Mektebe n-Nehd il-Misrî, Qahîre, 1948, 1/387.
[4] Diyarê Midirr: navê navçeya deşta Heranê û hêla Rihayê bû ku diket rojhilatê Feratêû deverên Reqa, Şimşat, Sirûc û Tilmewzûnê jî diketin nav sînorê wê. Bnr. Yaqûtê Hemawî, Mucem ul-Buldan, Dar Beyrût/Dar Sadir, Beyrût, 1957, 2/394
[5] Meyafarqîn: navdartirîn herêma Diyarê Bekir bû ku navê xwe ji ”Meya”ya qîza keşeyê ku pêşî ew ava kiribû û Farqîna bi maneya keştîvan [Baricîn] wergirtîye ku xendeqa wê spehî dêrabû. Hatîye gotin jî ku beşa wê ya kevirîn ji hêla Enoşirwanê kurê Qubad ve hatîye avakirin, lê ya acûrîn jî ji hêla Şah Ebriwîz [Perwîz] ve hatîye çêkirin. Ji ber ku di bin destê Dewleta Rûmê de maye jî tê gotin ku wan ew ava kirîye, lê di cihê wê de gundekî mezin hebûye û dêreke mesîhîyan jî tê de bûye ku heya niha (li dor salên 1200) jî dîwarên wê mane. Serekê vê wîlayetê yekî bi navê Marûsa ibn Lîwta/Lûta bûye ku bi Meryema keça mezinê çîyayê wê yê ku di vê dema me de (nêzîkî salên 1150 -1208) kurdên deverên Şamê lê dimînin re, zewicîye. Wê sê kur dane wî ku du heb ji wan ketine ber xizmeta Qiral Aydisiusê (?) Yûnanî li Romaya Mezin û yê sêyemîn jî ku navê wî Marûsa bû bi xwendin û zanînê ve lepikîye û bûye zanayekî di ser yên dema xwe re û dema bavê wî mirîye jî ew li cihê bavê xwe rûniştîye. Hingê tixûbê desthilatdarîya qiralên Rûmê digiha heya welatê Dîyarê Bekir û Cezîreyê û şahê Faris jî hingê Şapûrê Dugirmilk/dusermil bû û di navbera wî û qiralê Rûmê de dijminîyeke xurt hebû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/272-73–.
[6] Amed/Amid: mezintirîn û navdartirîn bajarê Diyarê Bekir e [û Diyarbekira niha ye ku di nav kurdan de weke Paytexta Bakurê Kurdistanê tê dîtin]. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/76.
[7] Diyarê Bekir: yanî Welatê Bekir hingê ji bo navçeyeke ku navê mezinê wê Bekir bûye, hatiye gotin. Ew navçeyeke mezin û fireh bûye ku tixûbê wê ji rojavayê Dîcle diavêt çiyayên raserî Nisêbînê. Ji hêlekê ve Hesen/Hisni Keyf [Heskîf] Amed, Meyafarqîn û deverên bi wan ve, û ji hêla din ve jî Sêrt, Hîzan, Hênêû deverên din yên wan deran diketin ber sînorên wê. Bnr. Yaqût, Mu‘cem, b. n., 2/394. Lê belê vê paşiyê dereng Diyarbekir bûye navê Bajarê Amedê jî.
[8] Ebû Wefa: ew Ebû Wefa Tahir ibn Mihemed ibn Ibrahîm (m. 372/982) bû ku serdarekî mezin yê Adud ud-Dewle bû, lê dû re ew ji hêla wî ve hatibû desteserkirin û girtî mabû heya piştî mirina Adud d-Dewle ku hingê di dema Samsam ud-Dewleyê kurê wî de ew jî hatibû kuştin. Ebû Şuca´ Rozrawerî, Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeylu Tecarib il-Umem, Mekteb us-Seqafe d-Dînîye, Porse´îda Misrê, bêtarîx, 3/10, not 1.
[9] Himeydî: navê eşîreke kurdan e ku li hêla Akrê dimînin û di dema dewleta merwanî/dostikî û eyûbîyan de rolekî girnîg lîstine. Ji nav wan serdar û mêrxasên hêja derketine, heya li gorî Ibn Esîr Bad ji eşîra himeydî ya kurd bûye. Bnr. Ezedîn Mihemed Ibn Şedad, el-E´laq ul-Xetîre fî Zikri Umera uş-Şam we l-Cezîre, Wezaret us- Seqafe we l-Îrşad il-Qewmî, Dimeşq, 1978, Beş 2, par 1, r. 129.
[10] Bad Ebû Ebdullah Huseyn Îbn Duştik/Doştik: Li gor îbn el-Esîr Îbn Dostik e û leqeba wî jî Baz e, li paş di rûpelê 2yan de jî ”Zuştik” tê, lê xuyaye ku dê rastiya wê Dostik be, çunkî eşîreke kurdan niha jî bi navê Dosikî heye. Li gorî Ebû Şuca´ Rozrawerî jî Hiseyn ibn Doşing e û li gor Îbn Ezreq jî Bad Îbn Dostik e, li gor wî ew ji kurdên harpuxtî[ya rastî carbuxtî/ciharbuxtî ye ku xala ser ج/c ketîye bûye ح/h, bnr. Ibn ´Edîm, Buxyet ut-Teleb fî Tarîxî Heleb, r. 1130]bûye û di destpêkê de li wan deverên navbera Maden û Hîzanêjiyaye. Bnr.Îbn Esîr, el-Kamil fî et-Tarîx, b. n., 9/35; Îbn Ezreq Fariqî, Tarîxa Meyyafarqîn, Koral Yayınları, Cih nîne (c. n) 1975; wergera wê ya Tirkî M. Emîn Bozarslan bi navê Mervani Kürtleri Tarihi r. 69 û Tarîxa Meyafarqîn ya temam, Nûbihar, Istanbul, 2014, r. 448, not 2; Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeyl Tecarib ul-Umem, b. n., 3/84.
[11] Ya rasttir ew e ku xelkê Nisêbînê ji ber zilm û zordarîya Ebû Elî Hesen ibn Bişr Ra´îyê serkarê wê, di bin serdarîya kurdekî de serî hildaye, ew kuştiye û dû re Nisêbîne spartiye Bad û ew jî ketine ber fermana wî. Bnr. Ebû Şuca´ Rûzrawerî, Zeyla Tecariba Miskeweyh, b. n., 3/83.
[12] Samsam ud-Dewle: Ew Samsam ud-Dewle Ebû Kalîcar Merzuban ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewle bû ku piştî bavê xwe hatibû ser desthilatê, lê jê re li hev nehatibû, çunkî birayê wî Şeref ud-Dewle zora wî biribû, ew avêtibû zindanê û herdu çavên wî derxistibûn. Ew heya birayê wî Şeref ud-Dewle mir jî di zindanê de ma, gava ji hebsê derket çendî ku kor bû jî xelk li dorê civîya ku ew jî rabû çû Faris, dest danî ser Şîrazê, lê kurapê wî Ebû Nesir ibn Bextîyar dijî wî derket û dû re di sala 388/998an de ew kuşt ku hingê 35 salî bû. Bnr. Ibn Kesîr, Bîdaye, b. n., 11/246.
[13] Ebû Sa´d Behram Erdeşêr: Ew Ebû Sa´d Behram ibn Erdeşêr e ku serdarekî mezin yê Samasam ud-Dewle bû. Mixabin ku di çavkanîyên ber dest de agahiyên berfirehtir li ser nehatin dîtin.
[14] Se´îd ibn Hacib: Li gor Îbn Esîr navê wî ”Ebû Qasim Sa‘d îbn Mihemedê Hacib” e, ku serdarekî spaha Samsam ud-Dewleyê kurê Adud ud-Dewleyê Biweyhî bû. Bnr. D. Ferest Mer´î, Îmarat ul-Kurdîye fî ´Esr il-´Ebasi es-Sanî, Spîrez, Dihok, 2005, r. 242, not 7; Îbn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/35.
[15] Kewaşe/ Keleya Erdumişt: keleyeke asê yî mehkem e ku nêzîkî Cizîra Botan e û dikeve rojhilatê Dicle li ser çîyayê Cûdî û niha di destê xwedîyê Mûsilê de ye ku vêga jê re Kewaşa jî tê gotin. Yaqût, Mu´cwem, b. n., 1/176.
[16] Seyf ed-Dewle ibn Hemdan: ew Seyf ud-Dewle Elî (303-356/915-965) ibn Ebdullah ibn Hemdan ibn Hemdûn bû ku li diyarê Bekir li bajarê Meyafarqînê bûbû û li Helebê miribû. Ew mezintirîn deshilatdarê hemdanîyên Sûrî bû ku Helebê ji Ixşîdîyan sitandibû û sînorê xwe gihandibû heya bakurê Sûrî. Di paşîya temenê wî de dema ku felc lê ket û pê mir kurê wî Sa´d ud-Dewle ket cihê wî. Bnr. Ferdinand Tulû, el-Muncid fî l-Luxe we l-δlam, Dar el-Meşriq, Beyrût, 1986, r. 377.
[17] Ziyad/Ziyar ibn Şehrakewî: ew Ebû Herb Ziyar ibn Şehrakewîyê ku yek ji serdarên ´Adud ud-Dewle û kurê wî Samsam ud-Dewle bû û berê dostekî baş yê Bad ibn Dostik bû ku li Mûsilê Bad biribû hizûra ´Adud ud-Dewle. Bnr. Ibn Esîr el-Kamil, b. n., 7/415…; D. Ferest Mer´î, Îmarat ul-Kurdîye b. n., r. 239, not 4; Rozrawerî Ebû Şuca´, Zeylu Tecirb, b. n., 3/84 û yên pey, sal 373/983.
[18] Tûr Abdîn/Tora Banî: çîyayên ku dikevin nevbera Mardîn û Cizîra Botan heya çîyayê Cûdî li bakurê Mezopotamya, herweha devereke piçûk e li ser Nisêbînê ku dikeve navsera vî çîyayê navdayî. el-Muncid, fî l-E´lam, r. 439; Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/55.
[19] Li pêş Se‘îd îbn Hacib derbas bû, lê rastîya wê weke vê derê ye û temamîya navê wî jî çawa ku li jor di nota 14an de jî hat gotin: Ebû Qasim Sa‘d îbn Mihemedê Hacib e ku serdarekî spaha Samsam ud-Dewleyê kurê Adud ud-Dewleyê Biweyhî bû. Bnr. D. Ferest Mer´î, b. n., 242, not 7; Îbn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/35; Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeyla Tecariba Miskeweyh, b. n., 3/85, sal 373/983.
[20] Şeref ud-Dewle: Ew Şeref ud-Dewle ibn Fewaris Şîrzîl ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewle bû ku piştî bavê xwe dest danîbû ser Bexdayê û birayê xwe Samasam ud-Dewle girtibû û kor kiribû. Desthilata wî bi tenê du salan ajot ku di 28salîya xwe de mir. Bnr. Ibn Kesîr, el-Bîdaye we n-Nihaye, Dar Îhya et-Turas el-Erebî, Beyrût, 1997, 11/229, sal 379/980.
[21] Ebû Nesr Xwaşaze/Xwaşade: li gorî ibn Esîr û Abdureqîb Yûsuf ew serdarekî deylemî bû ku hê ji dema bavê Adud ud-Dewle ve mabû, lê demekê wî ew desteser kiribû û avêtibû zindanê. Dû re ew hatibû berdan û di dema dewleta Badê Dostikî de wî li Nisêbînê pê re şer kiribû û xwe ji cenga Mûsilê re jî amade dikir, lê ji ber mirina Şeref ud-Dewle ew neçû cengê. Ji bo agahên bêhtir Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/389, 431, 473, sal 369/979, 377/987 û 385/995; Abdureqîb Yûsuf, ed-Dewlet ud-Dostikiye fî Kurdistan il-Wista, Kurd Pres, Beyrût, 1996, 1/57-59; Ibn Ezreq Fariqî, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 451.
[22] Nasir ud-Dewle ibn Hemdan: Ew Nasir ud-Dewle Hesen (m. 358/969) ibn Ebdullah ibn Hemdan ibn Hemdûnê Texelibîyê himdarê malbata hemdanî û serekê texelubîyan bû ku berê bavê wî Ebu l-Hîca Ebdullah ibn Hemdan bûbû fermandarê Mûsilê. Xelîfe Mutemed ew dîl girtibû, lê dû re berdabû ku piştî hingê desthilata wî gihabû heya Cezîre û sînorê bakurê Sûrî û bûbû mîrê mîran, lê dû re xuyê xwe nexweş kiribû ta ku kurê wî Ebû Texelib ew avêtibû hebsê û tê de miribû. Bnr. el-Muncid, b. n., r. 704; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 6/426, sal 293/905, 7/162-63 û yên pey, sal 330/941.
[23] Ebû Tahir Îbrahîm: ew Ebû Tahir Ibrahîm ibn Nasir ud-Dewle ibn Hemdan bûku berê li Bexdayê di ber xizmeta Şeref ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle de bû. Gava Şeref ud-Dewle mir û Beha ud-Dewleyê Biweyhî hat ser hikim, hingê wî û birayê xwe Ebû Ebdulah Hiseyn jê xwest ku wan bide ser deshilata Mûsilê ku wî jî ew bi birayê wî Hiseyn ve danî ser desthilata Mûsilê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/440, sal 379/989.
[24] Ebû Ebdulah Hiseyn: Ebû Ebdulah Hiseyn ibn Nasir ud-Dewle ibn Hemdan bû ku digel birayê xwe Ebû Tahir Ibrahîm ji hêla Beha ud-Dewleyê Biweyhî ve bûbû beşdarê desthilatdarîya Mûsilê. Ew û birayê xwe Ebû Tahir Ibrahîm berê li Bexdayê di ber xizmeta Şeref ud-Dewle ibn Adud ud-Dewleyê Biweyhî de bûn. Lê dema ew mir û Beha ud-Dewle ket cihê wî hingê herdu rabûn çûn cem da wan bişîne Mûsilê ku wî jî ew şandin wê derê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/440, sal 379/989.
[25] Beha ud-Dewle: ew Beh ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî (m. 392/1002) ye û siltanek ji yên biweyhîyan bû ku bi tehrîka wî Xelîfe Tai´i di sal 991ê de ji ser xelîfetîyê hatibû avêtin û li Mûsilê bi ´uqeylîyan re şer kiribû. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 145.
[26] Hecac ibn Ebû Cafer Hurmiz: ew Hecac ibn Ebû Cafer Hurmizê (m. 400/1010) cihgirê Beha ud-Dewle yê Iraqê bû ku ew danîbû ser şerê ereb û kurdan û di dema ´Adud ud-Dewle de jî serdar û pêşengekî wî bû. Ew ji karûbarê şer û cengê re şareza û xurt bû û gelekî mêrxas, fikirrast, ramantûj û himetbilind bû ku dû re çû Ehwazê û piştî sed û pênc salîya xwe lê mir. Bnr. Ibn Kesîr, Bîdaye, b. n., 11/258, sal 400/1010.
[27] Di vê derê de tevlîheviyek heye, çunkî herdu kurên Nasir ud-Dewle ji aliyê Beha ud-Dewle ve bûbûn Serdarên Mûsilê. Încar maneya ku Beha ud-Dewle leşker bişîne ser wan û ji wan bistîne çi ye? Bnr. Îbn Xeldûn, Kitab el-´Iber, b. n., 3/904, not 1.
[28] Li gor Ibn Esîr ”Ebû Zewad” e, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/70-71.
Ebû Zewad/Ebû Riwad Mihemed ibn Miseyib: ew mîrê ´uqeylî Ebu z-Zewa/Zewad/Durda Mihemed ibn Miseyib (m. 386/996) ibn Rafi´ ibn Miqeled ibn Cafer ibn ´Emr ibn Mihendê ´Uqeylî ye ku hîmdarê dewleta ´uqeylîyan ya Mûsilê bû. Ew berê xizmetkarê hemdanîyên bû, lê piştî têkçûna desthilata wan, wî dest danî ser desthilatê û xanedanîya ´uqeylîyan damezrand. Bnr. Ibn Xweldûn, Iber, b. n., 1/1629.
[29] Ibn Mi´elim: Min di çavkanîyên ber dest de tu agahdarî li ser peyda nekirin.
[30] Ji Îbn Xeldûn, Kîtab ul-´Iber, b. n, 3/902.
[31] Ebû Şuca‘ îbn Zuştik: Ji bo cudahîyên ser navên bavê Bad, bnr. nota jorîn ya 10an
[32] Ibn Se´dan: ew Ebû Ebdulah Hiseyn ibn Ehmed ibn Se´dan (m. 375/985) bû ku demekê wezîrtîya Samsam ud-Dewle kiribû, lê ji ber fesadî û gelacîyên hemberên wî ew di sala 375/985an de ji hêla Samsam ud-Dewle ve hat kuştin. Bnr. D. Ferest Mer´î, Imarat, r. 160, not 3; Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeylu Tecarib, b. n., 3/98-107.
[33] Li gor Îbn Esîr ”Zeyar Şehrakewî” û ”Şehirkewî” ye, bnr. el-Kamil fî et-Tarîx, 9/38. Lê li pêş jî ev nav dîsa ”Zeyyad” bihurî.
[34] Sa‘d ud-Dewle:ew Sa´d ud-Dewle Ebû Me‘alî (m. 381/991) ibn Seyf ud-Dewle ibn Hemdan bû ku piştî bavê xwe bûbû desthilatdarê Helebê. Lê wî heya ew bi dest xist gelek şer bi xalê xwe Ebû Feras û teşrîfdarê xwe Qerxewî re kir. Di dema xelîfeyê ebasî Tayi´ (974) de rewşa wî baş bû û li dijî Rûmê şer kir û ew şikandin ku mîna bavê xwe bi felcê mir û li Reqeyê hat veşartin. Bnr. el-Muncid fi l-E´lam, b. n., 355.
[35] Xuyaye ku di van herdu babetan de hinek dubarekirin çêbûye, lê çawa ku di notan de jî hatiye nivîsandin her babetek ji van ji cildek ji yên berhema Îbn Xeldûn hatiye wergerandin. Çendî ku ew di herdu cildan de jî behsa eynî tiştî, yanî Dewleta Bad dike, lê ji ber ku di cildê çaran de carekê ew wek bingeh û destpêk ji dewleta Merwaniyan re hatiye û di yê sisiyan de jî careke din bi serê xw hatiye nivîsîn û herweha ji ber ku hinek cudahî jî di nav wan de hebûn min ew herdu cih jî wergerandin. Ji bo wan dubareyiyên ku çêdibin ez hêviya bexşandinê ji xwendevanan dikim.
[36] Ebû Su´leb/Texelib ibn Hemdan: ya rastî li gorî çavkanîyên din Ebû TexelibFedlulahXedanfer ibn Nasir ud-Dewle ibn Hemdan (m. 369/979) e ku ji jina Nasir ud-Dewle ya bi navê Fatîmeya keça Ehmedê Kurd e. Wî bi tevdîrkarîya dêya xwe, ji ber cirnexweşîya bavê xwe Nasir ud-Dewle hem ji bo wan û hem jî ji bo mîrek û serek û leşker tev ew girt û avêt zindanê û dest danî ser desthilatê. Gelek xirecir û bûyerên wî bi Adud ud-Dewle re çêbûn ta ku desthilata wî jê hat sitandin ku ew têkçûyî revîya Şamê û dû re li wê derê di sala 369/979an de hat kuştin. Ji bo agahên bêhtir bnr. Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 1/1619; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/384, 369/979; Ibn Mihemedê Miskewîh, Tecarib ul-Umem, 2/317-18, 392, 401, sal 363-369/973-979.
[37] Li gorî Îbn Esîr ”Keleya Fenikê” û ”kurdên beşnewî” ye. Bnr. Îbn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/70. Kurdên beşnewî li herêma bakurê Cizîra Botan diman û navenda wan keleya Finikê bû û keleyên wan yên din jî Berqe û Beşîr bûn. Ew hevkar û hevalbendên eşîra botan û di bin yek komhozê de bûn; Bnr. Abdureqîb Yûsuf, ed-Dewlet ud-Dostikiye, b. n., 1/116, not 232.
[38] Ebû Ebdulah Mihemed ibn Miseyib: Ev serdar li pêş bi navê Ebû Zewad/Riwad Mihmed ibn Miseyib derbas bû. bnr. li jor nota 28an.
[39] Bedr/Bedir: di çavkanîyên ber dest de li vê herêmê cihekî bi vî navî nehat dîtin.
[40] Li gor Îbn Esîr, Îbn Ezreq û Ebû Şuca´ Rozrawerî, wî xwe ji ser hespekî avêtiye ser yekî din, lê negihîştiyê û ketiye erdê. Bnr. Îbn Esîr, el-Kamil, b. n., c. 9/71; Îbn Ezreqê Fariqî, Tarîxa Meyafarqîn û Amed, b. n., r. 74; Ebû Şuca´ Rozrawerî, Zeyla Taciribê, b. n., 3/177.
[41] Ji Îbn Xeldûn, Kitab ul-´Iber, b. n., 4/538-541.
[42] Li pêş Dûştik bihurî û li gor Ebdureqîb Yûsuf jî ew”Dostik” e, li cem Îbn Esîr jî hem ”Dostik” û hem jî ”Dosik” tê, lê ew di şûna ”Bad” de nasnavê wî wek”Baz” dide. Bnr. Îbn Xeldûn Kitab el-el-îber b. n., 4/274; Ebdulreqîb Yûsuf, ed-Dewlet ud-Dostikî, b. n., 1/23; Îbn Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, b. n., 9/35.
[43] Li gor Ebdulreqîb Yûsuf û Ibn Esîr navê wî ”Mihemed îbn Ebû Seqer” e. Bnr. Ebdulreqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/67; Îbn Esîr, el-Kamil fî et-Tarîx, b. n., 9/72.
[44] Li gor A. Yûsuf ku ji Îbn Ezreqê Fariqî veguhastîye, ev bûyera kuştina Ebû Elî bi dek û dolab û navtêdana Şêrwê kurê Mem ku debîr û teşrîfdarê Ebû Elî ibn Merwan bû, çêbûye. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî b. n., 1/69-70.
[45] Mimehid ud-Dewle Ebû Mensûr îbn Merwan: ew Mimehîd ud-Dewle Se´îd Ebû Mensûr ibn Merwan bû ku kurê Merwan yê duyemîn bû ji xweha Bad ya cem Merwan. Ew piştî kuştina birayê mezin Ebû Elî di sala 387/977 an de hat ser desthilatê û heya derbeya Şêrwîh/Şêrwîn ya sala 402/1011yan ku hingê hat kuştin, li ser hikim ma. Lê ya rastî li gorî Ibn Ezreq ji ber ku hemla Şêrwihê/Şêrwînê kurê Memê teşrîfdarê Ebû Elî li ser Mîr Se´îd Ebû Mensûr bû wî dek li Ebû Elî kir. Wî Şêx Ebd ul-Berr tirsand ku dê Ebû Elî her weke Meyafarqînîyan bi wan jî bike ta ku ew bi xelkê Amedê da kuştin. Bnr. Ibn Ezreq, Tarîxu Meyafarqîn, b. n., r. 460.
[46] Ebû Nesr: Li gorî Îbn Ezreq û A. Yûsuf ”Nesr ud-Dewle” ye û navê wî yê tevayî jî li gorî Ibn Xelikan û yên din Qadir Bilah Nesr ud-Dewle Ebû Nesr Ehmed ibn Merwan ibn Dostikê Kurdê Himeydî (m. 453/1061) ye ku piştî kuştina Mimehid ud-Dewle ji hêla Şêrwînê teşrîfdarê wî ve bi dekekê li keleya Hetaxê roja pêncşema pêncê cemadilûlaya sala çarsed û yekê (401-402/1011-1012), ew hatibû ser hikim. Ew yekî dilşad, himetbilind, xweşsiyaset, pir helwestdar bû ku ji xweşî û şadîyê gihabû redeyeke ji hejmartinê der. Ew heftê û heft (li gorî ibn Esîr heştê û çend) salan jiyaye û wî pêncî û du salan bi xweştirîn û geşdarîtirîn awayî deshilatî kirîye ta ku di sala 453/1061ê de wefat kirîye û kurê wî Nizamedîn Ebû Qasim Nesr hatîye cihê wî. Ji bo agahên bêhtir bnr. li jêr, li Ibn Xelikan, Wefeyat ul-E´yan we Enba`u Ebna iz-Zeman, b. n., 1/187; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/356, sal 453/1061; Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 469 û yên pey.
[47] Sêrt/Is´irt/Is´ird: bajarekî Diyarê Bekir e ku nêzîkî Erzen û Hîzanê ye. Ibn Wasil, b. n., 1/92 ku ji Yaqûtî veguhastîye, lê bi rastî min di çapa destê xwe de ew nedît.
[48] Li gorî çavkanîyên din yên mîna Ibn Ezreq, Abdureqîb Yûsuf û Ibn Esîr, Ehmed di xew de dîtîye ku heyv ketîye pêşa wî yan jî roj hatîye ser serê wî û vê xewna xwe ji birayê xwe re gotîye. Mimehid ud-Dewle jî jê re gotîye: ”Tu dê desthilatê ji min bistînî, çavê xwe bi min nexe, nexwe ez dê te bikujim” û ji ber vê rabûye, ew sergomî/cîhêlî sêrtê kirîye û ew li wê derê daye asêkirin û heya kuştina wî jî nehatîye hafa wî. Bnr. Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 468; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/445, sal 380; A. Yûsyf, Dewlata Dostikî, b. n., 1/73.
[49] Li gor A. Yûsuf û Ibn Esîr navê wî ”Ebd ul-Berr” e. Bnr. Ebdulreqîb Yûsuf, Dewlet ud-Dostikî, b. n., çap 2, 1/69; Îbn el-Esîr, El-Kamil, b. n., 9/72.
[50] Ibn Dimne: Ew Ebû Tahir Yûsuf ibn Dimne bû ku bi hesinekî serkêrr li serê wî dabû, lê li gorî hinekan jî xwe avêtibû pişt wî ser hespê û bi kêrê lê dabû û dû re yên din jî bi şûran lê dabûn. Bnr. Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 461.
[51] Şêrw/Şêrwih: ev Şêrwih xirakirîyê Şêrwîn e ku Şêrwîn ibn Mihemed [yan jî Şêrwih/Şerwîn ibn Mem] e, nivîskaran jî weke adetê kurdan ew xerakirî nivîsne. Bnr Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 460, not 3; A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., r. 73.
[52] Li gor Îbn Ezreqê Fariqî navê xulamê Şêrwîn/Şêrwih ibn Filyûs bû û sala bûyerê jî 400/1009 yan jî 401/1010 bûye. Bnr. Îbn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 466-67; Li gor Îbn Esîr jî Şêrwîn li keleya Hetaxê ku hingê sipartiyê wî bûye, ziyafet daye û Mimehid ud-Dewle jî vexwendiye ser, dema ew çûye wê derê, Şêrwîn bi dekekê ew daye kuştin. Bnr. Îbn el-Esîr, El-Kamil b. n., 7/445, sal 380.
[53] Erzen [Xerebajar]: bajrekî kevn î nêzîkî Exlatê ye [ya rastî ew li gorî navendên kevnar nêziktirê Meyafarqîn, Hisin Keyf, Sêrt, Senasîn/Sason û ji dûr ve jî Bedlîsê ye, lê niha sînorê wê digihîje Farqîn/Silîva, Batman, Kurtalana/Misirca qezaya Sêrtê, Senasîn/Sason û Hezoyê. Ew vêgavê wêran e û bi tenê hinek şûnwarên wê mane. Berî Xelatê di navbera wê û Erzenê de ji hêla Xelatê ve Bedlîs û Tetwan hene] ku hinek wê ji bo demekê bajarekî ermeniyan, hinek jî yê Dîyarê Bekir dibînin û hinekan jî ew li ser Cezîreyê hesibandîye. Bnr. Ebu l-Fîda, Teqwîm, b. n., r. 394-395; Yaqût, Mu`cem, b. n., 1/180-181.
[54] Xwace Ebû Qasim: Çawa Abdureqîb Yûsuf jî dîyar dike, li ser jiyana Xwace Ebû Qasim (m. 415/1024) agahdariyên me kêm in, lê weha dixwyê ku ew mezinê Erzenê û serekê eşîrên kurd yên herêmê bûye. Pes çawa Ibn Ezreq û Abdureqîb Yûsuf jî dibêjin ew xelkê Isfehanê bûye ku di wextakî de hatiye Kurdistanê û li cem Merwaniyan bûye şêxê dewleta wan û waliyê bajarê Erzenê, Xirabbajara niha ku dikeve wê deşta ber çemê Xerza. Li gorî ku ji Ibn Ezreq û Ibn Şedad tê zanîn jî ew ji Isfehanê bi hoz û eşrên kurdan ve hatîye gihaye cem Bad ku mezinekî wan bûye û Bad jî ew danîye ser bajarê Erzenê û hêz û eşîrên pê re jî li bajêr û hawîrdorên Erzenê bi cih kirîye. Çunkî Ibn Şedad dibêje: “Ev Xwace şêxê hozan û gerînendeyê wan bû ku Bad ew kiribû walî û ew di nav kurdan de jî pêşik/serek û navdayê bi mêrxasîyê bû”. Herweha Ibn Ezreq jî dibêje: “… li Erzenê walîyekî Isfehanî bi navê Xwace Ebû Qasim hebû ku di dema Ebû Elî û Ebû Mensûr tev de lê walîtî dikir”, Ibn Ezreq rûpelek dû re jî didomîne: “Xwace Ebû Qasim derê gencîneyan vekir, zad û mal da, çek belav kir û eşîr û kurdên hawîrdorê û yên hêlên din kom kir ku gelek kes li cem civîyan ..”. Herweke ku D. Ferest Mer´î jî dibêje : “Ew Xwedîyê Erzenê, şêxê hozên kurdan û tevdîrgêrê wan bû, ew di nav kurdan de pêşik, qedirgiran û navdayê bi mêrxasîyê bû ku di desteserkirina Amedê ya sala 415/1024an de rêberîya Nesr ud-Dewle kiribû. Ew pê re rast û dirust, wezîr û gerînendeyê dewleta wî û siyaseta wê bû. Bnr. Abdureqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n, 1/79; Ibn Ezreq, Tarîxa Meyafarqîn, b. n., r. 469-470; Ezedîn Mihemed ibn Şedad, el-E´laq ul-Xetîre fî Zikri Umera uş-Şam we l-Cezîre, b. n., bg. 3, beş yek r. 341-42; D. Ferest Mer´î, Imarat ul-Kurdîye, b. n., 281.
[55] Ebû Ebdulahê Kazerûnî: ew Ebû Ebdulah Mihemed ibn Beyan ibn Mihemedê Kazerûnî bû ku ji xelkê Kazerûna Îranê herêma Faris bû û çawa ku ji vê derê û ji Ibn Xelîkan jî tê zanîn wî demeke dirêj li Meyafarqîn û Erzenê dersdarî kirîye û li ser rêbaza îmamê Şafi´î ders daye. Lê pir mixabin ku min agahên bêhtir li ser peyda nekir. Bnr. Ibn Xelîkan, Wefeyat ul-E´yan, b. n., 2/62, 3/169, 4/61.
[56] Riha: bajarekî Cezîreyê ye ku dikeve navbera Mûsil û Şamê û navê xwe ji navê hîmdarê xwe Riha` ibn Belendî yan jî Sebend ibn Malik ibn Du´r girtîye, yan jî ji Riha ibn Rûm ibn Lentî ibn Sam ibn Nûh (e. s) girtîye. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b, n,. 3/120.
[57] ´Uteyrê Nimeyrî: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.
[58] Zeng ibn ´Ewan: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.
[59] Salih ibn Mirdas: ew Esed ud-Dewle Salih ibn Mirdasê (m. 420/1029) serekê hoza mirdasîyên şî´î bû ku ji hoza erebên kilabî bûn û piştî kutahîya dewleta hemdanîyên Şamê li cihên wan li hemî deverên Firatê Şamê li bakurê Sûrîya niha dewletekê danîbû ku di navbera salên 1023-1079an de hikim kiribû. Dû re ´uqeylîyên ereb desthilata wan bi dawî anî. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., 420, 652; Clifford Edmund Bosworth, The new islamic dynasties:Islam Devletleri, Kaknüs Yayınları, Istanbul, 2005, r. 111.
[60] Li gor Îbn Esîr berê ew der di destê ´Uteyrê Nimeyrî de bûye ku mirovekî pir xerab û nezan bû. Wî jî yekî bi navê Ehmed kiriye cihgirê xwe ku gelek bi dadmendî bajêr idare kiriye û ew xweş li hev gerandiye. Çawa ku xelk ji ber bêdadî û bêîdaretiya ´Uteyr jê aciz bûye wisa jî ji cihgirê wî Ehmed xweş û jê re beremir bûye. ´Uteyr bi xwe bi tenê carina hatiye bajêr, lê wekî din timî ew di kêf û sefaya xwe de bûye. Di wê navê de carekê gava ew hatiye bajêr û dîtiye ku xelk çiqas ji cihgirê wî xweş e, ew jê hesidiye û rabûye maniya xwarina mal û milk lê kiriye û ew kuştiye. A li ser vê yekê xelkê bajêr rabûye name ji Nesr ud-Dewle re nivîsandiye û jê hêvî kiriye ku here wan ji lepê ´Uteyr rizgar bike. Bnr. Ebdurreqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, 1/214 not 190 ku ji el-Kamila Îbn Esîr, veguhastîye.
[61] Nisêbîn: bajerekî ku niha li ser Mêrdînê ye û dikeve ser rêya karwanên Mûsil û Şamê. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/233. Ew niha li ser rêya hevrşîmê ye û dikeve navbera Dinêser/Koser, Mardîn û Cizîra Botan û li ber sînorê Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîyeyê) ye.
[62] Bedran îbn Miqeled: Bedran ibn Miqeledê ´Uqeylî û Qerwaş ibn Miqeled birayê hev bûn, lê li ser desthilatê û bitaybetî jî li ser Mûsilê neyartîya hev dikirin. Ew ji malbata Mihemed ibn Museyebê ´Uqeylî ne ku demekê li Cizîrê, Nisêbînê û Beledê hikim kirine ku ev herdu bira jî ji beşa yên Mûsilê bûn. Pêşîyên wan ji qebîleya ´Amir ibn Sa´sa´ayê erebên bedewî bûne ku ji mêj ve li herêmên çol û teqanên iraqê jiyane. Dema desthilata hemdaniyan li Mûsilê qedîya hingê bajêr ket destê Mihemed ibn Miseyeb ku wê derê li ser navê biweyhîyan bi rêve dibir û dû re jî demekê heya dereng di destê zaroyên wî de ma, lê ew hemî li ber hev dibedilîn û li ser desthilatê şerê hev dikirin. Bnr. C. E. Bosworth, Islam Dewletlerî, b. n., 140-141.
[63] ´Uqeylî: bavikekî ereban e ku di sedsala 11an de li Mûsilê desthilatdarî kirine. Ew berê di ber xizmeta hemdanîyên desthilatdarên Mûsil û Helebê de bûn ku dû re di sala 996an de serî li ber wan hildan û dest danîn ser Mûsilê û herêmeke mezin ji bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) ket bin destê wan, lê di sala 1096an de selçûqîyan desthilata wan bi dawî anî. Bnr. el-Muncid fi l-E´lam, b. n., r. 472.
[64] Qerwaş ibn Miqeled: ew Qerwaş ibn Miqeled ibn Miseyebê ´Uqeylî bû ku hingê Mûsil di destê wî de bû, çawa ku me li jor jî nivîsî ev malabat xwepêgir û xizmetkarê hemdanîyan bû, lê piştî bidawîbûna desthilata wan Mûsil ket destê Mihemed ibn Miseyeb ku pêşî li ser navê biweyhîyan ew îdare dikir, lê piştî Mihemed gelek xirecira desthilatê di nav zaroyên wî de derket lê Mûsil û Cizîra Botan ket dest birazîyê wî Qerwaş. Bnr. C. E. Bosworth, Islam Develetlerî, b. n., r. 140-141.
[65] Xuzî/oxuzî: êleke/qebîleyeke tirkan e ku di sedsala 9an de ji Asiya Navîn ber bi rojava ve hatine û yek ji pêşdaketîyên wan jî bavê Ehmed ibn Tûlûn bûye. Bnr. el-Mincid fî l-E´lam, b. n., beşa agahan r. 506.
[66] Xorasan: ji peyva ”xor/xur” yanî roj û ya ”asan” cihê tiştekî pêk hatîye û welatekî fireh î mezin e ku destpêka sînorê wê ji hêla Îraqê ve digihê Ezawar, qesebeya Ciweyn û Beyheqê û dawîya wê jî ji hêla Hindê ve digihê Texaristan, Xezne, Sicistan û Kermanê. Herêmên wê yên sereke: Nişapûr, Herat, Merw ku serbajarê wê ye, Belx, Talîqan, Nesa, Ebyurd û Serxes in, digel hinek bajarên nêzîkî çemê Ceyhûnê. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/401; Ebu l-Fîda, Teqwîm, r. 441.
[67] Subik Tigîn: Ew Nasir ud-Dewle Subik Tigîn (m. 387/997) bû ku himdarê xanedana xeznewî bû, ew berê di ber xizmeta Alp Tekinê serdarê spaha dewleta samanî ya Xezneyê de bû ku di dema Mîr Nûhê kurê Nesrê Samanî de hatibû Bixwarayê. Li Bixwarayê rayedarên dewleta samanî mêrxasî û hişmendîya wî dît ku ji ber vê jî dema ew bi Ebû ishaq re vegerîya Xezneyê û Ebû Ishaq mir hingê leşker û xelkê, ew anî ser hikim, çunkî Ebû Ishaq tu kes li pey xwe nihiştibû. Dû re hêza wî xurt bû, desthilata wî berfireh bû, giha heya sînorê Hindê, lê Ew di sala 387/997an de Dewleta Xeznewî ya mezin li pey xwe hişt û koça dawî kir. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/373, sal 366/976; el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 349.
Mehmûd ibn Sibuk Tigîn: di eslê teksê de Mihmed bû lê ya rastî Mehmûd e, ew Ebû Qasim Yemin ud-Dewle Siltan Mehmûd ibn Subik Tigînê (361-421/971-1030) xwedîyê welatê Xezne û deverên ser bûn ku ji spaha wî re Samanî dihat gotin, çunkî bavê wî bûbû fermnadarê wan. Dema ew di sal 387/997 miribû hingê ev Mehmûd bûbû fermandarê wan ku pir bi dadmendî ew îdare dikirin û bi wan gelek deverên hindê jî vegirtibû. Cara pêşî ew bû ku bi nasvnavê siltanîyê hatibû binavkirin ku jixwe merivekî mêrxas û pir dadmend bû. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/488, sal 387; Ibn Kesîr, el-Bidaye we n-Nihaye, b. n., 12/26.
[68] Arslan ibn Selçûq: ew Arslan ibn Selçûq ibn Deqûq bû ku dema Qiral Êlik Xan dest danîbû ser Bixwarayê hingê Arslan ibn Selçûq jî pê re bû ku qedrekî pir didayê û payeya wî bilind digirt. Dû re ew bi Elî Tekîn re li Bixwarayê ma, lê gava Mehmûd ibn Subik Tigîn qesta Bixwarayê kir hingê Elî Tekîn revîya û Arslan û koma xwe xwe jê parastin. Mehmûd jê re nivîsî xwe pê xweş kir û sozan pê re da heya ku ew kêşa cem xwe, lê gava çû cem yekser dest danî ser û ew avêt zindanê. Dû re Mesûdê kurê Mehmûd lê xebitî ku wan bikişîne cem xwe û wan jî jê xwest ku mamê wan Arslan ibn Selçûq berde, lê ew neçûn cem û wî jî ew li zindanê vegrand. Bnr. Melik Mueyyed ´Imadedîn Ismaîi ibn Mihemed Ebu l-Fidayê Eyûbî, el–Muxteser fî Exbar il-Beşer, Dar ul-Kutub el-Ilmîye, Beyrût, 1997, 1/516 û rûpelên pey.
[69] Mesûd îbn Subik Tigîn: ew Mesûd ibn Mehmûd ibn Subik Tigîn (m. 432/1040) e ku pêncemîn siltanê malbata Xeznewî bû û piştî bavê xwe di sala 1030î de hatibû ser disthilatê ku birayê wî Mihemed li dijî wî rabûb, lê wî zora birayê xwe biribû. Wî dijî Biwehiyan şer kir û di dema êrîşên selçûqîyan de jî hinek ji dewleta xwe ya herêma Firis winda kir ku birayê wî bi bêbextî ew kuşt. Bnr. el-Muncid, fî l-E´lam, b. n., r. 661.
[70] Azerbaycan: herêmeke mezin î fire ye ku gelek bajar û kele û deverên bi berhem digire nav xwe û pir bi bostan û av û kanî ne; ew ji hêla Iraqê ve piştî
[welatê]
çîya tê û ji rojava ve jî digihê welatê ermenîyan. Sînorê wê yê giştî ji rojhilat ve ji Berde´e dest pê dike û ji rojava ve jî digihîje Erzincanê û ji bakur ve jî digihê Deylem, Ceyl/Gîl û Teromê ku herêmeke fire ye. Bajarên wê yên navdar ev in: Tebrêz ku serbajar û mezintirîn şarê wê ye, (lê berê Meraxe bû), Xoy, Selmas, Urmîye/Ormîye, Erdebîl, Merend û yên din. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/155.
[71] Hemedan: Hemedan ku bi maneya dildar e, navê mezintirîn bajarê Welatê Çîyan e, [ku berê ji bo Welatê Kurdan dihat gotin û navê wê yê kevn Ekbetan bûye]. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/471.
[72] Qezwîn: bajarekî navdar e ku navbera wê û Reyê bîst û heft ferseng (162km) in û navbera wê û Ebherê jî dozde ferseng (72km) in ku cara pêşî Şahpûrê Girmilkdar ew ava kirîye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/389.
[73] Ermenistan: erdekî fireh î mezin e ku sînorê wê ji Berde´e digihê heya Bab ul-Ebwabê û ji hêla din ve jî ji welatê Rûmê digihê heya çîyayê Qaf ku ya piçûk û ya mezin heye. Hatîye gotin ku Ermenistana Mezin Xelat û hawîrdorê wê ne û ya piçûk jî Tiflîs û hawîrdorê wê ne, Hinkan jî gotîye: “Sê Ermenistan hene” û hinekan jî qala çaran kirîye. Ji bo agahên firehtir Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/191; Ehmed ibn Lutfullah Munecimbaşı, Cami´ u-Diwel Beşa Şedadîyan, di lêkolînên ser dîroka kafkasyayê ya V. Minorsky de, Avesta, 2019, Stembol, wergera kurdî, Emîn Narozî, r. 20.
[74] Wehşûzan/Wehsûdan: di çavkanîyên din de Wehsûzan û Wehsûdan tê ku ew Ebu l-Hîca ibn Rebîb ud-Dewle Wehsûdanê Hezbanî û xwedîyê Azerbaycanê bû. Ew xwarziyê wehsûdanê Rewadî û mezinê eşîra hezbanî bû û Erûmîye [Ormiye] û hawîrdorên wê di destê wî de bû. Li gorî Sirûş Rûhanî wî di sala 430/1038an de di ber mahîyeta xalê xwe Wehsûdanê Rewadî de dijî oxuzayn têkoşîneke dijwar daye, ew pîs seza kirine û ji Azerbaycanê derxistine. Lê li gorî Ibn Xeldûn jî ev bûyer û cengên bi oxuzîyan re di sala 429/1037an de qewimîne ku M. E. Zekî jî vê dîtina Ibn Xeldûn rast dêraye, lê çawa ku dixwiyê jî Ibn Esîr wan di nav bûyerên vê sala 420/1029an de hesibandîye. Bnr. Merdux Rûhanî. Tarîxu Meşahir-i Kurd, b. n., 2/32; Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1837; M. E. Zekî, Xulase, b. n., 2/45-47.
[75] Tebrîz/Tebrêz/Tewrêz: navdartirîn bajarê Azerbaycanê û navenda wê ye jî. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/15
[76] Siltan Tuxrul Beg: ew Mehemed Tuxrul Beg (m. 455/1063) ibn Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak e ku piştî birayê xwe Dawid bi temamî bûye desthilatdar. Dû re ew bi pêş ketiye heya ku Faris, hinek ji Xorasanê û beşeke mezin ji Kurdistanê kêm zêde ketiye bin destê wî û pê ve çûye heya Iraq û Bexdayê û bûye siltanê Xelîfe ku payeya mizin ya piştî xelîfetîyê bû. Ew paşê ji bo ku kurek jê re bibe û bibe mîratxwirê xelîfetîyê bi keça Xelîfe re bi zor zewicîye, lê belav e ku xêlîya wê venekirye. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/236 û yên pey, 322, 357, 360.
[77] Niyal/Yenal/Inal Ibrahîm: li gorî Ibn Esîr Ibrahîm Yenal e ku rastîya wê jî ev, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/270 û yên pey, sal 437. Ew Ibrahîm Yenal Begê birayê Siltan Mihemed Tuxrul Begê ji bavê bû ku lawên Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak in. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/257, 270.
[78] Rey: Rey bajarekî navdar î bi darûber bû ku maka welatan û nîşana medenîyetan bû û bi qasî 27 fersexan/fersengan (162km) ji Qezwînê dûr bû. Ew navenda welatên çîya bû ku Tehrana niha ya paytexta Îranê gundekî girêdayê pê ve bû û bi qasî fersexekê (6km) nêzîkî wê bû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/132 û 4/58. Bi kurtî meriv dikare bibêje ku ew bûye Tehrana niha.
[79] Cizîra Botan (Cizîra Kurdan]: Ew bajarekî bi sûr ku çemê Dicle/Digra mîna heyvikê li dora wî ye û Hesen ibn Emer ibn Xetabê Texelubî ew di dema Xelîfe Me`mûn de avedan kirîye ku ji ber vê jî jê re Cizîra Ibn Emer jî hatîya gotin. Lê Ibn Wadih ew bi navê Cizîra Kurdan xistiye ber sînorê Diyarê Rebî´e ku navê wê yê kevn yê berî avadanîya Ibn Emer weha bûye. Bnr. Ezeddîn Ibn Şedad, el–E´laq ul-Xetîre, b. n., 3:1/213.
[80] Heseniye: bajarekî ku dikeve rojhilatê Mûsilê, qonaxa du rojan jê dûr e û di navbera wê û Cizîra Ibn Emer (Botan) de ye. Li gorî Ebdureqîb Yûsif ew Zaxoya niha ye. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/300; Ebdureqîb Yûsif, Dewlet ud-Dostikî, b. n., çap 2, 1/19.
[81] Yazîdî/Yazdî: Min di çavknaîyên ber dest de tu agah li ser vê derê nedît.
[82] Suleyman ibn Nesr ud-Dewle: Ew Ebû Herb Sileyman ibn Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwan bû ku demekê li ser fermana bavê Xwe Nesr ud-Dewle Ehmed desthilatdarîya Cizîra Botan û hawîrdorê wê kiribû.
[83] Ibn Oxuz Elî: Min di çavknaîyên ber dest de tu agah li ser vî kesî nedît.
[84] Sincar/Şingal: bajarekî navdar î kevnar yê herêma Cezîreyê ye û bi sê rojan ji Mûsilê dûr e. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/297.
[85] Xabûr: hem ji bo kûraneke fireh î mezin li herêma Cezîreyê dihat gotin ku gelek deverên dora wê li ser bûn û hem jî çemê Xabûrê yê navbera Serê Kanîyê û Firatê ye jî ku herêma navbihurî navê xwe jê girtibû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/382
[86] Heran: ew bajarekî navdar û kevnar î pirmezin bû ku niha wêran bûye [hew şûnwarên hinek ji bajêr û yê zanîngeha wê ya kevnare dimîne], ew nêzîkî Rehayê ye û dikeve ser rêya Mûsil, Şam û welatê Rûmê [Bîzansê]. Tê gotin ku navê xwe ji navê Haranê birayê Îbrahîm Pêxember (e. s.) wergirtîye ku wî ew ava kiribû, lê ereban ew kirîye Heran. Herweha tê gotin jî ku ew yek ji bajarên pêşî ye ku piştî Tofanê hatibûye avakirin. Dîsa tê gotin ku warên sabîyîyan û cihê civanên wan bûye ku bermayên wan hê jî lê mane. Melik Mueyyed ´Imadedîn Ismaîl ibn Mihemed Eb ul-Fidayê eyûbî, Teqwîm el-Buldan, Metbe´ya Qiralî Paris, 1840 r. 276, Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/271.
[87] Reqe: Bajarekî navdar yê rojhilatê Firatê û deverek ji yên Cezîreyê ye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/67.
[88] Wesabê Nimeyrî: ew Mueyid ud-Dewle Ebû Kavam Wesab ibn Sabiqê Nimeyrî bû ku vê malabata mîran di sedsala 10an û 11an de li devrên Heran, Sirûc, keleya C´aberê û Reqayê mîrnişînîyek ava kiribû. Wesab pêşî bi malbata xwe ve di ber xizmeta hemdaniyan de bû, lê di sala 380/990î de ji hemdanîyan veqetîya û çû dest danî ser Heranê û azadîya xwe ragihand ku dû re keleyên hemdanîyan yên herêmên dinj î xist destê xwe. Nimeyrîyan ji bo deshilata xwe û berfirekirina wê xwe gihand bizansîyan jî li zêde bi ser neketin. Bnr. Islam Devletleri, b. n., r. 143.
[89] Şebîb ibn Wesab: ew Şebîb ibn Wesabê (m. 432/-1040) Nimeyriyê xwedîyê Reqe, Sirûc û Heranê bû ku di sala 432/1040î de miribû. Bnr. Ebu l-Fidayê Eyûbî, el–Muxteser b. n., 1/516;
[90] Mustensir: Ebû Temîm Me`d el-Mustensir Billah (m. 487/1094) ibn Zahir li E`ezazî Dînîllah ibn Hekîm ibn `Ezîz ibn Mu`îz li Dînîllahê Fatimî bû ku di sala 487/1094an de mirîye. Ibn Esîr, el- Kamil, 8/497-498; Ibn Xelîkan, Wefeyat, b. n., 4/443-445; Ibn Kesîr, el-Bidaye, b. n., 12/116; Ibn Xeldûn, Tarîxa ibn Xeldûn, 4/62-64; Cemaledîn Ebu l-Mehasin Yûsuf Ibn Texrîberdî el-Atabegî (813-874/1409-1469), En-Nicûm ez-Zahîre fî Milûkî Misir we l-Qahîre, Dar Kutub el-Îlmîye, Beyrût/Lubnan, 1992, 5/137.
[91] Qayim: ew Xelîfe el-Qayim bi Emrillah Ebû Cafer Ebdulah ibn Ehmed Qadirê xelîfeyê ebasî yê bîst û şeşemîn (422-467/1031-1075) bû. Di dema wî de fitne û bûyerên Besasîrî qewimîbûn û piştî Besasîrî wî ji Tuxrul Beg alîkarî xwestibû da wî ji biweyhîyan biparêze û ferman jî kiribû ku li mizgetên Iraqê jê re xutbe bê xwendin. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 544.
[92] Wezîr: Ev nasnavê ”wezîr” gelek caran ji bo Ebû Qasim ibn Mexribî hatîye bikaranîn, weke Wezîr yan jî Mexribî ji re hatîye gotin. bnr. li jêr nota ser Mexribî ya 102an.
[93] Bişr/Bişar Mûsik ibn Micelî/Micela: di teksata eslî de Mûşik ibn Mihelî bû lê rastîya wê weha ye çawa ku hem li pêş jî Mûsik bihurî û hem jî di çavkanên din de jî Mûsik ibn Micelî ye. ew Mîr Mûsik ibn Micelîyê serekê komhoza kurdên botî bû ku ev bavikê micelîyan çendî ku ne ewqas xilbe bûn jî lê mezinayiya komhozê hingê didestê wan de bû. Ya rastî li gorî Abdureqîb Yûsuf ev komhoza buxtî/botî bi gelemperî ji bilî hinekî piçûk ji du eşîrên mezin pêk dihat ku heryek mîrnişînîyek bû: mîrnîşînîya botiyan û ya beşnewîyan. Yek jê kurdên buxtî bûn ku li herêma rojhilatê Cizîra Botan diman û keleyên wan jî: Cerdeqîl, Atîl, Alûş, Bazê Sor, Elqa, Erwex, Baxûxa, Kenkor/ Kingor, Berxo, Nêrwe û Xwoşeb bûn û ev bavikê micila/micelî jî beşek ji wan bû. Ya din jî kurdên beşnewî bûn ku li herêma bakurê Cizîra Botan diman û navenda wan keleya Finikê û keleyên wan yên din jî Berqe û Beşîr bûn. Bnr. Abdureqîb Yûsuf, Dewlta Dostikî, b. n., 1/116, not 232; Merdûx Rûhanî, Tarîxu Mişah-i Kurd, b. n., 2/568; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/320, sal 447/1055.
[94] Finik: keleyeke asê yî mehkem ya kurdên Beşnewî ye ku bi du fersengan (12km) nêzîkî Cizîra Botan e. Yaqût, Mu´cem, 4/315
[95] Mîr Ebû Tahirê Beşnewî: di eslê deqê de Besnewî bû, lê ya rast Beşnewî ye, Ew Mîr Tahirê Beşnewî bû ku hevbeşê komhoza buxtî ya şaxê beşnewî bû û ev herdu mîrîtî jî heya vê bêbextîya Ebû Herb Sileymanê Merwanî û kuştina wî jî hevkarên sereke yên Dewleta Merwanî bûn. Bnr. Abdureqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., r. 116, not 232.
[96] ´Ubeydulah: ev ´Ubeydulahê kurê Ebû Tahirê Beşnewî ye; li gorî Ebdurreqîb Yûsuf û Ibn Esîr, dema Sileyman Mûsik kuştiye tirsiyaye ku Ebû Tahir li heyfa zavayê xwe bigere û ji ber vê yekê jî Sileyman rabûye bi jehrê ew daye kuştin. Loma ´Ubeydulahê kurê wî jî rabûye bi vî awayî tola bavê xwe girtiye. Bnr. Ebdurreqîb Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/116; Îbn Esîr, el-Kamil, 9/210.
[97] Qureyş ibn Bedran: ew Qureyş ibn Bedran ibn Miqeledê ´Uqeylî (m. 453/1061) bû ku mîrekî malbata ´uqeyliyan bû û demekê bûbû desthilatdarê Mûsil û Nisêbînê. di dema xirecir û pevçûna navbera biweyhî û selçûqîyan de Xelîfe Qayim bi Emrillah xwe lê girtibû. bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 550.
[98] Kurdên Hesenî/Hesinî/Hisnî: Li gorî A. Yûsuf kurdên beşnewî û buxtî/botî bi Qureyş re dijî Nesrê kurê Nesr ud-Dewle ibn Merwan dibin yek da dest deynin ser herêma Cizîrê û Nesir bikujin. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., r. 116-117. Îcar dibe ku ev kurdên Hesinî/Hisnî jî ji bavikekî buxtîyan bin.
[99] Nesr ibn Merwan: ew Ebû Qasim Nesr Ibn Ehmed ibn Nesr ud-Dewle ibn Merwan (m. 472/1080) bû ku piştî kuştina Sileymanê birayê wî bavê wî ew şandibû Cizîra Botan da wê herêmê li hemberî Qureyş ibn Bedranê ´Uqeylî û kurdên hevkarên wî ku Sileyman ibn Merwan kuştibûn, biparêze. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., r. 116 û 147.
[100] Ebû Mensûr îbn Celal ud-Dewle: ew Melîk Ezîz Ebû Mensûr ibn Celal ud-Dewley ibn Beha ud-Dewleyê Biweyhî bû ku kurê xwe danîbû ser Wasitê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/172-173, sal, 420/1029; Ibn Xeldûn ´Iber, b. n., 2/1812.
[101] Ebû Qasim îbn Mexribî: Ew Ebû Qasim Hiseyn ibn Elî ibn Hiseynê Mexribî bû ku li Misrê serekê Dîwana qeyd û nivîsînê bû û bavê wî Elî jî hem bi nasnavê Wezîr û Mexribî tev dihat nasîn û di dewleta Fatimî de erkdarekî mezin bû. Gava Xelîfeyê Fatimî Hakim di sala 400/1010an de bav û birayên wî kuşt ew revîya Şamê û ji wê derê jî çû iraqê cem wezîrê Xelîfe yê biweyhî Fexr ul-Milk, lê Xelîfeyê Ebasî ew da derxistin. Dû re piştî çûn û hateke dirêj ew demekê bû wezîrê Mişeref ud-Dewle ibn Biha ud-Dewleyê Biweyhî, demekê yê Qerwaş ku dû re jî çû Meyafarqînê nik Nesr ud-Dewleyê Merwanî ku wî ew girt cem xwe, digel ku li ser wî di navbera Nesr ud-Dewle û xezûrê wî Qerwaş û Xelîfeyê ebasîyan de jî hinek sergêjî derket, lê ew li cem ma heya ku di sala 418/1027an de mir. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/92, 97.
[102] Fexr ud-Dewle: ew Fexr ud-Dewle Ebû Mensûr/Ebû Nesr Mihemed ibn Mihemed ibn Ciheyr bû ku ji xelkê Mûsilê û yekî mêrxas bû. Qerwaş ew danîbû ser karûbarê carîyeya xwe û Bereke ibn Miqeled jî karûbarê xwe spartê û wî kir serekê delegasyonên xwe. Lê dû re gava Bereke jî mir ew çû Helebê bû wezîrê Semalê Mirdasî ku dû re dema ew jî mir ew ji erkdarîyê hat avêtin û ew jî rabû çû cem Nesr ud-Dewle ku serê pêşî rû nedayê, lê paşê bû wezîrê wî, pes dû re bêbextî bi zarûyên wî re kir. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/114
[103] Nesir ibn Ehmed ibn Merwan: ew Nizamedîn Nesir ibn Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwan e ku li jor di nota 101ê de bihurî.
[104] Mensûr ibn Nesr ibn Merwan: Ew Nasir ud-Dewle Ebû Mizafer Mensûr (m. 489/1096) ibn Nizam ud-Dîn Nesr ibn Nesr ud-Dewle Ehmed ibn Merwan bû ku piştî mirina bavê xwe Nizamedîn hatibû ser hikim, lê di dema dawîya desthilata wî de rewş jê re xerab çû û digel tevdîrên wî û vegerandina desthilatê cara duyem jî lê paşê ji ber bêbextîya erkdarên bavûkalên wî yên berê û kulbî û zordarîyên selçûqîyan ku daketibûn herêmê êdî nema karibû desthilta xwe biparêze. Bnr A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/151-176; Merdûx Rûhanî, Tarîxu Meşahir-i Kurd, b. n., 2/39.
[105] Ibn Enbarî: Ew Ebû Fedl Ibrahîm (m. 458/1066) ibn Ebdulkerîmê Enbarî bû ku erkdarekî mezin yê dewleta ´Uqeylîyan, lê gava ku wan ew ji karê wî avêt ew rabû çû cem merawanîyan û dema Ibn Ciheyr jî ji wezîrtîya Nizamedînê kurê Nesr ud-Dewle Ehmedê Merwanî revîya hingê Nizamedîn ew kir wezîrê xwe. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/143-145
[106] Qeyserê Romê: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî hikimdarê Romê tu agahdarî peyda nekirin.
[107] Mu‘iz ud-Dewle Ebû Sumal îbn Salih: ew Mu‘iz ud-Dewle Sumal îbn Salihê Miradasî bû û piştî birayê xwe Ebû Kamil Nesr ibn Salih ku ji hêla Wezîriyê serdarê fatimiyan ve hatibû şikandin û kuştin, piştî demekê bû desthilatdarê Helebê û deverên wê. Lê ew qenc ji heqê îdarekirina wê derneket ku Mistensirê Fatimî ji Misrê hêzek şand ser û wî jî Heleb spartê û çû Misrê, lê dû re dîsa li desthilatê hat vegerandin. Bnr. Ibn Xeldpn, ´Iber, b. n., 2/1644-45.
[108] ´Etîye: ew ´Etiye ibn Salihê Mirdasî bû ku piştî reva birayê xwe Sumal ibn Salih ew çûbû dest danîbû ser Rehbeyê û gava birayê wî Sumal li desthilata Helebê hatibû vegerandin û piştî demeke kurt miribû jî ew çûbû ser desthilata Helebê. Bnr. Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1644-45.
[109] Li gor A. Yûsuf Durast e, bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/142.
[110] Nizam ul-Milk: ew Nizam ul-Milkê (1018-1092) navdar e ku walîyê Xorasanê bû û wezîrîtiya Alparslanê Selçûqî jî kiribû û liser weyeta wî ji bo desthilatadarîya kurê wî Melikşah (1072-1092) jî alîkarî kiribû. Dû re ew di desthilatê de bi tenê mabû û di sala 1065an de medreseya Nizamîye li Nîşapûr û li Bexdayê ava kiribû. Wî li Iraq û Farisê tev ewlehî bi cih kiribû, lê heşaşîyan ew kuştibû. Bnr. el-Mincid fî l-E´lam, b. n., 710.
[111] Isfehan: bajarekî mezin î navdar e ku yek ji bajarên bi navûnîşan û eyan e; herweha Isfehan navê herêmekê ye jî li Îranê ku serbajarê wê Cey bû, lê dû re bûye bajarê Yehûdîye ku dikeve welatê Çîya/ Kurdan û herêma çaran. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/244.
[112] Şeref ud-Dewle Muslim îbn Qureyş: Ew Şeref ud-Dewle Mislim ibn Qureyş ibn Bedran ibn Miqeledê ´Uqeylî bû ku ji Mûsilê heya Heleb û Menbicê di destê wî de bû. Ew li Helebê dima, lê li her gundekî bin destê wî walîyek, qazîyek û xeberbêjekî wî hebû. Ew yek ji xuyxweştirîn deshilatdar bû ku bi xwe li ser spaha xwe çûbû Diyarê Bekir alîkarîya merwanîyan. Bnr. A. Yûsuf, Dewleta Dostikî, b. n., 1/154; Ibn Kesîr, Bidaye, b. n., 12/100.
[113] Mensûr ibn Mezyed: ev yek ji malabata mezyediyên Hilleyê ye ku demeke dûr û dirêj havkarên hoza cawanên kurd bûne, lê min tu agahdarî li ser wî bi xwe peyda nekir.
[114] Ze´îmu r-Ru`esa ibn Ciheyr: ew Ze´îmu r-Ru`esa Ebû Qasim ibn Fexr ud-Dewle ibn Ciheyr bû ku bavê wî ew bi hêzekê ve şandibû ser Amedê da bostan û rezên wê talan û wêran bike. Çunkî ji ber asêbûna wê wan nikaribû dest deynin ser û wê bistînin. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/439-40, sal 478/1085.
[115] Kuhrayîn: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.
[116] Melikşah: ew Celal ud-Dewle Eb ul-Feth Melikşahê ibn Alparslan Mihemed ibn Dawid ibn Mikayil ibn Selçûq ibn Deqaq bû ku piştî bavê xwe di sala 465/1972yan hatibû ser hikim û desthilatdarîyeke bi rêkûpêk kiribû û gelek dever li yên bavê xwe zêde kiribûn. Sadredîn Ebu l-Hesen Elî el-Hiseynî, Exbar ud-Dewlet es-Selçûqîye, Turk Tarih Kurumu, Ankara, 1999, wergera Necati Lügal, r. 38-42; Ibn Xelîkan, Wefeyat, b. n., 4/319-322; Ibn Kesîr, Bidaye, b. n., 12/84; Ibn Texreberdî, Nicûm, b. n., 5/94, 132; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/481-484; Ebû Şame Şehabedîn Ebdurehman ibn Îsmaîl, Kitab er-Rewdeteyn fî Exbar ed-Dewleteyn en-Nûrîye we s-Selahîye, Dar el-Kutub el-Îlmîye, Beyrût, 2002, 1/144.
[117] Cekermiş/Cegermiş: Min di çavkanîyên ber dest de li ser vî serdarî tu agahdarî peyda nekir.