Însan û Cewrikên Sa
Hebû Tunebû, paşayek bi navê Ahmed hebû ku nêzîkî çil salî bûbû lê hê Xwedê tu teled û weled, yanî zarok nedabûyê.
Li ser vê rojekê wezîr û jîrikên wî û hemî giregirên welatê wî li hev civîyan ya xwe kirin yek û çû li dora wî kom bûn û li ber danîn: ”Paşayê me bi Xwedê weha nabe, va ye nîvê emrê te çû hêjî tu bê teled û weled û bê zarok î. Divê tu ji vê yekê re çareyekê bibînî, yan careke din bizewicî yan jî tiştekî din bikî.”
Piştî vê gotina hemîyan pêk ve, paşa jî serê xwe xist ber xwe û kêlîkekê fikirî, lê pişt re serê xwe rakir, li şêwirmend û giregirên civata xwe yeko yeko nihêrt û got:
”Erê bi Xwedê xebera we ye, divê ez xemekê bixwim, nexwe weha nabe. Lê çi ji we veşêrim jî ji Xwedê û Pêxember nayê veşartin; heyra jina min zarok jê re çênabin. Ji ber vê jî ji zewacê û pê ve tu çareyeke din ji min re nîne.”
Piştî vê biryarê Paşayê me jî rabû li ser saloxên saloxdar û agahên agahdaran çû qîza têcirekî (bazirganekî) dewlemend ji xwe re xwest. Dû re wî bi awayekî maqûl li gorî urf û adetên welatê xwe, çend giregir û zanayên bajarê xwe şandin û xwestîya xwe ji xwe re da anîn. Piştî neh meh û neh rojên jina wî ya nû qedîya, bi tefîqa Xwedê warê wî şîn bû û jina wî ya nû bi zaro derket.
Lê jina wî ya kevn sêrbazeke wisa bû ku heft heb ji van pîrê sêrbaz û remildar betal dikir û heftên sêrbazên weha dijwar yên din jî ji yek kûrikeke/bêrîkeke xwe derdixist. Jinik ji xwe re fikirî: ”Evî mêrikî jin anî ser min, min deng nekir, wa ye jina wî bi zaro jî derket, wê sibê jê re zarokek bibe û belkî kur be jî. Êdî ingê ti qedr û qîmeteke min namîne û wê nanê min ji dinyayê bê birrîn. Divê ez tiştekî wisa bînim serê wan ku heta ajar û azbata wan sax be wî tiştî ji bîr nekin”. Çend roj di wê navê de çûn ku jina nû kete ber êşîkên zarokan.
Îcar ka em binêrin li hember vê yekê jina kevn çi gerûfen kirin.
Ew rabû wê çiqas zêrê serê wê hebûn, hemûya jê kir û bir danî ber pîreke sêr ku li vê derê mîz dikir li Bexdayê gîya li ber mîza wê şîndibû. Wê jê re got: Hewîya min ketîye ber êşîkan; ez ji te divêm ku tu werî bal û du cewrikên kûçikan jî di sebetokekê de bi xwe re binî. Lê ez bi Xwedê kim ger kes bi te bihise ku ew cewrik bi te re ne dê serê min û yê te bi hev re bê jêkirin”.
- Qet Xema mexwe xatûna min ev karê êmin e, ez ê yeke wisa bînim serê wan ku di jiyana bavê xwe de ji bîr nekin û kesek jî pê nahise.
- Wê Paşe jin bîne ser te û kuran li ber çoka xwe bibîne ne? Na ew ti carî vê yekê bi çavê serê xwe nabîne.
Piştî vê gotinê dilê Xatûnê qenc kete cîh û xatir ji pîrê xwast û çû. Gava derî vekir ku here, dîsa li pîrê fitilî:
- De pîrê ez derdê te nebînim, ti çi biçînî tê wî bibînî.
Hizrê çend saetan dû re pîresêra gewr rabû du cewrikên sa peyda kir, ew xistin sebeteke piçûk, devê sebetê qefl û mifte kir, wê xist bin çengê xwe û berê xwe da mala paşê.
Dema gihîşt ber derê paşê got:
- Lawo lawo, mala min şewîtî xanima Paşayê min ji kinga Xwedê ve di ber zarokan de ye û çi heyf ez rebena xwedê ji ber nexweşîyê pê nehisîyame.
- Bi Xwedê ez çawa pê hisîyam hima pêre pêre ji nava cîya rabûm û va hatim vê derê belkî hêvî Xwedê warê Paşayê me şîn bibe û bajarê me jî pê şên bibe!
Bi vê gotinê re Pîrê xwe li nava derî xist û çû hundir. Gava jina kevn wê dît got:
- Were Pîrê li ser sera û li ser çavan, belkî Xwedê hima pîyê te yê xêrê be.
- Ev rebena Xwedê, wexta hêstir bizê, lê çi hikmet zaroka vê hêsîrê çênabe.
Pîrê got:
- Xwe bidin alî, xwe bidin alî di vî hundirê sar û cemidî de wê çewa zarok ji rebenê re çêbibe.
Ew rabû wê di nîvê havînê de sobe bi wan da danîn û agir li ser agir vêxist. Wê wisa kir heya ku jinika reben ji dil ve çû. Pîrê û hewîyê bi hev re filitîn ser zikê vê rebenê û bi zora xwe du cêwîkan, keçek û kurekî, ji zikê wê kişandin, wan di nav potik de pêçan, xistin sebetokê, devê sebetokê qefaltin û her du cewrikn kûçikan di nav papûçkê (pêçokê) de pêçan û danîn kêleka jinikê.
Piştî ku wan ev karê xwe yê kirêt qedand, pîresêra me bi sîlan filitî ser jinikê heya ku wê anî ser hişê wê û got:
– Rabe lawo qedera Xwedê ye, Xwedê kesî rûreş neke. Ka wê halê te çewa be? Piştî vê xeberê Pîrê xatir xwest û bi sebetoka xwe ve derket û çû.
Em jina paşê tevlî halê wê ve li wê derê bihêlin û werin ser pîra sêr û sebetoka wê. Pîra gewr sebetoka xwe bir heya êvarê li mal danî, dû re êvarê ew ji nerma xwe ve rabû rahişt sebetoka xwe, ew hêdî di nav şalikekê de pêça, qenc bi keys kir û da pişta xwe, bir çû ber çem.
Pîrê li ber çem du rewtên daran bi hev ve qenc şidand, sebetokê jî li ser girêda û bi avê ve berda. Ev sebetok ka qunaxa çend rojan bi avê ve çû ta ku li ber bajarekî di tora hinek masîvanan de derket.
Nêzîkî wî bajarî qilîçek ji çem diqetîya û masîvanê wî bajarî her êvar torên xwe di wî qilîçî de datanîn û serê siban jî diçûn masîyê xwe dianîn erasê, difrotin û nanê xwe û zarokên xwe bi vî awayî dertanîn.
Wê serê sibê jî ew dîsa çûn, wan tora xwe kişand, lê vê carê dîtin ku wa di şûna masîyan de sebetokek tevlî kemek gez ve li tora wan eliqîye. wan rahişt sebetoka xwe, lê ji kêfa direqisin û digotin: Xwedê daye me, ev tev zîv û zêr in ji me re bi avê ve hatine.
Piştî ku qederek şabûn, ew rabûn wan devê sebetoka xwe vekir; lê di dewsa zîv û zêr de
lê di dewsa zîv û zêr de wan lepên du zarokên piçûk dîtin ku ji xwe re di xewa şêrîn de bûn û zîpikê xwîdanê di enîya wan de avêtibû. Gava masîvanan ew dîtin bi herdu lepan li çokên xwe xistin û gotin: Hebe tinbe ev hinek malxirabên mîna me ne ku ji birçîna nikaribûne zaroyên xwe xweyî bikin û rabûne wan bi avê ve berdane”.
Yekî diduyan ji wan jî got: “Yan jî ev pîçên hina in ku xwestine ji wan xilas bibin ”. Tev li hev civîyan û jihev re gotin: ”Tu wan bibe!” Yê dî jî got: ”Na welle tu wan bibe”, lê kesekî ji wan xwe nade ber birin û xwedîkirina van gedeyan. Jixwe tev bi jin û zaroyên xwe re mabûn heyrî. Yekî navsere ji nav wan rabû, rahişt sebetokê û got: “Heyra ezê wan bibim, wê Xwedê qismetê wan bişîne”.
Wextê ew çû mal û jina wî sebetokê di bin milê wî de dît, kêfa wê pir hat û ber pê ve bazda.
– Mêro ew çî ye? Te îro çi ji me re kirîye? Jinikê pirs kir.
- Jinê hima qet dey neke, dana ku Xwedê îro daye me nedaye tu kesî.
Jinikê rahûşt sebetokê û lê nihêrt ku wahjîna zarokan jê tê, hima di cia de ji nava serê xwe qêrîn kir:
– Mala te xirabûyo ev serê çend salan e em ji nanê tisî pê ve naxwin, di ser de jî te çûye pîçê xelkê ji me re anîye ku wan jî xweyî bikî. Min jî digot ´qey îro te hinek nanê zêde yan jî hinek helaw ji bo pêxwarin anîye ku em bi nanê xwe yê tisî re bixwin.
- Hermet qet xema mexwe! Min ji te re nan û helaw tev anîye û hê zêde jî; Qismetê me û wan tev li Xwedê ye.
Roja dinê jinikê bi dilekî rat û kesirî rabû avê germ kir, teşta xwe danî ber xwe da serê wan herdu mêvanên piçûk yên bê dawet bişo. Pêşê gava dest pê kir û serê keçikê şûşt, dît ku çi ava li serê keçikê dike hima di cîh de di teştê de dibe gulatên zêr. Gava jinikê ev gulatên zêr dîtin ji kêfa tirên wê hev nagirtin û hahakê keçikê danî û dest bi şûştina kurik kir. Ava serê kurik jî di hincanê de hemû bû gulokên zîv.
Jinika gewr vê neqlê bi dilekî xweş û ji kezeba şewitî zarokên xwe delal pêça, ziv û zêrê xwe jî da hev xist kîsikekî û tê de baş girêda û hilanî. Pişt re çû ber zarokên xwe rûnişt ku ji alîkî ve qîr kir kilaman ji wan re got û lûrand û ji alîyê din ve jî çavê wê li riya derî bû ta ku êvarê mêrê wê ji derî ve were.
Pa mêrê wê jî ew ro sêqat li her roj masî girtin û firotin; ji ber vê ew jî bawer nake ku êvar bê da zû here malê û ji jina xwe re bibêje: “Jinê, min ji te re negot wê Xwedê rizqê me û wan tev bişîne û firetir bike”.
Lê mêrik êvarê dema hate mal, hê ji dûr ve gazî jina xwe kir: Jinê, jinê barê min girane bi lez were pêşîya min”. Çunkî wî gelek hûr û mûr kirîbû û bi xwe re anîbû.
– Mêro ma qey tu nizanî yek li ser çoka min û yek jî li ber dilê min e; welle ez nikarim rabim bêm bi ser te ve. Hima zû hemî tiştên xwe bavêje û were bi ser min ve.
Gava mêrik vê xeberê sahkir nava wî qetîya û got: “Wellahî rewş xirab e û hima rabû tiştên xwe helaqt erdê û pê ve bazda. Jinikê jî hima hahakê yekî da milê wî û yê din jî li mêlê wê, ew bir ser tûrikê zîv û zêr.
– Mêro te negot: Min ji te re makînên zîv û zêr anîne”, te got: “Min ji te re du zarok anîne.” Mêrik şaş bû û got: “Jinê zîv û zêrê çi? ” Jinik rabû mesela serşûştina wan ji serî heya binî jê re gilî kir.
Ji wê rojê û pê ve mêrik jî dev ji masîya berda û roja hindik heşt caran serên wan sêlekan şûştin û zîv û zêrê xwe ber hev kirin. Bi vî awayî ew bûn yek ji maldartirînên wî bajarî. Tu were hafa wan avayî, qesr û qûnaxên ku lê kirin û li pey hev rêz kirin.
Rojekê mêrik got:
– Jinê va gedeyên me mezin bûn, wê sibê herin nav zarokan û me hê navek jî li wan nekirîye.
– Mêro, ma nav ji navê wan xweştir heye? hima bira navê kurik Temborzîvîn be û yê keçikê jî Temborzêrîn be (ji ber ku zîv û zêr ji temborîya wan dirije).
– Baş e, erê Welle ji xwe navê wan bi wan re hatîye û navekî pir xweş e jî.
Piştî midakî ku ew givrok bûn, çûn nav zarokên hevalê xwe û ji xwe re lîstîn. Rojekê bela yekî ji wan û zarokekî din li hev ket, di şer de her dû xwişk û bira alî hev kirin ku ji wê bonê kurikê cînar bi wan nikaribû û ji ber wan revîya çû ba dîya xwe.
– Dayê Temborzêrîn û Temborzîvîn li min xist. Dilê jinikê jî êşîya, derket devê derî û got:
- Lawo qe ne bi xêr, kes nizane zaroyên kîja qehpê û pîçên kê ne ku hatine bûne bela serê me.
Ev dengê wê çû zarokan û ew tê gihan ku dê û bavê wan ne yê rastî ne. Wan hima bi lez bazda mal û dozê li diya xwe û bavê xwe kir: “Hitlê belayê hûnê ji me re bêjin ka dê û bavên me kê ne û em ji kuderê hatine?” Jinik û mêrik girîyan û gotin: “Lawo hûn zarokên me ne û ne ji ti derî din in”. Lê çendî wan weha got û biland jî dîsa zarokan ji wan bawer nakir û wan jî got: “Heyra, eman zeman Welle hûn yên me ne, lê zarokan dîsa bela xwe ji wan venekir û gotin:
- Gere hûn rastîyê ji me re bêjin.
Wan tu mefer û felata xwe ji destê wan nedît û rabûn gotin:
– Heyra hal û mesele ev e, me hûn di sebetokekê de di binê kema gezekê de li ber devê çem dîtîye. Bi vê gotinê re bihna zarokan derket û gotin:
- Hay ha me înca fahm kir ku em bê dê û bê bav in.
Hesreta dê û bavîtîyê qet ji dilê wan neçû. Çendekî weha man jî lê kirin û nekirin hedana wan nehat. Êvarekê ew di nav cîyê xwe de axivîn û wan vê biryarê da:
– Em ê sibê zû herin ber çem û binêrin ka av ji kur ve tê û em ê jî ber av û ber av herin ka em di kû re dertên.
Sibê zû rabûn çend nan û pîvazan xistn tûrikê xwe û bi rê ketin. Ew ber çem û ber çem qonaxa çend şev û çend rojan çûn ta ku nêzîkî bajarê bavê xwe bûn, lê nizanibûn ku ew bajarê bavê wan e. Di guhê bajêr de wan kavlekî xirabe dît, ew ketinê û çend rojan tê man, lê çend roj pişt re hê nû hat bîra kurik û got:
– Ma em çima serê xwe naşon û ji xwe re zîv û zêr çênakin? Da qene em pê ji xwe re xênîyekî lê bikin.
– Welle xebera te ye qet nahatîye bîra me. Keçikê bersiv da.
Erke xelkê hingê di salekê de qesrekê ava dikir wan bi qeweta zîv û zêrên xwe di du mehan de li kêleka bajêr qesreke wisa spehî ava kir ku ne kesî dîtibû û ne jî salix dabû. Çiqas lazimatîyên malan hebûn û çi tiştên ku hingê îcad bûbûn wan ji xwe re ew kirîn û wan qesra xwe qenc bi dêlê xwe raxist.
Încar em werin ser jiyana wan a nû û ser rewşa kurik.
Piştî çêkirina qesrê û raxistina wê, kurik ji xwa xwe re got: “De încar tu karê te bi min nema, her tiştê me temam e. Tu ji xwe re li mal be, li kêfa xwe binêre û ezê jî ji xwe re hespekî peyda bikim û herim ref/rav û nêçîrê heta ka em belkî bi vî awayî salixekî ji bavê xwe hilînin.
Lawik demekê wisa li nêçîra xwe domand heya rojekê gava ew ji nêçîra xwe dizivirî gelekî tî bû û rabû xwe berdide ser avekê. Hingê sê qêzên perî jî di şilhê kevokan de li ser wê birka avê bûn. Ya nîvî berê bi bûyera kurik hisîyabû û salixê tiştê ku hatibû serê wan hilanîbû û wa’d dabû ku jê pê ve bi kesî din re nazewice. Dema keçikê dît ku yek tê ser avê, wê bala xwe dayê, ew nas kir û meselê ji serî heyanî binî bi kurtî ji xwê xwe re qise kir, şilhê xwe jî ji xwe kir da wan û got:
- Welle îro dema wa´da min e û ez giham mirad û mexseda xwe; de ji we re oxir be.
Kurik berî ku bê ser avê ji dûr ve keçikê dît û lê kir gazî:– Xweha min tu îns î cîn î (în î cîn î) çi kes î? Ji kerema xwe re xwe bide alîkî ku ez bêm firek av vexwim, ez pir tî bûme. Keçikê xwe da kêleka birkê û kurik jî qesta avê kir, lê gava gihîşt ser avê dît ku wa şewq û şemalek li ser avê diçirise û tîrêja wê hîv û rojê betal dike.
Hingê wê serê xwe bilind kir ku li qîzikê binêre û pê re pê re li ser piştê kete erdê, ne îro lê belkî îro heft roj e mirîye. Keçikê rahişt serê wî û danî ser çoka xwe, avê li ser û çavên wî kir, lê heyanî esrekî dereng ew hê bi xwe ve hat. Gava kurik bi hişê xwe ve hat û rabû rûnişt, jê pirsî: – Tu çi kesî ji kû hatî û bi kû ve diçî?
– Hima helal hazir bibîne. Keçik bersiv da.
– Ma qey qet kesekî te yan xweyîyekî te tuneye? Hima tu li vir çêbûyî û li vir mezin bûyî?
– Na ji Xwedê pêştir kesekî min tuneye.
– Herme welle xwake min jî bi tenê heye û kesekî me jî tuneye; ji hinga em bîrewerî xwe bûne em bê dê û bê bav in û li wan digerin, lê me hê yekî jî nedîtîye. Ger ku tu bivêyî hima bi min re were em herin cem me û li wir bizewicin jî. Qey em bûne qismetê hev, wê bihna xwa mi jî bi te derê û kêfa wê pir were.
– De baş e li ser sera û çavan hima min qebûl e.
Kurikî ew li pişt xwe siwar kir û berê xwe da malê. Wê şevê ew û xwa xwe gelekî kêfxweş bûn û şewbêrkeke xweş derbas kirin. Serê sibê Temborzîvîn gazî melakî û du şahidan kir û keçikê li xwe mar kir. Çendakî piştî zewacê dîsa wî dest bi ref û nêçîra xwe kir.
Di wê navê de rojekê paşayê wî bajarî jî hinek giregir û nêçîrvanên xwe da dora xwe û derket çû nêçîrê. Wê rojê kîvroşkek ji ber rabû û tajîyê wî da ser pişta kîvroşkê; di qûntara girekî de nêçîrvanê Paşê jî leqayî wê bûn û tajîyên wan jî dan ser pişta kîrgoyê, lê tajîyê Tembûrzîvîn kîvroşkê girt. Li ser wê ew û nêçîrvanê Paşê ketin qirika hev, wî got:
– Nêçîra min e, wî jî got:
– Na ew ya me ye.
Ew hê di wê xirecirê de Paşe jî gihîşt ba wan û pê re jî got:
– Heyra ne hewcî xirecirê ye, nêçîr di devê tajîyê kê de be ya wî ye.
– Paşayê min tajîyê min nêçîr rakirîye û wa ye di devê wî de ye jî.
– Ê lawo aferîn ji te re û nêçîra te jî li te pîroz û bimbarik be, oxir û felekên te jî yên xêrê bin.
Piştî ku wî rahişt kîvroşka xwe û çû Paşe li mahîyeta xwe fitilî û ji wan pirsî: “Gelo ev xortê wisa bedew, jîr û şareza kê ye, kurê kî ye, û çi kes e? Min hê nû wî li van deran dît”. Yekî ji wan got: “Paşayê min bi serê bavê te, ev heye çendakî hatîye li guhê bajarê te qesreke wisa avakirîye ku ne min ditîye û ne te salix hildaye. Qesra te li berî ne tiştek e, em jî nizanin ne kurê paşakî ye yan jî kurê ticarekî pir dewlemend e; tiştê em zanin ku hero karê wî ref û nêçîr e.
– Lawo heya vêga we çima ji min re negotîye? Belkî kurê yekî mezin be ku dû re serê me pê re têkeve belayekê; de haydê ka em herin di ber qesra wî re derbasbin û lê binêrin bê ka çi qesr e.
Gava dûmanek ji dûr ve rabû û teperepa lingê hespan hat jina Tembûrzîvîn û xweha wî, wan serê xwe di pacê de derxist. Hingê Paşa jî giha ber koşkê, çav bi wê koşka delal û herdu pîrekan ket û ji ber delalîya wan hiş û aqil di serî de nema, hima li ser pişta hespê xwe ziq bû, sekinî û zoq li wan nihêrî. Wezîr hima ji şerma bi serê hespê paşê girt û ji ber paca qesrê kişand. Ji ber wî derdî û ji ber evîna herdu jinên delal êşa zirav li paşa ket.
Dû re êvarekê wî gazî wezîrê xwe kir û jê re got:
– Divê tu aqilekî bidî min ku ez tiştekî bînim serê wî mêrikî û wan herdu jinên delal ji xwe re bînim.
– Paşayê min ma ji vê û rihettir, ji xwe lawik hero diçe nêçîrê, tu jî here gava te ew dît gazî wî bike, wî bîne mêvanîya xwe. Hingê bira hinek jarî têxin xwarina wî û herdu jin jî bi te dimînin.
- Ev fikreke pir baş e.
Roja din paşa û mahîyeta xwe berê xwe dan wê hêla ku lawik timî pê ve diçû nêçîrê. Piştî ref û nêçîreke sivik dîtin ku wa kurik li ser girekî rûniştîye, bihna xwe berdide. Wan jî rast qesta wî kir û bi ceweta bîhnberdanê çûne cem wî.
Gava gihan cem Paşê lê silav kir û got:
– Ohoo, em hewqas zahf in me hê çivîkek jî negirtîye, maşellah wa ye te kirîye gêta nêçîrê.
Tembûrzîvîn jî ji ber ve rabû û bersîva wî jî da:
– Paşayê min bibexşe, wê rojê merivê te min xistibûn cirê, lê fermo bila nêçîra min ji ber wê rojê ve jî ji Paşê min re be.
Kêfa paşê gelekî hat û jê re manî jî ketê, wî jî spas kir û got:
– Kurê min ma dem tu vê camêrîyê dikî de kerem ke em herin cem me bira bipêjin û em bi hev re bixwin.
– Li ser serê min û çavê min, lê ku bibe em pêşî di ber mala min de herin da ku ez xeber bidim xweha xwe û jina xwe bira çavnêrîya min nekin û em derbasbin.
Tev rabûn bi hev re çûn ba mala wî, ew hilkişîya jor û Paşê û hevalên xwe jî li xwar li benda wî rawestîyan. Dema ew ji xweha xwe û jina xwe re vexwendina paşê û bûyera nêçîrê dibêje ew dibêjin kerem ke here, lê jina wî bê tembîh wî bernade:
– Wextê tu çûyî, te çi tiştê ku li devê derî dît heyanî ew mesela wî ji te re nebêjin tu xwarinê nexwî û ji xwe şîreta bav û kala ye, bê pisîka me jî tu naçî tu cîyan, de oxir û felekên te yên xêrê bin û li ser çavan here. Tembûrzîvîn hima zû rahişt pisîkê û got: ” ûûûh, ku ez lihêvîya ger û fenên we jinan bim, ez ê saetekê wan li devê derî bihêlim” û lê xist çû.
Dema gihan devê derîyê qesra paşê, wî dîna xwe dayê wa jineke ku bûye wek kumûşkekê di xamê devê de ye; bêjingek nan û kûpek av jî li berî ye û kê di ber wê re diçe pêşî heskek av û destek nan didê, dû re şonikekî naletê lê dixe û hê derbasî xênî dibe. Tembûrzîvîn pir meraqa vê yekê kir û bawer nedikir ku wextê xwarinê bê da pirsa vî tiştî bike.
Paşe hahakê ferman kir wan kîvroşka da heşandin û xwarineke wisa li erdê xist ku ji şîrê teyra pêştir tu tişt jê kêm tunebû. Piştî danîna sifrê wî got:
– De fermo xwe bide pêş ey mêvanê hêja.
– Paşayê min î giranbiha bi serê bavê te heyanî tu mesela wê jinika xamê devê ji min re nebêjî devê min bi xwarina te nabe.
- Heyra lawo serê te çi bi jinika xamê devê ve zeliqîye û çi eleqê te pê ketîye?
– Cezayê wê giran e û mesela wê jî dûvedirêj e; dev jê berde em ji xwe re xwarina xwe bixwin, suhbeteke xweş û şewbêrkeke baû biborînin.
Lê Paşe kir û nekir wî bê gotina bûyerê xwarina wî nexwar ta ku Paşe bêçare bû û soz û bext dayê ku piştî xwarinê serpêhatîyê jê re bibêje.
Piştî sozê Paşê ew kişîya ser sifrê, lê berî ku dest pê bike pisîka wî devê xwe xist firaqa ber wî û hê dev di firaqê de pisîk pepika kire cot.
Bi wê yekê re Paşê bi lez şûrê xwe kişand û bê ser û çav li hawîr dorê xwe daweşand, pê re jî ji şerma xwe kir qêrîn:
- Ha we bêbextî li min kir û ha we li mêvanê min kir; we min kir rûreşê herdu dinya.
Civat tev ji ber şûrê wî revîya lê Tembûrzîvîn hişk bi milê wî girt û got:
- Paşayê min qet tiştek nabe di malên mezin de her tişt jî çêdibin, ma van hêsîra çi bar di gunehan de heye.
Qasek piştre, bêyî ku bersîva pirsa xwe bistîne, wî xatir xwest û lê xist çû malê, lê ji ber ku nedixwest bûyerê ji malîyê xwe re bibêje ji jina xwe re got:
- Min pisîka xwe li wir jibîr kir.
Lêbelê Tembûrzîvîn jinika di xamê devê de jibîr nekir û hişê wî timî li ser ma. Çend roj di pey re jina Tembûrzîvîn jê re got:
– Paşê gazî te kir û te ziyafetî malê kir. Ma ne şerm e? Qê hima ez ê ji te re bibêjim? Tu çima gazî wî nakî û rojekê wî naynî mal?
– Erê Welle xebera te ye û heq e.
Nexwe hima gava tu sibê rabûyî here ber derê wî û jê re bibêje!
- Paşayê min tê û tevî çil siwarê xwe ve îşev mêvanê min in.
Dema ew roja din çû Paşê gazî zîfetê kir wî jî got: “Hayha li ser çava.
Jinikê (jina Tembûrzîvîn) serê sibê xulamê xwe şand çarçîyê, çi lazimatî hebûn jê re got û jê xwest ku du cewrikên kûçika jî bi xwe re bûne. Çi serê xwe û we biêşînim, ew rabû wê xwarineke wisa xweş çêkir ku kesî di dinyayê de ne dîtîye û ne jî xwarîye, pê re jî herdu cewrikan jî ji dilê xwe re heşand. Êvarê xwarin ji her terzî kişîya odê û piştî hemûyî jî jinikê herdu cewrikên heşandî danû ser bergeşekê û bi destê xwe anî li ber civatê di nîvê sifrê de danî. Him mêrê wê û him jî Paşe û hevalê xwe li vê yekê şaş û ecêbmayî man. Li ser vê Paşê xwe ji ser sifrê bi paş ve kişand û jinikê got:
– Çima Paşayê min ma qey te xwarina me begem nekir?
– Lawo va emrê min giha heftêyî min hê dît ku însan û têjikê sa bixwin.
– Paşayê min, ma ku însan têjikê sa bîne çima têjikê sa naxwo?
Bi vê peyvê re Paşa şaş û matel ma û di ciyê xwe de ziq bû sekinî.
Piştî vê yekê jinik li Tembûrzîvîn zivirî û got:
– Evê ha ku gazî te kir, te bir mala xwe, jarî da te, te dikuşt, jina te û xweha te li xwe mar dikir bavê te ye. Ewa ku ewqas sal e di xamê devê de, şonikê naletê li ser e û nanê hişk û av li ber e jî diya te ye. Jinikê bi milê Tembûrzêrînê û bi milê mêrê xwe jî girt, berê xwe da Paşê û got:
– Cewrikên kûçkan jî ev herdu zarûyên te ne. Gelî civatê ma kesî sah kirîye ku însanan cewrikên sa anîye? Lê tev sûcê ehmeqîya bavê we û bêbavîya jinbava we ye.
Jinik rabû hê nû xwe bi wan da nasîn û bûyera wan jî ji serî heya binî bi rê û zê kir û dû re got:
– Bavê xwe bidin xatirê nezanîya wî û civatê, lê bi lez diya xwe ji wî xamê devê derxin û wê lewlebaza jinbava xwe têxin cîyê diya xwe bira heta mirinê cezayê xwe bikişîne.
Li ser vê gotinê Paşê xwe avêt ser dest û piyê wan û kurê xwe li şuna xwe danî û gotinên jinikê jî hemû anî cî.
Çîroka min çû nav devîyan rehme li dê û bavê me hemîyan.
Çîroka min çû deştê dê û bavê me hemîyan çûne bihuştê,
Sê sêv ji wir ve hatin yeke min yeke çîrokvan û yeke Emîn.
1993–07–17 Emîn Narozî