Ebû-l-Haris Şêrkohê [mirin:m 564/1168-69] kurê Şazîyê1 kurê Merwan ku bi bernavkê Melîk el-Mensûr Esededîn bi nav kirîye, apê Sultan Selahedîn e, rehma Xwedê li wan be. Şadî/Şazîyê bavê wan ku yek ji giregirên Kurdên Rewadî yên herêma Divînê bûye, [çawa ku di jînenîgarîya Selahedîn de jî bihurî li ser vexwendina Mucahîdedîn Behrûzê esayîşgêrê Bexdayê ku […]
Eyûbê bavê Siltan [Selahedîn] (ji Wefeyat el-E‘yana Îbn Xellîkan)
Eb uş-Şukur Eyûb îbn Şazî/Şadî îbn Merwanê ku bi el-Melik el-Efdel Necmedîn bernavkirî ye û bavê Siltan Selahedîn Yûsuf îbn Eyûb e. Di jînenîgarîya kurê wî Selahedîn de temamê neseba wî û dîtinên cuda yên li ser bingehê malbata wî hatine nivîsîn, ji ber vê yekê jî pêwîstî tune ku em li vê derê li […]