Îbn Xeldûn (1332-1406)
Ebdurehman îbn Xeldûnê Mexrîbî ji nav dîroknasên Îslamê piştî Miskweyhi wek fîlozofê pêşî yê dîrokê hatiye nasîn. Ew hê bêhtir bi Muqedîmeyaxwe ku cildê pêşî yê dîroka wî ya ”Kîtab ul-‘Îber we Dîwan ul-Mubteda’ we el-Xeber fî Eyyam il-‘Ereb we l-‘Ecem we l-Berber” e, nav û deng daye. Di Muqeddîmeyê de ku weke pêşgotineke dirêj e ji dîroka wî re, ew dîroka civak û fîlozofiyê dide nasîn û hinek dîroknivîserên Îslamê ên berî xwe mîna Mes‘ûdî û Waqidî rexne dike.
Bi vê re ew saloxan ji awayên pêşveçûna civakî, olî, siyasî, aborî û zanistî jî dide û herweha ew awayê damezrandin, bipêşveçûn û hilweşandina dewletê bi şêweyekî hêsayî û pêlbipêl (kronolojîk) diyar dike.
Li gorî Îbn Xeldûn ”Şahîtî ji tevger û lebata jiyaneke hêsa û ji çînên cuda dest pê dike û bi pêş ve diçe. Hin bi hin ew berfireh dibe û kesên din jî tên li hawîrdorên wê kom dibin. Ew wisa pir dibin ku cih li hin damezrênerên berê teng dibe û ew ji dora serokatiyê vedikişin. Bêguman ji bo nav û deng û jiyaneke bi xweşî û şadî çiqas diçe mirov li dora şah zêde dibin û ev yek jî bi xwe re xercên (mesrefên) zêde derdixe holê.
Ji bo peydakirina vî xercî jî bac û xeraceke zêde dikeve ser milê xelkê û ev jî dibe sedemê xebateke zahf ku zêdeyî biriya (qeweta) xelkê ye. Ji hêlekê ve vekişandina hevalbendên damezrêner ên desthilatê û ji aliyê din ve jî westandin û acizbûna gel ji kar û xebatê dibe sedemê qelsbûn, perçebûn, û bidawîanîna hêza wê dewlet yan jî şahîtiyê”. Sitîla Îbn Xeldûn sitîleke kilasîk û tevlîhev e, duberekirin tê de pir e, lê ew hêsayî û bi gelemperî ye jî.
Îbn Xeldûn ji malbateke kevn ya erebên başûr e ku di saraya Sevilla de rolekî mezin lîstiye, lê pişt re hê berî çêbûna Îbn xeldûn malbata wî ji wê derê koçî Tûnis kiriye. Ew li Tûnisji diya xwe re bûye û li wê derê nêzîkî sarayê mezin bûye. Hê di bîst saliya xwe de wî gelek karmendiyên bilind li sarayên cuda mîna yên Fas û Granada, girtine.
Ew li gelek deverên cîhanê mîna Misir, Şam, Hîcaz û Endulusê geriyaye û ji bilî vê Berhema wî ya hêja wî doktorayek jî li ser mentiq û felsefê nivîsiye.[1]
Îbn Xeldûn di gelek cihên vê berhema xwe ya dîrokê ku navê wê li jor bihûrî de fena xelkên din qala kurdanjî kiriye. Min li vê derê hinek ji wan cihên ku tê de behsa rewşa mîrîtiyeke kurdanya bi navê Hesnewîdike û peywendiyên wan bi xelîfetî û der û dorên wê re dide zanîn, wergerandîye. Ev mîrnişînîya kurdandi navbera salên 950’î û 1050’î de desthilatdarî kiriye ku di dema wergeranê de min çend cihên wê daye ber tarîxa Îbn Esîr ya el-Kamîl fî t-Tarîx.
Mixabin ku di navan de bi giştî, lê hê bêhtir jî di navên cih û eşîrên kurdan de li gorî çavkanîyên berî wî gelek şaşî tê de hene, çawa ku di xwendina notan de jî dê bê dîtin.
Emîn Narozî
Dewleta Hesenewîyan/Hesenweyhîyan
Dewleta hesnewîyên Dînewer û Samixanê û destpêka karûbarên wan ku kurdên pêşî bûn bi doza Ebasiyan ve rabûbûn
Hesnewîyê kurê Hiseynê kurd ji qebîleya kurdên Rîzenkas e[2]ku ji eşireke wan re Diweyletî jî dihat gotin. Ew xwediyê keleya Seryac[3]û mîrê Birifkan[4]bû. Ew milk jê re ji xalên wî Wendad û Xanemê kurên Ehmedê kurê Elî mabû. Ew [Xalên wî] ji kurdên Ebabî[5]bûn û nêzîkî pêncî salî li derûdorên Dînewer,[6]Hemedan,[7]Nehawend,[8]Samîxan[9]û hinek cihên Azerbaycanê[10]heyanî sinorê Şehrezorê[11]bandorî kiribûn ku spaha heryek ji wan bi hezaran bûn.
Di sala 349/960´î de Wendadê kurê Ehmed miribû û kurê wî Ebû Xenaîm Ebd ul-Wehab ketibû cihê wî ta ku hozeke kurdên şadincanî[12]ew dîl girtibû û teslîmî Hesnewîh kiribû, wî jî dest danîbû ser kele û aqarên wî hemî.
Xanem di sala 350/961’ê de mir. Kurê wî Ebû Salim Desîm[13]li keleya Fetenanê[14]ket cihê wî ta ku Ebû Feth ibn ´Emîdew ji holê rakir û keleyên wî yên Bustan,[15]Xanemefaq[16]û yên din tev vale kirin.
Hesnewîh mirovekî xuyxweş û ji karûbarê xwe re serdest bû, wî keleya Sermacê bi tatikên mîmarî[17]avakir û herweha li Dinewerê jî camiyeke weke wê çêkir. Wî gelek xêrûbêr li Meke û Medîneyê didan. Dema Biweyhî hatin ser hikim û wan Rikn ud-Dewle danî ser Reyê[18]û der û dorên wê jî dane ser, hingê ew bû alîgir û alîkar ji bo hêza neyarên wî (Hesnewîh).
Wî qedir dida Rikn ud-Dewle û çavên xwe ji kirinên wî re digirt ta ku di navbera serdarekî deylemî bi navê Îbn Mîsafir[19]digel hinek ji giregirên wan û Hesnewîh de bûyerek qewimî. Hingê Hesnewîh di wê bûyerê de Îbn Mîsafir şikand, xist cihekî asê, dora wî girt û agir berdayê. Ew nêzikî mirinê bû ku pişt re ji bo wî ewleyî hat xwestin, wî dayê, lê dû re pêre xedir kir û sozê xwe şikand.
Ev yek pir li zora Rikn ud-Dewle çû, hêrsên wî rabûn, xeyidî û di sala 359/969´an de, wezîrê xwe Ebû Fedl îbn Emid,[20]bi leşker ve şand ser. Ew çû Hemedanê û dor li Hesnewîh teng kir, lê pişt re Ebû Fedl mir û kurê wî Ebû Feth jî li ser hinek mal, pê re li hev hat û ji ser dagerîya.
Mirina Hesnewîh û Deshilatdarîya kurê wî Bedir
Di sala 369/979an de Hesnewîh wefat kir û zaroyên wî li ser şerê navbera Adud ud-Dewle[21]û birayên wî Mihamed û Fexr ud-Dewle[22]ji hev qetiyan. Birrek kurên wî hebûn: Ebû ‘Ula, Ebdurezaq, Ebû Necim Bedir,[23]‘Asim, Ebû ‘Ednan, Bextîyar û Ebdulmelik.
Bextiyar ku li keleya Sermacê dima û mal û zexire jî tev li cem bû name ji Adud ud-Dewle re rêkir û ket ber fermana wî. Lê pişt re ew ji ber fermandariya wî derket ku Adud ud-Dewle jî leşker şand ser, keleya ku lê dima û yên din hemî ji wan sitand.
Dema Adud ud-Dewle çû şerê birayê xwe Fexr ud-Dewle û Hemedan û Reyê jê sitandin, rabû ew dan birayê xwe Mueyid ud-Dewle.[24]Hingê Fexr ed-Dewle jî çû gihişt Qabûs ibn Weşimgîr[25]û Adud ud-Dewle jî zivirî ser desthilatdarîya Hesnewîyê Kurd.
Wî dest danî ser Nehawend, Dînewer û Sermacê û ser mal û zexîre û gencîneyên wî ku gelekî pir bûn û giş zeft kirin. Bi wan re wî dest danî ser hinek keleyên Hesnewîh yên din jî ku zaroyên Hesnewîh jî rabûn çûn cem Adud ud-Dewle. Gava ew çûn cem, wî ji nav wan Ebdurezaq, Ebû ‘Ula û Ebû ‘Ednan desteser kir û Ebû Necim Bedir îbn Hesnewîh ji xwe re hilbijart. Wî ew [Bedir] perû kir, zilam danê, ew xurt kir û kir pêşik û mezinê kurdan.
Wî [Bedir] jî ew navçe tev zeft kirin û nehişt ku dijîtî û xirabiya kurdanli wan hêlan belav bibe. Rewşa wî pir baş bû û [ji ber vê yekê] birayên wî jê hesidîn, ji nav wan Asim û Ebdulmelîk serî rakirin û kurdênli dijî wî dane hev. Adud ud-Dewle leşker şand ser Asim ku êrîş birin ser, ew şikandin, dîl girtin û ew birin Hemedanê.
Piştî vê yekê ku di sala 370/980’yî de qewimîbû, êdî tu xeber jê nehat. Zarûyên Hesnewîh yên din giş hatin kuştin û Bedir jî li ser deshilatê qenc bi cih bû û karûbarê wê xweş li hev gerand.
Cengên Bedirê kurê Hesnewîh û leşkerê Mişeref ud-Dewle
Gava Adud ud-Dewle mir û kurê wî Samsam ud-Dewle[26]ket cihê wî, hingê birayê wî Mişeref ud-Dewle[27]li Fars serî li ber rakir û pişt re jî Bexdayê jê sitand. Piştî mirina birayê xwe Mueyîd ud-Dewle, Fexr ud-Dewle îbn Rikn ud-Dewle jî ji Xorasanê zivirîbû Esfehan û Reyê. Hingê di navbera wî û Mişeref ud-Dewle de xirecir derket, çunkî Mişeref ud-Dewle berê kîn jê girtibû.
Dema Mişeref ud-Dewle Bexdad ji destê Samsam ud-Dewle derxist, hingê Kara Tekînê Cehşiyarî serdar, rêçenas û desthilatdrê ser dewleta wî bû ku ev jî pir li zora Mişeref ud-Dewle diçû. Ji ber vê gava ew li Bexdayê bi cîh bû hingê wî ji Kara Tekîn re ji bo şerê Bedirê kurê Hesnewîh leşker amade kir. Lewra wî dixwest ku yek ji herdu aliyan, yan Bedir yan jî Kara Tekîn ji holê rake.
Kara Tekîn di sala 377/987an de çû Bedir û li newala Qermîsînê[28]leqayî wî bû. Bedir şikest, reviya xwe veşart, wan ew nedît û xwe berdan nav konên wî. Dû re Bedir li wan zivirî çû pêşîbirrê ji wan sitand, ji nedî ve êrişî wan kir, ew ji hev dêrdexan kirin û şêlandin. Kara Tekîn di çolekê de xwe ji wan xelas kir û çû xwe gihand pira Nehrewanê[29]ku hevalên wi yên şikestî jî li wê derê gihanê û çûn Bexdayê.
Di pey vê bûyerê de Bedir deverên çiya giş zeft kirin, hêza wî bêhtir û rewşa wî baştir bû û her serkeftî û payedar ma. Di sala 388/998-99an de di heyamê Siltan Beha ud-Dewle[30]de Ew ji aliyê Dîwana Xelifetiyê ve hat xelatkirin û bi nasnavê Nasîr ud-Dewle hat navdin.
Wî pir xêr li Meke û Medîneyê didan û li Hîcazê zahf xwarin dida nobetdarên Hecê. Wî nehişt ku hevalbendên wî yên kurdxirabî û şêlandinê bikin û ji bo vê yekê jî her ku çû qedrê wî bilind bû û navê wî bi başî belavbû.
Çûna Ibn Hesnewîh bi Ebû Cafer îbn Hurmiz re ji bo dorvegirtina Bexdayê
Ebû Cafer Hecac îbn Hurmiz[31]li Iraqê nazirê Beha ud-Dewle bû, pişt re wî ew jê avêt û Ustad Hurmiz Ebû Elî ibn Ebû Cafer anî cihê wî û kir spahsalar. Lê Ebû Cafer jî li navçeya Kûfeyê ma û şerê serdarê leşker kir, spahsalar ew şikand, lê dû re di sala 363/973yan de dîsa di nav wan de çend şer derketin. Wan (Ebû Cafer û hevalbendên xwe) li ser xirabiya bi erebên ‘uqeylî, xefaceyî û esedîyan re şer didomand û ew ditirsandin.
Wê demê Beha ud-Dewle jî bi şerê Îbn Wasil[32]ve ku heyanî sala 393/1002yan jî domand, lepikî bû. Îbn Wasil jî qesta Qilîçê xwediyê Xorasanê kiribû, çûbû cem û herduyan ji ber xirabiya spahsalar li dijî wî li hev kiribûn. Di wê salê de ew (Îbn Wasil) mir û serekleşker jî rabû neyarê Bedrê kurê Hesnewîh, Ebû Feth Mihemed îbn Qilîç Enan[33]danî cihê wî. Ebû Fetih jî rabû hinek kurdên ku ji eşîra Bedir ya şadincanî bûn, lê jê nexweş bûn, dijî Bedir rakir.
Hingê Hulwan di destê Ebû Fetih de bû, Bedir bi vê kirina Qilîç ‘Enan pir hêrs bû, rabû xwe da hêla Ebû Cafer û gelek bavikên kurdanyên mîna Mîr Hindiyê Sa‘dî, Ebû Îsayê Sa‘dî[34]ibn Mihemed, Weram ibn Mihemed û hinekî din li dora wî civand. Elî ibn Mezîdê Esedî[35]jî bi wan re bû, Tevan bi hev re ajot ser Bexdayê û bi qandî qonaxekê nêzî wê daketin.
Ebû Fetih îbn ‘Enan/Enaz xwe da cem serdarê leşker û ji bo parastina Bexdayê pê re ma ta ku nûçeya şikestina Îbn Wasil û serkeftina Beha ud-Dewle ji wan re hat. Hingê ew bi lez ji ser Bexdayê rabûn, Ebû Cafer jî tevî Ebû Îsa û peyambirê Beha ud-Dewle çû Hulwanê. Di pey de Îbn Hesnewî çû wîlayeta Rafi‘ îbn Me‘anê ‘Uqeylî[36]û li ser Miqeled bi miseybiyan re bû yek.
Dema Bedir Ebû Fetih îbn ‘Enan ji Hulwan û Qermîsînê deranîbû hingê wî (Rafi‘) ew hewandibû [û ji ber vê yekê] jî Bedir çû dest danî ser wîlayeta wî û leşker şand ser deverên Rafi‘ yên Cenabê,[37]ew şewitandin û hedimandin anîn xwar. Ebû Fetih îbn ´Enan xwe gihand cem serekleşkerê Bexdayê û jê sozê alîkariyê sitand.
Gava Beha ud-Dewle Îbn Wasil kuşt û ji şerê wî vale bû, hingê ferman li leşker kir ku herin ser Bedir ibn Hesnewîh, çunkî wî alîkarî bi wanên ku çûbûn ser Bexdayê re kiribû û çûbû hawara Îbn Wasil. Ew (serekleşker) çû heya gihişt Cindîsabûrê/Gundê Şapûrê,[38]li wê derê Bedir ji bo lihevhatinê qasid şand cem û xercerêyên leşkerê wî dayê, ku ew jî ji ser vegeriya.
Serîhildana Hîlal îbn Bedir îbn Hesnewîh dijî bavê wî û şerê nav wan
Diya Hilal ku ji bavikê şadincaniyan bû, meriva Ebû Fetih ibn ‘Enan/Enaz û Ebû Şewek ibn Mihelhil bû. Bavê wî di destpêka çêbûna wî de ew (dîya wî) berdabû û ji ber vê yekê jî ew ji bavê xwe dûr ketibû. Bedir, kurê xwe Ebû Îsa ji xwe re çêtir dît û bi tenê Samixanê da Hilal. Wî (Hîlal) cînariyeke xirab bi Îbn Medadiyê[39]xwediyê Şehrezorê re dikir ji ber ku dostê Bedirê bavê wî bû. Çendî ku bavê wî xwest ji Ibn Medadî biqere jî lê wî dest jê berneda û her car meriv dişandin cem Îbn Medadî û gef lê dixwarin.
Gava bavê wî xeber şand cem û sondika wî xwar, hingê wî jî di keleya Şehrezorê de dora wî girt û li ser sekinî ta ku keleyê zeft kir, Ibn Medadî kuşt û dest danî ser malê wî. Hingê nava wî û bavê wî zahftir xira bû û ji ber ku bavê wî ji bo îbadetê xwe ji kar û barê dinê girtibû, hevalbendên wî tev gihan Hîlal û ew jî çû şerê bavê xwe.
Ew li Dinewerê rastî hev hatin, Bedir şikest, hêsîr bû, lê Hilal piştî vegirtina keleya ku ew lê dima, rabû têra wî mal dayê û ew ji bo perestinê/ibadetê berda. Gava Bedir li keleyê bi cih bû, wî keleyê qenc asê kir û xeber şand cem Ebû Fetih ibn ‘Enan û Ebû Îsa Sa‘dî îbn Mihemed ku li Esterabazê[40]bûn û ji bo girtina aqarê Hilal ew handan û xirandin.
Ebû Fetih hingê çû Qermîsîne û ew der zeft kir ku ji wir jî berê xwe da Deylemê û Hilal jî li pey çû wê derê û şûr xist nav deylemiyan. Îbn Rafi‘ fersend dayê ku Ebû Îsa bigire, lê Hîlal ew bexşand û bi xwe re bir. Bedir jî ji keleya xwe xeber şand cem Beha ud-Dewle û jê daxwaziya alîkariyê kir. Wî wezîr Fexr ul- Milk[41]digel hinek leşker ve jê re şand û çû heya giha herêma Sabûrxwastê.[42]
Hîlal bi Ebû Îsa îbn Se‘dî şêwirî, wî destnîşan kir ku ya baştir ketina ber fermana Beha ud-Dewle ye. Ger ku nekeve ber emrê wî jî bira leza şerê pê re neke û heya jê bê şer dereng bixîne. Ew li gotina wî ket gumanê [bi ya wî nekir][43]û bi şev çû dora Fexr ul-Milk girt. Fexr ul-Milk bi leşker re siwar bû û çûyê, li ser rawestiya heya ku Hîlal bêgav bû, şand cem û diyar kir ku ew ji bo ketina ber emrê wî hatiye wê derê. Gava peyambirê wî yê vê agahê çû cem Bedir wî ew qewirand û bi wezîr Fexr ul-Milk da zanîn ku ew xayin e û li wan dek dike.
Wezîr bi vê gotina wî şad bû, gumana wî ji ser Bedir rabû û emrê leşker kir ku êrîşî wî bikin. Ji dîlgirtina Hîlal û bi leztir qet hew dibû. Fexr ul-Milk jê va ku keleyê bide Bedir, wî [Hîlal] jî bi şertê ku bavê wî ne ji destê wî wê bigire erê kir û daxwaziya êminîyê ji bo diya xwe û kesên ku di keleyê de diman kir, wezîr jî ewleyî da wan.
Wî (wezîr) keleyê zeft kir, dest danî ser malê ku tê de bû. Tê gotin ku: ”Ew çel hezar budre dinar û çarsed budre dîrhem bûn[44]ji bilî cil, çek û gewherên hêja. Wezîr Fexr ul-Milk keleyê da Bedir û vegeriya Bexdayê.
Girtina Zahir[45]ibn Hîlal bi ser Şehrezorê ve
Bedrê kurê Hesnewîh ji Şehrezorê xwe berdabû Bexdayê cem serdarê leşker û nobetdaran danîbû ser Şehrezorê. Di sala 404/1013an de gava Hîlal Ibn Bedir girtîbû, hingê kurê wî Zahir çûbû ser Şehrezorê. Di nîvê salê de wî bi leşkerê Fexr ul-Milk re şer kir û wê [Şehrezorê] ji wan sitand. Wezîr xeber jê re şand, lome lê kirin û lê ferman kir ku hevalbendên wî yên dîl hemû berde, wî ew berdan û Şehrezor jî di destê wî de ma.
Kuştina Bedrê kurê Hesnewîh û Hîlalê kurê wî
Pişt re mezinê çiya[46]Bedir ibn Hesnewîh çû ser Hesen îbn Mesudê Kurd[47]da ku welatê wî vegire. Wî ew li keleya Kusceyê[48]xiste hesarê, hesara wî dirêj ajot, hevalên wî pê re xayin derketin û şêwra kuştina wî kir. Cureqaniyan[49]ku bavikekî kurdanbû karê kuştina wî girt ser xwe, wan ew kuşt û bi lez çûn ketin ber emrê xwediyê Hemedanê Şems ud-Dewle[50]îbn Fexr ud-Dewle.
Dema nûçeya kuştina Bedir gihîşt Zahirê kurê Hîlal ku hingê ji ber wî (Bedir) reviyabû herêma Şehrezorê, lê xist hat ku milkê xwe bi paş ve bistîne. Şems ud-Dewle pê re şer kir, ew şikand, dîl girt, li Hemedanê xist hebsê û dest danî ser aqarên wî.
Kurdênkurî (el-kurî)[51]û şadincanî ketin ber fermana Ebû Şewk ku Hingê bavê wî Hîlal ibn Bedir jî li Bexdayê li cem Siltanê dewletê girtîbû. Wî ew berda, leşker pê re amade kir ku here welatê xwe ji Şems ud-Dewle bistîne. Şems ud-Dewle rabû avêt ser, ew şikand, hêsîr kir, pişt re ew kuşt û leşkerên wî jî şikestî zivirîn Bexdayê.
Di ber deshilatdarîya Bedir de Sabûrxwast, Dinewer Birûcird/Birûgird,[52]Nehawend, Esterabaz/Esterabad, hinek deverên herêma Ehwazê, hinek navçe û keleyên herêmên din hebûn. Ew mirovekî dadmend pir qencîxwaz û himetbilind bû. Dema ew û kurê wî Hîlal mirin, nebiyê wî Zahir jî li Hemedanê li cem Şems ud-Dewle girtîbû.
Kuştina Zahir/Tahir ibn Hîlal û destdanîna Ebû Şewk ser welat û deshilata wan
Ebû Feth Mihamed îbn ‘Enan/Enaz mîrê kurdên şadincanî/şazincanî bû û Hulwan di destê wî de bû. Nêzîkî bîst salî ew li wê derê mezinê eşîra xwe bû. Wî di wîlayet û deverên çiya de gelek tengî û zoriyê ji Bedr ibn Hesnewîh û kurê wî re derdixist.
Gava ew di sala 401/1010an de mir, hingê kurê wî Ebû Şewk ket cihê wî û ji aliyê Bexdayê ve leşker kişîya ser.
Ebû Şewk çû şerê wan, lê şikiya û wan jî nehişt here Hulwanê heya ku nava wî û wezîr Fexr ul-Milkê ku Beha ud-Dewle piştî Emîd ul-Ciyûş ew anîbû ser Iraqê, xweş nebû. Dû re Şems ud-Dewle ibn Fexr ud-Dewle ibn Buweyh, Zahir/Tahir ibn Hîlal ibn Bedir ji xwe re da sondê, ew berda û danî ser welatê wî yê Çiya û ew kir mezinê gelê wî.
Di navbera wî û Ebû Şewkê xwediyê Hulwan û Sehlê de gelşeke kevn hebû. Zahir/Tahir rabû leşker da hev, çû şerê Ebû Şewk, ew şikand û birayê wî Sadiyê kurê Mihemed kuşt. Pişt re careke din leşker civand û çû ser Ebû Şewk, dîsa zora wî bir û ew ji Hulwanê derxist. Tahir/Zahir dest danî ser temamê bestê û li Nehrewanê rûnişt, lê çendakî dû re ew li hev hatin û Zahir bi xweha Ebû Şewk re zewicî.
Pes dema Zahir/Tahir li Ebû Şewk ewle bû û pişta xwe dayê, wî bi dizî avêt ser û heyfa birayê xwe jê hilanî. Hevalên Zahir ew birin li gorîstanên Bexdayê veşartin û Ebû Şewk jî erdê wî hemî zeft kir û heya Dînewerê pê ve çû.
Di sala 414/1023an de dema ‘Ela ud-Dewle ibn Kakewîh[53]bi ser Hemedanê ve girt, wê xist bin destê xwe ku ji xwe hingê leşkerê Şems ud-Dewle îbn Buweyh[54]jî şikîyabû, rabû berê xwe da Dinewerê, wê ji destê Ebû Şewk derxist û pişt re çû Sabûrxwast û deverên din jî zeft kir. Wî da pey rêça Ebû Şewk, lê siltanê Bexdayê Mişeref ud-Dewle doza bexşandina Ebû Şewk li ‘Ela ud-Dewle kir ku li ser vê ew ji pey zivirî.
Di sala 420/1029’an de dema Xuziyan/Oxuziyan avêt ser Reyê, hingê wan Hemedan jî zeft kir û li wan der û dorên Esterabadê û gundên Dinewerê xirecir derxist. Wî çaxî Ebû Feth ibn Ebû Şewk derket çû şerê wan, ew şikandin û gelek ji wan dîl girtin. Pişt re ew li ser berdana dîlên wan bi wan re li hev hat û ew bi paş ve zivirîn.
Di sala 430/1038an de Ebû Şewk avêt ser yek ji devera Çiya ya bi navê Qermîsînê/ Kermanşahê û xwediyê wê ku kurdekî terhî[55]bû, girt. Birayê wî jî ji tirsa Ebû Şewk çû keleya ermeniyan û xwe tê de parast. Hingê bajarê Xolencanê[56]jî yê wan bû, Ebû Şewk rabû leşker şand ser wan jî lê leşkerê wî bi ser neket û ew bi paş ve zivirîn.
Dû re wî leşkerekî din hazir kir û di heman rojê de şand ku pêşîbirrê ji leşkerê wan bistînin. Ew di derkenarên herêmên ermenîyan de bihurîn, terşên wan talan kirin, kesên ku ketin ber wan kuştin û pê ve çûn heya ku gihan Xolencanê û wan ji nedî ve bi ser ve girt. Gelê bajêr ewleyî ji wan xwest, lê hêza pawandêr di keleya nîvê bajêr de xwe parast ku wan jî dora wê girt û di zilqadeya wê salê (430/1038) de dest danî ser wê.
Gelşa navbera Ebû Feth îbn Ebû Şewk[57]û apê wî Mihelhil[58]
Ebû Feth ibn Ebû Şewk li Dînewerê nazirê bavê xwe bû. Roj bi roj ew li wê derê bi hêz bû, çend keleyan zeft kir û aqarê xwe ji Xuziyan parast ku ji ber vê yekê jî wî xwe raserî bavê xwe dît. Di meha şabana sala 431/nîsana 1039an de wî avêt ser keleya kurdanya Bekûra[59]ku xwediyê wê winda bûbû û jina wî lê dinihêrt. Wê ji Mihelhil re xeber şand û jê hêvî kir ku ger ew zora Ebû Feth bibe dê keleya xwe bide wî.
Hingê birreke mezin ji leşkerê Mihelhil li hêla Samixanê bû, ew sekinî ta ku Ebû Feth ji keleyê fitilî, gava ew zivirî, hingê wî leşker li dora wê civand. Ebû Feth çû keleyê, Muhelhil jî xwe ji ber veşart û bi paş ve kişiya ku Ebû Feth jî da pey. Apê wî rabû pê re şer kir ta ku zora wî bir, ew dîl girt û xist hebsê. Ebû Şewk jî rabû leşker da hev û çû dora Şehrezorê girt, pişt re ber bi welatê Mihelhil ve çû.
Ji ber vê yekê nakokiya navbera wan dirêj bû, Mihelhil rik kir, di ber xwe da ta ku wî ‘Ela ud-Dewle îbn Kakewîh han da ku here ser welatê Ebû Feth.
Wî di sala 432/1040’î de dest danî ser Dînewer û Qermîsînê. Di pey de jî Ebû Şewkê [bavê Ebû Feth] çû Deqûqayê,[60]kurê xwe Sadî şand dora wê girt û li pey wî çû sûra wê neqeb kir. wan ew sitand, hinek ji bajêr xira kirin û cil û çekên kurdangiş ji wan sitandin.
Ebû Şewk şevekê li wê derê ma û dû re xeber gihîştê ku birayê wî Serxab ibn Mihemed[61]avêtiye ser hinek ji deverên wîlayeta wî. Ew ji Bendeniceynê[62]tirsiya, zû dageriya û meriv şand cem Siltanê Bexdayê Celal ud-Dewle[63]da daxwaza alîkariyê jê bike. Wî hêzekê jê re şand û ew ji bo parastina wî li cem wî man.
Mihelhil jî çû cem ‘Ela ud-Dewle îbn Kakewîh ku ji bo vegirtina keleya Sîrwanê[64]dijî birayê wî Ebû Şewk alîkarî bidê. Pişt re wî xeber şande cem ‘Ela ud-Dewle û diyar kir ku dê ew here cem Siltanê Bexdayê Celal ud-Dewle. (Li ser vê yekê) bi şertê ku Dînewer ji ‘Ela ud-Dewle re be ew pê re li hev hat û zivirî ve.
Ebû Şewk di pey de çû ser Şehrezorê, dora wê girt û di bihaneyên/biwaneyên ber bajêr de xirecir derxist. Wî dora keleya Bîzazşahê[65]jî girt lê Ebû Qasim îbn ‘Eyad[66]nehişt, wî ji ser rakir û pê re soz da ku kurê wî ji destê birayê wî Muhelhil rizgar bike. Ew ji Şehrezorê çû dora Sendeyê[67]ku di nav aqarê Ebû Şewk de bû.
Dema Îbn ‘Eyad ji bo lihevhatina birayê wî Ebû Şewk şand cem, ew pê re li hev nehat û Ebû Şewk jî ji Hulwanê çû Samixanê. Wî herêma Mihelhil giş talan kir, lê Mihelhil zûve ji ber reviyabû. Pişt re xelk ji bo lihevhatinê di nav wan de çûn û hatin haya ku Ebû Şewk ji ser Mihelhil rakirin.
Vegirtina Niyalê birayê Tuxrrul Beg bi ser Wîlayeta Ebû Şewk ve
Îbrahîm Niyal[68]bi emrê birayê xwe Tuxrul Beg[69]ji Kermanê[70]derbasî Hemedanê bû û wê zeft kir. Kirşasf/Gerşasp ibn ‘Ela ud-Dewle[71]gihîşt kurdên Cûreqanîû Ebû Şewk jî ku hingê li Dînewerê bû dev jê berda, çû Qermîsînê û Niyal/Yenal jî ew der tev zeft kirin. Ew li pey Ebû Şewk çû Qermîsînê ku Ebû Şewk jî ji wê derê rabû çû Hulwanê û dev ji leşkerê xwe yên deylemî û kurdên şadincanî giş berda. Niyal çû dest danî ser wê derê jî bi carekê û ew talan kir.
Di nav leşker de şer derket û peşkên wan çûn li Hulwanê gihan Ebû Şewk, ew rabû wî rahişt mal û eyalê xwe û ji wê derê bir keleya Seyrewanê. Dû re Niyal/Yenal derbasî Seymereyê[72]bû, wî ew jî vegirt, talan kir û êrîşî kurdên cînarê wê derê yên Cûreqanî kir ku ew jî têkbirin. Heçî Kirsaşf ibn ‘Ela ud-Dewle ku hingê li cem wan [Cûreqaniyan] bû, xwe avêt welatê Şehab ud-Dewle[73]û xelkê wê [Cûreqanê] jî li welatan belav bûn.
Niyal/Yenal di dawiya meha şabanê de gihîşt wê derê (Hulwanê), dest danî ser û bi xaniyê Ebû Şewk re ew der tev şewitandin. Birrek ji oxuzîyan[74]li pey hinek ji wan çûn, li Xaniqînê[75]gihîştin wan, ew talan kirin û ji wê rojê ve oxuzî li navçeyê belav bûn.
Ebû Şewk û birayê xwe Mihelhil ji hev re name rê kirin. Hingê kurê Ebû Şewk Ebû Feth di zindana Mihelhil de miribû, wî kurê xwe jê re şand û sond xwar ku ne wî ew [kurê Ebû Şewk] kuştiye. Ger bê îzbat kirin ku wî ew kuştiye, bira ew jî ji ber heyfa kurê xwe ve Ebû Xenaîmê [kurê Mihelhil] bikuje. Wî jî ev yek pejirand, pê razî bû û li ser xweparastina ji Niyal li hev hatin.
Hingê Ebû Şewk, ji bilî keleya Dorbelûnê,[76]dest danîbû ser hemî milkê birayê xwe Serxab û ji ber vê yekê jî ew ne li hev bûn. Serxab rabû çû Bendenecîynê ku hingê Sadiyê kurê Ebû Şewk lê dima, Sadî ji wir derket çû Ebleyê[77]û wî [Serxab] jî ew [Bendenecîynê] talan kir.
Mirina Ebû Şewk û desthilata birayê wî Mihelhil
Ebû Şewk Faris îbn Mhemed di sala 437/1045an de li keleya Seyrewanê mir û birayê wî Mihelhil ket şûna wî. Kurdan, berê xwe ji biraziyê wî Sadî îbn Ebû Şewk[78]zivirand û li dora wî civiyan; ew [Sadî] jî rabû çû cem Niyalê/Yenalê birayê Tuxrul Beg û welatê xwe pêşkêşî wî kir.
Dema Mihelhil piştî mirina birayê xwe [ew der] vegirtin, Niyal jî ku hingê ji Hulwanê çûbû, Bedir îbn Zahir îbn Hîlal îbn Bedir îbn Hesnewîh[79]danîbû ser Qermîsînê.
Mihelhil di sala 438/1046an de çûyê, Bedir reviya û wî ew der jî zeft kirin. Wî [Mihelhil] kurê xwe Mihemed jî şande Dînewerê ku hingê leşkerê Niyal jî li wê derê bû, wî zora leşkerê Niyal bir û dest danî ser Dînewerê jî
Destdanîna Sadî ibn Ebû Şewk ser aqarê malbata xwe ji bo selçûqiyan
Dema ku Mihelhil piştî birayê xwe Ebû Şewk bû mezin, hingê bi dêya Sadî re zewicî û wî hogirî xwe kir. Hingê kurdênşadincanî jî cira xwe jê re nexweş kirin û wî jî Sadî şand cem Niyal/Yenal. Ew çû li Şadincanê[80]giha wî û di sala 439/1047an de jî Niyal/ Yenal bi wan re leşkerê oxuziyan jî rêkir. Ew pêkve çûn, wan dest danî ser Hulwanê û li wê derê li ser navê Îbrahîm Niyal xutbe da xwendin.
Dû re ew ji wê derê vegeriya Mahideştê[81]û apê wî Mihelhil jî hima piştî derketina wî gihîşt Hulwanê, dest danî ser û xutbê ji ser navê Niyal birrî. Sadî ji wê derê dageriya ser apê xwe Serxab, êrîşî wî kir û koşka wî talan kir, ji wir jî bi hevalên xwe ve çû Bendenîceynê, nazirê Serxab girt û ew der jî talan û tajan kir. Serxab bi xwe hilkişiya keleya Dorbelûne û Sadî jî zivirî Qermîsînê.
Mihelhil kurê xwe Bedir şand ser Hulwanê û dest danî ser; Sadî jî rabû çû leşkerê ku pirên wan xuzî bûn da hev û careke din çû, wî Hulwan bi paş ve sitand û berê xwe da apê xwe Mihelhil. Ew li Tîranşahê[82]ku keleyeke Şehrezorê bû gihîşt wî, xuziyan wan herêmên din tev talan kirin, wî jî digel serdarê Niyal, Ehmed ibn Zahir[83]dora Tîranşahê pêça. Pişt re xuziyan Hulwanê jî talan kir û Mihelhil jî xwest ku here biraziyê xwe, lê ji wan westiya bû.
Di pey de Sadî bi şertê ku ew pê re here dora keleya Dorbelûnê ku Serxabê apê wî lê dima, bigire, Bendeniceynê da Ebû Feth ibn Darim/Weram[84]û ew bi hev re çûn ser wê. Riya wê pir asê bû, ew ketin geliyekî teng û jê derneketin. Sadî, Ebû Feth û giregirên din tev hatin hêsîr kirin, lê xuzî piştî ku dest danîn ser bendeniceynê dîsa zivirîn.
Karesata Serxab û destdanîna Niyal/Yenal ser hemî aqrê wan
Dû re gava Serxab kurê birayê xwe Sadî ibn Ebû Şewk desteser kir, hingê kurê Serxab Ebû Esker[85]jê hêrs bû û jê veqetîya. Jixwe hingê Serxab jî xuyê xwe ji kurdan re nexweş kiribû û gava ev jî qewimî ew li ser kom bûn, wan ew desteser kir û bir cem Niyal. Wî jî çavê wî derxist û doza berdana Sadîyê kurê Ebû Şewk lê kir ku Ebû Eskerê kurê wî ew berda, lê ew da sondê ku ji bo berdana bavê Serxabê wî bixebite.
Gava Sadî derket, gelek kurd li dorê kom bûn û ew jî rabû çû cem Niyal, lê ew jê tirsîya, berê xwe da Deskereyê[86]û ji bo têkeve ber fermana Ebû Kalîcar[87]jê re nivîsî. Dû re Ibrahîm Niyal çû keleya Kelcanê[88]û nehişt ew bên têkevin wê ku dû re ew jî rabûn çûn ser keleya Dorbelûnê û ew dorpêç kir, herweha hêzeke wan jî kişîya ser Bendeniceynê û ew talan kir. Ibrahîm jî rabû çû ew talan kirin, kuştin û yên ku desteser kirin jî sezayê mirinê da wan.
Hêzek ji wan çû ser Ebû Fetih [ibn Weram], ew revîya û xelkê xwe û malê xwe hişt, ew hilkişîyan ser û dan pey ku wî jî şerê wan kir û ew şikandin. Wî hawar xwest, lê hawar jê re nehat û ew jî derbas bû û ferman kir ku mal û eyalên wî dakevin hêla oxuzîyan.
Hingê Sadî ibn Şewk jî bi qasî du fersengan (12km) nêzîkî Bacisê[89]daketibû û oxuzîyan jî ji nedî ve êrîşî wî kir ku ew revîya û malê xwe hişt, oxuzîyan jî dest danî ser malê wî.
Wan ew dever û Deskere, Harûnîye[90]û Qesra Sabûr/Şahpûr[91]hemî talan kir û xelkê wan ji hev belav bû, yên ku hatin kuştin û niqo bûn, xeniqîn û gelek jî ji ber sermayê çûn helakê. Sadî çû xwe gihand Debalê[92]û ji wê derê jî çû xwe gihand cem Ebû Exer Dibeys ibn Mezyed[93]û li nik wî ma. Niyal jî çû keleye Sîrwanê dorpêç kir û zor dayê ku nijdeyên wî jî li welêt belav bûn û pê ve çûn heya ku gihan nêzîkî Tikrîtê.[94]
Dû re xelkê keleya Sîrwanê ji Niyal/Yenal ewleyî xwest ku wî jî dest danî ser wê û ser zexîreya Sadî ku tê de bû û yek ji hevalên xwe danî ser keleyê. Dû re xwedîyê keleya Sîrwanê mir û Niyal/Yenal jî wezîrê xwe şand ser Şehrezorê, Mihelhil jê revîya, pir dûr çû û wî jî dest danî ser. Her hingê spaha Niyal/Yenal dora keleya Hewazşahê[95]jî pêça.
Di pey de Mihelhil ji xelkê Şehrezorê re nivîsî da êrîşî ser oxuzîyên cem xwe bikin ku wan jî şerê wan kir, lê serdarê Niyal li wan zivirî û ew kuştin.
Pişt re oxuzîyên ku li Bendeniceynê diman çûn hêla çemê Selîlê[96]û şerê Ebû Dulef Qasim ibn Mihemedê Cawanî[97]kir ku wî ew şikandin, zora wan bir û dest danî ser tiştên bi wan re. Di meha zilheceyê de komek ji oxuzîyan çûn welatê Elî ibn Qasim[98]û ew der têk dan ku ew ketin tengavekê; wî jî êrîş bir ser wan û malê ku biribûn bi paş ve ji wan sitand.
Serdarê Niyal Ehmed ibn Zahir li dorpêçana Tîrazşahê/Tîranşahê ya li Şehrezorê domand heya ku ket sala çelî (440/1048) ku hingê du mirin di nav leşkerê wî de çêbûn. Wî ji Niyal hawar xwest, lê wî hawar jê re neşand û ew jî rabû çû Maydeşêrê.[99]Gava ev agah gihan Mihelhil wî kurekî xwe şand Şehrezorê ku çû dest danî ser û oxuzî ji Sîrwanê revîyan.
Spahên Bexdayê jî çûn Hulwanê û keleya wê xistin hesarê, lê wan ew venegirt, wan peymayên oxuzîyan talan kir û deverên ser wê wêran kirin. Mihelhil jî rabû çû Bexdayê û mal û eyalê xwe lê danî û kom û hêza xwe jî bi qasî şeş fersengan (36km) nêzîkî wê danî. Leşker jî ji Bexdayê çû ser oxuzîyên Bendeniceynê û bi oxuziyên lê re şer kir, lê oxuzîyan zora wan bir û hemî kuştin.
Agahên ser Mihelhil û Ibn Ebû Şewk yên mayî û vebirrîna desthilata wan
Dû re Mihelhilê birayê Ebû Şewk di sala çel û sisîyan (443/1051) de rabû çû cem Tuxrul Beg ku qedrê wî girt, qencî pê kir û ew danî ser mîrgehên wî yên Sîrwan, Deqûqa, Şehrezor û Samixanê. Ew ji bo birayê xwe Serxab xebitî ku di zindana wî de bû ta ku ew berda û şand ser keleya wî ya Mahikiyê.[100]Wî Radendebînê[101]jî bi mîrgehî da Sadî ibn Ebû Şewk, lê dû re di sala 446/1053an de ew bi hinek oxuzî ve şand herêma Iraqê ku li ser Mayideştê daket.
Ew ji wê derê jî çû ser Ebû Dilefê Cawanî ku ji ber revîya, lê ew gihayê, malê wî talan kir, pes ew bi xwe ji destê wî filitî. Kurapê wî Xalid[102]bi herdu kurên Me´en ibn ´Uqeyl[103]: Zerîr[104]û Meter re bû ku wî zaroyên xwe şand cem Mihelhil û gilîyên Sadî li cem wî kir.
Wî sozê destkeftinê da wan û ew ji cem xwe zivirandin, lê hevalên Mihelhil dijî wan derketin.
´Uqeylîyan jî rabû dest danî ser wan heya ku Mihelhil bi dana fidyê ew dan berdan û li ser girê ´Ukberayê[105]êrîşî ser wan kir, ew talan kirin. Dû re ew rabûn çûn cem Sadî ku li Samarayê[106]bû û wî jî da pey apê xwe Mihelhil ta ku zora wî bir û ew dîl girt. Wî kurê Mihelhil Malik[107]jî dîl girt, talanên ´uqeylîyan vegerand û zivirî Hulwanê.
Bexdad tevlîhev bû, li hev ket û spaha Melik Rehîm[108]civîya ku Ebû Exer Dibeys ibn Mezyed jî bi wan re bû û ji bo berdana bavê xwe ku li cem Sadî bû têdikoşa. Hingê kurê Sadî jî li cem Siltan Tuxrul Beg rehîne bû. Wî ji dêla Mihelhil ve ew da bavê wî Sadî û ferman lê kir ku Mihelhil berde.
Ev yek li zora Sadî çû, ew dijî Tuxrul Beg derket, bi ya wî nekir û rabû çû Hulwanê, tê de xwe parast û di navbera Reşqubad[109]û Berdanê[110]de çû û hat. Wî hemberîya xwe ya dijî Tuxrul Beg aşkere kir, ew zivirî ber fermana Melik Rehîm û Tuxrul Beg jî rabû spaha Bediribn Mihelhil[111]şand ser Şehrezorê. Gava wî serdarê Tuxrul Beg, Ibrahîm ibn Ishaq[112]li wê derê dît, yekser êrîşî ser kir û ew jî çû keleya Reşqubadê/Rûstuqbadê.
Bedir ibn Mihelhil jî çû Şehrezorê, Ibrahîm ibn Ishaq jî vegerîya Hulwanê û lê ma. Dû re di sala 446/1054an de Ibrahîm ibn Ishaq avêt ser Deskereyê, ew wêran kir û malê wê ji talanê re berda. Ji wê derê jî ew rabû çû Reşqubadê/Rûşenqubadê/Rûstuqbadê ku keleya Sadî bû û gencîneya wî jî lê û li keleya Berdanê bû. Sadî nehişt ew têkevê û wî jî deverên dora wê wêran kir ku bi vê jî ji her hêlê ve deylemî qels ketin.
Tuxrul Beg Ebû Elî ibn Ebû Kalîcarê[113]xwedîyê Besreyê bi leşkerên oxuzî ve şand ser Ehwazê[114]ku dest danî ser û oxuzîyan jî ew der talan kir. Xelk ji ber desteserî û talankirina wan têk çû û banga ser navê Tuxrul Beg jî her hêlên Bexdayê rapêçand, bi vê re kurd jî ji deverên xwe qut bûn û ketin ber hikmê Siltan Tuxrul Beg.
Jixwe dinya dem û dewran e ku herdem weha di nav merivan de diguhere û Xwedê jî desthilata milkê xwe dide kesê ku divê. Bêguman Xwedê xwedî warisê vê erdê û kesên li ser e ku çêtirîn waris e û tu kes nikare dijî fermana wî derkeve.[115]
Wergera ji erebî: Emîn Narozî
———————-
Not û çavkanî
[1]Christopher Toll, Den Arabiska Litteraturen, Norstedt & Söners Förlag, Stockholm, n. d., rûpel 9394.Ferdînand Tûlu, el-Muncid fî el-Luxe we el-E‘lam, Dar el-Me‘arif, Qahîre, 1960-79, çapa 7’an, beşa dîrok û agahan, rûpel 10. Pêşgotina ”el-Muqeddîme”yê, Dar el-Kîtab el-Lubnanî, Beyrût, 1965, r 1.
[2]Li gor Îbn Esîr ev ”Berzîkanî” ye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl fî et-Tarîx, Dar Sadir û Dar Beyrût, Beyrût, 1966, 8/705 (cild 8, r. 705) ku ya ratî jî ev e, çavkanîyên ber dest hemî navê eşîra wan berzîkanî didin. jixwe ji bilî Ibn Xeldûn hemî çavkanîyên cem min ku behsa hesnewîyan dikin wan ji hoza Berzîkanî hesab dikin.
[3]Li gor Îbn Esîr ”Sermac” e. bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705 û Sermac: keleyeke asê ye ku dikeve navbera Hemedan û Xûzistanê û di destê Bedir ibn Hesenwîyê kurd yê xwedîyê Şapûrxwastê de bû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/243.
[4]Li gor Îbn Esîr ”Berzîkanî” û ”Berzîniye” ye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705. Ev Berzîniye bavekik yan jî şaxekî eşîra berzîkanîya kurd ya mezin bû ku ew pismamê/biraxweyê bavikê mezin yê eyşanîyê berzîkanî bûn. Serê pêşî herduyan pêkve eşîrê û dû re jî dewletê digerand. Bnr. Li pêş li destpêka behsa Hesnewî; Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxi Meşahiri Kurd, Sirûş, Tehran, 1371, beş 2, berg 3, r. 41.
[5]Li gor Îbn Esîr ”ew serokê koma ‘Eyşaniye”, Eyşaniyan, bûye, bnr. Îbn Esîr,el-Kamîl, b. n., 8/705
[6]Dînewer: bajarekî ser bi welatê Çîyan ve ye û nêzîkî Qermisînê/Kermanşahê ye ku bi qasî sêduyê Hemedanê ye, devereke pir bi mêwe û çandinî ye û avên wê jî xweş in. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/616
[7]Hemedan:Hemedan ku bi maneya dildar e, navê mezintirîn bajarê Welatê Çîyan e, [ku berê ji bo Welatê Kurdan dihat gotin û navê wê yê kevn Ekbetan bûye]. Yaqût, Mu´cem,b. n., 5/471.
[8]Nehawend:bajarekî mezin yê Hemedana Îranê ye ku pêşiktirîn bajarê welatê Çîya ye û di nav wê de dizeke ava yî ecêb heye, bnr Ibn Esîr, b. n., 2/411, sal 21, not 1
[9]Samixan:wîlayetek ji yên Welatê Çîya ye ku dikeve ser sînorê Teberistanê, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 2/437, sal 22; li gorî Ibn Xurdazbe ev Samixan û Şehrezor û Derabaz di serdema wî de li ser Mûsilê bûne. bnr. Eb ul-Qasim Ebdullah ibn Xurdazbe, el-Mesalik we l-Memalik, Metbe´e Berîl/Dar Sadir, Leiden/Beyrût, 1889, r. 245; Ehmed ibn Yehya ibn Cabir Belazûrî, Fitûh ul-Buldan/el-Buldan we Fitûhuha we Ehkamuha, Mekteb el-´Esrî, 2008, Beyrût, r. 308.
[10]Azerbaycan:herêmeke mezin î fireh e ku gelek bajar û kele û deverên bi berhem digire nav xwe û pir bi bostan û av û kanî ne. Ew ji hêla Iraqê ve piştî [welatê] Çîya tê û ji rojava ve jî digihê Welatê Ermenîyan. Sînorê wê yê giştî ji rojhilat ve ji Berde´e dest pê dike û ji rojava ve jî digihîje Erzincanê û ji bakur ve jî digihê Deylem, Geyl/Gîl û Teromê ku herêmeke fireh e. Bajarên wê yên navdar ev in: Tebrêz ku serbajar û mezintirîn şarê wê ye, (lê berê Meraxe bû), Xoy, Selmas, Urmê/Urmîye/Ormîye, Erdebîl, Merend û yên din. Yaqût, Mu´cem,b. n., 1/155.
[11]Şehrezor: li gorî Yaqût eyaleteke fireh ya [welatên] Çîya bû ku dikeve navbera Erbîl/Hevlêr û Hemedanê û dibêjin ku Zorê kurê Dehak ew ava kiribû û navê xwe jê girtîye, xelkê lê hemî kurd in û niha bajarê wê Kerkûk e. Lê li gorî Mesre` ibn Hîlal jî Şehrezor navenda çend bajar û gundên wê herêma ku navenda wan Şehrezor e. Xelkê lê hemî kurdên mêrxas in ku zû bi zû serî ji siltan û xelîfeyan re danaynin û nakevin ber fermana desthilatdarên bîyanî û mîrekên ku ne ji wan bin jî qebûl nakin. Serbajarê wê di çolekê de ye û serek û desthilatdarên wan ji wan in. Petros Bûstanî, Daîret el-Me`rif, Dar el-Me`rîfe, Beyrût, b. t./n. d., 10/619; Yaqût, b. n., Mu´cem, 3/375; Niha ew li ser parêzgeha Silêmanîyê ya Başûrê Kurdistanê ye.
[12]Şadincan/Şazincan:Li gor Îbn Esîr ”şazincanî” ye, lê çapa A ”şawincan” e, û ya C, û P ”şadincan” e, lê li gorî M. E. Zekî ku ji Mesûdî vediguhêze, Şadancan e û navê eşîreke kurdan e ku mezinê wan Ebû Feth Mihemed ibn Enez/Enaz/Eyar xanedanîyek avkiribû. Ji bo agahên bêhtir, bnr. Ibn Esîr, el-Kamîl,b. n., 9/213, sal 405/1014; M. E. Zekî, b. n., 1/356.
[13]Li gor Îbn Esîr ”Deysem” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705. Ew Ebû Salim Deysemê Berzîkanî ye û nevîyê Xanem û yek ji mîrekên xanedanîya berzikanî bû ku midetê desthilata wî li Kasana/Qesnana herêma derbaseka Kermanşahê nêzîkî heya dema babayadigarîyan jî ajot. Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxu Meşahiri Kurd, 2/27; M. E. Zekî, b. n., 1/132.
[14]Li gor Îbn Esîr ”Qesan” yan jî ”Wesenan” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705
[15]Li gor Îbn Esîr ”Qesnan” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705
[16]Li gor Îbn Esîr ”Xanemàbaz” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/705
[17]Li gor Îbn Esîr ”Bi kevirên şehkirî” ye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 8/706.
[18]Rey: bajarekî navdar î bi darûber bû ku maka welatan û nîşana medenîyetan bû û bi qasî 27 fersexan/fersengan (162km) ji Qezwînê dûr bû; ew navenda welatê Çîya bû ku Tehrana niha ya paytexta Îranê gundekî girêdayê pê ve bû û bi qasî fersexekê (6km) nêzîkî wê bû. Yaqût, b. n., 3/132 û 4/58. Bi kurtî meriv dikare bibêje ku ew bûye Tehrana niha.
[19]Ibn Misafir: ewMihemed ibn Musafir e ku himdarê dewleta cestanî/custanî yan salarî yan jî misafirîyan ya hêla Teromê bû. Piştî ku temenê wî mezin bû û xûyê wî ji gel û spahê re nexweş bû herdu kurên wî di vê salê de dijî bavê xwe rabûn çawa ku Miskweyhi jî dibêje û ew di keleya wî de da asêkirin. Bnr. Ibn Xeldûn, b. n., 1/1314; Baba Merdûx Rûhanî, b. n., r. 51, not 1. Ibn Miskewîhi, Tecarib ul-Umem, Mektebe s-Seqafe d-Dîniye, Porse´îd/Misir, bê tarîx, 2/31-32, sal 330/941.
[20]Ebû Fedl îbn ´Emid:ew Mihemed ibn Hiseyn ´Emîd ibn Mihemd Ebû Fedlê (m. 360/970) wezîr bû û pêşewayekî nivîseran bû ku zanayekî mezin di zanînên felsefe û stêrnasîyê de û navdarê bi edîbî û namenivîserîyê bû. Wî wezîrîya Rikn ud-Dewleyê Biweyhî kiribû û sîyastmedar û agahdarekî pir hêja bû ku di zanîna desthilat, sîyaset û hezkirina ji zana û zanînê de şahên biweyhî gelekî jê sûd wergirtibûn. Çunkî ew yekî pirzana û pirhêl, xuyxweş, tevdîrgêr û serwextê bi karûbarê cengê û dorpêçanê bû jî. Gelek berhem, name, û honraweyên wî hene. Bnr. Xeyredînê Ziriklî [Zirkî], El-E´lam, Dar ul-´Ilm lil-Melayîn, Beyrût, 1998, çapa 13an, 6/98; el-Muncid fî l-E´lam, Dar el-Meşriq, Beyrût, 1986, r. 12.
[21]Adud ud-Dewle: Ew Adud ud-Dewle Fena Xwisro (m. 983) ibn Hesen Rikn ud-Dewle ibn Ebû Şuca´ Biweyh ibn Fena Xwisro bû ku Ibn Esîr malbata wan digihîne şahên sasanîyan. Ew kurê birayê navî yê Ebû Şuca´ Biweyh bû ku piştî bavê xwe dest danîbû ser desthilatê. bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/87, bûyerên sala sêsed û bist û yekê (321/933) yên ser desthilata biweyhîyan.
[22]Fexr ud-Dewle:Ew Fexr ud-Dewle Elî (m. 997) ibn Rikn ud-Dewle û birayê Adud ud-Dewle Fena Xwisro bû ku li Îran û Iraqê tev şerê birayên xwe Adud ud-Dewle û Mueyid ud-Dewle kiribû, lê ew piştî mirina herduyan hê keribû deshilatdarî bike. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 520.
[23]Ebû Necim Bedir: Ew Ebû Necim Nasir ud-Dewle Bedir (m. 405/1014-15) ibn Hesnewî ibn Hiseynê kurd bû ku di sala 369/979an de piştî mirina bavê xwe Hesnewî hatibû ser desthilatê û dest pê kiribû, sînorên dewleta xwe berfireh kiribû. Bnr. Ibn Esîr; el-Kamil, b. n., 7/388 û yên pey, sal 369; M. E. Zekî, Xulasetu tarîx il-Kurd we kurdistan:, wergera erebî M. Elî ´Ewnî, 1939, Misir, çap 2, 1963, Bexdad, 2/74; Merdûx Rûhanî, Tarîx-i Meşahiri Kurd,Sirûş, Tehran 1371, 2/41-42; D. Ferest Mer´î, Imarat ul-Kurdîye fî ´Esr il-´Ebasiyî s-Sanî, Spîrez, Dihok, 2005,r. 193.
[24]Mueyid ud-Dewle:ew Mueyid ud-Dewleibn Hesen Rikn ud-Dewle ibn Ebû Şuca´ Biweyh ibn Fena Xwisro bû ku ibn Esîr malbata wan digihîne şahên sasanîyan. Hê Adud ud-Dewle sax bû hinek dever dabûnê û piştgirîya wî dikir. bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, bûyerên sala 321/933 beşa destpêka desthilata biweyhîyan.
[25]Qabûs ibn Weşimgîr: Şems ul-Me´alî Qabûs ibn Weşimgîrê kurê Ziyar/Ziyad ku yek ji mîrek û serdarên zîyarîyan bû û di sala 366/976an de ketibû cihê birayê xwe Bîsetûn/Bêsitûn û bûbû desthilatadarê Curcan/Gurcan û Teberistanê û bi Hisam ud-Dewle re beşdarî destdanîna ser Curcanê jî bûbû. Wî bi rêya nîşanên stêran dîtibû ku dê kurê wî, wî bikuje lê texmîn dikir dê kurê wî Dara be, çunkî ew dijî wî radibû, lê kurê wî Minûçehr ew di sala 403/1012an de bir helakê. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 7/375, 8/75, sal 366/976, 403/1012; Ibn Kesîr, ´Imadu ud-Dîn Ebu l-Fîda Ismaîl ibn Kesîr, el-Bidaye we n-Nihaye, Daru Ihya ut-Turas il-Erebî, Beyrût, 1997, 11/263, sal 403/1012.
[26]Ew Samsam ud-DewleEbû Kalîcar Merzuban ibn Adud ud-Dewle (m. 388/998) ibn Rikn ud-Dewle bû ku piştî bavê xwe hatibû ser desthilatê, lê jê re li hev nehatibû, çunkî birayê wî Mişeref ud-Dewle zora wî biribû, ew avêtibû zindanê û herdu çavên wî derxistibû. Ew heya birayê wî Mişeref ud-Dewle mir jî di zindanê de ma, lê gava ji hebsê derket çendî ku kor bû jî xelk li dorê civîya û ew jî rabû çû Faris, dest danî ser Şîrazê, lê kurapê wî Ebû Nesir ibn Bextîyar dijî wî derket û dû re di sala 388/998an de ew kuşt ku hingê 35 salî bû. Bnr. Ibn Kesîr, el-Bîdaye, b. n., 11/246.
[27]Mişeref ud-Dewle: ew Mişeref ud-Dewle ibn Adud ud-Dewleyê Biweyhî bû ku piştî bavê xwe daketibû bexdayê, şerê birayê xwe Samasam ud-Dewle kiribû ta ku desthilatê jê sitandibû. Wî Samsam ud-Dewle girtibû, çavê wî derxistibû û ew avêtibû zindanê û heya mirina xwe li ser navê biweyhîyan li Bexdayê fermandarî kiribû. Bnr. Ibn Kesîr, el-Bîdaye, b. n., 11/246.
[28]Qermasîn/Qermîsîn/Kermanşah/Kirmanşah: herêm û bajarekî nêzîkî gundê Zibeydîyeyê ye û gund jî navê xwe ji Zibeydeya jina Xelîfe Harûn Reşîd wegirtîye ku wê qesrek û mizgeftek lê ava kiribû, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/375; Ebu l-Fîda, Teqwîm, r. 212-13.
[29]Nehrewan: sê Nehrewan hene: Nehrewana jorîn, ya jêrîn û navîn in ku wilayeteke fireh e û ji hêla rojhilat ve dikeve navbera Bexdad û Wasitê û çend bajarên wê yên navincî hene, mîna: Iskaf, Cerceraya, Safîye, Dêr Qunna û yên din. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/375.
[30]Siltan Beha ud-Dewle: ew Beh ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî (m. 1002) ye û siltanek ji yên biweyhîyan bû ku bi tehrîka wî Xelîfe Tai´i di sal 991ê de ji ser xelîfetîyê hat avêtin û li Mûsilê bi ´uqeylîyan re şer kiribû. Bnr. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 145.
[31]Ebû Cafer Hecac ibn Hurmizê (m. 400/1010) cihgirê Beha ud-Dewle yê Iraqê bû ku ew danîbû ser şerê ereb û kurdan û di dema ´Adud ud-Dewle de jî serdar û pêşengekî wî bû. Ew ji karûbarê şer û cengê re şareza û xurt bû û gelekî mêrxas, ramanrast, zihintûj û himetbilind bû ku dû re çû Ehwazê û piştî sed û pênc (105) salîya xwe li wê derê mir. Bnr. Ibn Kesîr, b. n., 11/258, sal 400/1010.
[32]Ew Ebû Ebas ibn Wasilê (m. 397/1006) bû ku xwedîyê Sîraf û Besreyê bû, lê serê pêşî li Kerxê xizmet dikir ku hingê ji hevalên xwe re digot ew dê bibe desthilatdar, lê hevalên wî pê dikenîyan. Dem û dewran derbasbû ew bû xwedîyê Sîraf û Besereyê û çû Bethaya Ehwazê jî ji Mihezib ud-Dewle Elî ibn Nesir sitand ku dû re Beha ud-Dewle zora wî bir û ew kuşt. Bnr. Ibn Kesîr, Bidaye, b. n., 11/254, sal 397/1006.
[33]Li gor Îbn Esîr ”Ebû Fetih îbn ‘Enaz” e. Bnr. Îbn el-Esîr, el-Kamîl, 9/214. Ev Ebû Feth Mihemed ibn Enaz di sala 381/991ê de li Hulwanê û herêmên dora wê desthilatadrîyekê damezrandibû ku piştî wî jî kurê wî Hisam ud-Dewle Faris Ebu ş-Şewk û birayê xwe Ebu l-Macid Mihelhil ew berfirehtir kiribûn û vê mîrnişînîyê heya sala 500-501/1106-1107an jî domandibû. Dû re piştî wan jî Şerf ud-Dewle Sa´dî ibn Ebu ş-Şewk Faris ibn Mihemed ibn Enaz hatîye ser hikim ku hinek xirecirên wî bi Ibrahîm Yenalê birayê Tuxrul Begê selçûqî re jî çêbûne. Bnr. Ferest Mer´î, Imarat, b. n., r. 343-421; M. E. Zekî, Xulase, b. n., 2/126-130; Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxu Meşahir-i Kurd, b. n., 2/199-103.
[34]Li gorî Îbn Esîr navê wî ”Îsa îbn şazî” ye, bnr. Îbn el-Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/215. Ew Ebû ’Îsa Şazî/Şadî ibn Mihemedê Kurd ku li gorî Ebû Şuca´ Ruzrawerî navê wî Ebû Îsa Saferî bû, ew katibê Nasir ud-Dewle Ebû Necim Bedir ibn Hesnewî bû û di bûyera navbera Ebû Cafer ibn Hurmiz û ´Emîd ul-Ciyuş de bi Bedir re çûbû ser hêzên ´Emîd ul-Ciyûş ku Ebû Feth Mihemed ibn Enazê kurd ê serekê eşîra şazincanîyan/şadincanîyan jî serdarê mezin yê spaha ´Emîd ul-Ciyûş bû. Ebû Şuca´ Ruzrawerî, Zeyla Tecarub ul-Umemê, b. n., 3/299.
[35]Elî ibn Mezyedê Esedî: ew Mîr Sin ud-Dewle Ebû Hesen Elî (m. 408/1018) ibn Mezyedê Esedîyê serdarê mezyedîyên xwediyê Hilleyê yê pêşî bû ku yekî mêrxas bû û bi ceng û bûyerên xwe yên bi dibeysîyan re dihat nasîn ta ku di sala 403/1013yan de Fexr ud-Dewle Biweyhî ew danî ser karûbarê cezîreya dibeysîyan jî lê xwe zêde li wê derê ranegirt û mîrîtîya wî jî hew li hawîrdorê Hilleyê ma. Bnr. Xeyredîn Ziriklî, E´lam, Dar ul-´Ilm lil-Melayîn, Beyrût, çap 13, 1998, 5/22.
[36]Rafi‘ îbn Me‘anê ‘Uqeylî:ew Rafi‘ ibn Mihemed ibn Me´an e ku mezin û serdarekî ´uqeyliyên ereb bû û xwedîyê deverên rojhilatê Dicle û keleyên Metîre û Beredanê bû. Ebû Feth çûbû xwe lê girtibû, çunkî gava Bedir ew ji Hulwan û Kermanşahê derxistibû wî jî xwe avêtibû cem Ebû Feth ibn Mihemed ibn Enazê Şazincanî/Şadincanî. Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1845
[37]Cenab: navê cihekî ye li erdê Kelbê Semaweyê ku dikeve navbera Iraq û Şamê. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/190.
[38]Cundeysabûr/Gundêşapûr: Bajarekî Xûzistanê ye ku Şahpûrê kurê Erdeşêr ew ava kirîye, Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/198.
[39]Li gor Îbn Esîr ”el-Madî” ye, bnr. Ibn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/ 214
[40]Li gor Ibn Esîr ”Esedabaz” e, ku bajarekî nêzîkî Hemedan, Qesr ul-Lusûs û Dînewerê ye û navê gundekî ser Beyheqa herêma Nîsabûrê/Nîşapûrê ye jî. Bnr. Ibn Esîr,el-Kamîl, b. n., 9/214; Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/210.ÎcarEsterabad: jî herêmeke mezin î navdar e ku li ser Teberistanê ye û dikeve navbera Sarîye û Curcanê/Gurcanê. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/207.
[41]Fexr ul-Milk: ew Ebû Xalib Mihemed ibn Elî ibn Xelef Fexr ul-Milkê (353-407/965-1016) Wezîrê Beha ud-Dewle ibn Adud ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî bû ku jê re Sîrafî jî dihat gotin. Ew li Wasitê bûbû û lê gihabû ku yek ji mezintirîn wezîrê biweyhîyan bû û piştî Emîd ul-Ciyûş bûbû desthilatdarê Iraqê jî. Herweha wî wezîrtîya Siltan ud-Dewleyê kurê Beha ud-Dewle jî kiribû, lê pişt re ji ber şaşîyeke wî ya mezin wî ew kuştibû. Bnr. Xeyredînê Ziriklî [Zirkî], El-E´lam, b. n., 6/274.
[42]Sabûrxwast/Şapûrxwast: devereke navbera Xûzîstan û Isfehanê ye, Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/167.
[43]Li gorî Ibn Esîr ”Hîlal li ser vê gotinê dikeve şubhê ku Ebû Îsa wî dixapîne û radibe wî dikuje, lê paşê poşman dibe”. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/215)
[44]Li gorî Ibn Esîr ”Çel hezar budre dîrhem û çarsed budre dînar bûn. Bnr. Ibn Esîr,el-Kamîl, 9/216. Budreyek dehhezar dîrhem e, yan jî kîsekî ku dehhezar dîrhem (dirav) tê de ne. Bnr. Mevlût Sarı, el-Mewarid Arapçe-Türkçe Lûgat, Bahar Yayınları, Istanbul, n. d., r. 79.
[45]Li gor Îbn Esîr ”Tahir” e. ku ya rast jî ew e. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/221
[46]Çendî ku Îbn Xeldûn di vir de ”ceyl” yanî esil, eşîr, grûp gotiye jî lê li gor Îbn Esîr ”cebel” yanî çiya ye û diyar e ku weha rasttir e jî, çunkî hem di paş de ev peyv careke din wek ”cebel” tê û hem jî ger ew ne ”cebel” yan jî ”cîbal” be hingê tu mane nade. Ji xwe Bedir jî navdarê bi nasnavê ”Mîrê Çiyan” e. Bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n., 9/218
[47]Li gor Îbn Esîr ”Hiseyn îbn Mesûdê Kurd” e, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl fî t-Tarîx, b. n., 9/218. Hiseyn ibn Mesûdê Kurd: ew xwedîyê devera Koş Xeda/Kosehda ber çemê Sefîdrûdê bû û hawîrdorên wê jî di destê wî de bûn. Mixabin ku me agahên berfirehtir li ser vî deshilatdarê kurd nedîtin.
[48]Li gor Îbn Esîr ”Kosehd” e, bnr. Îbn el-Esîr, el-Kamîl fî t-Tarîx, 9/218.
[49]Cureqan/Cûreqanî/Cûzeqanî/Cûzekanî: li gorî çapên Ibn Esîr: A ”Cûreqan” e, C, P, H û 1 jî Cûzeqan e, bnr. Ibn el-Esîr b. n., 9/248, not 5 û 9/351, sal 405/1014; li gorî M. E. Zekî jî Cûzeqan/Cûzekan e ku ya rastî jî ew e, çunkî hem navê gundekî Hemedanê ye û hem jî navê eşîreke kurdan e ku li kêleka Hulwanê dimînin, lê li gorî Mesûdî jî weke Ibn Xeldûn eşîreke kurdanbi navê Cureqan jî heye ku ev jî ew e . M. E. Zekî, Xulase, b. n., 2/83; Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/213; Mesûdî, et-Tenbîh we l-Îşraf, Dar ul-Mekteb el-Hilal, 1993, Beyrût, r. 96.
[50]Şems ud-Dewle: ew Şems ud- dewle ibn Fexr ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî bû.
[51]Li gor Îbn Esîr ”Lurî” (el-Lurî) ye, bnr. Îbn Esîr, el-Kamîl, b. n, , 9/213
[52]Birûcird/Birûgird: bajarekî navbera Hemedan û Kercê ye ku berê weke gundekî bû, lê dû re wezîrê Ebû Dulef ew kir bajarekî pir bi xêrûbêr ku mêweyên wî bo herêmên din dihatin şandin. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/480.
[53]‘Ela ud-Dewle ibn Kakewîh: Ew ´Ela ud-Dewle ibn Kakewî/Kakeyî Ebû Cafer Mihemed ibn Deşmenziyar ibn Rostem ibn Merzuban bû ku hîmdarê dewleta kakewîyên kurd bû û navê wê jî jixwe Dewleta Kakewî/Kakeyî bû. Ev desthilata kakeyîyan di sala 398/1007an de ji hêla ´Ela ud-Dewle Ebû Cafer Mihemed ve hatîye damezrandin û piçûk û mezin nêzîkî sedsalî li Hemedan, Rey û Isfehan û Yezdê hikim kirîye. Bnr. Merdûx Rûhanî, Tarîxu Meşahir-i Kurd, b. n., 2/105-110; Mehrdad Izady, Bir el-Kitabi Kurtler, b. n., r. 105; C. E. Bosworth, Islam Devletlerî, b. n., r. 225.
[54]Şems ud-Dewle:ew Şems ud-dewle Ebû Tahir ibn Fexr ud-Dewleyê Biweyhîyê desthilatdarê Hemedan û Kermanşahê bû ku di dema wî de xirecir derketibû û ji deshilatdarê Isfehanê Ela ud-Dewleyê Kakeyî alîkarî xwestibû û ew jî çûbû alîkarîya wî, lê dû re di sala 1023an de hikim jê sitandibû. el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 392.
[55]Kurdên terhî: ya rastî bi navê Terhî min eşîrek yan jî bavikekî kurdan nedît, lê li gorî Ibn Esîr ew kurdên qohî/qûhî/kohî ne, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/230, sal 430.
[56]Xolencan: navê cih yan jî aqarekî ye li Hindê, bnr.Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/465., li gorî Qezwînî gava meriv ji Şîrazê di rîya Babekê re here Kermanê navbera wan bîst ferseng (120km) e, bnr. Hemdulah Mistewfî Qezwînî, Nizhet ul-Qulûb, E. J. Berîl, Leyden/Holanda, 1913, 3/188.
[57]Ebû Feth îbn Ebû Şewk: Ibn Ebû Şewk nebîyê Ebu l-Feth Mîr Mihemed ibn Enazê/´Eyar e û kurê Mîr Ebû Şewkê Kurd e ku xanedaneke kurdî damezrandine û demeke dirêj li derûdorên Hulwan û Kermanşahê desthilatdarî kirine, çawa ku ji vê derê jî tê zanîn, bnr. M. E. Zekî, Xulase, b. n., 1/135
[58]Mihelhil: Ew Ebû Macid Mihelhil ibn Mihemed ibn Enaz/Enez bû ku piştî birayê xwe Ebu ş-Şewk Faris ibn Ebû Feth Mihemed ibn Enez/Enaz di sala 437/1046an de hatibû ser hikim, lê birazîyê wî Sadîyê kurê Ebû Şewk xwe bi maftirê desthilatê dît û li ber Mihelhil rabû da desthilatê jê bistîne ku ji ber vê jî serê Mihelhil û dilê wî bi desthilatê xweş û hêsa nebû. Bnr.D. Ferest Mer´î, Imarat, b. n., 385; Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxu Meşahir, b. n., 2/101; M. E. Zekî, Xulase, b. n., 2/128-29.
[59]Bekûra: li gorî Ferest Mer´î navê vê keleyê Bilwar e, ku ji navê xwedîyê keleyê yê kurd tê û dikeve deşta Mahideştê, lê li gorî M. E. Zekî ev bajarê Bêlewr bûye ku xanedanîya Mahideşt/Maydeşt mîrnişîniyekê lê damezrandîye û heya serdema Şerefxan jî maye ku heya hingê jê re Têlero/Tîlro jî hatîye gotin. Bnr.Ferest Mer´î, el-Îmarat, b. n., 373, not 4; M. E. Zekî, Xulaset, 2/427, not 3.
[60]Deqûqa/Daqûq: bajarekî navbera Erbil/Hevlêr û Bexdayê ye û navenda qezaya Deqûqayê (wîlayeta Kerkûkê) ye, el-Muncid fî l-E´lam, b. n., r. 279; Yaqût, Mu´cem,b. n., 2/523.
[61]Serxab/Surxabibn Mihemed: ew Serxab ibn Mihemed ibn Enazê hîmdarê xanedanîya enezîyan/enazîyan/eyarîyn bû ku piştî birayên xwe Ebû Şewk û Mihelhil xwestibû dest deyne ser deshilatê. Lê çawa ku dê ji jêr jî bê zanîn gîsinê wî û birazîyê wî Sadîyê kurê Ebû Şewk li hev qelibîn û bi hev ketin ta ku bû sedemê berdana desthilatê ji selçûqîyan re û dawî lê anîna xanedaniyê. Baba Merdûxê Rûhanî, Tarîxu Meşhiri Kurd, Sirûş, Tehran, 1371, 2/102.
[62]Bendenîceyn/Bendenîcan(Diyaleya niha): li gorî Hemzeyê Isfehanî ev navê devereke Iraqê bi navê Wendenîgan bû ku hatîye erebîzekirin. Ew herêmeke navdar e ji herêma Çîya ku dikeve hêla Nehrewana Sewada Iraqê. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/592.
[63]Celal ud-Dewle: Ev Celal ud-Dewle ibn Beh ud-Dewle ibn Biweyh û birayê Mişeref ud-Dewle Ebû Elîyê deshilatdarê ser Bexdayê bû ku gava di sala 416/1025an de miribû jî dîsa li Bexdayê li ser navê Celal ud-Dewleyê birayê xwe xutbe dabû xwendin. Bnr. Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1812.
[64]Sîrwan/Seyrewan: bajarekî herêma Masebzanê ye ku dikeve Welatê Çîya. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/296.
[65]KeleyaBîzazşahê: mixabin ku di çavkanîyên berdest de keleyeke bi vî navî nehat dîtin, lê bajarokek bi navê Bezaz heye ku di navbera Mezar û Besreyê de li ser kevîya çemê Meysanê dikeve ku dibe keleyeke wê derê be. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/486.
[66]Ebû Qasim îbn ‘Iyad: mixabin di çavkanîyên berdest de min bi vî navî kesî nedît, lê di Ibn Esîr de nêzîkî vî navî ´Ekbere ibn Ehmed ibn ´Iyad, Ebû Dilef Qasim ibn Mihemedê Cawanî û Elî ibn Qasimê Kurd hene, lê dibe ku ev apê ´Ekbere ibn Ehmed ibn ´Iyad be. digel vê jî dîsa min tu agahdarî li ser wan nedîtin. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 278, 282.
[67]Sende/Sinde: keleyeke asê ji yên herêma Çîya ye ku dikeve hêla çîyayên dora Hemedanê, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/304.
[68]IbrahîmNiyal/Yenal:li gorî Ibn Esîr Ibrahîm Yenal e ku rastîya wê jî ev e, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/270 û yên pey, sal 337/984. Ew Ibrahîm Yenal Begê birayêSiltan Mihemed Tuxrul Begê ji dê bû ku ne lawê Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak e. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/236, 257.
[69]Tuxril Beg: iehemed Tuxrul Beg (m. 455/1063) ibn Mikayil ibn Selçûq ibn Tuqaq/Tukak e ku piştî birayê xwe Dawid bi temamî bûye desthilatdar û bi pêş ketiye heya ku Faris, hinek ji Xorasanê û beşeke mezin ji Kurdistanê kêm zêde ketiye bin destê wî û pê ve çûye heya Iraq û Bexdayê û bûye siltanê Xelîfe ku payeya mizin ya piştî xelîfetîyê bû. Ew paşê ji bo ku kurek jê re bibe û bibe mîratxwirê Xelîfetîyê bi keça Xelîfe re bi zor zewicî, lê belav e ku xêlîya wê venekirye. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/236 û yên pey, 322, 357, 360.
[70]Kerman: wîlayeteke fireh ya navbera Faris, Mekran, Sicistan û Xorasanê ye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/515.
[71]Kirsaşf/Gerşaspibn ‘Ela ud-Dewle: ew ´Ela ud-Dewle Ebû Kalicar Gerşasp ibn ´Ela ud-Dewle ibn Mihemed bû ku li ser navê bavê xwe li Hemedan û Nehawendê hikim dikir û hingê bavê wî jî li Isfehanê bû. Gava Bavê wî mir û Zehîredîn Feramirz ibn Ela ud-Dewle ibn Mihemed hat ser hikim, wî mezinatîya birayê xwe Feramirz qebûl nekir û xwe desthilatdar ragihand. Bnr. Merdûx Rûhanî, TarîxuMeşahir, b. n., 2/105-110; Mehrdad Izady, Kurtler, b. n., wergera tirkî r. 105; C. E. Bosworth, Islam Devletlerî, b. n., r. 225.
[72]Seymere: devereke navbera welatê Çîya/[Kurdistan] û Xûzistanê ye û bajarekî Mihrîcan Qezeqê ye. Herweha navê devereke Besreyê ye jî ku dikeve ser devê çemê Me´qelê û navê çend gundan e. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/498-99
[73]Şehab ud-Dewle Ebû Fewaris Mensûr ibn Hesen: ew Şehab ud-Dewle Ebû Fewaris Mensûr ibn Hesen ibn Elî ibn Dibeysê Esedî (m. 450/1058) ye ku yekî mêrxas î jêhatî bû û xwedîyê Cezîreya Dibeysiyan ya nêzîkî Xuzistanê bû ku di sala 419/1028an de dest danîbû ser û heya mirina xwe jî lê mabû. Bnr. Ziriklî, E´lam, b. n., 7/299.
[74]Xuzî/oxuzî: êleke/qebîleyeke tirkan e ku di sedsala 9an de ji Asya Navîn ber bi rojava ve hatine û yek ji pêşdaketîyên wan jî bavê Ehmed ibn Tûlûn bûye. Bnr. el-Mincid fî l-E´lam, b. n., r. 506.
[75]Xaniqîn: bajarekî ku ji hêla Bexdayê ve dikeve ser rêya Hemedanê û navbera wê û Qesra Şêrîn gava meriv diçe hêla Çîya, şeş ferseng (36km) in û yek ji deverên Çîya yê nêzîkî Şehrezorê ye. Yaqût. Mu`cem,b. n., 2/389.
[76]Dorbelûn:Li gorî Ibn Esîr Derdêlewî/Dizdêlewî ye, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/272, sal 337/948, lê mixabin ku li ser yekê ji wan jî tu agah nehatin dîtin.
[77]Eble: devereke li ser kevîya Dicleya Besreyê û li goşeyê xelîcê ku diçe ser bajarê Besreyê, dikeve. Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/99.
[78]Sadî Ibn Şewk: ew Şerf ud-Dewle Sadî ibn Ebû Şewk Faris ibn Mihemed ibn Enaz/Enez e ku piştî bavê xwe xwestîye bê ser desthilatê, çawa ji vê derê jî tê zanîn, lê apê wî Mihelhil çendî ku bi xirecir be jî desthilatê nedayê. Lê belê piştî wî êdî ew hatîye ser hikim ku hinek gengeşeyên wî bi Ibrahîm Yenalê birayê Tuxrul Begê selçûqî re jî çêbûne. Bnr. M. E. Zekî, Xulase, b. n., 2/126-130; Baba Merdûx Rûhanî, Tarîxu Meşahir, b. n., 2/199-103; D. Ferest Mer´î, el-Imarat ul-Kurdîye, b. n., r. 403.
[79]Bedir îbn Zahir/Tahir îbn Hîlal îbn Bedir îbn Hesenwîh:piştî kuştina Tahir ibn Hilal ibn Bedir ya sala 406/1016an desthilata vê malbata kurd êdî ber bi dawî ve hat û qut bû, lê ev Bedirê kurê Tahir li dor sih sal pişt re derket holê. Çunkî di sala 437/1046an de Ibrahîm Yenalê Selçûqî ku hingê mezinê oxuzîyan bû desthilatdarîya Dînewer û Kermanşahê dayê û ew xwestiye ser desthilata Hulwanê jî ku hingê ya Mîrê Enazî Ebû Şewkê kurê Ebû Fetih kurê Sadîyê kurê Ebû Şewkê kurê Mihemedê kurê Enaz bû. Bnr. D. Ferest Mer´î, el-Imarat ul-Kurdîye, b. n., r. 217.
[80]Şadincan/Şazincan: Li gor Îbn Esîr ”şazincanî” yelê di çapa A de ”şawincan” e, û di ya C, û P de jî ”şadincan” e, li gorî M. E. Zekî ku ji Mesûdî vediguhêze jî Şadancan e û navê eşîreke kurdan e ku mezinê wan Ebû Feth Mihemed ibn Enez xanedanîyek avkiribû, çawa ku li vê derê jî tê gotin, ji bo berfirehî bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 9/213, sal 405/1014; M. E. Zekî, Xulaset, b. n., 1/356.
[81]Mahîdeşt/Mayideşt: kele û devereke hêla Xaniqînê ye li Iraqa niha, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/59.
[82]Tîranşah: Çendî ku di tekstê de Tîrazşahe, lê xwiyaye ku şaşîya çapê ye, rastîya wê weke me nivîsî Tîraşah e ku bajarekî herêma Şehrezorê ye, bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/76.
[83]Ehmed ibn Zahir/Tahir: Çawa ji vê derê jî tê zanîn ew serdarekî baş yê Ibrahîm ibn Yenalê Selçûqî ye, û li gorî Fehrest Mer´î jî ew zavayê wî bûye û navê wî jî Ehmed ibn Tahir e ne Zahir e, lê mixabin ku min agahên zêde li ser nedîtin. Bnr. Ferst Mer´î, Îmarat, b. n., r. 390.
[84]Ebû Feth ibn Darim/Deram: Ez bawer im ev şaşiya çapê ye, çunkî i Ibn Esîr Ebû Feth ibn Werame ku mezinê kurdên cawanî ye û ji wan re malbata weramî hatiye gotin. Çawa dixwiyê ev ew e, lê weke gelek navên cih û kesên din jî yan di çapê de yan jî di nav demê de hatiye guhartin ku di vê kitêba Ibn Xeldûn de berê jî gelek caran hinek tevlîhevîyên weha derbas bûn. Bnr. Ibn Esîr, el-Kmil, b. n., 8/361, sal 455/1063; Abdulreqîb Yûsyf, Dewlet ud-Dostikîye fî Kurdistan el-Wista, Kurd Press, Beyrût, 1996, 1/108.
[85]Ebû Esker: Enez Ebû Esker ibn Serxab ibn Mihemed ibn Enez/Enaz e ku ji bo desteserkirina kurapê xwe Sadî ji bavê xwe serxab hêrs bûbû û ji cem çûbû. Wî dû re hem kurapê xwe Sadî dabû berdan û lê xebitî bû ku bavê xwe jî bide berdan. Bnr. D. Ferest Mer´î, Imarat ul-Kurdîye, b. n., 389, 393.
[86]Deskere: gundekî mezin e li herêma çemê Melik li rojavayê Bexdayê ku berê bajarek ji avadanîyên kesrayan bû û xwedî sûr bû. Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/518.
[87]EbûKalîcar: Ew Imadedîn Merzuban (m. 449/1048) ibn Siltan ud-Dewle ibn Biha ud-Dewle ibn Add ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî bû ku di sala çarsed û sih û pêncan (435/1043) de li Îran û Iraqê desthilatdarî kiribû. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/262-64, 267-83; Ferst Mer´î, el-Imarat, b. n., r. 363, not 2.
[88]Kelcan: Li gorî Ibn Esîr Kelkane, û li gorî Rozbeyanî Keleken e, ku dikeve herêma Kermanşahê, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/277, sal 439; Ferst Mer´î, el-Imarat, b. n., r. 390, not 2.
[89]Bacis: Li gorî Ibn Esîr Bacisra ye ku bajarokekî rojhilatê Bexdayê ye û dikeve navbera wê û Hulwanê. Bnr. Ibn Esîr,el-Kamil, b. n., 8/277, sal 439; Yaqût, Mu´cem, b. n., 1/372.
[90]Harûniye: hem bajarekî piçûk yê nêzîkî Mereşê ye ku Harûn Reşîd ava kiribû û hem jî gundekî Bexdayê ye ku nêzîkî Şehrabanê ye û dikeve ser rêya Xorasanê. Yaqût, Mu´cem, b. n., 5/446.
[91]Qesra Sabûr/Şahpûr: herêm û wîlayeteke mezin e li erdê Faris ku li gorî Ibn Feqîh serbajarê wê Nûbendîceyn e û li gorî Beşşarî jî Şehristan e û li gorî Istexrî jî Sabûr/Şapûr bi xwe ye. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/188.
[92]Debal: li gorî Ibn Esîr Diyalaye, ku çemekî mezin e nêzîkî Bexdayê, jê re Çemê Aqûba yê mezin jî tê gotin, bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/278, sal 439; Yaqût, Mu´cem, b. n., 2/562.
[93]Ebû Exer Debeys ibn Mezyed:ewNûr ud-DewleEbû Exer/E´ezz Dibeys ibn Mezyedê Esedî (394-474/1004-1082) ye ku berî avakirina wê mîrê deşta Hilleya Iraqê bû. Piştî mirina bavê xwe ya sala 408/1017an bû desthilatdarê wê, lê gelek xirecir li ser derketin ku paşê Besasîrî piştgirîya wî kir û ew jê re ma. Dema nigên wî erd girt Besasîrî ew kişkişî ser ebasîyan kir û ji bo desthilata fatimîyên Misrê xebitîn ku di sal 450/1058an de wan pêkve êrîşî Bexdayê kir û xutbe li ser navê fatimîyan da xwendin. Lê hikmê wan dirêj neajot, çunkî Tuxrul Begê Selçûqî çû şerê wan ku Dibeys şikîya û Besasîrî jî hat kuştin. Di pey de Tuxrul Beg devera Dibeys dayê û heya mirina xwe jî lê ma. Bnr. Ziriklî, E´lam, b. n., 2/337. Li gorî Ziriklî ew Ebû E´ezz e, ne Ebû Exer, lê Ibn Esîr jî Ebû Exer dide, bnr. el-Kamil, 8/278, sal 439.
[94]Tikrît: bajarekî mezin e ku dikeve navbera Mûsil û Bexdayê û keleyeke wî ya asê hebû ku hêleke wê li ser Dicle bû. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 2/328, sal 16; Yaqût, Mu`cem,b. n., 2/45
[95]Hewazşah: ya rastî min navekî weha nedît lê li gorî Ibn Esîr Tîranşahe ku ya rast jî ew e, çawa ku li jor jî digel agahên ser derbas bû. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/277, sal 439.
[96]Selîl: navê gelî û newalekê ye [ku çemek jî tê de diherike]. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/275
[97]Ebû Dulef Qasim ibn Mihemedê Cawanî:Ew Nizam ul-Milk Ebû Dulef Qasim ibn Mihemedê Cawanîyê mezinê eşîra kurdên Cawanî bû û hingê xwedîyê dora çemê Selîl û hinek ji deverên Benedeniceynê bû. Ev eşîra kurdên Cawanî yeke kevn e ku hê Mesûdî qala wan kirîye û dibe ku xerakirîyê ji gavanî be, lê li gorî Minorsky hoza cafên neha berdewama wan in ku li herêma Silêmanîya niha dimînin. Ev kurdên Cawanî berê li herêma Hulwanê li ser rêya Xorasanê diman, lê piştî dijminîya navbera wan û enazîyan ew daketin deşta Hilleya mezyedîyan li Iraqê. Bnr. D. Ferest Mer´î, Imarat, b. n., 349, 393; Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1850
[98]Elî ibn Qasim: Ew Elî ibn Qasimê Kurdê xwedîyê herêmeke ku diket cihê bajarê Sûmara/Somara Îranê ya ser tixûbê Îraqê ku bi taybetî jî kakeyîyên keleya Mîrhacê doz dikin ku ew herêm ya bapîrê wan yê mezin Seyid Elî bûye. Bnr. D. Ferest Mer´î, Îmrat, b. n., r. 393, not 4 ku ji Rozbeyanî veguhastîye; Ibn Xeldûn, ´Iber, b. n., 2/1850.
[99]Maydeşêr: min devereke bi vî navî nedît, lê dibe ku ji Maydeştê xirab bûbe û agahên ser jî li jor bihurî.
[100]Mahikî/Mahekî/Mahkî: navê keleyeke ber sînorê Kermanşah û Helîlanê ye ku diket ber herêma eşîra kurdên Mahikîyên lekîyê lûrî. Li gorî A. Islamê Lek navê qebîleyeke kurdan e ku li dawîya başûrê iranê jê re ne fermî Lekistan/Luristan dihat gotin, diman û serê pêşî hejmara wan bi qasî sed hezarî (1000 000) bû ku deshilatdarên dewleta Zendî jî lek bûne. Bnr. M. E. Zekî, b. n., wergera erebî, 1/442; Ferest Mer´î, Îmarat, b. n., 399, not 1.
[101]Radendebîn: li gorî Ibn Esîr Rawendîne, lê bi rastî min cihekî bi vî navî nedît lê nêzîkî Qaşan û Isfehanê bi navê Rawend/Rehawend/Rewawend bajarokek heye ku li gorî Minorsky nêzîkî Nehawendê ye û dibe ew be. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/298, sal 442; Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/22; Ferest Mer´î, el-Îmarat, b. n., 398, not 8.
[102]Xalid: ev Xalid ibn Emer e ku xalê Sadî ibn Ebû Şewk bû, lê ew li ´Ekberayê li cem zaroyên Elî Ibn Meqenê ´Uqeylî: Zerîr û Meter dima. Bnr. Ferest Mer´î, el-Îmarat, b. n., 399.
[103]Me´en ibn ´Uqeyl:ev bavê Rafi´ ibn me´enê ´Uqeylî ye ku behsa kurê wî wî li pêş bihurî. Bnr. li jor nota 36an.
[104]Zerîr: Çendî ku li vir Wezîr bû, lê çawa dixwiyê dê şaş be, çunkî li gorî Ibn Esîr û Ferst Mer´î tev Zerîr e.Ferest Mer´î, Îmarat, b. n., 399, not 9; Ibn Esîr, el-Kamil, b. n., 8/310, sal 444/1052.
[105]´Ukbera: navê bajarokekî herêma Diceylê ye û bi deh fersengan (60km) nêzîkî Bexdayê ye. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 4/160.
[106]Samara: ew kurtkirina Surri Men Re`a ye ku bajarekî navbera Bexdad û Tikrîtê bû li ser rojhilatê çemê Dicle ku niha wêran e. Bnr. Yaqût, Mu´cem, b. n., 3/190.
[107]Malik: Ew Malikê kurê Mihelhilê kurê Mihemedê kurê Enazê Şanzincanî/Şadincanî bû, lê li ser desthilata wî me tu agah peyda nekirin.
[108]Melik Rehîm: ew Melik Rehîm Ebû Nesir (m. 440/1048) ibn Ebû Kalicar Merzuban ibn Siltan ud-Dewle ibn Beha ud-Dewleyê Biweyhî bû û deshilatdarê biweyhîyan yê dawî bû ku li Iraqê fermandarî kiribû. Gava siltanê selçûqî Tuxrul Beg daketibû Iraqê hingê dest danîbû ser û ew girtibû, bnr. Ferest Mer´î, Imarat, b. n., r. 400, not 10; Bnr. Ibn Kesîr, Bidaye, . n., 12/49.
[109]Reşqubad: li gorî Ferest Mer´î Rûşenqubad/Rûstuqbade, ku tesûyek ji tesuyên Kûfeyê ye û dikeve rojhilatê herêma Istana Şazqubadê û di navbera Bexda û Ehwazê de ye. bnr. Ferest Mer´î, Imarat, b. n., r. 404, not 8; Yaqût, Mu´cem,b. n., 3/90.
[110]Berdan/Beredan: li vê derê mebest jê gundekî bi heft fersengan (42km) nêzîkî Bexdayê ye û dikeve herêma Diceylê. Bnr. Yaqût, Mu´cem,b. n., 1/446-47.
[111]Bedran ibn Mihelhil: ya rastî ew Bedir ibn Mihelhil ibn Mihemed ibn Enaz/Enez e ku piştî kurapê xwe Sadî ibn Ebû Şewk hatibû ser hikim, di pey wî de jî kurê wî Ebû Fewaris Surxab ibn Bedir ibn Mihelhil bûye desthilatdar, lê di dema Surxab de, piştî sala 500-501/1106-1107an de êdî deng ji wan birîyaye. Bnr. Ferest Mer´î, el-Îmarat, b. n., r. 343-421
[112]Ibrahîm ibn Ishaq: Mixabin ku me di çavkanîyên berdest de tu agahdarî li ser vî serdarî nedît, lê çawa dixwiyê ev serdarê Tuxrul Beg serekekî deylemî bûye, lê bi hêza xwe ya deylemî ve ketîye ber xizmeta wî.
[113]Ebû Elî ibn Ebû Kalîcar: ew Ebû Elî ibn Imadedîn Merzuban ibn Siltan ud-Dewle ibn Biha ud-Dewle ibn Add ud-Dewle ibn Rikn ud-Dewleyê Biweyhî bû û birayê wî Melik Rehîm ibn Ebû Kalîcar xwedîyê Bexdayê bû û Besre jî di destê wî (Ebû Elî) de bû, lê birayê wî Melik Rehîm di sala 444/1052an de çû avêt ser û ew der jê sitand ku ew jî ji ber revîya çû xwe avêt tor û bextê Tuxrul Beg. Bnr. Ibn Esîr, el-Kamil,b. n., 8/304, sal 444/1052; Ferst Mer´î, Imarat, b. n., r. 363, not 2.
[114]Ehwaz/Xûzistan: navê kevnar li cem farisan Xûzîstan e, lê ereban ev navê Ehwazê lê kirîye û ji ber ku ji çend xûzan pêk tê û erebîya wê `hewza yanî kûran e, wan ew pirane kirîye û gotine E`hwaz. Lê ji ber ku “ح:h”ya erebî di fasrisî de tune wan ew dû re kirîye Ehwaz. Yan jî ji ber ku Xûzîstan navê hemî welatê xûzîyên ku li Xûzê dijîn bûye, ereban jî ew bi pirhejmarî kirîye Exwaz. Lê ji ber nebûna “x” di farisî de wan ew Ehwaz xwendîye û navê wê bûye Ehwaz jî, çawa ku ji Xûzê jî Xûzistan yanî welatê Xûzan pêk hatîy. Ebû Zeyd gotîye ku: ”Li Xûzistanê çîya û sîlekan pir kêm e û ew hevsînorê herêmên Tuster, Cindîşapûr/Gundê Şapûr û Îzec û Isfehanê ye. Yaqût, Mu´cem,b. n., 2/461-62 û 1/338.
[115]Ev ji kitêba ÎbnXeldûn ya Kîtab ul-‘Îber we Dîwan el-Mubteda’ we el-Xeber fî Eyyam il-‘Ereb we el-‘Ecem we el-Berber, Dar ibn Hezem, Beyrût, 2003, 1/1844-1850 hatiye wergerandin.