Kamil Geylanî, Wezîr es-Siccîn: Wezîrê Zindanê1
Beşa Yekemîn
1. Fermandarê Hindî
Di heyamek ji heyamê berê de fermandarekî Hindî yê pir sitemkar û dilqewîn jiyaye. Di wê demê de hinek walî û desthilatdarên gelek bajar û herêmên Hindê yên bi hezaran kes tê de jî serî ji vî zordarê xedar î torr re tewandine. Wan waliyan nikaribu ne ji gotina wî û ne jî dijî fermana wî derkevin.
Wî zorbayî ciqas ev sernermî û fermanberiya çavgirtî ji wan didîtiye hê bêhtir çavsor bûye û vê çavsorî û zordestiya wî jî ew zahftir ber bi çewtiyan ve biriye û her ku çûye zor û kotekîya xwe zêdetir kiriye.
Dem û dewranê wextekî dûr û dirêj destûr dayê û pê re rast hilaniye. Ji wê bonê jî di dilê wî de sewîriye ku ew ji çewtiyan berî ye; ew şaşî, qelpi û tewşiyên ku kesên din dikevinê ti carî nakeve wan.
2. Wezîrê Dadmend
Eger rewş sipartî wî torebazê terribî bûya, bêguman wê di demeke kurt de fermandariya wî bihejiya û textê wî bileriziya. Çunkî heçî dad e bingeh û asasê mezinatî û serektiyê ye, lê çêreya bitrî û terribînê jî wexm û xerabûn e.
Lê bele su´ûd û îqbala wî Fer¬mandarê zordar hebû ku wezîrekî wî yê dadmend î pêbawer bi navê Sîla hebûye. Li keleka wê dadmendiya xwe ew hem mehrîvan û hem jî dûrbîn bûye, pêşeroja xwe qenc didîtiye. Ew xwedî rayeke payebilind û tevdîreke rind î heja bûye, ji bextewariya gel û parastina welêt ji neyaran pê ve li tişekî din nefikiriye. Wî bi zîrekî û serwextiya xwe pûş bi zikreşî û ehmeqiya (bêhişiya) xwendkarî dakiriye û bi çeknasî û şarezayiya xwe jî bûye asteng ji bo hoviyên wî sitemkarî.
3. Dirustiya Wezîr
Fermandar bi çêyiya wezîrê xwe dizanibû; wî ji bo çareserkirina gelşên dewletê rastiya tevdîr û ditinên wî yên qedirbeha didît. Ji wê bonê jî wî pir jê hez dikir û baweriya xwe pê dianî; ew timî bi wezîr dişêwîrî, qenc lê guhdarî dikir û nedida ser gotina wî. Ji bo vê yekê padîşah gelek perû û diyariyên heja jî dabûnê. Gel bi xwe jî li ba xwe cihekî bilind dabû wezîr û dirustî û dad¬mendiya wî û xuyên wî yên esilzadeyî bi qenctirîn pesnî dipesinand.
4. Şîretên Sîla
Di dawîya rojên xwe de Siltan serê xwe qenc tevlîhev kiribû û hovîtiya wî hê zedetir lê zor kiribû. Ji ber wan kirinên wî yên kirêt û kotekiyên wî yên zahf, Wezîr jî jê westiyabû û hew dikaribû pê re bidomîne. Wezîrê me bi jîrî û nêrîntûjiya xwe encama çewtiya wan zagonên zordariyê yên nû ku padişah fermana derxistina wan dabû, qenc dîtibû. Ew bêgav mabû ku serwerê xwe bi wan tadeyî û encamên pîs ku ew bi nik xwe ve dikişandin, bihisîne.
5. Xezeba Zordarî
Wezîrê me bi şîretên xwe yên rast, çewtiyên serwerê xwe her diyar dikir û ji raçavkirina wan dûr nediket, ta ku carekê kerba wî ya mezin rabû. Wî bi cezakirina sezayê herî giran gef li wezîrî xwar ku divê ew kêmasî nexe pêkanîna daxwaziyên wî û gefa xwe weha bi dawî anî:
– Pewîst e tu her daxwaziya min bi cih bînî û bê ser û çav di ber emrê min de bî; ger na nexwe te xwe ji bo kîn û xezaba min çikandiye.
Wezîr rastiya gef û gurrên mezinê xwe qenc dizaniya û dîsa wî zanibû ku xwendkar di bicîanîna kotekiyên xwe de qet dudiliyan jî nake. Lê tevî vê jî wî zanibû ku ketina nav fermanên padişah ên tadeyî û zordestiyê wê bibe sedemê derbaskirina temamê jiyana wî di dilêşî û poşmaniyê de. Heya ku sax be dê wijdanê wî biêşe û dê wî bi erçiqîne; ji vê bonê jî ew rabû wî di şûna jana dil de mirinê ji xwe re hilanî.
6. Çavtirsandina Paşî
Ji ber rik û serhişkiya wezîr hêrs û xezeba padişah jî bêhtir bû û qîrek da nobedarên xwe. Bi qîra wî re ew bi lez hatin û li ber pate birin, piştre padişah li wezîr fitilî û bi gef bala wî kişand:
– Ez a niha berî perçiqandinê fersenda dawî didim te. Lê ku ev keysa dawî jî ji destê te bifilite êdî tu qet yeke weha nabînî. çunkî çendî ku tu li vê rika xwe bikudînî tu dê mirinê bi çavê serê xwe bibînî. Niha êdi bêje, ma tu pêkanîna her daxwaziya min dipejirînî yan na? Wezîr Sîla serê xwe bi rik û hêrs ji bo nakirina fermana serekê xwe hejand û rakir. Hingê Sultan jî di cih de li pasvanan kire qêrîn û got:
– Bi lez werin vî xayinî bigrin û biavêjin birca bilind ya telefbûnê. Da ku ew li wir, di bin kelekel û qêleqija germa tavê de rojên xwe yên dawî bê nan û av derbas bi¬ke û cezayê vê serhişkiya xwe bi mirina ji tî û birçîna bide.
7. Heyrîmayina Parêzgeran
Parêzger li ser vê rewşê şaş û mat man; wan nizanibû ka wê çi bikin û ji wê bonê jî ew hêdî hêdî û dudil ber bi wezîr ve çûn. Wan cihê wezîr ê giring dizanîbû û ji bîr nekiribûn ku wî bi salan, li ser navê Siltan, fermandariya welêt kiribû û piştî Xwendkar di bajêr de, ew mezintirîn mirov bû. Her weha wan dadmendi¬ya wî ji gel re û mihrîvaniya wî ji bo qels û tawanbaran jî qenc dizanî, ji ber vê yekê jî yekî ji wan nediwêribû destê xwe bide wî û nedixwest ku bi ser ve jî herin. Lebelê wezîr bi gotineke aramwarî ew ji wê şaşî û dudiliyê rizgar kirin û ji wê keser û kedera di dilê wan de jî filitandin:
– Gelî qencên pêbawer, qet paxava mekin, xwe neêşînin û bira dile we jî neqilqile! Bêşik ez we ji bo girtina xwe bêgav nahêlim. Ji bo pêkanîna vîyana mezinê me Siltan, va ye ez bixwe di pêşiya we de diçim birca telefbûnê.
Piştre wezîr di nav milên pasvanan de ji dîwana Siltan derket, bi aramî û dilbicih li pêşiya wan bêrawestan li meşa xwe domand û bi serbilindiyeke bi rumet kişîya. Dilê wî, piştî pêkanîna erka xwe, bi awayekî baştirîn tije kêf û şadî bûbû.
Beşa Duyemîn
1. Mêrxasiya Sîla
Wezîr Sîla, ji tadeyiyên ku di birca telefê de li peşiya wî bûn haydar bû û ew ji mirin û nefilitîna temamê kesên ku divê bircê de hatibûn zindankirin ne bêagah bû. Ew ji nêzîkiya ecelê xwe û zûçûyina bi bal dinya wî alî ve qenc dilbicih bû. Hem wî qenc zanîbû ku ew bes yan mirî ji wîr derdikeve yan jî bi saxî di wîr de tê veşartin. Lê belê tevî vî awayî jî, wî tiştek ji tirs û bihta xwe nîşan neda; belkî hê bêhtir bi semax û aramî xwe spart emir û fermana Xwedê.
2. Jina Wezîr
Wezîr demeke dûr û dirêj li ser sawîr û talûkeyên pêşiya xwe fikirî; paşî hişê wî feneke wer hêja ku mîna tîrêjeke rohniyê leylan dida, anî bîra wî. Wî qenc bawer kir ku ger ew di vê gerrefena xwe de bi ser keve dê ew ji wan xeterên vê birca bêoxir bê parastin. Ji bo pêkanîna vî pilanê baş î hêvîdar jî ji jina wî çêtir tu hevalekî wî yê pêbawer tunebû. Yek ji nobetdaran bi dilxwazî fermanberiya Wezîr kir û jina wî ji buyerê xeberdar kir. Çi gava şev reş bû û tarîtiyê konê xwe veda, pîreka Wezîr hahakê derket û bi lez xwe gihand ber sura bircê.
3. Axaftina Mêr û Jinê
Gava çavên Sîla ji jor ve bi jina wî ketin silav lê kir; wê jî silava wî vegirt û bi dengekî nizim û bi dilekî xemgîn jê pirsî:
– Ma gelo tiştekî ku ez karibim ji bo te bikim tune?
Wî jî bi dengekî hê nizimtir minemin kir:
– Lê çawa! Tu karî ji min re karekî pir hêja û bi qîmet bikî; lê belê ji bo biserketin û temambûna kefteleft û têkoşîna me divê ku tu aramiya xwe biparêzî û xwe bispêrî Xwedê. Nebî nebî dudiliyek here ba dilê te, lewra bêhêvîtî û dudilî rêya perîşanîyê ye û aramî jî kilîla felatê (sebir fereca xêrê) ye.
4. Alavên Rizgariyê
Wê [jina Wezîr] bi dengekî mîna piste pist jê re got:
– Tiştê tu bivêyî ferman bike, ez lê guhdar û fermanber im. Piştî vê peyvê Sîla jê re weha got:
– Tu bi lez vegere mal û van tiştên ku ez ê bêjim ji min re bî¬ne:
1. Pêşî kêzikeke gûgerîn a mezin
2. Şêst metre ji tayikê zirav ê hevrîşim ku badekên wî ji yê konikê pîrê stûrtir nînbe
3. Şêst metre jî ji tayikê zirav î zexmristî;
4. Şêst metre jî ji qinapê qalind û qencbadayî
5. Werîsek ji yên stûrê herî qewî û saxlem ku giraniya gewdeyê min ragire û nêqetandin, ji min re bîne. Daxwaziya min a şeşan jî dilopek hinguv e, ev ya dawî ye, lê giringiya wê jî ji ya wanên min got kêmtir nîne.
5. Dawîya Xeberdanê
Jina wezîr guhê xwe lê tapêl kir û qenc li gotinên wî guhdarî kir; gava wî peyva xwe qedand, wê gotinên wî yek bi yek lê wekiland da ku rastbihîstina xwe esyî bike. Wê diva ku jê bipirse ka ji bo çi wî kêzika gûgerîn xwestibû û dilopa hinguv dê bi kêrî çi bihata, lê Wezîr gotina wê birrî:
– Xwoşewîsta min, ji vêga û pê ve yek deqyeke din jî bi tiştê bêkêr nebihûrîne, hema zû vegere mal û alavên min xwestî bighîne ber destê min! Bi qandî çavniqînekê jî wextê me yê beyhûdebihartinê nîne. Tu wer hesab bike ku ez ê rojeke din jî li vir di bin mişraqa vê tava tûj de bê nan û av biminim û eziyet bikêşim. Baştir e ku tu hima bi lez bifitilî mala xwe û daxwaziyên min bînî cih! piştî kêlîkeke din tu dê bikêrî û bêkêriya wan bi çavên serê xwe bibînî û fam bikî.
6. Vegera Jinê
Jinikê dijwarî û tengayiya ku mêrê wê tê de bû û tadeyîya ku wî dikişand, his kir û ji wê bonê jî piçekî jî dema xwe vale derbas nekir û hahakê ber bi mal ve lezand. Wezîr Sîla jî bi sebir û aramî li benda vegera jinê di cihê xwe de rawestiya.
Ji bona biserketina pilanê wî di dilê wî de, hêvî û dilxişûşiyê gelek di ber hev de didan. Bê guman ew bawer bû ku kirina yek şaşiyeyeke piçûk jî têra têkbirina pilan û bêencamiya ewqas xebat û keftelefta wan dikir. Belkî hebû ku yek ji wan yan jî herdu ecêbgerandî jî bibûna.
Beşa Sisêyan
1. Li Qûntara Bircê
Jina wezîr berdestê sibê vegeriya û giha qûntara bircê. Çawa Wezîr banga wê ya nizim û dengê wê yê henûn bihîst pêre pêre ji serê tepika bircê bersiva wê da. Ji ber kêmiya wext wezîr nikaribû pilanê xwe bi tevayî jê re hurgilî bike; di şûnê de ew rabû wî zû, hê ku sibe rohnî nebûbû, beş bi beş dest bi gotin û pêkanîna pilanê xwe kir.
2. Pozê Kêzika Gûgerîn
Pêşî wî ji jinê re weha got:
– Tu kêzika gugerîn bi serê tayi¬kê hevrîşim yê mîna konikê pîrê ve girêde û piştre dilopek hinguv berde ser pozê wê.
Dema wê ev tişt kir wezîr weha domand:
– De îcar kêzikê deyne ser dî¬warê bircê û berê wê bi jor ve bide. Kêzik bê ku zanibe hinguv bi bêvila wê ve ye, dê bihna hin¬guv bike û guman bike ku li ser serê dîwêr kewareke hinguv heye. Ji ber vê yekê jî dê ew, bi hêviya gihîştina cihê hinguv hin bi hin bi jor ve hilkişe, lê bikudîne û qet ranaweste heyanî bigîhije serê bircê.
3. Li Ser Dîwarê Kelê
Xanima Wezîr fermana wî bi cih anî; belê texmina Sîla rast derket, kêzik bi dîwarê kelê ve hevraz bû û hilkişiya. Gava wî weha dît li peyva xwe weha domand:
– Ez hêvîdar im ku tu tayik jê re sist bikî û rihet li pey wê berdî, da ku ew xweş li dû wê we¬re. Çunkî erke barê wê giran bibe dê wê ji gihîştina jor biewîqîne. Jibîr neke, bi seriyê din yê tayikî bigire da ku planê me ji hev nepeşkile û hêviya me ya rizgariyê qut nebe.
4. Li Ser Serê Bircê
Kêzika gûgerîn heyanî ku gihîşte ser tepika bircê jî ji hilkişîna xwe qet ranewestiya. Ew tam li ber serî bû gava beysusiyên pêşî yên rojê avêtin jora esman û nişanên berbangê xwiya bûn. Ji xwe tu ji kêf û şahiya wezîr Sîla û dilxweşiya wî ya bi wê serkeftin û xwegihandina kêzikê ya serê bircê pirsê meke! Digel wê kêfê jî wî piçek ji wextê xwe vale berneda, bi destê xwe rahişt kêzika gûgerîn û piştre jî ji jina xwe re got:
– Hevalê niha jî lez bike zû tayikê pembû bi yê hevrîşim ve girêde!
Çi dema wê ew girêda Wezîr tayê hevrîşim jî ji nerma xwe ve kişand ta ku bi serê tayê pembû jî girt. Piştre Sîla got:
– Vêga jî wî benê qalind bi serê tayê pembû ve girêde.
Dema ew daxwaza wî jî hat cih wî rabû tayê pembû jî bi bal xwe ve kişand ta ku benê qalind jî zeft kir. Hê nû jina Wezîr daxwaziya wî fam kir û berî gotina wî werîs jî bi paşiya qinap ve girêda. Sîla bi lez wî jî kişand ta ku bi serê werîsê zexm jî girt. Piştî vê biserketin û bidestxistina amûretên rizgariyê rûyê wî ji kêfa geş bû, lê vê kêfa wî tiştek ji aramî û semaxa wî, ji giramî û encambîniya wî neguhart. Wî hahakê werîs bi serê kelê ve girêda û piştre ji bo sehîtî û saxlemiyê bi şid kişand. Ji bo ku dilê wî li ser fetl û badekên wî, li ser ragirtin û zexmiya wî û li ser mehkemiya girêkên wî qenc têkeve cih, careke din giranîya xwe berda ser werîs.
Paşê wezîr baş bi werîs girt, hêdî hêdî xwe pê ve berjêr kir û xwe xuşikand heyanî lingên wî gihan erdê û gavê pêşî yê azadiya wî bi paş ve jê re anî. Xweşî û bizdekê bi hev re jina wezîr girt, ew ji kêfa kelogirî bû, îske-îskeke girinê û hîqîna kêf û şahiyê di dengê wê de tevlîhev bûn û ketin gewriya wê. Ew ber pê ve çû, wî qepaçe kir û ji kêfa jî hem dikeniya û hem jî digiriya.
Jin û mêr ji bo ku roja xwe bi ewleyî lê derbas bikin û gava bû şev û tarî kete erdê jî birevin herin welat yan jî bajarekî din û li wê derê dest bi jiyaneke hêsa û nû bikin, hahakê bilez xwe avêtin şikefteke nêzik ku diket wî çiyayê bin guhê bajêr.
Dawiya Cirokê
1. Xewna Siltan
Ey hevalê xwoşewîst heçî Siltanê heyrîmayî bû, buyerên ku qet di dilê te de jî nedisêwîrîn hatin serê wî. Xem û keder pirr lê giran bûn û kul û derdan bandoriya xwe berd ser ta ku ew poşman bû bê çima li zindankirina wezîrê xwe lez kiribû. Ew baş têgihîştibû ku piştî windakirina wezîrê jîr û zîrek ew ji heqê siyasetmedariya welatê xwe û ji ber barê serkeftinên dijminên der û dorên xwe tu cari nayê der. Ew ji kirinên xwe covan bû û ji ber vê yekê jî heyanî berdestê sibê xew nekete çavên wî.
Nêzî berbangê gava xeweke sivik kete çavên wî û ew xirmaş bû, wî di xewna xwe de dît ku kêzikeke gûgerîn î piçûk bi dîwar ve hilkişiya jor. Ew kêzik di nav tayik û werîsên dirêj yên pembû û hevrîşim de pêçayî bû û bêrawestan hin bi hin berjor hilkişiya heya nêzîkî ber serê dîwarî bû.
Piştre kêzikê li ser dîwêr xwe weşand û barê xwe yê ben û werîsan li wê derê danî. Ji wan ta û werîsan hevokeke xetxweş î hişmetkarhiştî hate pê. Wî (padişah) ew hevok xwend ku weha digot: ”Bingeha samanî û serweriyê dadmendî yê”. Di pey de wî li pêşberî xwe nihêrt, dît ku wezîrê zindankirî li ser textê wî runiştiye.
2. Di Birca Telefbunê de
Siltan bi tirs ji xew veciniqî û bi wê tirs û bihtê jî qîr da nobedarên xwe, li wan ferman kir ku derê bircê jê re vekin. Bi vebûna derî re şah bi lez kişiya serê bircê; di rê de ew rastî kêzika ku di xewna xwe de dîtibû, hat û ricfekê ew girt; vî alî wî alî ew li wezîrê girtî geriya, lê nedît.
3. Dawiya Zordarî
Gava hima weke niqîna çavekî berê wî zivirî aliyê bircê çavê wî bi werîsê serê sertûma bircê ve girêdayî û bi xwar ve daleqandî ket. Wî ji bo sexîkirina rastiya bûyerê bi lez û bê hizir ber bi serê şerefîka keleyê ve bazda. Gava ew weha bê ser û çav çû, nigên wî şimitîn û terayî binê bircê bû û kete xwar.
4. Dilxweşiya Gel
Piştî demeke kurt, nûçe weke birûskekê li her aliyê bajêr di nav xelkê de belav bû û her kes bi vê bûyera xweş hisiya. Wan hema li wê derê pêre pêre wezîr Sîla ji xwe re xwendkar diyar kir. Giregir û mezinên bajêr hemî bi felata ji vê pêla xedar pir dilşad bûn û ji bo pêkanîna viyana gel û biryara wan civiyan.
Wan ji bo dîtina wezîr qasid û peyambirên xwe şandin her aliyên bajêr, lê wan tu saloxekî jê hilnanî û êvarê ew bêhêvî û destevale bi ser wan ve vegeriyan.
5. Siltanê Nû
Herçî wezîr Sîla bû, heya ku tarîtiyê xwe baş berda erdê jî di şikefta xwe de ma. Paşê ew û jina xwe ji şikeftê derketin da ku birevin û herin li welatekî ewletir bi cih bibin. Gava ew derketin û dengê kêf u şahiya xelkê bi awayekî nû bihist, ew gelekî şaş bûn û jinikê rabû ji bo eseyikirina bûye¬rê, ji zilamekî ku li wan deran digeriya, sedemê wê şahiyê pirsî. Wî mirovî ew nasnekir û bûyerê ji serî heya binî tev jê re gilî kir.
Piştî vê gotinê wezîr Sîla hahakê bi lez berê xwe da qesra Siltan. Çawa giregir û berpirsiyarên welêt û dewletê ew ditin bi lez û bez bi pêşiya wî ve kişiyan û bi dilekî xweş ew piroz kirin.
Ji wê rojê û pê ve Wezîrê zindanê bû siltan û xwendkarê welêt.
Wergerana ji Erebî: Emîn Narozî
– – – – – –
[1] Ev çîrokeke hindî bû ku bo erebî hatibû wergerandin û min jî ew ji erebî wergerande kurdî. Bnr. Kamil Geylanî, el-Wezîr es-Siccîn, Dar el-Me’arif, Misr, 1990.