Çend gotin li ser naveroka vê babeta balkêş ya vê kitêba Dr. Ehmed Mehmûd Xelîl ku bi rastî kitêb hemî jî xwedî naverokeke xurt î hêja û têrûtije ye. Lê sedemê hilbijartina min ji hemiyî ya vê beşê balkişandina ser agah û gengeşeyên tevlîhev yên xwedest ji bo nîjad û eslê kurdan e. Bêguman ev […]
Dewleta Merwaniyan ya kurd
Destpêka Dewleta Bad û ya Merwaniyan li Mûsilê (Ji Tarîxa Ibn Xeldûn)[1] Ji xwe me li pêş bihurand ku Adud ud-Dewle[2] di sala 367/977an de avêtibû ser aqarêhemdaniyan[3] û dest danîbû ser Mûsilê. Herweha wî di sala 368/978an de jî avêtibû ser erdê bin destê wan yên din jî, mîna Diyarê Mudirr,[4] Meyafarqîn,[5] Amed[6] […]
Kurd di Mesalik ul-Ebsara Îbn Fedlullah el-´Umerî (1301-1349) de
Şehab ed-Dîn Ehmed Ibn Fedlullah el-´Umerî (1301-1349) vê berhema xwe ya berfireh ya bi navê Mesalik el-Ebsar we Memalik el-Emsar[1] nêzî 650 sal berê weke ansiklopediyeke wêjeyî, dirokî, erdnigarî (coxrafya), dinî, zagonî (qanunî) siyasî û bireveberî nivîsiye. Şehab ed-Dîn Ehmed, piştî derketina ji zindanê û mirina bav û birayê xwe ketiye cihê wan û bûye […]
Dewleta Hesnewî ya Kurd
Îbn Xeldûn (1332-1406) Ebdurehman îbn Xeldûnê Mexrîbî ji nav dîroknasên Îslamê piştî Miskweyhi wek fîlozofê pêşî yê dîrokê hatiye nasîn. Ew hê bêhtir bi Muqedîmeyaxwe ku cildê pêşî yê dîroka wî ya ”Kîtab ul-‘Îber we Dîwan ul-Mubteda’ we el-Xeber fî Eyyam il-‘Ereb we l-‘Ecem we l-Berber” e, nav û deng daye. Di Muqeddîmeyê de ku […]
Însan û Cewrikê Sa
Însan û Cewrikên Sa Hebû Tunebû, paşayek bi navê Ahmed hebû ku nêzîkî çil salî bûbû lê hê Xwedê tu teled û weled, yanî zarok nedabûyê. Li ser vê rojekê wezîr û jîrikên wî û hemî giregirên welatê wî li hev civîyan ya xwe kirin yek û çû li dora wî kom bûn û li […]
Dewleta Dostikî/Merwanî (Abd ul-Reqîb Yûsuf)
Ebd ul-Reqîb Yûsuf Xelkê herêma Bota ye û kurê Seydayê Mele Yûsuf e ku demeke dirêj li Gurendeşta Şaxa Hekarîyayê (Çataxa niha ya ser Wanê) melatî kirîye û dawîyê çûye li Nisêbênê bi cih bûye û li wê derê rehmet kirîye. Mamoste Ebd ul-Reqîb Yûsuf serê pêşî li cem bavê xwe dest bi xwendina medreseyê […]
Felsefe û Tesewifa Melayê Cizîrî
Mewlana/Melayê Cizîrî û Felsefe û Tesewifa Evînî Bêguman çawa ji we re jî dîyar e babeta heryek ji felsefe û tesewifê bi serê xwe babeteke pir fireh e ku bi baran kitêb liser hatine nivîsîn û tên nivîsîn jî. Ji bilî ku heryek ji wan jî li ser çend beşan hatine dabeşkirin, mîna mentiq, kelam, […]
Kamil Geylanî, Wezîr es-Siccîn: Wezîrê Zindanê
Kamil Geylanî, Wezîr es-Siccîn: Wezîrê Zindanê1 Beşa Yekemîn 1. Fermandarê Hindî Di heyamek ji heyamê berê de fermandarekî Hindî yê pir sitemkar û dilqewîn jiyaye. Di wê demê de hinek walî û desthilatdarên gelek bajar û herêmên Hindê yên bi hezaran kes tê de jî serî ji vî zordarê xedar î torr re tewandine. Wan […]
Cejna rojnamegerî û çapemenîya Kurdî pîroz be!
Rojeke weke Îro di 22yê nîsana sala 1898an de li Qahîreyê rojnameya pêşî ya kurdî ya bi navê Kurdistan dest bi weşana xwe kir. Ew serê pêşî ji hêla Miqdad Midhet Bedirxan Beg ve hat derxistin. Midhet Bedirxan bi destpêka karê weşana rojnameyekê hem ramana xwe ya neteweyî ji bo welatê xwe yê Kurdistanê dîyar kirîye û hem jî […]
Mencê Xatûnê
Ev çîrok ji ber dengê Miradoyê kemaçevan ku ji mêj ve di şerîteke teyibê de gotiye, hatiye girtin, ew weha dest pê dike: Mencê Xatûnê Maleva Hacî heçî Keya Begê ye, ew di bajarê Diyarbekirê de bû. Heft kurê Hesen Paşa jî hebûn, ew jî di bajarê Mêrdênê de bûn, girtin û berdan di destê […]