Ev çîrok ji ber dengê Miradoyê kemaçevan ku ji mêj ve di şerîteke teyibê de gotiye, hatiye girtin, ew weha dest pê dike:
Mencê Xatûnê
Maleva Hacî heçî Keya Begê ye, ew di bajarê Diyarbekirê de bû. Heft kurê Hesen Paşa jî hebûn, ew jî di bajarê Mêrdênê de bûn, girtin û berdan di destê wan de bû, (ew) paşayê Mêrdînê bûn. Keya Begê (bi xwe) di wî wextî de waliyê hukûmetê
Keya Begê gote wezîrê xwe: ”Rabe, em di van daîra(n) de li ser van kursiyan hişk bûn! Em ê derkevin dinyayê, (hem) em ê seyrî dinyayê jî bin (û hem jî) em ê girtinekê û berdanekê jî ji xwe re (bi)kin. Alayik esker bi xwe re rakirin û berê xwe dane bajarê mêrdînê, di sûka Mêrdînê ve hatin. Hingî zilamekî kotek î hişk bû, zaruyên Hesen Paşa di‘a dikirin go (ku) di welatê xwe de Keya Begê nasbikin ne di dereke din de. Wextê ku dîtin sefera Keya Begê di sûka Mêrdînê ve hat her heft kurê Hesen Paşa xwe berdane pêşiya Keya Begê bi dezgîna hespê wî girtin, di silamlixê de mane sekinî (jê re pate girtin).
Got: ”Oxlum (kurê min) Xwedê xêr kê? Hinina jinine we revandine, malekî wexwarine, niheqîkik li we kirine, çi derdê we ye?
Got: ”Begim (Begê min) Keya Begê ji me re sax bê kî kare niheqiya li me bikê, lê me divabû şevekê ti bibê misafirê mala me, parîk nan, qedehek çaya me ti vewxê, êdî tiştek dî me ji te navê.
– Kurê min alayek esker bi min re ye, bi çay, bi qahwe, bi goşt bi nan hûn karin hilênin deynin?
Go(t): Begim (begê min) oda me ya hespê we ye, stila hespê dewletê ye, koxa hespê we ye. Ne şevekê sê şevan ti (tu) misafirê mala me yî.
Wextê wilo got çing û çing peya bûn, dawarên wan kişandin xana(n), şîva Keya Begê çêkirin, birin danîn ber, mitirb û dengbêjan anîn suhbeta wî buhartin. Sibe bi ser de hat taştiya wî li ber danîn, zilaman dest avêt avê, sabûnê, beşgîra (pêşgîran), li ber mane sekinî go (ku) oxira xwe nexêr kê herê. We‘dê di şibaka odê re halo meyizand go (ku) xatûnek e li pêşmuqabilî odê ye di qesrê de ye; tê vî milî û diçê aliyê dîtirê. Keya Begê çavê(n) kiryariyê berda bejna vê xatûnê bê ka yeke çawa ye. Ê Filene Midî‘ê hene li tişta(n) dimênine ecêbmayî dibên (dibêjin): ”fiibhê ‘işme dalo, ma qê tiştê(n) wilo hene?”
Ya birayê Hecî libê(n) weke Mence Xatûnê min li van deran nedîtine. Gundikne li dora Hezexê hene dibêjinê: ”Mirka Daleqandî, Qesrikê û Mila Kefşînê” go (ku) di van hersê gundan de nebê ti wilata bajêr nabê. Carna hinek wilo wesfê keçika(n) didin, dibêjin: ”Yeka wilo ye, wilo ye”. Axir em wilo pêk jî naynin (lê) weke Tirkan go (ku) vî darî îdare bike, Xatûnê yeke bi çi karî ye?
Go(t): ”Yeke ji vanê dêmdigul e, qevazxezal e, kevankîvroşk e, erdemgozel e, awirşewat e, şêbenarîn (şêbhinarîn) e, dîrigê/dîrekêsiltanahmedî ye, dilbedew e, berdegîberde, şûşderzî ye, çavreş e, qeregozadî ye, tûziyê zêra(n) li ser enî ye, geveranî ye, xwer (xwur) lê dikevê, xwediyê kevirê hillan e, mircan e, sedef e, kehreban e, gulendam e bi seqema kemberê katî ye, şirrik û gulîbendan (gulabendan) bi derziya bi serê memikê xwe ve kirîye, serê wê sih sê kezî ye, zengilê zerbab bi ava soranê bi miskê bi mahwerê di hewa re deranîye, mala bavê felekê mirrên dikevê qubba kemerê mîrata kêlekê, yeke wilo bi helaliya Xwedê di mala kê de peyda bibê her ê bêgotin çê nav bax û bustanê cennetê”. Memikê(n) wê ji hêkê(n) pepûka(n) bi gelekî xerabtir in, wextê çavê Keya Begê kete bejna wê keçikê, nazikê meşwerdekê aqil ji serê wî çû sweda pê re firî bi carekê, go(t): ”Sê qerara Xwedê li min ketibê go (ku) Xwedê qevza rihê min nekê kes ji min pê ve nakevê berê vê keçikê, nazikê meşwerdekê nav lihêfê ser doşekê”.
Gote xulamekî Tahir Paşa:
– Ev çî Tahir Paşa ye? Got
– Welleh xweha wî ye.
– Dane nedane? Go(t):
– Eyb e camêr zarok e, hê di mala bavê de ye.
– Navê wê? Go(t):
– Navê wê Mencê Xatûnê ye.
Zivirî ser doşeka xwe, rûnişt, go(t):
– Ha Tahir Paşa? Go(t):
– Ha
– Bi Xwedê ji bajarê Diyarbekirê ez mêvanê te, misafirê te bûm, lê rû xwîn û goşt bû min ji te edeb kir. Go(t):
– Derdê te çi ye keya Begê? Go(t):
– Welleh karê camêra ye (camêran e), her camêran qesta ser cilê camêran kirine, kevne xwehake te heye min divê bi qelenê xwe, malê xwe ti (tu) bidî min.
– Xweha min kîjan e? Go(t): Dibêjinê da ”Mencê Xatûnê”. Go(t):
– Welleh wesûla camêra ye (camêran e) lê heyra em heft biran e, xweha me her hefta ye; em ê pev şêwirin, heke şêwra me bû yek jî em ê xeberekê dine destê te û heke nebû yek jî em ê gotinekê dine destê te. Go(t):
– Oxlum (kurê min) bişêwirin.
Gote her şeş birayê xwe pênca jê qîma xwe anî, birayê piçûk qîma xwe neanî.
– Keko çima ti (tu) qîma xwe naynê? Go(t):
– Maleva (malava) zilamê ez diya wî nasnekim, bavê wî nasnekim, eşîra wî nasnekim çawa ez ê xwa xwe dime wî zilamî? Heke hûn ji aliyê şeref û namûsê ne rabin xweha me bavêjin bajarê mêrdînê ka çiqas anî bi qasî next û qelenê wê em ê di ser kin dine yekî bindestî xwe, kêmê xwe go (ku) qehwa mêvanê me li ber bigrê, çixara wî bide dest ji me re şeref e kêmayî tê de nîne. Go(t):
– Wellahî gotina te ye.
Vegerane cem Keya Begê Go(t):
– Begim neqeda
– Çawa neqeda?
– Neqeda.
– Wellahî divê biqedê!
– Yaho di nav kurmanciya me de tiştekî sik heye; kes nabê(je): ”Welleh Keya Begê qesta ser cila Tahir Paşa kiriye, xweha xwe danê da”. Wê bê(jin): ”Qeda bi zaruyê Hesen Paşa kevê go (ku) şeref û namûsa wan hebûna xweha xwe nedikirine bertîl û nedidane Keya Begê, talî qûnbireqekî (qûnbirêxekî) Romiya bû bi kêrî we eşîra(n) nedihat”. (Wî) got:
– Oxlum (kurê min) ev jî heye? (Wî) got:
– Belê
– Yanî ti nadî?
– Na.
(Wî) dengê xwe li alaya esker kir, pêl (pê li) qahfê her heftan kirin bêziman, bêhiş û bêsewdan şerîta(n) avêtin bin zikê dewaran, ji bajarê Mêrdînê (birin) avêtine hepsa qatila(n), xwîniya(n), hepsa bin erda, avêtine hepsa Diyarbekirê.
fievekê Mencê bakire cêriya xwe got:
– ha cêriyê?
– Libê xatûnê.
– Li bajarê Mêrdînê çi qewimiye ti (tu) nabêjî min? Va devê odê hatiye girtin, ne dengê mêvanekî, ne (yê) dengbêjekî, (ne yê) civatekê li vê odê nayê. Ev çi qewimî ye?
– Ti (Tu) nizanî çi qewimî ye?
– Na.
– Maleva dibê(jin): ”Keya Begê qesta ser cila birayê te kir, ti nedanê, ev ecêba han anîne serê birayê te”.
– Nabê?
– Bi serê bavê te.
Şev li Mencê bû sal heta roj bi ser de hat, bejna xwe ediland, tev zan çarşefa bajarî berde bi ser wechê xwe de, li hêstira xwe siwar bû, ji bajarê Mêrdînê berê xwe da sera(ya) Diyarbekirê.
Serê rojê nû avêtiye Mencê giha devê serayê, terzefendî, memûr di serayê de li hev gihane hev du. Keya Begê wextê dît ku xatûnekê wilo beza û xwe avête deriyê serayê gote wezîrê xwe:
– Oxlum (kurêm).
– Ha.
– Bû kîmdir yaho (ma ev kê ye lo)? – De rojekê ez û vî çawîşê delêvî em pev çûbûn, (min) ev çend libên Tirkî ji xwe re ji wî zanîne (hînbûme) –.
– Ti nasnakî?
– Na.
– Welleh bû Mencê dir (ev Mencê ye).
– Çawa, bû Mencê dir (ev Mencê ye).
– A
Welleh çok eyî dir Mencê (pir baş e ku Mencê ye), gel buraya otur Mencê (Mencê were vê derê rûnê). Sen çok xoş geldin Mencê (Tu pir bi xêr hatî Mencê). Mencê Got:
– Keya Begê?
– Ha
– Yaho zilamê jin revandî, qatil, mehkûm, (li) ber hukûmetê asêbûyî, birayên min çi qebheta wan hebû we avêtiye vê hepsa han?
– Canim were rûne qahweke xwe vexwe, çixarake xwe vexwe (bikşîne); girtin jî di destê min de ye berdan jî di destê min de ye.
– Keya Begê?
– Ha.
– Ez ê ricakê ji te kim.
– Haydê canim rica nedir (De lê hêvî çi ye) Mencê.
Mencê dibakê:
”Keya Begê wa mişûrê dewletêêê
Xwedê te‘ala bidê te nesretêêêê, bide te qewetêêê
Birayên min ne qatil in, ne mehkûm in,
ticara neşikandine siyaneta dewletêêêêê
Heke ti ji birakê min dikê dawa bertîlê dawa rişwetêêê,
min ti malê dinyayê neaniye lê va gotirma zêra(n)
va beniyê zêra(n), va çilap û gerdaniyê(n) zêra(n)
we ’zê bi hisabê sih û sê beniyê(n) zêra(n)
ji milûkê xwe re avêjime erdêêêê
Û heke ti ji wan nekê dawa bertîl û rişwetêêê
Min divê ti bidê xatirê Rebbê ‘Izzetêêêê,
min kevna jina min hermetêêê
T destê Elî, Emer, Ahmed, Muhemmed, Îsa, Mûsa,
destê Tahir Paşa û ti ji darê kelemçê ji min re berdêêêê
Îro sê roja qehwa giran li sûka Mêrdînê bê xwedî maye li erdêêê
De rab e, de rab e mîr sor êêê wa Mencêêêê”.
– Haydê canim bertîl nedir (De lê canê min bertîl çi ye) Mencê?
Keya Begê dibakê:
”Wa Mencê we ’zê çûme sera(ya) bajarê Diyarbekirê
wax havênê malxirabê way meşwerdekêêêê
Te rêşî berdane ser navê wax ser kêlekêêê
Wa Xatûnê wa te nazikêêê
Tama memikê te xweş a êmîşê Golê, Rewalê, helawa Entabê,
bastêqê Çêrmûkê nivişkê Kejika, mewîjê Hebabê
Aaax weke wî qaymaxê (toyê) dikana Sofî Evdilkerîmê Sêrtî
ko tavêjê serê sûkê elbikêêê
We ’zê vêga birakê te berdim go (ku)
weke adeta dinyayê ti rabê bikêêê”.
De rab e de rab egulî kurê wa Mencêêêê
Wê got:
– Keya Begê heqê te heye, te divê ti bizewivê?
– Evet (erê).
– Ê yaho va yeke hesanî ezê bêjime te.
– Çawa?
Ew dibakê:
”Wa Keya Begê ezê çûme sera bajarê Diyarbekirê
Heke billah tilla te divê ti bizewicê, va xwehake min heya
navê xweha min gul a
Bejna wê ji bejna min çêtir a
Ez bi tac û textê te kim ji min û qelenê min çêtir a
Va bê qirûşekî ji bejna milûkê min ra
Hima te anî ji min ra berda destê Tahir Paşa dibêjinê: ´mezinê bira”
De rasbe, de rabe gulîsorê wa Mencê. Go(t):
– Haydê canim, Gulê nedir Gulê
Keya Begê dibakê:
”Wa Mencê we ’zê çûme sera bajarê Diyarbekirê
xatûna minê lê ber bi tavê
Aaax kezebê(n) min şewitîn nav û dilê(n) min têne lavelavê
Bawer bike (ku) ne tibê îşê (şolê) min ji Gulê nîne, min Gulê navê”
De rabe, de rabe Gulîsorê wa Mencê
– Keya Begê min jî sozek daye
– Soza te çiye ya Mencê?
Mencê dibakê:
”Wa Keya Begê min gotiye: ´De nabêêê
Gotin û galgal betal bêêêêê
Go (ku) fermana min ji ba textê Îshaq paşa, Sa‘dullah Paşa
aaax (na welleh) sih û sê dewleta(n) li min rabêêê
Ez jî weke wan di rêza bira(n) de me,
Menca keça Hesen Paşa kesek nabêêê
De rabe, de rabe Gulîsorê wa Mencê
Wî got:
– Ê yaho te ev soza han da û min ev da em ê çawa ji hev safî bin
– ti zanê
– Niha ewqas xelk hesreta te û dîtina te, bahs dikê. Vêga ti wê çarşefê ji ser wechê xwe hilênê û ez birayê(n) te berdim şawa ye?
– Keya Begê bi soz?
– Bi soz
(Mencê berê xwe da qerwaşê û) got:
– Vêca Cêriyê?
– Xatûna min ti miqerisiyê bi Keya Begê re dikê, maxwene misas e, pê re dirêjkê te, hima hilîne.
– Keçê ditirsim min asê bikê.
– Na, na te asê nakê
Were yadê vaye wextê Menca keça Hesen Paşa dirabê çidikê?
Bi wan tiliyê nazik î nazêdar li qupçê çarşevê dixebitê
Vaye min ê meyizand hêstirê Mencê li ser textê ruwa(n) dido dido diherikê
Wextê qupçê çarşevê ji ber wechê Mencê difilitêêêê
Çav Keya Begê kete Bejna wê xatûnê wê dêmgulêêê
Vaye ji ser kursiyê xwe go: ”rim” û kete wê erdêêê
Weke kerekî neqebêna temûz û tebaxêêêê
Go (ku) bikevê remedêrka havînêêê
Bû reprepa lingê Keya Begê li ber şewqa wê ji xwe re diprpitêêê
De rabe, de rabe gulîsorê wa Mencê
(Wî) go(t):
– Mencê Wellahî ti ji gotina xwe çêtir î, lê hima yeke dî maye.
– Keya Begê bêje, ti fihêt nakî û ti natirsî, tişta di dilê te de be tê bêjî.
Weylê yadê Keya Begê dibakê:
”Wa Mencê aax, wa Mencê Malxirabê li min û li vê yekê
Te rêşiyê zêran berdane ser (wê) kêlekêêê
Te werekê (yurekê) min helandin ji dinyayê bi carekêê
Va bextê hepsê ji te ra, ezê kim go ti herheft birakê
xwe bi destê xwe ji xwe ra berdê vekêêê
Lê kêliya sera Diyarbekirê belav bibêê
Dohmê nîvseetê ti bi min ra bikê suhbeta
Nav lihêfê ser mîrata vê doşekêê”
de rabe, de rabe gulîsorê wa Mencê
Wextê go (ku) wilo dibêjê aqil ji serê Mencê difirê bi carekêêê
(Ew) dibakê:
” Wa Keya Begê van gotina nebêje min xatûnê min çavbelekê”
Dûrî vê civatê
”Va kerika me heye ez ê kim go (ku) li sera Diyarbekirê
kurtanê xwe ji te ra ji xwe kêêê
Ax û avê Mêrdînê li min heram bê bi carekê
Îlle her heft bira we ’zê ji destê te berdim bi kotekêê”.
Û Mencê xwe tavêjê cem mala camêra, kelha xwîniya
xwe davêje cem mala Ûsif Paşa, paşayê kelha Siwêrekêê
Were Yadê wextê Ûsif Paşa çav bi bejna vê xatûnê ketiya
De min ê walo meyizand va ye zimanê Ûsifê Hesen Paşê ax wê şikestiyaa
Bû xwure-xwura nava wî yaaa
Weke va begîrê şixrê çoliyaaa
Sê hinarê şuxlê dehla hêdma di qirika Ûsif Paşa de çûyîyaaa
Û bûye Xwure-xwura dilê wî yaaa
Têra heft nîska(n) ava cimidî bi ser rahê dilê wî ketiyaa
Aaax xatûna min ê tebirihreşabiska ji paa
Dinanê te hûr a birincî yaa
Dev û lêvê(n) te kaxeza Semerqendî ya
Te birihreşa qeytanî yaa
Ji min re bêje: ”Bê hewala giriyê te çî yaaa”
Mencê dibakê:
”Ûsif Paşa ti bûyî kelha me xwîniyaa
Keya Begê her heft birakê min girtîyaaa
Min ê xwe li tor bext û navê te girtiyaaa”
De rabe, de rabe, gulîsorê wa Mencê
Vaye min ê walo meyizand Ûsif Paşa dibakê:
”Wa Mencê wa xatûna min ê tu yê wa lezke bilezîna
Tu wê rabe bi min re siwar bibe li dewara li hespa li mihîna
Derbê min û wî sebavê kurê kerê ti bibîna
We ’z ê li Diarbekrê li hukûmetê kime qetilxwîn a
Lê kêliya min birakê te berda, ax maxabê şuxlê nîvseetê
ti bi min re bike suhbeta bin lihêfê (na Welleh) xewa nav livîna”.
Ax de rabe, de rabe gulîsorê wa Mencê
Were yadê va ye Mencê dibakê:
”Wa Ûsif Paşa gidî gidyano wa paşayê Siwêrekê”
Dûrî vê civatê go(t):
”Ti di diya xwe kê û Keya Begê (jî) di diya bavê te kê”
Weyla Mencê te pepûkê, xwe davêjê cem mala camêra
kelha xwîniya(n), xwe davêjê cem mala Birahîm Paşa
paşayê kela bêlecûkêêê
Wextê Mencê dabû devê derî yaaa
Brahîm û mêvanê xwe taştê dixwin li xênî yaa
Va ye îbrahî paşa çav li bejna vê xatûnê ketiya
Aqil ji serê wî firîyaa
Lê wa Mencê li te nazikê
Çiqas kevçî tavêjî tavêjê siniyê tapsîkê
Lê yabo tavê li min veda, kevçî bi ser lêva ve nabê
Çiqas xwirîna dixwo, hemî kire ber destika mêvanê xwe da
De rabe, de rabe hetikiyê wa Mencê
Îbrahîm Paşa dibakê:
”Wa Mencê ax Mencêêê xatûna minê çi qewimî ya
Hêstira(n) paqij neke weka cobar û kaniyaJi min re bêje gotina rastîya”
(Mencê) dibakê:
”Wa Îbrahîm paşa her camêra(n) xwe li mêrxasê weke te girtîya
Keya Begê her heft birakên min girtibû, minê xwe li tor bextê te girtîya”
Hima dibakê:
”Wa Mencê li te (xweşikê li te) nazikê
Te rêşî berdane ser teniştê ser xavikê
Ti rabe siwar bibe were Diyarbekirê
Seyra min û Keya Begê bikêêê
Sê qirara Xwedê li mi(n) ketibê
We’z ê yekê bênime serê wî, hema weke
urf û adetê dinyayê ti rabê min bikêê
De rabe, de rabe hetikiyê wa Mencê lêêêê
Aaax va ye yadê dibakê:
”Wa Îbrahîm Paşa te çi gotiyaa
We’z dikarim bêjime te gotinê(n) semîmî yaaa
Lê ji bavê min re gelekî kêmayî yaaa”
Were yadê va ye dinya germ a havîn aaa
Qisûra bejna Mencê va ye tinînaaa
Ji pê re (ji pêş re) sêbisk a, ji pa re (paş re) sorkezî naa
Xwe tavêje cem mala camêra mala Ferhoyê ‘Izêr (‘Uzeyr) Axa,
xwe tavêje xopana kela Elmedînaa
De rabe, de rabe gulîsorê wa Mencêêê
Cilika şîvê di destê Ferhoyê ‘Izêr Axa de ye go (ku) bibê odê; Îsa bavê Mûdê sed siwarê(n) Ziwêdiya(n) pê re ne, Muxlaçî ne mêvanê wînakê nw. Merxeb (mexreb) e serê Mencê û Ferhoyê ‘Izêr Axa di nîvê hewşê de leqayî hev du dibe. Mencê diçê kapa Ferho teqepaç dibê û dest bi girî dikê. (Wî) go(t):
”Diya minê vê şeva ha(n) ez zilam ti pîrek ne minasib e em li hev mane sekinî, va mêvanê min hene, pêjna vî giriyê han bikin ne şîv dixwin ne hedana wan tê. Here aliyê malê, mexsedeke te hebê bila bimmînê sibehê”.
Mencê tê aliyê malê (li aliyê din) cilika şîvê (carcîm??) dideynin, şîva xwe dixwin, qehwa xwe divexwin, latek şitexaliya xwe dikin. (Pa) Muxlaçî ne, cixara wan, nanê wan, ava wan li ser pişta hespê ye, siwar e. Xatir ji Ferho dixwazin berê xwe didin welatê Ziwêdiya(n); dimênê Ferho. Sibe bi ser de tê, limêja xwe dikê, qahwa xwe divexwê, qesta aliyê malê dikê bê çi hermet e mexseda wê çi ye.
Destê xwe danî ser milê wê go(t): ”Diya minê mexseda xwe bêje bê mexseda te çi yea?”
Go(t): ”Ê Welleh Ferho Keya Begê her heft birayê(n) min girtine, minê xwe avêtiye mala te”.
(Wî) go(t): Ê diya minê te bi dûr êxist, madem mexseda te ev bû, tê (tu dê) şevê dî bêjî xulamekî, wê gotibûna min, minê gotibûna Îsa Bavê Mûdî. Bi Xwedê vêga şevê dî di bin destê şevê de birayên te anîbûn hatibûn. Hûnê vê sibê tev de çûbûna.(Wî) go(t):
– ‘Izêro.
– Ha.
– Kurê min rabe.
– Yabo e’(z) çi bikim?
– Hima kurterê dirêj neke bêje Îsa bavê Mûdî!
Were yadê va ye Ferho dibakê:
”Wa ‘Izêro kurê mino de tu jî,
tu wê rabe here welatê Ziwêdiya(n) bêje Îsa bavê Mûdî:
´Xalê te gelek silavê xwe li te kir
Wextê te şîva xwe xwar te kar bara mala xwe kir
Piştî te re hermetekê qesta mala me kir
Ava me nevexwar wê hermetê, zadê me tam nekir
Li mala me neraza, girî betal nekir`.
Bavê min gotiye: ´çiqa(s) qeweta te heya
û civanê min û te sibe nîroo (nîvro)
lê li pişt xana kevin, li camiya Emer Elî
ya pişta sûr û bedenê li pişt sera bajarê Diyarbekir`.
Aaax yadê va ye ‘Izêr dirabê bi giranî yaa
canûka çarsalî ji tewilxanê deranîyaa
Lê kir zînê Entabî yaa
Li ser serê xwe danê çefîegalê lê Rihayî yaa
Dest avête rima hercarî yaaa
Pî bi rikêbê vêca wê aniyaaa
û nal ji kela Elmedîna hilmî yaaa
Yabo ji (gotinê ji) xeberdanê
Qonaxê tavêje ser girê fiatirê, mêrga Leylanê
Davêje beriya Herranê
davêje geliyê zêrzebanê
ji geliyê zêrzebanê davêje binê konê Îsa
Bavê Mûdî li beriya Kok Meydanêêêê.
Wextê Îsa çav bi xalê xwe ketiyaaa
Aqil di serê wî nema, sewda pêra firiyaaa
Dibakê, dibê(je): ”Xalo ma çi qewimî yaaa?”
Hima dibakê:
”Wa xwarzê de te kir,
wextê te şîva xwe xwar te kara mala xwe kir
Piştî te re hermetekê qesta mala me kir
ava me nevexwar, zadê me tam nekir
Li mala me neraza girî betal nekir
Bavê min gotiye: ´çiqa(s) qeweta te heya
Civanê min û te sibe nîro wê li pişt Xana kevin
li camiya Emer Elî ya pişta sera bajarê Diyarbekir`.
De rabe, de rabe gulîsorê wa Mencê
Were yadê va ye Îsa dirabê bi giranî yaaa
Minê walo meyizand kaxet di nav eşîra(n) de şiyandîyaa
Kire hawar û gaziyaaa:
”Gelî eşîra(n) rabin ser xwe hawar a
De rabin ji koç û mal (koçemal) a
Yê serqot û piştevala, yê bi sîlih û destevala”
Eskerê Îsa rabû bi hesabê (lê) çar hezara(n)
Eskerê Ferho rabû bi hesabê di (du) hezara(n)
Wê li pişt xana kevin li hev gihane hev, go:
”Xalo ji min re bêje te çi hewal a
Lê ez bi serê wa xala kim
Vêga ez ê sera bajarê diyarbekirê ji bin ve rakim”.
– Xwarzê min dinya li ser qenciyê divê, ne li ser xirabûnê divê”.
– Nexwe?
– Maleva keya Begê ketiye vî bajarê ha de, keçikeke xweşik dibînê dibê bira ji min re bê; malekî zahf dibînê bi ser camêran ve digrê wan talan dikê. Herheft kurê Hesenpaşa kiriye vê hepsa han de ne sûc û ne sebeb.
– Yaho min go qê bû sefera mal û mêra(n), Ecem di nav re derbas bûye, hukûmet li ber te asê bûye, bê çi bûye. Li vir be ez ê çim herhefta berdin ez ê êm; çi hewcî vî eskerê ha bû.
Ti axê deynê serê şilfê rima(n) daxilî erda nabê, serê malê Diyarbekir deh siwar tê de peya kirin. Ferhoyê ‘Izêr Axa, Îsa Bavê Mûdî bi sed siwarî ve go(t): ”çing” û di devê serayê de peya bûn. Dawarê(n) xwe kişandin xana(n) û Îsa Bavê Mûdî çû devê hepsê go (ku) wa herheft tê de li hev du rûniştine; vegera cem xalê xwe go(t): ”Va hazir in”.
Keya Begê kara xwarinê kir, rêz kir go(t):
– Birim (buyrun) [Kerem kin] Ferho. Ferho go(t):
– çi kerem kin çi hal! Keya Begê ne ti pirsekê ji me dikê, ne sewalekê ji me dikê, yê(n) jinrevandî, qatil, mehkûm, li ber hikûmetê asêbûyî, te diye bê izna hikûmetê go (ku) bi şilfê(n) riman ve birine dayrê hikûmetê.
(Wî) got:
– Canim derdê xwe bêjin.
– Yaho derdê me zaruyê(n) Hesen Paşa ne, wextê ti neberdê kes ji me zadê te naxwê!
– De ka bixwin ez ê bêjime we!
– Naaa, bêje nûka emê xwin!
Were yadê va ye Keya Begê dibakê:
”Wa Ferho li min û li xeberdanê”,
Tavêjê sê telaqê jinberdanêêê
Sond dixwê bi sonda Quranêê
”Duh nava rojê bû min herheft kurê Hesenpaşa
min dane pêşiya eskerê Teraqî ya,
min teslîmî kirine destê Miserrif Paşa
paşayê bajarê Ezircanêê”.
Wextê go (ku) wilo gotiyaa
Hima Ferho bi awirê çavan li Îsa danîyaa
Îsa dest davêje şûrê Rojkanî yaa
Dirêj bû Keya Begê di serayê de bê serî yaa
Va ye sera Diyarbekirê bi ser de dikê di parî yaa
Va ye Keya Begê go(t): ”mirr” xwe avête pişt xalê wî yaa
Bi nav bestika Keya Begê girt û derxistiyaa
Bû tiqtiqê xalê wî dikenê dibakê:
”Wa xwarzê ti Keya Begê nasnakê, zilamekî cêhil a
li me dikê henek û laqirdiyaa
û bi Xwedê derewa(n) dikê wê ji bona
xatirê me berdê bi qenciyaa”
Aaax yadê va ye Keya Begê dibakê:
”Wa tiro Îsiko ti xelet îîîî
Bi wan kilamê alima(n) girt û bi dev lêvên xwe xwendîî
Wa Mewcûd û hazir in, we berdana wan ji destê min nedîîî”.
Yabo li min û li vê yekêêê
Ne Îsa dest davêjê lê demaçekêêê
Go (ku) berde kêleka Keya Begêê
Wextê demaçe lê kişandiyaaa
Mefera Keya Begê namayîya
Go(t): ”mirr” xwe avête pişt qaşxanê/quşxana fasûliyaa
Bû titiqtiqa Ferho dikenê
”xwarzê li me dikê henek û laqirdiyaaa”.
Werê vaye dibakê:
”Wa tiro Ferho de hêda, bi wan kilamê di mala melê da
Va mewcûd û hazir in di pişta deriyê hepsê da
We’z ê stukura wan kime lelê,
destê wan kime kelemçê lingê wan kime qedê da”.
Aaax yabo li min û (vê) xeberêêêê
Bibîne derbê(n) Îsa Bavê Mûdî vî betlê zemanê berêêê
Dirêj bû Keya Begê li keviya wê naderêêê
Bi bestika wî girt lê hilda destê xencerêê
”Sebav kurê kera(n), vêga herhefta(n) lo ji me ra werêêê”
Îsa dirabê çidikê, na nemerdê nakê
Xencerê davêjê wî goştê xavikê
Wextê Keya Begê teqepaç dibê
Bi devikê xwe ve kete sêniya qizartmê,
mergê, goşt û lo tirşikê
Aaax yabo çi qewimî yaa
Li laşê wî da bi hisabê çardeh hestiyaa
Bi nav çeplê Keya Begê girt û gurr di serayê de avêtiyaa
Were yadê va ye wextê di serayê de avêtiyaaa
Qapiyê (deriyê) hikûmetê şikandiyaa
Minê walo meyizand, herheft kurê Hesen Paşa
dirakê pev lû (wa) qasê girtiyaa
Lê dinya li min û germa lê xweş havîn a
Berbê(n) wa(n) zilama(n), wa(n) betla(n), eşîra(n) bibîna
Aaax li min û li xeberdana
Çi ecêb a ev çi tofan a
Hikûmetê û Ziwêdiya lo li hev du dana
Xwînê wa(n) avête qeyser û sûk û devê dikana
Hey tavêjine bajarê Diyarbekirê ser laşan a
Were yadê va ye Îsa rabû ev yeka pak kir
Di wî wextî de sera bajarê Diyarbekirê va xerakir
Herheft kurê Hesen Paşa pev lû qasê girtiya bi xwe re rakir
Aaax dinya germ a havîn a
Herhefta bi xwe re têne kela Elmedîna
Li kela Elmedîna wa(n) digerîna
Ji nûka Tahir Paşa dibakê:
”Wa Ferho sed bimbarik be bejna Mencê ji bejna te ra”
Ez ê çûme sera bajarê Diyarbekirê bê medet a
Go (ku) dêmek ji min re bû bertîl û rişwet a
Aaax li min û li (vê) xebînêê
Herhefta(n) bi xweha wa(n) re dişînê bajarê Mêrdînê
Lê kelha mêrdînê birincî [yekemîn] ya
Sal qulipte sala sisiya
Nûka Ferhoyê ‘Izêr Axa çend camêra(n) bi xwe re aniya
Mencê Xatûnê bi next û qelenê xwe xwestiya
Aaax dinya germ a havîn a
(Wê) bi xwe re têne kela Elmedîna
Lê kelha Elmedîna (wa) bi dar a
Dengê dahol zirnan nalenal a
Weke reşêşê tavê (taviyê) baranê biharaXwedê daye diya feqîra(n), sêwiya(n), wa zarokê(n) bêmecal
Were yadê we’z ê çûme sera Diyarbekirêva ye birincî ya
û minê walo meyizand va ye daweta Ferhoyê ‘Izêr Axa
û Mencê Xatûnê lê li dar daniya
Pere (kure) perê beyraqê sor û rengî ya
Li min tê dengê sewdaliya, horebiya, tilîliya
Yabo li min û li vê tûlêêê
Sing û berê vê Xatûnê xweştir a ji êmîşê Golê
Rewalê, helawa Entabê, basîqê (bastêq) çêrmûkê
(na Welleh weke hêk û (vê) hêrûnê
Aaax yabo li min û li azbatê
Mala Keya Begê bire ber mîratê
Hê ji nûka bi sing û berê wê xatûnê ji xwe re şabê
Aaax rehme li dê û bavê dîwanê (vê) civatê
De rabe, de rabe gulîsorê wa Mencê lê
Berhevkar û tomarkarê ji ber şerîdê: Emîn Narozî