– Apê Şemdîn xwedêkî navê wî pozê han çi ye?
– Pozê Qiyalê ye
– Ma Pozê Qiyalê ev e?
– Erê, ma qê te nizanîbû? Ma tu qet tê de neçûyî aşê Hedehedkê, yê mala Elîyê Qerîbê?
– Belê, ez tê re çûme, lê min navê wî nizanibû; qey kes tiştekî ji meriv re dibêje? Îcar mala Qerîbê Kê ne? Ehmed jê pirsî.
– Mala Eliyê Qerîbê ne lo, Sînan zû bersîva wî da.
– Ma tu nizanî ku ew aşê wê newala binê Hedhedkê yê Mala Eliyê Qerîbê ye? Ne xinamiyê we ne, meta te bûka wan e.
– Baş e, lê navê wî çiyayê han, ewê dûr çi ye?
– Navê wî yê bilind lawo, ew Sîpanê Xelatê ye.
– Sîpan? ma ew e ku Siyabend Xecê revandiye biriye ser û tê de terabûne?
– Erê ew e ku bûye mezelê Siyabend û Xecê. Siyabend yekî hûr lê pirr ji nava xwe razî bûye, piştî ku Xecê direvîne serê Sîpan li wir serê xwe datîne ser çoka wê ku qasekî çavên xwe germ bike. Di wê navê de çêleka bi ga a kovî di ber wan re derbas dibe û conegayekî hûrik di nav wan de li tevan dixe û çêlekê ji hemîyan distîne. Hingê şerê mala bavê wê û Siyamend tê ber çavên wê ku Siyamend jî bi wê hûrikiya xwe ew ji tevan sitand. Pêşî kenê wê tê, lê piştre jî stêrik ji çavên wê dixulxulin û rondikek dinuqute ser ruyê Siyabend. Siyabend ji xew vediciniqe û daw li xecê dike bê ka çi qewimiye û ew çima digirî. Xecê xwe ji destê wî xelas nake û jê re dibêje:
– Heyra çi ji te veşêrim, lê ji Xwedê nayê veşartin, bi Xwedê hal û mesele ev bû. û bûyera gakoviyan jê re dibêje.
– Pa bi telaqê te ew gakoviyê ku te kenandiye û girandiye wê îşev bibe şîva min û te.
Bi vî awayî ew bi pey gakoviyan dikeve lê dixe wî dikuje û şerjê dike, dema stuyê wî diqurêfe ku qenc jê bike hingê gakovî lingê xwe dadiweşîne û li Siyabend dixe. Siyabend di firîneka serê Sîpan de terayî xwar dibe û li dara benîştokê dikeve, pelekî mezin yê darê li pişta wî dikeve û di singê wî de davêje.
Xecê tê wî di wî halî de dibîne, dest bi girînê dike û li ser digerîne; ew û Siyabend kilaman diavêjin ser hev û paşî ew jî xwe diavêje ba Siyabend. A mesela Xecê û Siyabend jî ev e, hemin tê pirskî ez berê bibêjim.
– Tu min dixapînî, qey ez nizanim mesela wan ne wisa kin e, lê hinek jî dibêjin ”Siyahmed” apê Şemdîn; çima gelo?
– Erê lawo hinek wisa jî dibêjin lê nizanim çima.
– Lê ewê jê vir ve kîja ye?
– Ew jî çiyayê Mereto ye.
– Û ewê ji teva pişûktir?
– Ew jî çiyayê Rûtik e, ma ti nizanî? Timî dibêjin: ”Ku berf hate çiyayê rûtik hingê li Qêre ye jî”, a ev ew e.
Rojek ji wan rojên kele kela germa Havînê bû lê baş nayê bîra min ku kîja meha havînê bû yan di wan deh rojên dawiya Gulanê di wextê textirman de bû yan jî di deh rojên serê meha Hezîranê dema çinîna cehan de bû, yan jî, belkî ya rasttir jî ev e, di paşiya Tebaxê wextê çinîna gilgil (garis) de bû. Ew li serê Qêreyê Qulê li aliyê Qula Kunekeftar bûn yan jî li navbera Qula Kunekeftar û riya Hedhedkê li nav erdekî li bin siya holikekê rûniştîbûn. Ehmed bî xwe hingê zarûk bû, temenê wî çend bû ez nizanim; belkî yazdeh belkî jî hin zêdetir bû, çunkî ew pirr bi pey pirsan diket.
Ew li nav pirêzeyekê, li bin holikê rûniştîbûn; qenc nayê hişê min ka pirêzeya çi bû lê bi texmîna min ya ceh bû, ji ber ku erdê wan ê wî Qêreyî timî yan şûv bû ku dikir gilgil û parêz, bi hev re yan jî şikarteyê hinekan ê ceh bû.
Ew yan çar yan jî pênc kes, Ehmed û birayê xwe û du yan jî sê kesên nasên wan ku alî wan dikirin, li bin holika palehiyê, ya rastî holika melûdanehevê rûniştibûn û vê galgalê dikirin. Bi rastî palehiya wan timî bi pala dihate kirin û bê guman wan melû jî radikirin, lê ew dexlê serê Qêre û çend perçeyên din yên wisa hindik ew sal neçinî mabûn. Ji xwe Dexlçinên (makîneyên palehiyê) hingê pir kêm bûn û kêm caran derdiketin wan cîhên pal û serê Qêre. Carina gundiyan zibare dikir û hemû bi hev re diçûn alîkariya ên derengmayî lê ew jî piştî qilasika kar û barên havînê bû.
Erê Kurd dibêjin: ”Zibare bi tenê ji savarê re ne baş e” û ev gotin çiqas di cih de ye ez nizanim, lê ez qenc dizanim ku ji palehiyê û ji dirûna giyayê re ji zibarê çêtir hew makîna çinînê heye. Încar qenc xirab Ehmed bi xwe gelek kêfxweş bû ku roja berê gundiyan zibare kiribû û wî zadê wan ê mayî dirûtibûn ku ew roj jî çûbûn melûyên mayî didan ser hev û dikirin diraxe. Daneheva melûyên 15-20 paleyan ne hêsayî bû û bi çend qasan nediqediya. Yek ji wan herdukên alîkar ji berê ve dostê wan bû û gelek caran diçû alîkaryê û destê xwe diavête wan. Digel mezinahiya temenê xwe jî dîsa wî alîkarî dikir, bêguman mala Ehmed jî jê re bêmal bûn û wî bi xwe jî pir ji salox û serpêhatiyên wî hez dikir.
Piştî firavînê wan pal dabû darê holikê ji aliyakî ve bihna xwe berdidan û ji hêla din ve jî hûrik hûrik ji qal û balê dinyayê dipeyivîn. Holika wan yek ji wanên piçûk î xweşbar bû, gava erdek diqediya wê dibirin ser erdekî din. Darê holikê yekî kin î kutestûrî bû ku mîna sitûnekê di nîvê wê de hatibû çikandin. Du rewtên dirêj ên mîna mijaneyekê pahn lê jê dirêjtir di serê wî darî de çeperast hatibûn bizmar kirin. Li ser wan jî du sê hebên zirav ên wek darzixt yan jî misasan cîhdayî bûn û potekî wek şalikeke kayê jî li ser wan hişk girêdayî bû. şalik bi xwe çarguş bû û di navbera metreyek û nîv û du metreçargoşe de diguhurî. Ji xwe berahiya holika me jî, çi bigir, hew çend bû. Ji bo ku siya wê pirtir û xweştir be hinek botaf, sadik yan jî kewş û kelaş davêtin ser şalikê. Binê darê holikê jî, ji bo ku ba wê terayî erdê neke, di gîsinekî de, gîsin jî di axê de qenc cîhdayî bû.
Di wê navê de Ehmed jî ji ber siya diraxê ku êdî li ber xilasiyê bû, hat bin holikê û dest bi pirsên xwe kir. Wan jî, bi taybetî jî yê navsere Şemdîn, digel wê westandin û bêzariyê jî gelek bi aramî û bi bêhnfirehyî bersîva wan pirsên wî yên bêdawî didan. Wî navê wan gundên pêşber, wan mercên himber, wan gaz û mexerên rût î bêdar heyanî navê wan çiyayên dûr jî tev dipirsî.
Serê Qêre jî kambax cihekî wer hewale û bilind bû ku gellek dever jê ve xwiya dikirin. Qêre bi xwe çiyayekî rût î ziwa û bê dar û ber bû, biharan ne tê de, bi teleskopê jî avzêmek tê de peyda nedibû.
– Apê Şemdîn, ma ev Qêreyê me berê jî weha bû? Ehmed li pirsên xwe domand.
– Ma qey vêga çawa ye?
– Ji xwar ve mîna tatekî reş î bilind î dur û dirêj û sertûj î bibirek xwiya dike ku ne ji wan rizde û şeverêkan be, ne ji wan riyên şixrê û rêçikên dewaran be û ne ji wan riyên siwar û aşan be ew mîna latekî pir mezin î yekere ye û li wir e. Heyanî ez bûm heft-heşt salî jî ji min werê ku meriv here ser wî dê di aliyê din de tera bibe. Ji xwe min qet nizanîbû ku serê wî deşteke wisa dirêj î fireh e, erdê xelkê li wê derê heye û ew wî diajon, dikin çandinî.
– Erê lê ji serê pêşî ve jî her weha ye, ji ber şijikên ji bo riya hesin 20-30 sal berê hinek dûnemêt tê de teqandin lê wekî din mîna xwe ye.
– Ma gelo paşiya vî Qêreyî heye?
– Erê lê ma bê dawî dibe, dawiya wî, têê… li wî aliyê pişta Qubînê ye.
Ehmed dizaniya ku destpêka wî ji Qêreyê Ziyaretê, hafa Siyasûna ”Qeredax” e, lê jê kirê ku paşiya wî qet nayê û ew heyanî binê dinyayê didomîne, loma jî ev pirs jê kiribû.
Di cîhanê de carina peyveke hindik bûyereke pirr mezin û dîrokî bi yek carekê tîne bîra meriv û li ber çavên meriv dileyizîne. Herweha pirsa Ehmed ya li ser Newala Kuştiyan jî bêdengî û awireke tûj î matmayî bi xwe re anî. Bi wê hiskutiyê re wî li der û dorê xwe nihêrî li hev şaşo maşo bû û ji xwe pirsî ka gelo wî çi kir ku çavên apê Şemdîn wisa zelal û bêlebat mat mabûn. Bêguman Ehmed ji dilekî safî yî paqij û ji meraqeke zarûkî sedemê navdana Newala Kuştiyan bi wî navî pirsîbû. Ma wî çilo di wî temenî de zanibû ku pirsa wî dê hewçendî biranînên kezebxwînî bi xwe re bînin û dilê me hemiyan xemgîn bikin. Wî tu carî apê Şemdîn weha nedîtibû, erê wî şaşiyekê kiribû lê ka gelo ew çi bû? Di wî temenî de ew bi ber nediket ka ew ji bo çi weha bûbû û ji binî haya wî ji wan bûyerên dîrokî yên dilherişandî ku dê wek fîlmekî sînemayê bên ber çavên wî û dil û hinavên wî bînin xwarê tunebû. Çavên apê Şemdîn gund bi gund, mexer bi mexer, gaz bi gaz, newal bi newal, gir bi gir û devî bi devî digeriyan; her carê bi qasî kêlîkekê ew li ser cîhekî ji wan disekinîn, mat dibûn jiyan ji wan dibiriya, lê demek piştre dîsa rih bi wan ve dihat, ew dilibitîn û diçûn ser cîhekî din. Bi vî teherî demeke dirêj ajot û dawî jî ew hatin ser cîhê ku pirsa malwêran li ser bû bêlebat rawestiyan.
Piştî rawestineke dûr û dirêj ronahî bi çavên wî ve hat, ew awirên tûj nerm bûn, reşik û sipîka wan ji hev diyar bû û hêdî ji ser wê nuqtê rabûn hatin binê holikê. Serê wî li binê holikê ponijî qederek di ber de ma, piştre ji nava dilê xwe hêdî keserek kişand û serê xwe rakir li wan fitilî:
– Lawo ew newal bû tirba hijde mêrên Mala Xalo (bavikek ji yên Dermankan ku beşek ji Eşîra Reşkotan e) tevlî mezinê wan Osmanê Temo. Osman merivekî zahf mêr û bikêrhatî bû, der û dorên wî jê di hesidîn; herweha ji ber ku di wextê terqê (şikestina serhildana Şêx Se’îd) de hevaltiya Kemaliyan nekiribû û serê xwe nexistibû ciharê kesî milkiye jî lê li maniya bû. Ji ber van sedeman ji aliyên reqîb û der û dorên wî ve gelek caran giliyê wî hatibû û dihate kirin, ew mîna canîwer û merivxurekî hatibû ramîdan. Wextê yûzbaşî yan jî bîmbaşiyê tirkan tevlî esker ve hat ku Osman bigire, qet bawer nekir ku Osman ew e, li gor salixên ku girtibûn ji wan kirê ew yekî bi qiloç û weke dêwekî ye. Hingê esker wan tevan bicarekê bi xwe re bir û li wê Newalê ew kuştin; navê Newala Kuştiyan ji wir tê, ji xwe hima çi bigir li her herêmeke Kurdistanê ”Newaleke Kuştiyan” heye.
– Apo bi xwedê min nizanibû, nexwe loma tu wisa mat bûyî û ketî mitalan? Ehmed hem daxwaza lêborînê kir û hem jî pirsa xwe kir.
– Lawo ma qê hindik e? Lê ne ew bi tenê ye jî.
– Ma tu wan gundên han tev dibînî?
– belê ez dibînim, Ehmed bersîv da .
– Tu wan gaz û mexerên han jî dibînî?
– Erê.
– Baş e tu wan newal, mesîl, ketayî, berpal, dahl û deviyên di wan de û wan sataran jî tev dibînî?
– Erê ez gişan dibînîm.
– Ma tu dizanî ku çiqas terş û talan, rawil û canîwer, satar û devîk tevî temamê xênî û pertalên wan gundan hemû hatine şewitandin? Çiqas kes li ber piyên hespan çûne, hatine kuştin, hatine erçiqandin û talan û tajan bûne? Çend qîzên bavan zarûyên xwe avêtine û çend teled û weled, zar û zêç li ber piyan çûne? Bêguman tu nizanî, ma tê çawa zanibî ku ev çavên min li serê wî pozî bûne şahidê van bûyeran hemû? Ma ez ê çawa keser nekişînim? Lê wê kê bikşîne?”
Hemuyan serê xwe xist ber xwe û demeke dirêj fikirîn paşê tevan bi yek devî pirsî:
– Kê ew der tev şewitand? Çima çewitandin?
Lê Sînan ji nav wan rabû piya û got:
– De bes e lo, we yekcar ji tamê derxist; ma em hêdî hêdî ranebin ber berê xwe?
– Belê çewa wext e êdî, em hûrik hûrik rabin. Piştî ku rabû piya berê xwe da Ehmed:
– Ez ê paşînê hemûkî ji te re bêjim.
Piştî nîvro bû dema meluyên wan qediyan, lê di wê kelekela rojê de nekarîbûn herin ser erdekî din û ne jî herin mal, ji xwe ji çûna malê re jî hê zû bû.
– Vê qêleqijê meriv nikare bi derekê ve jî here, ya baş ew e ku em herin binê holika xwe, heyanî hînkayiya êvarê li wir bisekinin û hê herin malê, Sînan got.
– Baş e nexwe tê çîroka şewatê jî bibêjî, Ehmed bi kêf xwe avête nav.
– Bira be lê ka em qasekî bihna xwe berdin û çixarakê bikşînin hêja
”Erêêê… erê, wek timî rehmetiyê Mûsayê Berxê jî digot:’Bi serê Hezret, bi serê Hezret ne ew gav e lê ew xeber e”.
– Mûsayê Berxê kî bû apê Şemdîn?
– Mûsayê Berxê lawo yekî bi eslê xwe ji mala şeref bû lê li Hedhedkê, gundek ji yên Rişkotan belkî yê herî mezin, ku em dê li pêş bizivirin ser û gelek qala wî bikin, cîwar bûbû û ta dawiya temenê xwe jî li wê derê jiyabû. Mûsayê Berxê merivekî serwext î civatxweş û zarşêrîn bû. Ew bi xwe xweyê temenekî dirêj ku gelek şeq û deq bi serê wî ve hatibûn. Ew yek ji mirîdê pêbawer yê Hezret (navê yek ji şêxen Norşêna Mûşê ê dema wî ye) bû û dema cenga yekemîn ya cihanê li Welatê Jorî pê re ketibû şerê dijî Ûris (Rusiya) . Wî di civat û caxiyan de pir qala wan serpêhatiyên xwe û şêxê xwe dikir û hertim wusa digort.
Lawo heçî sala wê baş nayên bîra min, lê gava bûyer çêbû ez yan panzde yan jî şanzde salî û bîrewer bûm. Ew bûyera malkambax piştî terqa (têkçûna serhildana) rehmetiyê Şêx Seîd bû û cezayê hevnegirtin û piştgirînekirina me ya weq’etê bû.
– Terqa Şêx Se’îd çi ye apo?
– Dema dewleta nû ya bi navê Cimhûrîyetê hat ser hikim serekên wê (bi taybetî Mistefa Kemal, Îsmet Înûnû û hevrêyên xwe) hem din û şerî’etê ji holê rakirin û hem jî kurdan xapand, heqê wan neda wan ku hingê Kurd di bin mezinahiya gorbihiştê Şêx Se’îd û hinek rewşenbîrên xwe de rabûn doza heqê xwe kirin û xwestin ku mezinatiya tirkên dînberdayî ji ser xwe rakin, lê wan zora eskerên cimhûrîyetê nebir. Hem ji vê bonê û hem jî ji bo ku kurdan hemî hev negirt û piştgirî nedan serîhildanê ew şikestin û terq li wan ket reviyan , lê paşê hatin girtin û li Diyarbekir hatin bidarvekirin.
– Apo Mistefa Kemal kî bû û çima heqê Kurdan neda wan? Wî çi ji wan dixwest?
– Mesela wî dirêj e lê bi kurtî weha dibêjin:
”Dema dewletên hevkar împeratoriya Osmanî tevî paytexta wê Îstanbolê û xeyn ji beşeke Kurdistanê nêzî temamê herêmên wê ên din vegirtin xwendkarê hingê Siltan Wehddedîn bi dizî xeber şande ba Qumandanek ji yên xwe Mustefa Kemal ku berê li Şerqê mabû û têkiliyên wî bi zahfên giregir û eşrafên Kurdan re xweş bû. Sultan ji Kemal re weha nivîsandibû: ’Rabe bi xef xwe zû bigihîjîne nava Kurdan û ji nav wan û ji Anedolê [Anatoliyayê] eseker bide hev! Ji bo wî awayî tiştê ku lazim be bike, her tişt di emrê te de ye û her îmkan ji bûna te hazir e. Her soz û wadê li ser navê min lê bê ku neyar pê bihisin bide wan, destên min jî bi ên te re ku hima bi tenê tu Kurdan rakî ser piya. Va ye dest û piyên min hatine girêdan û hertiştê min ketiye bin destê wan êdî tu hêviya min nemaye.
Hûn herin li wir rabin gava diwêlên biyanî bipirsin bêjin:
– Ev çi ye? Ez ê bêjim:
– Heyra bi xwedê ji destê min derketiye êdî xelk rabûye, Kurd in li çiya mezin bûne û serhişk in bi xebera kesekî nakin. Bi tenê dibêjin: ”dînê me ji destê me çû em ketin bin destê miskof û gawiran” û li tu kesî guhdarî nakin.
A ew Kemal e ku hat aliyê me li ba temamê mezin, eşraf, şêx û mişayixê Kurdan geriya bû mirîd û destebirayê wan ê axretî got:
– Gidî dîn ji dest çû, ma qê dînê min bi tenê ye? Werin em dîn û welat ji destê kafiran xilas bikin ji xwe em birayê hev in û ev welat berî tirkan ê Kurdan e, lê dîsa hûn birayê mezin in çewa bivên bira wisa be hima hûn maf û heqan parê vekin.
Lêbelê dawî ling li tevan hilda, hem li Kurdan, hem li Silatan û hem jî li hevalên xwe yên şer”.
– Çawa ling li wan hilda apo? Ma Siltan û tirk jî kuştin?
– Erê çewa, ji xwe got: ”Heçî Kurd li van dera tunin”, ti heq û meq jî neda wan û ê ku qayil nebû jî yan bi dar ve kir yan jî bi fen û fûtan ew berdan hev û wan ji holê rakir. Herweha dest avête malbata Siltanan jî wan jî nefî kir, û piştre dest bi dîn kir, dîn jî rakir û çi dîndar, şêx û mişayixên Kurdan jî hebûn, yan bi dar ve kirin yan jî ew nefî kirin û paşê jî li hevalên xwe ên tirk û dîndarên wan fitilî wan jî ji hev dêrdexan kir”.
– Çiqas Kurd jî bi hev re bêaqûbet in, gelo çima van eşîrên me bi hev re tifaqek nekir û neçûne alî Şêx Se’îd; yekî ji nav wan pirsî.
– Naxêr çênekirin, hê di destpêka şerê wî û Romiyan de giregir û serokên eşîrên me yên herêmî ku ji wan re Heft Bavên Sîna dibêjin (Rişkotî, Pencînarî, Bekirî, Sînikî, Elikî, Recebî û Şêxdodî digel Mala Ferhoyê Îzêr Axa ku mezinê Sîna bûn) li hev civiyan û gotin: ”Heyra werin em tev ya xwe bikin yek û nehêlin leşkerê Romê ji ava Diyarbekir (çemê Dîcle) derbasbibe; her kes ji me bira dest deyne ser hikûmeta bajarê xwe, serkar û serdarê wê û amir û zabitên wê tevî leşkerê wê ve giş zeft bike”.
– Çire ava Diyarbekir, ma qê yên ji avê û wir de ne Kurd in? Yekî ji nav wan pirsî.
– Belê, lê ji xwe ji avê û wir ve îsyan û şer hebû, hingê wer dihate zanîn ku eskerê Şêx Se’îd herderî girtibû û bi tenê Diyarbekir mabû.
Piraniya wan got:
”Baş e, em hingê ji çûna leşkeriyê, ji bac, xwêgî, papûr, qemçûr û gelek bêş û derdên wan yên din jî berî dibin”.
Lêbelê li gor salixan ji nav hemiyan Cemîlê Çeto bersîva neyînî da û got:
”Xwedê seyî hikûmeta Zoqê jî ez î, serok û serdarê wê jî ez î, mezin, leşker û zabitên Zoqê jî ez î. Ez ê dest deynî se xwe, se kî û kî zeft bikî”. Bi vê gotinê re civîn pelişî û hevgirtin jî çênebû.
Ma ne ew bû ku piştre wî girtin û xeniqandin? Sînan jê pirsî.
– Belê welleh ew bû yê Mala Faro mezinên pencînaran, ji ber vê yekê ev serpêhatiya wî di nav xelkê de belavbûye dibêjin ku; Gava Mahekemeya Îstiqlalê, (Dadgeha Serbixwe) idama wî da, ew di qawîşê de diçû dihat û ji kerba digot:
– Cemîlê Çeto qeda lê keto, Cemîlê Çeto . . . . lê keto.
Wî ji ber peşklêdana civîna yekîtiyê û bawerîanîna bi Romiyan ev çêrr bi xwe dikirin. Di wê demê de gava ew [Cemîlê Çeto] û kurekî xwe – ez ne şaş bim Feremez e – di girtîgehê de ne, hingê Ahmoyê Kurtikî/Qadirê Bêndûrkî (gundekî Rişkotn e) jî digirin û dibin cem wan. Cemîl gava wî dibîne weha dibêje:
– Wey rebee..n, feqîî..r, vî çikiriye ku wî anîne vir.
Ew jî qet nemerdî nake û vê bersîvê didê:
– Yê belengaz, reben û feqîr tev tu yî ; yê ku bi esker re şer kiriye ez im, yê ku êrîşî ser topê kirîye û dest daniye ser ez im, yê ku firqe û alayiya esker li ava çem qelabtiye û ew mehû kiriye dîsa ez im. Lê pepûk, reben ma te çikiriye ku tu li vir î?
Feremezê kurê wî dibêje:
– Li ser bextê min be gotina wî ye; ma te çikiriye?” Piştre êdî his ji Cemîl dibire.
Piştî Terqê, firqe qumandaniyê (fermnadarê firqeya) Farqînê Cemîl Cahîd Beg, xeber şand ba temamê serekeşîran û soz û bext da wan ku bihêlin leşkerê wî derbasî ser Qewmê Çiyê bibe wê ew têkilî wan nabe. Hemûyan, eger bi rastî eger ji neçarî, jê bawer kir û soz dayê ku ji paş ve lê nexin.
– Ma qewmê çiyê kê ne?
Qewmê Çiyê Mala Eliyê Ûnis in, gelek caran ji wan re wisa tê gotin.
– Încar çire ew çûn ser Mala Eliyê Ûnis? Ma wan çi kiribû ji Cahid Sidqî? Paşê çi bi wan hat? Ehmd pirsî.
– Ji berê û paşê ve xirecir di nav hukûmetê û wan de hebû, Çiyayiyan serê xwe ji Tirkan re danetanî û tiştên ku ji wan dihatin xwestin çi malî û çi jî eskerî nedidan; herweha wan piştgiriya îsyanan jî dikir. Di vî şerê dawî de Mala Eliyê Ûnis pir xweş li ber xwe dabûn, lê çi heyf ku kesî piştgiriya wan nekir, ew bi tenê mabûn û leşkerê Romê jî ji çar alî ve li wan raweşiya bû. Evdirrehmanê Eliyê Ûnis, ku him di dema isatiya (firariya) xwe de û him jî vê dawiyê piştî Bexşînê (efwê) bi mêvanî hatibû cem me, şerê navbera xwe û eskerê Romê ji kal û apên te re weha gili dikir:
”Leşkerekî pir giran bi ser me ve girtibû û ji çar alî ve li me raweşiyabûn, rê û dirb tev ji ser me birîbûn. Di destpêkê de me baş di ber xwe de da û me gelek jî xisar da leşkerê wan, lê Piştî şerekî dûr û dirêj kêmasî kete xwarin û zexîreya me. Em di hesarê de bûn û dora me jî tev zencîr kirîbû ji wê bûnê jî ji tu derî ked û hed û xwarin ji me re nedihat. Em û mabûn petûta daran, me wê dida hev, bi avê nerm dikir, car dikir weke pelor û carina jî barewî dikir û di şûna nan de dixwar. Me bi heftiyan weha qedand û qet etlebûnê jî nexiste şerê xwe. Vê paşiyê em pir hindik jî mabûn lê disa me xwe neda dest; hisab ke em çarde kes mabûn lê êvaran her yek ji me bi çarde cîhan agir dikir da ku dijmin bi hindikî û kêmhêziya me nizanibe. Paşî em neçar man û bi serê riya ketin hinek ji me reviyan Binxetê û hinek jî xwe dan dest û nefî bûn.”
– Îca ma Cahid Sidqî sozê xwe girt?
–Lawo ma bextê Romê û sozê wê heye? Naherêê…, menşûr e dibêjin: ”Nanê Romiyan li ser çoka wan e”.
Cemîl Cahîd Beg jî mîna gelekên pêşiya xwe ji bo vê gotina pêşiyên me rast derîne tiştê jê hat kir. Ew ji ser qewmê çiyê, Mala Eliyê Ûnis, dageriya danegeriya bê rawestan dest bi ger û dolab û fen û fûtên navdar yên bav û kalên xwe kir. Wî bi maniya çekan xwest sozê navbera xwe û wan bişikêne û doza teslîmkirina çekan li wan kir. Lê weke ku wî jî dipa û dixwest jî, tu kesî qîma xwe bi dayîna çekan neanî. Ma wî çi dixwest? Ew li kaxizekî peritî digeriya, mezbetak ketibû destê wî; wî jî hima di cih de dest bi dek û dolabên xwe kir. Berî her tiştî wî serokê eşîra Rema Emînê Ehmed, kişande cem xwe; wî nakokiyên kevn yên nav Eşîra Reman û Sînikan jî bikaranî û dubendiyeke kûr xiste navbera wan. Bi cewata Emîn jî çend serokbavikên din, bi taybetî jî yên eşîra Rişkotan qayîl kir û qet nebe jî bêalî hişt.
– Emînê Ehmed, Emînê Perîxanê bû ne? Ku paşînê wî bi du cendirmeyan dane kuştin?
– Belê, serê pêşî Tirkan ew xapand û bi ceweta mezinahiyê birayê wî Evdile pê dane girtin û vê carê jî wisa pê dane kirin lê paşî jî li ser fermana waliyê Sêrtê bi ceweta ku wî bibin cem walî di rê de li Xirebajar wî bi du cendirmeyên Romê yên pîsik dane kuştin û xistin sutuyê kurê wî.
Çawa wî ev karê xwe kuta kir; încar rabû Emînê Ehmed herişand û tevî firqeyek leşkerê Romê şand ser Zercil.
– Zercil kur e? Li kur dikeve? Ehmed pêre pêre pirsî.
– Zercil hingê navenda eşîra Sînikan û gundê wan yê herî mezin bû. Gundê Zercil dikeve Deşta Bişêriyê, hima çi bigir li tîra Qubînê li aliyê Qêre yê din e. Ew nêzî qûntara Qêre ye lê cihû erdê gund rasteke xweş î mezin e. ”Di destpêka şer de leşkerê Romê topekê li serê Qêre, li hafa Zercil, girêdabû û pê li gund dida.
– Ma top hingê jî hebûn? Yek ji wanên ciwan pirsî.
– Lê çewa ma te sah nekiriye ku dengbêj hê di kilamên şeran ên berî hingê de jî dibêjin: ”Li ber gula mîrata topê sebr û hedana kê tê”. Bi rastî jî xweragirtina li ber gula topê ne karê henekan bû.
– Erê li Sînikan dixistin ma çi kula rişkotiyan bû ku xwe xistin nava şer? Ehmed pirsî.
– Rişkotiyan jî alî wan kir, çimkî ew hevalbendê hev bûn, ew zû pê hisiyan û bazdane hewara wan. Heçî Rişkotî di şerê Qêre û wan rizde û zinarên wê de gelekî jêhatî û nîrşikandî bûn. Wan piştî şerekî dijwar keysê li esker anî û pişt ji wan sitand; bi taybetî jî Yahoyê Hecî Mihemed şerekî wisa Rostemî kir ku nav û dengê wî û şerê wî li dervayê herêma me jî belavbû. Nemaze êrîşa wî ya ser topê û zeftkirina wê hê jî li ser zimanê xelkê digere.
– Piştî ku top ji eskerê Tirkan sitandin çi pê kirin? Gelo wan pê li esker xist? Ma hingê esker çi kir?
– Na wan nizanibû wê bi teqînin. lê gava top ji eskerê Romê sitandin, hingê ew bêgav man û bi paşve vekişiyan. Yan jî xwe hinekî bi paş ve dan ku xwe bidin ser hev û ji nû ve êrîşeke xurttir bînin ser wan; ji xwe di wê navê de roja înê jî ku hingê betlaneya fermî bû, hat. Ji aliyekî ve ew ketin betlaneya roja înê û ji aliyê din ve jî xwestin ku şer bi tevayî rawestandî bidin nîşandan. Bi vê cewetê jî hem xwe rehet dikirin û hem jî diviyan ku Kurdan bixapînin, wan sist bikin ta ku pişta xwe ji wan re vekin û ji nedî ve êrîşeke xurt î teze bibin ser wan.
– Bi rastî hêviya wan jî hate cî, çiku gava Romiyan dev ji şer berdan û bê his bûn, hingê şervanên kurdan jî, him ji bo nimêja xutbê ya roja înê û him jî ji wan kirê ku şer kuta bûye dijmin êdî hew dadigere, xwe ji serê Qêre, ji kozik û tabiyên xwe berdan xwar; wan dev ji topa ku nikaribûn bikarbanîn û ji cîhê xwe yê kysdar (stratejîk) jî ber dan û berê xwe dane gundê Zercil. Piştî nimêja xutbê ew rabûn ne bi minê ne bi teyê ketin kêf û şahiya serkeftinê û heyanî berdestê sibê ku bêhal ketin û razan, domandin.
– Ma çima paşî danegeriyan cihên xwe? Qê nizanibûn ku wê leşker car din li wan bizivire?
– Na, xuyaye ku ewqas pêşiya xwe nedîtin ji wan werê ew reviyan û xilas êdî çûn, lê wek ku pêşiyên me jî gotine: ”Av di sekine lê neyar nasekine”, leşkerên Roma Reş jî qet ranewestiyan û di wê şevê de hahakê rabûn xwe gihandin serê Qêre, ew kemînên ku Kurdan berdabûn bê şer û hêsayî zeft kirin. Ji nû ve di kozikan de qenc xwe bi cih kirin û li dora gund jî kemîn vedan. Serê sibê gava xelk ji xew rabû û nihêrt, wey pepûk reben ma ew çi binêre? Her der ji leşker xilxiliye, qene riya çîçokê jî tune ku ew ji xwe re pê ve birevin. Ji xwe êdî şer nekarê her egîd û fêrisî bû; ma di kûrana wê Deşta Bişêriyê de bi wan tivingên kurmancî yên kevn kîja mêr karibû xwe li ber top û çekên nûjen ragire.
Bi vî awayî tu mefer ji wan re nema, bes çareya wan ew ma ku li hêla bakur, bi hêla Qêre ya din ve, vekişin û gund ji esker re berdin. Romî çewa ketin gund agir berdane Zercil û pê ve çûn dane pey şopa wanên reviyayî.
– Apê Şemdîn ma tu dibê çima wan xwe neda hêla Qêre a din û şerê xwe nedomand? Qey ji ber ku şikestibûn û êdî ji hev peşkilî bûn û nema karibûn xwe ragirin?
– Ma qey piştî vê terqa ku li alemê ket îcar eskerên keysberaz disekinin; wan qet ferzend neda kesî, bê etlebûn ajotin ser wan gundên din û qêre û qêre ber bi hêla Rişkotan ve çûn. Lawo te digot qê pez e û gur daye navê, êdî ti berxwedanek dijî leşkerê Romê çênebû, herkes ketibû hewla rihê xwe û wey li wî ku xwe xilas bike. Ma haya kê ji mal û gundan hebû? Gund hemû vale mabûn û romiyan jî qet teke peke nekir, kîja gundê ku ket ber terqa wan agir berdanê. Ew ji şopa Qêre ve pê ketin û agir berdane Tapiyê, Hiznamîrê, Texeriyê, Kelhokê û ji şopa din ve jî Kurtikê, Bolindê, Zivingê, Herfasê heyanî Hedhedkê bêrawestan çûn û gihane kîja gundî şewitandin. Roja din berî esir ew ji herdu aliyan ve jî gihîştine Hedhedkê; li wê derê wan temamê gundiyan li bênderê civand û ketin nav malan. Li her gundî karê wan ev bû, ew pêşî malo malo digeriyan, tiştên baş î bi qîmet ji xwe re dibirin û dawî jî agir berdidan gund.
Di wê navê de diya Ehmed ku piştî nîvro xwarin ji wan re anîbû kete nav xeberdanê:
– Erê welleh eyn wisa bû, wê hingê mala me li Tapiyê dima gava terq li alemê ket ez û jinbava xwe jî bi bez hatin Gundik ku heywanan bibin da mala xwe bi wan xilas bikin lê heyanî em bi paş ve çûn hertiştên me biribûn û gund jî şewitandibûn. Hinek zêr û qol û cênîkê min ku hingê di sebetê de mabûn jî tev ji xwe re derxisttibûn û biribûn.
– Wey Xwedê ji te razîbe baş e ku tu jî li vir bûyî û te jî bi çavê serê xwe dîtiye ku çewa mal û tiştên xelkê ji xwe re dibirin û xelkê dişêlandin. Lê wextê giha Hedhedkê vê carê Cahîd Sidqî Beg di şûna fermana şewatê de gazî keyayê (muxtarê) gund kir:
– Keya ji vêga heta êvarê ez hezar nanî tevî xwarina vî leşkerî hemû li vê bênderê ji te dixwazim.
– Qumandan (serdar) Beg, hima pîrekan tenê ji min re serbest berde te şixul pê tune, ez ê a vêga ji te re tevî hazir bikim.
Keyayê Hedhedkê hingê rehmetiyê Rehîmê Zemê bû; wî paşê ev bûyer ji kal û apanên te re timî weha qise dikir:
– Apê Mîrze gava wî destûra jinan da, me rabû di her malê de hevîr da kirin û tendûrên gund tev ji nanpêjan re amade kir. Nêzî eşakî me sifreyeke wisa li erdê xist ku devê firqe qumandanî ji hev vekirî ma. Bi saya serê vî nanî gundê me ji ber şewatê filitî. Ew şev esker li gund ma û roja din piştî taştiyan serdarê firqeyê gazî min kir:
– Muxtar em gundê te didin xatirê vê camêriya we ya bi dilpakî û xizmeta we divê bê zanîn ku ked û emeka kesî li cem me ber teref naçe, wek ku Romiyên nan li ser çok ne ew bin, lê karekî me yê din jî ketiye aliyê we. Divê posteya me zû here derbasî Farqînê bibe, zahmetiya me heyanî bigihîje Dawidiyê (navê gundekî roşkotan ê hêla çemê Batmanê ye) jê û wê ve êdî hêsa ye.
– Li ser çavan ez karim wan bigihînim Gundikê malxezûranê xwe ji wir jî wê ew wan bibin Dawidiyê, lê bi sozê ku ziyanek negihê wan.
Ji xwe hay û gumana wî jê tinebû ku hingê çend giregirên Rişkotan û Sînikan li gund veşartî bûn û ji wê bonê jî Rehmetiyê apê Mîrze her sibe çend xortan ji bo çavdêrî û fêrbûna rewşê dişande hafa Hedhedkê serê rizdeya çiyayê Qêre ya bi navê Pozê Qiyalê. Belkî jî ew ji vê yekê haydar bû û loma jî xwest ku bi ceweta alîkariya postê him wan û him jî gund tev biparêze.
Wî du cendirmeyan tevî postê ve şande ba me ku em wan bibin Dawidiyê, gundê Silêmanê Biro, dost û piştgirê Emînê Ehmed ê hingê. (Silêmanê Biro mezinek ji yên Mala Diyo ku bavikek ji yên dermankan yên xurt û beşeke mezin ji eşîra Rişkotan e.)
– Ma we alî wan kir? Welleh gere we nekirina lo.
– Erê tevî ku alîkariya wan ji me re pir giran jî dihat, lê ji bo wê rewşa nazik û veşartina wan giregirên Rişkotî û Sînikiyan deng ji me derneket û me wê bêxîretiyê daqurtand û alî wan kir.
Roja din li dora nîvro, wan berê xwe da aliyê Dirbêsa û gundên wê kêşê. Heçî herdu eşîrên me jî bi giştî şikestibûn û li tu cihî li ber xwe nedidan. Yên ku reviya bûn û bûbûne isat ji xwe reviya bûn, tek û tûkên din ku di gund de mabûn jî xwe didane dest.
– Ma qey tu eşîr ji eşîrên komeşîra heft bavên Sîna bi wan re alîkarî nekir?
– Na xêr, heyanî ku gihîştine hafa Quba Zîlan jî qet ti eşîrên din dengên xwe dernexistin û pişta wan negirtin; wan jî li wê şopê çi gundên ku ketin ber wan şewitandin û pê ve çûn heyanî derketin pêşberî Quba Zîla.
– Zîlan, Quba Zîlan çiye û li kû ye? Ehmed bi lez pirsî.
– Zîla gundekî Rişkotan e ku dikeve serê tixûbê navbera wan û Eşîra Bekiran ku ew jî fena Rişkotiyan mirîdê Mala Zîlî ne. Ev gund ji berê ve di destê Şêxên Zîlan de ye, lê kîjan ji wan, yanî ji gund yan jî Mala Şêx kevntir e ez eseyî nizanim, lê bi texmîna min gund navê xwe ji navê mala Şêx girtîye. Ew malbat bi mêranî û welatperweriya xwe navdar e û ji bilî wan herdu eşîran jî gelek mirîdên wan yên din jî hene, tê gotin ku; mirîdên wan ji Sasûn heya Samsûnê ne. Quba Zîlan jî kumbeteke sipî ye û gorên çend şêxên mezin î navdar yên Mala Zîlî tê de ne ku li herêmê gelek caran xelk bi “Herpênc Şêrê Qubê” bi navê wan sond dixwe. Berî ku meriv digihîje pira Batmanê li milê rastê dimîne û wextê meriv derdikeve hafa gundê Zîla hê ji dur ve ew weke hêkeke sipî xwiya dike.
– Ma ew ji vir xwiya nake?
– Na, lê ji serê Qêrê Ziyaretê hafa Kanî Gulanê ku havîngeha mezinê Herheft Bavê Sîna Ferhoyê Izêr Axa jî lê dima, xwiya dike.
– Êee… piştre çi bû?
– Gava qefla pêşî ji leşker gihîşte hafa gund (Zîla) serbazê wan ji milîs û kesên bi xwe re pirsî:
– Eva sipî weke hêkekê çi ye?
– Ew Quba Şêxên Zîlan e, wan bersîv da. Hê gotin di devên wan de wî ferman da:
– Berê topê bidinê. Topavêjan jî qet nemerdî nekir û berê topê dane Qubê, lê çi ecêb topa wan neteqiya! Serbazê wan hêrs bû û bi wan re xeyîdî:
– Çima hûn agir nadin topê û bernadin? Ne min got bi topan lê xin.
– Serdarê me ecêbeke giran e, lê em newêrin ji te re bêjin; em dikin û nakin topa me nateqe, wan bi paxav bersîva wî da.
– Çi, çewa nateqe? Ka berê wê bidin cîkî din.
”Top bi aliyê din ve xweş teqiya, lê dema berê wê zivirandin ser Qubê dîsa neteqiya. Wan çend caran berê topê da alî û car din anîn ser Qubê lê tu guhertin tê de çênebû, her ew li ser Qubê nediteqiya û gava ji ser diçû gurmîn pê diket.
Baviko min nedîtiye lê yên ku li wir bûn û dîtibûn digotin ku; Ji nedî ve, li gor hina pênc kevok û li gor hinekî din jî pênc teyrikên sipî, ji Qubê derketin û êrîşî ser leşkerê Romê kirin. Bi derketin û êrîşa wan teyrikan re reh bi wan şervanên reviyayî ve jî hat, xwîn kete canê wan û bûn mîna gurê har ê devbixwîn, lê hê berî wan eşîra Bekiran li xwe qewimandibû jî. Çunkî Quba Zîla çawa ji Rişkotiyan re pîroz bû wisa ji wan re jî belkî hê bêhtir jî pîroz û payebilind bû.
Bi wan gujme û êrîşên tûj ên ji nedî ve leşkerên Romiyan li hev şaşo maşo bûn; wan nizanibû bê çi bi serê wan ve hat û çi li wan qewimî. Mefera ku dîtin bi paş ve vekişiyan, lê bi vê jî xilas nebûn. Te digot qey kevir û kuçikên wan deran hemû li wan raweşiyane û mîna teyrokeke hijdî ji çar alî ve gule li wan dibariyan; qiyameteke xwedê bû bi serê wan ve hatibû.
Lê lawo hinakan jî vê yekê weha gilî dikir:
”Berî ku ew bigihîjin hafa Qubê, bi qonaxekê serbazê wan ferman kir ku ew ber bi bi Qubê ve herin û topê lê girêdin. Ev gotin gelek li zora milis û cendirmeyên kurd yên herêmî hat û şaweşaweke mezin xiste nav wan, lê ji tirsa wan eşkere dengê xwe nekir. Gava ew gihîştjin wî diyarê hafa Qubê êdî çaxê nan bû, ji wê bonê jî wan pêşî xwarina xwe xwar û piştre jî qasikekî bihna xwe berda. Di dema bihnberdanê de serbazê wan, ku kêlîkekê vezeliyabû û çavên xwe germ dikir, qêrîn jê çû, ji xew veciniqî û
– Ay çavên min ay çavên min, got. Fermanberê wî û yên nêzîk pê ve bazdan:
– Çibû, çi qewimî? jê pirsîn.
— dengê xwe mekin, çavên min kor kirin. Ay çavên min ay çavên min.
— Kê, kêne ku çavên te kor kirin? Me kesî nedît.
— Çawa, we nedît? We her pênc teyrikên sipî nedît? Wan bi nap û nikulên xwe çavên min deranîn .
Hê wisa xeber di devên wan de ew êrîşa çaralî û kesnedî, ew ecêba giran bi ser wan ve hat û mîna taviyên teyrokê berik li wan reşiyan”.
Kurê min çawa ku dibêjin:
”Xwedê ayê vî destî ji wî destî re nahêle”, wisa wê hingê ayên me jî ji wan re neman. Ew çendî direviyan xelk jî hê bêhtir li wan sor dibû û kîn û xezeba dilê xwe dirêt. Ha ku didîtin yek ji ber piyên wan radibû û digot tereq bi wan ve datanî; wey li wî kesî be ku xwe bigihîne eskerekî û heyf û tola wan zar û zêçên xwe, terş û talanên xwe, mal û pertalên xwe û namûs û eyalên xwe ji wî hilîne. Heçî milîs û xayînên ku gihane gel û alîkariya wan kirin, yan jî bi pehniya hespekî beze xilasbûn ji xwe bûn yên ku nekirin û nebûn yan li ber piyên hespan çûn yan jî di bin lingên xelkê de erçiqîn û gihane heqê xwe. Çend siwaran ji dora Zêdiya da ser pişta Emînê Ehmed, lê wî bi zirpa hespê, bi zor xwe ji destê wan filitand û xwe avêt Dawidiyê”.
– Zêdiya kur e, ma ji vir dûr e?
– Ew jî gundekî rişkotan e, bi piya heye setek seetek û nîv; ew li hafa çemê Batamnê ye.
”Ji Dawidiyê dostê wî Silêmanê Biro, ew ji wan veşart paşî bi dizî ew li ser pişta hespê xwe yê bi nav û deng siwar kir û di deriyê paş de derxist.
Ger ku ne ew hespê beza yî rewan bûya dîsa jî ew tu carî ji lepên wan nedifilitî, çunkî ew hespekî wisa beza bû ku tu tiştî toza lingê wî hilnetanî.
Ji xwe leşkerê Romê, ew firqeya sax, bi tevayî şikest û weke noka li kevir ketî ji hev bela wela bû. Yên hatin kuştin ji xwe hatin kuştin, yên reviyan û bi paş ve dageriyan jî li wê dexilxaneya çemê Batmanê qedaxe bûn û bê ser û çav li çem qelibîn. Hingê bihar bû, ava çem jî rabûbû qet bihor nedida û mîna hespekî fahl şîreşîr dikir. Esker di serê şîpê de niqoyî binî dibûn û di nîvê gerînekê de bi ser rûyê avê diketin. Li gor salixê dîtiyan gava ew derdiketin ser avê dest yan jî tivingên xwe bilind dikirin û dikirin gazegaz û hewar hewar:
– Kurdo Mihemmed selewaa…t, Kurdo Mihemmed selewaa…t. Yanî em jî misilman in me xilasbikin.
– Lê ew kesên li pey wan gelek kezebşewitî bûn û birînên dilên wan jî pir xedar bûn. Kuştiyên wan yên çend saet berê dihatin ber çavên wan û qêrîn û zarînên wan jî hê di guhên wan de bûn; ji wê bonê û bi wê hêrsê re wan berê tivingên xwe didan ser wan û digot:
– Ma heyanî vêga çima ne Kurdo Mihemmed selewat bû? Hê Mihemmed Pêxember, ez qurban bim, û selewatên wî ketin bîra we.
Ji wê firqeya sax çend kes ne tê de yek hebek jî nefilitî; ji herdu aliyan jî gelek ziyan û zirarên mezin çêbûn. Em tev rabin û rûnên şikrîmê bikin û ji Xwedayê xwe bixwazin ku bûyereke dîtir a wisa bi ser me ve neyê. Lê xwiyaye ku vê girarê gelek av hilaniye û wê fermana gelek kurên bavan tevî serê wan jî bi xwe re bîne”.
19/4—1993
Amadekar: Emîn Narozî