Mewlana/Melayê Cizîrî û Felsefe û Tesewifa Evînî
Bêguman çawa ji we re jî dîyar e babeta heryek ji felsefe û tesewifê bi serê xwe babeteke pir fireh e ku bi baran kitêb liser hatine nivîsîn û tên nivîsîn jî. Ji bilî ku heryek ji wan jî li ser çend beşan hatine dabeşkirin, mîna mentiq, kelam, hikmet, terîqet, psikolojî, sosjolojî û yên din ji bilî cûreyên felsefê yên serdemên cuda ku her beşek ji wan bi serê xwe jî gelekî berfireh û belav e û cihaneke zanînê bi xwe ye.
Çendî ku pisporiyeke min ya zêde li ser felsefê tunebû û min ji bilî mentiq/logik û kelamê/eqîdeyê pê ve tu perwerdeyeke taybetî jî li ser teesewif û Felesefê nedîtîye lê di van 10-15 salên dawî yên dema xebata ser Dîwana Melayê Cizîrî û pêwendîyên nêzîktir bi tarîx, felsefe û tesewifê re, bi taybetî jî bi xêra Melayê Cizîrî min dest pê kir bi çavekî din lênihêrî. Herweha bi lêkolînên ser şahberhema/Dîwana ustadê mezin melayê/mewlana Cizîrî re min dît ku Mela di gelek waran de xwestîye wê bîr û raya ku tesewif û felsefe du tiştên ji hev cuda û dijî hev in ji holê rake û dîyar bike ku bi rastî ew ji hev ne bêpêwendî ne û di evînê de yanî tesewifa romantikî û tesewifa felsefî de wan gihandîye hev ku ev jî taybetmendîyeke wî ye.
Çunkî di destpêkê de mitesewifan mentiq û felsefeyê ji hêla dînî ve baş nedîtine û dijî wê derketine, çendî ku zanayên mîna Farabî û Ibn Sîna û hinekên pey wan jî xwestine felsefe û tesewifê bi taybetî jî felsefeya rojava û eflatûnîya nû bînin nav ramanên tesewifê. Lê belê ekola Xezalî ya dawî ku di pey wan de hatîye ew rexne kirine û hinek nêrînên wan yên ser felesefê dijî nessên Quran û Hedîsê diyar kirine. Çima ekola paşî, ji ber ku Xezalî bi xwe jî serê pêşî dîtinên fîlozofan parastîye lê vê dawîyê gelek ji wan rexne kirîne.
De îcar gava ku felsefe û tesewif nêzîkî hev û di nav hev de bin ku felsef jî hê berî tesewifa îslamê li gelek deverên cîhanê hebûye, divê meriv pêşî hinek li ser felsefê raweste:
Felsfe û kelam, mentiq û hîkmet/pîrmendî
Felsefe xebat û lêkolîna li ser gelşên bingehîn yên giştî ku pêwendîya wan bi rastî, hebûn, zanîn, hêjayî, sedem, têgihîştin, raman û ziman ve heye.[1] Felsefe bi rexnegirîya xwe ya ku bi gelemperî bi lêkolîneke sazûmanî yî rêzbendî û bi piştgirîya sedemên hişmendî tê pê,[2] ji awayên din yên gotin û derbirînê cuda dibe. Bi gotineke din pêşketin û berfirehbûna felsefê dibe ku bibe sedemê xurtkirina bingehê bawerî, prensîb, têgeh û tevgerên şexsî û komî.[3]
Gotina “felsefe”yê ji peyva hevdudanî ya girekîya/yûnanîya kevnar ya philosophia tê ku ew jî ji peyvên “philo”ya bi maneya hezkirin û “sophia”ya bi maneya zanist pêk tê û dibe “hezkirina zanistê”.[4]
Beşên felsefê ev in: Epistîmolojî (nezerîyeya/bîrdozîya/teorîya zanistê), mentiq, metafizîk/dervayî siruştê, etîk/exlaqî/xuygînî û estetîk/bedewkarî/gewizîn in.[5]
Epistîmolojî (bîrdozî û teorîya zanistê): bala xwe dide ser xebat û lêkolînên li ser xweza/siruşt û berfirehiya zanistê mîna pêwendîyên navbera dirustî, bawerî û teorîyên dadmendîyê.[6]
Mentiq: xebat û lêkolîna li ser hinek qanûn, pirensip û rêbazên ku bi belgeyan rastdêrayî ne û bi wan mahîyeta zanistê û delîlên xwepêgir yên cudakirina rastîyan ji çewtîyan, tê nasîn. Ew delîlên ku di mentiqê de tên bikaranîn yan belgeyên xwepêgir in ku bi hevokên sererast û eseyî tên diyarkirin, yan jî yên xwepênegir in ku bi hevokên din yên ne rasterast lê bi mebstî/îmajeyî tên goiti.
Ji xwe bingehê têgihîştinê jî li ser hîskirina/hestkirina bi her pênc hestan[7] e ku heywan çi yên axêver (mîna mirovî) û çi jî yên din bin, hemî di wê têgihîştinê de hevbeş in. Lê meriv/insan bi têgihîştina her pênc kullîyatên[8] farazî û wêneyên ku li gor taybetmendîya hemî kesî erêkirî ne, yanî giştî ne, ji heywanên din tên veqetandin.[9]
Metafizîk: Xebat û lêkolîna li ser nîşan û dirûvên giştî yên bingehê rastîya siruştî ye û li ser idîayên rasyonel/maqûl yên ser xêzên bingehîn e, mîna hebûn/heyin, sedem û amanca wê digel pêwendîyên navbera bîrewerî û laş, mal û milk hemî, tevlî beşên wan û bûyer û pêvajoyan.[10]
Beşên metafizîkê jî:
Kosmolojî: Lêkolîn û lêgerîna li ser afirandina gerdûnê bi giştî û pêşketin û struktura wê ya pir mezin bi taybetî, digel xebatên ser zanista stêrnasîyê û avakarîya wan ya gerdûnî ye.
Andantoloji: Lêkolîn û xebata li ser hebûnê/heyinê ye. Jixwe metafizîk bi xwe jî beşeke berfireh ji teorîyên cuda yên felsefê digire nav xwe. Mîna idealizmê ku bawerîyek e û rastîya wê jî bi psikolojîyê/derûnîyê hatîye avakirin, yan jî bi awayekî nelaşî/nenihêrbar rastîya wê jê digire, yan jî hinek beşên wê yên ku serbixwe tên bîra meriv jê digire.[11]
Felsefeya etik û politik (exlaqî û siyasî): Bala xwe dide ser gelşa jiyanê û riya jiyaneke baş û dû re jî dîna xwe dide ser pirsa ka ev gelş çawa tê bersivdan û çareserkirin.[12]
Beşên wê yên sereke jî:
Meta-etik/exlaqîya navberê, Normativ etik/exlaqîya bi pîvan, Etîka praktikî ne.
Meta-etik: Li ser siruşta ramana etîkî, li ser bingehê peyvên baş û xerab e û behsa bikaranîna gotinên berhevdanê di sîstema etîkî de û cudahiya wê dike, herweha ka rastîya etîkê çawa bêguman e û ew dirustî divê çawa bê zanîn.
Etîka bi pîvan (normativ etik): bêhtir li ser pirsên moralî/rewştî/exlaqî ye ku yek dê çawa tev bigere û kîja tevger bêhtir ber bi rastîyê ve ye.
Etîka piraktîk: ew e ku ji teorîyê derbas bibe û here ser gotina rast ya praktîkî û ´emelî mîna pirsên ka abort/jiberxwekirin rast e yan na.
Felsefeya politik: xebata li ser awayê birêvebirin û desthilatdarîyê û pêwendîyên kesayetî û malbat û hozan e bi civak û dewletê re. Ew pirsên ser dad, qanûn, mal û milk, û maf û erkên berpirsîyarîyên hemwelatîyê ne.
Etîk û polîtîk: Heman tiştan digirin nav xwe ku herdu jî li ser başî û xerabî û awayê jiyana xelkê radiwestin û gotûbêj dikin.
Felsefeya Estetîkî: li ser bedewî, hunerî, xweşî, hest û dilînîyên hêja, biberketin, têgihîştin û tiştên çêşî û tahmî radiweste.
Beşên wê yên taybetî jî: Fîlozofîya ziman ku li ser siruştê, ya bingeh û bikaranîna ziman dikole.
Felsefeya qanûnî: Teorîyên cuda yên xwezayê û îzahatên qanûnî yên civakî dîyar dike.
Felsefeya bîrewerî: ku xwezaya bîrbirin û pêwendîyên laşî dîyar dike û munaqeşeya navbera dualîzim û materyalîzmê sembolîze dike.
Felsefeya dînî/kelam: felsefeya derbarê bawerî û eqîdeya dînî û pîvanên wê ne.
Felsefeya zanistê: Gelek akademisyenê zanistê, fîlozofîyê di navbera dîrok, mentiq û matematîkê de parve kirine.
Dîroka Felsefeya rojava û rojhilat û pêşveçûnên wê: Gelek civatan pirsên felsefeyê girîng dîtine û tradisyoneke felsefî ku li ser bingehên xebatên cihê hatîye danîn, avakirine.
Felsefeya rojhilat li ser kronîka peryodên herêmî hatîye bi rêkxistin. Felsefeya rojava jî normal li ser sê yan jî zêdetir peryodan hatîya parvekirin ku girîngtirînê wan jî felsefeya kevnar/antîk, felsefeya serdema navîn û felsefeya serdema nû ne.
Felsefeya kevnar
Felsefeya Misirî û Babîlî: Bingehê felsefeya babîlîyan berbi paş ve digihîje heya serdema zanîna pêşî ya Mezopotamya ku jiyana fîlozofî ewle kiriye, bi taybetî jî ya etik/rewişt ku di formên diyalektîkî, pêwendîdarî/axaftin, destanî/epik, honraweyî, folklorî, stranên pesn û navtêdanê/qewl, lorîn/lirik, pexşan û gotinên pêşîyan de derketîye pêş, çawa ku nîşandana belgeyan û hişmendîya babîlîyan jî balkêşîya vê ramana teselîkirî/ceribandî bi pêş ve birîye. Tekstên babîlîyan yên derbirînên bedbînî mîna ramanên kesnezanî yên sofîtîyê, weke doktrînên dijber yên Heraklit, axavtinên Platon/Eflatûn û herweha mîna yên pêşrewê wî Sokrat-Plato yên (mauitiskî) sokratkî û metodik. Fîlozofê Îrlandî Thales jî weke ku tê gotin li Mezopotamyayê felsefe xwendîye û li ser xebitîye.[13]
Li gor agahên ku li ser felsefeya Afrîkî digel ya Misrî hatine dayîn, bingehê fîlozofîya Ptahhotep digihîje berî sedsala 25emînê berî Îsa. Will Durant di nav beşa Dîroka medenîyetê di Tarîxa me ya rojhilatê de vê tarîxê zûtirîn mîna 2880yê berî Îsa dibîne û qeyd dike. Durant tercîh dike ku Ptahhotep divê gelek berî fîlozofên zûtirîn yên hajayî be ku fragmentên fîlozofîya moralî parastine.[14]
Felsefeya Çînî ya Kevlar
Bêguman Tesîreke pir mezin ya felsefê li ser bajarvanîya çînî bi taybetî û li ser medenîyeta rojhilatê Asya jî bi giştî hebûye. Bingehê felsefeya çînîyan bi piranî di havîn û payizan de di dema cenga nav dewletan de hatîye danîn û bêhtir jî di wê serdema ku bi “Sed Dibistanên Ramanî” dihat navdan û bi girîngîdana xebatên intellektuelî û pêşketinên çandî dihat karakterîzekirin de, derketîye pêş.
Her di vê serdemê de bû ku piranîya felsefeyên çînî yên konfiçyusî, mohî, legalî û taoî derketine holê. Piştî serdemeke dirêj bi van felsefeyan ve evên piştre mîna çandinî û zîraetê, siruştîya çînî û mentiqa wê, dîyar nebûn û windabûn. Ji nav gelek dibistanên felesefeyê yên çînî piştî ku mîrekîya Qînê her cûre felsefeya çînî ya dijî legalizmê fetisand, bi tenê Konfiçyûsî û Taoyî li holê man.[15]
Konfiçyûsî bi xwe felsefeyeke merivperwerîyê ye ku bawer dike meriv fêrbar in, tên qenctirkirin û bi rêya têkoşan û xebata şexsî û civakî, bi taybetî jî digel xwefêrkirin û xwegihîştandinê, tên bi pêşvebirin û bêkêmasî dibin. Konfiçyûsî giranîya xwe dide ser bajarvanîya bihadar û piştgirîya etikî/rewiştî/exlaqî. Taoyî jî bala xwe dide ser harmonîya giştî ya Tao ku hemî tiştên heyî û peydabûyî digire nav xwe û bi taybetî ji bo rê û rêbaz û fasên etîk, mihrîvanî, xwedîpîvan û nefspiçûkî tê manekirin û bala Taoyîyekî jî bi gelemperî li ser sirûşt, pêwendîyên navbera meriv û esman; laşsaxî û jiyana dirêj, çalakî/çelengî û neçalakî/çelengîyê ye.[16]
Felsefeya Helenîstî û ya kevnare ya grekî (ya antika zû)
Serdema felsefeya kevnare ya Grekî-Romanî ji sedsala 6an (nêzîkî 585)ê berî Îsa dest pê dike û heya sedsala 6an ya piştî Îsa didomîne. Ew jî bi gelemperî li ser sê serdman tê parvekirin: serdema berî Sokrat, serdema Plato/Eflatûn û Arîsto û serdema piştî Arîsto yan jî ya helenîstî. Peryodekî çaremîn jî heye ku Platonîya/Eflatûnîya Nû û fîlozofên xiristîyan yên antîka dereng jî digire nav xwe. Bêguman girîngtirîn fîlozofên kevnare yên antîkê yên tesîrdar Plato û Arîsto ne û bi taybetî jî Plato hîmdarê felsefeya rojava tê dîtin.[17]
Bêhtirîn tiştên felsefeya kevnare ya rojava li ser wê ye ku bingeh û prensîpê sazkirin/sazbûn û tevgera cîhan û gerdûnê fêhm bike û pêşveçûna riya aborî, gelşên epîstemolojî/teorîya zanînê û kêmpeydayên cuda bigihîne hev û xwezaya gerdûnê bi îmkanên çê yên pêkanînê û bi zanîneke eseyî biguhêre. Herweha pirsên li ser tiştan ku bi bihîstinê tê nayêgihîştin, mîna hejmar, hêman, tiştên giştî yên objektiv.
Tê gotin ku Sokrates insiyatîfgirê xebata zêde û kolbûna li ser tiştên mirovhizî bûye, ji bilî lêkolînên ku li ser nimûneyên devçengîyê, li ser sedemên xwezaya jîyaneke çê û hêjayîya fahman û ilmê cehd û xebatê, kirîye. Herweha ji bo pêşveçûna têgeha maf û dadê û pêwendîyên wê bi sazûmanên cihê yên sîyasî ve, jî xebitîye.[18]
Felsefeya Hindî ya Kevnare
Felsefeya hinduyî ya bûdî, ya Jayinî û ya Upanîşî:
Peyva felsefeya hindî (sanskritî: Darşana/xwendegeh) yek ji çend dibistanên ramanên fîlozofî ku bingehê wan ji navçeyên hindê tên, pêşkêş dike û felsefeya hinduyî, bûdî û jayinî tev digire nav xwe. Ji xwe ev fîlozofî tev çi ji yek bingehekî bin û çi jî ji bingehê lêkalîyayî/honayî bin ew xwedî babet û paşxaneke hevbeş ya Zarma û Karma ne û lê dixebitin ku bigihên azadîya xwe. Ew di navbera salên 1000ê berî Îsa û çend sedsalên piştî Îsa de hatine formulekirin û pêkanîn.
Tradisyona felsefeya hindî berbi paş ve heya dema nivîsarên/meqaleyên upanîşî yên dereng yên serdema tekstên sanskrîtî (nêzîkî sedsalên navbera 1000-500ê berî Îsa), diçin. Dabeşkirina Dibistanên piştre (skt.: Darşana: xwendegeh) yên felsefeya hindî li ser du bingehên mîna ortodoksî (skt: astîka) û neortodoksî (skt: nastîka), xwe didin ser wan tekstên ku weke çavkanîyeke zanînê ya bêşaşî, tên dîtidn.
Şeş dibistanên felsefeya hindî ya ortodoks û sisê jî yên heretodoks hebûne; yên ortodoks Nyaya, Vaisesîka, Samxiya, Yoga, Purva, Mimamsa û Vedanta ne û yên heterodoks jî Jayîn, Bûdî û Karvaka ne. Li gor parvekirineke din ya dibistanên ortodoksî darşanayên (dersxaneyên) Paşûpata, Saîva, Reseşvera û Panînî jî hene.[19]
Hevrikî û yekîtîya xurt ya navbera van dersxaneyên cihê di dema salên pêşveçûna wan de derketiye pêş, lê bi taybetî jî di navbera sedsalên 500ê berî Îsa heya 200ê piştî Îsa ew hê bêhtir bi pêş ve çûye. Ji nav van hinek dibistanên mîna Jaynî, Bûdî, Şayvanî û Vedantî jiyana xwe domandine, lê yên mîna Samxiya û Ajîvîka nedomandine, ew yan bi yên din re bûne yek yan jî ji holê rabien.
Di dîroka erdnîgarîya Hindê ya pey hatina kultura Vedî û pêşveçûna ramana dînî û fîlozofî de, di serdema du hezarsalan de şeş dibistanên felsefeya hindî bi navê astîka yan jî ortodoksî hatine damezrandin. Ew dibistan bi dînê mezin yê hindûyî re bûye hevmane, ew dînê ku encama pêşveçûna dînê berê yê Vedî bû.[20]
Felsefeya Îranî-persî ya kevnare
Felsefeya persî digihîje heya serdema raman û hêwişîyên/tradisyonên felsefeya îranî ya kevnare ku ji perwerdeya zanîna zerdûştî tesîreke baş wergirtîye. Ji ber sedemên balkêş yên sîyasî û civakî ji ber vegirtinên makedonî, ereb û moxulan û tesîra wan li ser wê (îranê), di tarîxa Îranê de gelek dibistan û ramanên berfireh derketine holê. Vê jî bi xwe re dîtinên cuda yên li ser pirsên felsefê ku ji yên îranîya kevn, bi piranî jî yên bin tesîra vanên jorî û heya digihên dibistanên serdema berî îslamê mîna manîyî û mazdeyî tên digel yên serdema piştî îslamê jî, anî holê. Felsefeya îranî ya piştî vegirtina ereban karakterekî cihê ji ya îranîya kevnare, ji ya girekî û ya îslamî ya piştî pêşveçûnê, girtiye. Dû re agahdarî û serdestîya tesewifê di wê serdemê de li Îranê weke du rêbazên felsefê yên sereke hatine dîtin û zerdûştî jî weke yek ji kilîla zûtirîn ya pêşveçûna felsefeyê hatîye nasîn.[21]
Zerdûşt/Zerdeşt (Zarathustra): pêxemberekî îranî bû ku hîmê zerdûştîyê (Zoroastranîyê) avêtibû û bingehê wê danîbû. Çendî ku ew mîna îranîyekî tê zanîn jî lê cihê bûyina wî eseyî nîne. Niha bi berfirehî tê fikirîn ku Zerdûşt li zozanên bilind yên beşê rojhilatê Îranê hatîye dinê. Wî bi nivîsîna gatayên Yasna Haptanxaîtî mirovhizîyê daye xwiyakirin ku weke kakilê lîteratûra zerdûştî tê nasîn. Piranîya jiyana wî bi rêya deqên zerdûştî tê zanîn. Zimanê ku Zerdûşt pê diaxivî avestayîya kevnar bû ku ji bo Yasna Haptanxaîtî û Gatan hatîye bi kar anîn. Li gor bingeh û lêkolînên arkeolojî û zimannasî ew hatine tomarkirin ku bi texmîna rast di nîvê pêşî yê duhezarê (2000) berî Îsa de pê hatiye axaftin.[22]
Navê Zerdûşt/Zerdeşt di zimanê wî yê malê yê avesta de bi texmîneke rasttir Zarasuştra bûye. Navê wî yê îngilîzî Zoroaster e ku ji forma xwe ya sedsala 5an ya berî Îsa ve hatîye. Di Avestayê de bi gelemperî tê pejirandin ku Zarasuştra ji forma îranî ya kevnar Zaratuştra tê, ku “zarat” bi kurtî bi maneya “zêr” tê û gotina rojhilata îranî ya “zer”a bi maneya “zêr” bi xwe çawa ku dixwiyê di Avesta de tune. Nîvê navê duyemîn “uştra” jî bi temamî hatîye qebûlkirin ji bo “uştirê/deveyê”.
Jinûveavakirina zimanê îranî yê piştre bi taybetî jî farisîya navîn (300 b. Î.) bi formê Zerdûşt/Zerdeşt ku ji formê tekstên zerdûştî/zoroştirî di sedsalên 9-12mîn de weke zaratuştraya bi maneya eyarê zêr hatîye pêşnîyarkirin jî ji formê zaratuştra hatîye holê. Ya subje/destgir/destpêgir ew e ku Zarasuştra çi ji Zarantuştra yan jî ji Zararuştra hatibe gelek îzahat li ser vê yekê hatine pêşnîyazkirin.[23]
Di avestayê de hatîye pejirandin ku Zaraustra ji gotina rojhilata îranî ya kevnar ya Zaratuştura tê ku ew jî ji du beşan pêk tê. Beşa duyem ya “uştra” ji navekî ku bingehê wê ji gotina îranî-hindî ya ”uştir”a bi maneya ”devey”ê tê û navê pêşî jî tê maneya ”yê ku uştirê didêrîne”, yanî gavanê uştiran. Ji vê jî di îranîya piştre de, bi taybetî jî di farisîya serdema navîn (300 b. Î.) de navê Zerduşt/Zerdeşt hatîye çêkirin ku dû re di navbera sedsalên 9em û 12em de ji vî navî jî forma Zoroaster girtîye. Ya rastî gelek dîtin li ser vî navê Zerdûşt/Zerdeşt hatine gotin: hinek dibêjin “uştira pîr”, yan jî uştira zêrîn ku ji gotina rojhilatê îranê ya kevn ya “zar”a bi maneya “zêr” û “uştir”a bi maneya “deve”yê tê. Niha jî di farisî de peyva “zar” ji bo “zêr” tê bikaranîn, ne gotina “dar”a ku li rojhilatê wê berê ji bo “zêr” hatîye gotin. Di nav xelkê de ev nav ji formê “zarasa”ya bi maneya “zêrîn” û uştir”a bi maneya “çirisîn” ku ji koka “uş”a bi maneya “çirisî” hatîye. Li gorî varyantekê jî Zarazuştra dibe du peyv: zara “zêr” û zuştra “heval”, digel gelek varyantên din.
Li cem xelkên elewî bi tevayî bi kurdî Zerdeşt û bi tirkî jî Zerduşt tê gotin ku tê maneya “destê rastê li ser dilê wî: rastgo”, yan jî “dostê rast”, yan jî “dilpak”, yan jî “dostê dirust”.
Tarîxa Zerdûşt/Zerdeşt û zerdûştîyê/Zerdeştîyê yanî tarîxa nivîsîna Gatayên Avesta kevnar qenc nayê zanîn, lê nivîskarên klasîk yên mîna Plutarch û yên din tarîxa pêşî 6000ê b. Î. pêşnîyar dikin. Tarîxên ku di lîteratura zanistî de pir ji hev cuda tên pêşnîyazkirin di navbera sedsalên 18-6mînê b. Î. de ne.[24]
Felsefeya Zerdeştî/Zerduştî
Di Gatayan de Zerdeşt/Zerdûşt pêwendîyên mirovhizî yên mental weke têkoşîna navbera aşa (rastî) û druj (derew) dibîne. Têgeha/ramana sereke ji bo aşa ku nîşaneke bilind î xurt e û wergerana wê jî hew bi qelsî çêdibe, bingehê hemî doktrîna zerdûştî ye digel ku peydakirin û çêkirina wê (aşa) ji hêla Ahûra Mazda ve mîna pêwendî û mercên vîna azad hatîye pêkanîn jî.
Mebesta mirovatîyê û herweha ya afirandîyên din hemî jî pejirandina aşa ye ku ew mirovatî jî bi rîya peşdarîya çalak ya jiyanê û rahînana/meşqkirina avakirina raman, gotin û kirinan tê holê û peyda dite.
Hêmanên felsefeya zerdeştî/zerdûştî bi rîya tesîra ser cihûtîyê û felsefeya serdema navîn gihaye rojava û li wê derê mîna kilîleke pêşî ya zûtirîn ji bo pêşketina felsefeyê hatîye pejirandin. Di nav fîlozofên klasîk yên girekî de heraklitus e yê ku pircaran ji ramanên zerdûştî ilham girtîye û dîtinên wî pêşkêş kirine.[25]
Felsefeya Ewrûpî ya serdema navîn (5-6ê p. Î.)
Felsefeya serdema navîn felsefeya rojavayê Ewrûpa û ya rojhilata navîn ku çi bigir ji serdema navîn, ji dema pêwendîyên xiristîyanîyê ji hêla împeretorîya Romê/Rûmê ve heya serdema Ronesansê ye. Felsefeya serdema navîn beşek jê bi jinûvedîtina fîlosofîya kilasîk ya girekî û helenî bi bêhtirîn pêşvexistina wê û beşek jê jî bi pêwîstîya destnîşankirina gelşên teolojî, integrekirin û belavkirina ramanên dînê îbrahîmî (islam, cihûtî û xiristîyanî) yên gelek pîrozdêrayî ku bi sekularî dihatin fêrkirin, hatîye dîyarkirin. Tarîxa felsefeya rojavayê Ewrûpa ya serdema navîn normal di bin du peryodên sereke de tên parvekirin:
Serdema rojavaya Latîn ya pey serdema navîna zû heya sedsala 12an, ew dema ku xebatên Aristo û Plato hatine parastin û fêrkirin ku salên zêrîn yên sedsalên 12, 13 û 14an yên rojavayê Latîn in û ji lûtkeya fîlosofîya kevnar ya jinûvedîtî ku di qada felsefeya dînî, mentiqî û metafizîkî de, xwedî pêşveçûnên giranbiha ne, re guwahî dikin.[26]
Di nav filosofên serdema navîn de fîlozofên xiristîyan yên mîna Augustine of Hippo, Boethius, Anselm, Gilbert of Poitiers, Peter Abelard, Roger Bacon, Bonaventure, Thomas Aquinas, Duns Scotus, William of Ockham û Jean Buridan; ji yên cihû jî Îbn Meymûn (Maimonides) û Îbn Gersûn (Gersonides); ji yên misilman jî el-Kindî, el-Farabî, el-Hezîn (Ibn el-Heysem), Îbn Sîna (Avicenna), el-Xezalî/al-Gazel, Ibn Xeldūn û Îbn Ruşd (Averroes) in. Tradîsyona serdema navîn ya dibistanî heya sedsala 17an jî bi kesên mîna Francisco Suarez û John St. Thomas pêşveçûn û geşbûna xwe domandîye.[27]
Felsefeya Ronesansê ku peryodeke derbasbûna ji serdema navîn ber bi serdema nêrînên nûjen ve bûye, bi saya jinûvedîtina tekstên klasîkî weha kir ku bala fîlosofîyê ji xebatên teknîkî yên logîk/mentiqî, metafizîkî û olperwerî bi xebatên bijare yên lêkolînî, xuygînî, zimannasî û efsûnî guhert. Bi vê re xebatên hunera klasîk û mirovperwerî bi gelemperî yên mîna tarîx û edebîyatê ku ta niha di nav xiristîyanan de nedihatin zanîn, bala zanayan kişand û meyla ber bi humanîzmê/mirovhizîyê ve peyda bû.[28]
Xebatên fîlosofîya klasîk jî bi du awayan bi pêş ve çûn. Ji hêlekê ve xebatên Arîsto bi tesîra Îbn Ruşd hatin guhertin. Ev nehevramanîya navbera arîstotelîya Ibn Ruşd û ya katolîkên ortodox yên mîna Magnûs Albert û Thomas Aquin dibe alêkarî kiribe ku arîstotelîyeke pêşketî ya humanî di ronesansê de bi pêş keve. Weke nimûne ramanên Pietro pomponuzz û Giakomo Zaberella. Ya duyem jî weke alternatîfê Arîsto xebatên Plato û yên platonîya nû bûn hevbeş. Ev xebatên ku berê li Ewrûpa Rojava qet nedihatin zanîn bi jinûvedîtinê hatin nasîn, lê çi ecêb ku ne ji hêla platonîyên Ronesansê yên mîna Nîkolayê Kusî ve û yên piştre mîna Marsillo Fisino û Giovannî Piko della Morandola ve jî nedihatin zanîn.[29]
Li vê derê di nav fîlozofên rojavayî de ku bi rastî piştî vanên jorî, lê ji wan ne kêmtir êdî bûne fîlozofên navneteweyî û di qada navnetewî de cihekî girîng girtine jî yên mîna Georg Wlhelm Freidrick Hegel (1770-1831), Charls Robert Darwin (1809-1882), Karl Marx (1818-1883) û Friedrich Engels (1820-1895) ku van 200- 250î salên paşî bi nûjenîyên xwe yên balkêş mohra xwe bi taybetî li fîlozofîya civakî û aborî xistine û gelekên din jî divê neyên jibîrkirin.
Rojhilatê Asya
Konfîyûçîya nû, felesefeya japonî û ya koreyî:
Bingehê felsefeya çînî ya serdema qeyserîya navîn digihê pêşveçûna konfîyûçîya nû. Di dema derebegîya/mîrîtîya Tangê de budî ji hêla Nepalê ve bû felsefeyeke xwiyayî û xwedî rêbazeke dînî. Li vê derê divê bê gotin ku felsefe û dîn li rojava bi awayekî xwiya ji hev hatine cihêkirin, lê ev têgeh li rojhilatê li gorî rewşê, weke nimûne li gor felsefeya budîtîyê hê bêhtir pêkve domandîye.[30]
Konfiyûçîya Nû felsefeyeke bi tevger e ku ji konfîyûçûyê bêhtir pêşengîya hişmendî û sekularîyê dike, lê bi redkirina ramanên xurifî û efsaneyî yên Daoisiyê û bûdîtîyê ku tesîra xwe hem di dema xanedanîya Hanê û hem jî piştî wê li konfîyûçîyê kiriye. Yanî konfîyûçîya Nû ji rexneyên Daoisî û bûdîtîyê hatîye holê ku herduyan jî tesîr li ser felsefê kirîye û Konfîyûçîya Nû jî ji herduyan têgeh û term deyn kirine. Her çawa be jî berevajiyê Bûdî û Daoisîyê ku metafizîkê weke katalisatora pêşveçûna manewîyatê, agahdarîyên dînî û nemirîyê didît, Konfîyûçîya Nû metafizîkê weke rêbezekê ji bo pêşveçûna felsefeya etîk ya hişmendî bi kar anîye.
Binyada Konfiyûçîya nûjen ji dema xanedanîya Tangî tê û zanayên konfiyûçî Han Yu û Li Ao jî weke bavê Konfiyûçîya Nû ya xanedanîya Songî tên dîtin. Fîlosofê xanedanîya Songî Zhou Dunyî mîna pêşengê pêşî yê Konfiyûçîya Nû tê nasîn ku metafizîka Daoyî ji bo struktura felsefeya exlaqî bi kar anîye. Herweha li wê derê li Asya rojhilat fîlozofîya japonî jî weke bawerîya Şintoya xwemalî dest pê kiriye bi pêş ketîye û bi bûdîtîyê, Konfîyûçîyê û bi dibistanên din yên fîlozofîya çînî û ya hindî re bûye yek. Herweke ya japonî fîlozofîya koreyî jî hissên şemanîyê yên tê de bi yên Konfiyûçîya ku ji çînê hatine wergirtin re bûne yek.[31]
Fîlozofîya indîyanî û ya hinduyî
Ev serdema navbera sedsalên 5-9an ya vê pêla tarîxê ya niha em tê de pêla tarîxê ya pêşketina felsefeya indîyanî ye, ku mîna ya Hindû û Bûdîyê li kêleka hev şîn û geş bûne. Di van dibistanên ramanî yên cihê de nedualîtî Advaita û Vedanta weke dibistana bi bandortirîn û desthilatdartîrîn ya felsefeyê derketîye pêş. Piranîya fîlozofên vê dibistanê Gudaoada, Adi Şankara û Vidyaranya bûn. Advaita û Vedanta tesîra teizmê/xwedênasîyê û dualîzmê bi israr red kiriye û dibêjin: “Bêguman Brehman bêbeş û bênîşan e û yekî bê dûyemîn e”, ji ber ku tu nîşan û dirûvên Brehman nînin, nexwe tu cudayî û piranîya wî jî nîne û nasîna wî ya bi rastîyê bi temamî weke Xwedê nayê dîtin.[32]
Çendî ku Brehman, nehatîye nivîsîn/nenivîsînbar e jî lê ji hêla Şakara ve ew herî baş bi awayê hebûn û hişyarîyê hatîye tarîfkirin. Di fîlozofîya indîayanî de Advaita nîşaneke nû weke encam dîyar kirîye ku gelek dibistanên nû yên ramanî di serdema navîn de derketine holê. Hinek ji wan Visiştadvaita (Monayî), Dvaita (Dualî), Dvaitadvaita (Dualî-nedualî), Sudhadvaita (Dualîya resen) û yên din.[33]
Felsefeya rojhilata navîn ya îslamê
Di ramana îslamê ya zû de ku digihê felsefeya serdema zêrîn ya îslamê ya navbera sedsalên 8-12an berbi du hêlên sereke ve bi pêş ketîye: hêla pêşî kelam e ku bi awayê serekî bi gelşa îslamê ya teolojîkî ve pêwendîdar e û Mu´tezilî û Eş´erîyan digire nav xwe ku pêşeng û destpêkarê kelamîyên (mitekelimûnên) vê beşa kelamê ji herdu hêlan re Hesen el-Besrî (m. 728) tê dîtin.[34] Lê serek û îmamê Eş´erîyan Ebû Hesen Elî Eş´erîyê (m. 935) neviyê Ebû Mûsa bû û yê Mu´teziliyan jî Wasil ibn ´Eta (m. 748) û dû re jî Ebû Elî ibn el-Cebayî (933) bû.[35]
Ya din jî ew felsefe ye ku di manekirina arîstotalî û platonîya/eflatûnîya) nû de hatîye dîtin. Ew jî ji hêla fîlozofên dînî yên mîna Farabî (m. 950), Îbn Sînayê (m. 1037) xwedîyê dibistana Avicenna, Îbn Ruşdê (1126-1198) xwedîyê dibistana Averroes û yên din mîna Ebû Reyhan el-Bîrûnî (m. 1048) ve hatibû têkel û yekkirin.[36] Ya rastî dema meriv li destpêka felsefeya îslamê dinihêre meriv dibîne ku bi saya çend desthilatdarên mîna xelîfeyê emewî Xalid ibn Yezîd (m. 704), xelîfeyê Ebbasî Me´mûn (m. 833) û wezîrê navdar Caferê Bermekî (m. 805) ku ji zanînên kevnare re yên farisî, hindî û babîlî bi giştî û yên antik û yûnanî bi taybetî hezkirineke wî ya pir hebû, dest pê kirîye. Bêguman wergerên mezin yên siryanîyên nestûrî ku bi rastî ne bi tenê wergêr û miqelidên bi nivîserên yûnanî yan jî yên din ve bûne, lê herweha yên mîna Hineyn ibn îshaq (m. 873) û Yehya ibn ´Edî (m. 974) di heman demê de berhemên zanistî yî felsefî yên giring dane.[37]
Lê berhemên wan bêhtir wergêr û berhevokên kurt bûne ku pêwîstîya wan bi bingehekî berfirehtir hebûye. Ji ber vê jî piştî van, meriv dikara fîlozofê yekemîn ku bi erebî berhem dane, ronakbîrê hevdemê Hineynê navdar Ebû Yaqûb el-Kindî (li dor salên 866) bihejmêre. Ew ji wergêrên navbihurî hem bi dindarîya xwe û hem jî bi nezanîna xwe ya ji binî bi zimanê sirynî (aramî) û yûnanî ku li kêleka yê erebî du zimanên mezin yên hingê bûne, ji wan cuda bye.
Kindî fîlozofê pêşî yê îslamê bû ku bi tenê ne fîlozofekî heyranê kelamê bû, lê herweha ew heyranek ji yê felsefê bû jî; ji ber vê jî em dikarin doz bikin ku ew di xeta navbera felsefe û kelamê de radiwestîya û herduyan pêkve didêrand, lê ew li ser stêrnasîyê jî dixebitî û di felesefeya xwe de bi kar dian.
Ev beşa zanîna felsefê di nav îslamê de bi wergerana ji zimanên bîyanî di dema xelîfeyê ebasî Mensûr (754-773) de jî bi wergerandina kitêbên Arîsto û Îsaxocîya Furfûriyûs domand. Ji bilî van, her di dema Mensûr de hinek nivîsarên Aristoteles, kitêbeke Betlimus, bingehê endazyarîya Euqlides û hinek berhemên yên din jî hatin wergerandin.
Lê xebat û niqaşên ser kelam û felsefê hê bêhtir di dema Xelîfe Me`mûnê kurê Harûn Reşîd de bi pêş ketin ku bi taybetî jî piştî avakirina Beyt el-Hikmetê wî gelk wergêrên mîna Yuhenna ibn Masûye, Hineyn ibn Îshaq (809-873) ku berê me qal kir, Îshaqê (m. 911) kurê wî, Ibn Naîmeyê Himsî (m. 835), û gelekî din lê civand û berhemên hêja bi wan da nivîsîn û wergerandin. Herweha piştî wan jî gelekên mîna Ebû Bişr Meta ibn Yûnus (m. 940), Yehya ibn ´Edî (m. 974), Qusta ibn Luqa (m. 900) û gelekên din jî li rêça wan domain.
Di dema Me`mûn de û piştre jî herçiqas xebatên felsefî jî hêdî hêdî dihatin kirin, lê giranîya xebat û nîqaşên ilmî û dînî bêhtir li ser kelam û eqîdeyê û di navbera mu´tezelî û eş´erîyan de diqewimîn. Lê herweha wan ev devçengî û minazereyên xwe yên ser afirandin, dad û hebûn û wehadanîyetê û sifatên Xwedê bi rîya nezerîyeyên mentiqî û ilmê felsefeya arîstoyî û eflatûnî pêk dianîn.[38]
Ji bilî Kindî Bêguman ev xebat û pêşveçûnên ser felsefê kêm zêde hin bi hin domandin lê di vê pêlê hemî de pêwendîya mitesewifan bi felsefê re gelekî kêm bûye û di gelek waran de dijî gelek nêrîn û nezerîyeyên fîlozofan bûne jî heya dema Farabî (m. 950) û Ibn Sîna (m. 1037) û peyrewên wan ku bi wan re hê bêhtir bala mitesewifan çû ser xebatên felsefî.
Tesewif
Îcar piştî van agahên kurt yên ser felsefeyê em bên babeta xwe ya eslî ya tesewifê û Melayê Cizîrî ku ew jî yek ji fîlozofên mitesewif boye:
Tesewif: bi awayê ferehengî ji lêkera erebî ya ku radera wê ”sûf” (hirî) e, pêk tê û li ser wezna wê ya 5em ya ”tefe´ul/tesewuf” e û maneya wê ya ferhengî jî dibe wergirtina kincên hirî.
Ev peyv di nav istilaha/lihevkirina mitesewifan de ji bo yê ku xwe xistîye jiyaneke sofîyane/mistîk ya îslamê.[39]
Ji bilî vê gelek pêşnîyazên din jî li ser vê peyva ”tesewifê” hatine gotin: mîna ku ji ”Ehl es-Sûfa”ya (ku di dema Pêxember de ji komek zahidên ser sedirê re yan jî li mizgeftê li sefa/rêza pêşî nimêj dikirin) yan jî ji ”Benû Sefa”ya ku navê qebîleyeke bedewî bû, yan jî ji ”safîye”ya ku tê maneya paqijî, yan jî ji ”sophos-sophia/zana”ya girekî ku ”teo/dîn” lê hatîye zêdekirin û bûye ”teosophia/tesewif:zanîna/zanista dînî”. Lê li gorî mitesewifan ev pêşnîyaz hemî şaş in û divê meriv ji hesabê derxe.[40]
Çawa lêkolîner jî dibêjin raman û nêrînên ser tesewifê cuda û gelek belawela ne, li gorî hinekan:
Tesewif: xebata gihîştina radeya bêdawîtî/lamutenahî û tê de mayinê/beqayê ye. Ew jî yan bi rîya hevdirûvîya siruştî tê pê weke xiristiyanîyê, yan jî fenabûna/tunebûna şexsî û zivirîna li rewşa wehdanîyeta destpêkî ya xalis e, mîna bûdîya birehmîyan.
Ji bo gihîştina vê armancê jî hinek pîvanên dînî di islamê de hatine danîn mina:
Têgeha/mefhûmê bilindkirina Xwedê ya misoger/mitleq (bê qeyd û merc) li gorî ayeta ”tiştek mîna wî nîne”.[41]
Têgeha/mefhûmê ji bo wehdetê/yekîtîyê, yan jî berdewamîya jiyana meriv ya vê cîhana paşî/axretê, yanî misilmanê bawermend divê çiqas vê cîhana (Dar ul-fenayê/xana nemanê) dipejirîne û xwe pê ve digire, ewqas jî cîhana din ya (Dar ul-beqayê/xana nemrîyê) qebûl bike û xwe jê re amade bike.
Çendî ku ev li ser pêwendîyên Xwedê û merivan û cîhan û axretê weha bi fena, beqa û wehdetê û yên din dibêjin jî lê Hedîs û Quran bi xwe van pêwendîyan bi awayekî ne mîna yên jorî dîyar dikin geva ew dibêjin: ”Xwedê ji şahdamara meriv jî nêzîktir e[42] û ew kull ul-wicûd û kull ul-Îlm e û bi hemî karê merivî dizane û hemî fikrên wî dixwîne”.[43]
Hinekan jî dîyar kirîye ku mistika hevmaneya tesewifê di girekîya kevn de bi maneya çavgirtin e û ji gotina ”myein” tê. Nexwe di tesewifê/mistîkê de ger meriv di rîyên naskirî de jî here, yan jî zihna xwe li ser bixebitîne jî hinek tiştên ku meriv nikaribe bibîne û bigihîjê hene. Ji ber vê jî hinekan jê re gotîye: ”mistîk ew çemê mezin yê rûhî ye ku di nav dînan/olan de diherike”. Li gorî wan çi jê re ”zanîn”, çi ”ronahî”, çi ”evîn” û çi jî ”tuneyî” bibêjin, ya rastî ew ”têgihîştina yek rastîyekê ye”.
Lê li gorî wan ew rastîya ku armanca mistîkê/tesewifê ye bi bîrbirineke bi tenê nayê zanîn û ne felsefe û nejî hiş û aqil têra têgihîştina wê nake, lê hew bi zanîna dil (marîfet) belkî hinek hêlên wê têne dîtin.
Li gorî mitesewifan hew bi zanîna dil/evîna rastî û xwedûrkirina ji xweşîyên cîhanê neynika dil geş dibe û şewqek jê vedide ta ku em pê dihesin.
Hinekan jî gotîye mistîk evîna mitleq e, çunkî evîn e ku mistîka/tesewifa rastî ji çilekêşîyê/xelwenişînîyê vediqetîne. Ji xwe kesê ku li pey evîna xwedayî bigere ji bo gihîştina wê ew xwe ji hemî renc û azarên ku ji bo paqijîya rûhî ji bo ceribandinê bêne serê wî, amade dike, xwe li ber radigire û pê xweş e jî.
Ev nêrînên sade di her mistîkê de jî hene û di kîjan dînî de dibe bila bibe hemî mitesewifan xwestîye jiyana xwe di sê beşên ramanê de xwiya bikin:
– Lêgerîna li Xwedê bi rêbazên terîqetê ku divê salik/rêhrew lê bife
– Lêgerîna li cihên pîroz ku here seredana wan
– Zuhd/çilekêşî/xelwenişînî ku bi saya paqijîya wê guherîn tê de çêbibin
Mistîk/tesewif jî dibe du beş: mistîka ebedî û ya şexsî, ya pêşî herî baş di sîstema Plotinus ya Upanişîyan de ye ku bi taybetî jî di felsefeya Şankara ya advaita de xwiya dike; ku di hinek beşên tesewifa Ibn erebî de jî ramaneke nêzîkê vê hatîye parastin. Di vê nêrînê de hebûna Xwedê ji hemî hebûna der e, ebedî ye, bêzeman û bêmekan e, hebûna mitleq e, tek rastî ye, rastîya cîhanê bi sînor e û hebûna wê jî ji ya Xwedê pêk hatîye. Ev têgeha tesewifê tê rexnekirin, çunkî ew merivî ji hisabê derdixe û wî mîna dilopek av yan jî libek sîlekan/xîz dibîne û wê sembolîze dike.
Di mistîka şexsî de pêwendîyên navbera Xwedê û merivan mîna pêwendîyên Aferîner û afirandî, xwedî/koladar û kole yan jî mîna yekî ku bigihîje dildara xwe ya pir bêrêkirî ye. Ev cûre mistîk/tesewif jî bêhtir rastî dema pêşketina wê tê.[44]
Serekê medreseya Bexdayê yê bênîqaş Cineydê Bexdayî (m. 910) jî sofîtîyê weha tarîf dike: ”Sofîtî ne îbadetkirin û rojîgirtin e, lê ew xalisiya rewan/rûh û camêrîya wî ye.”
Hinek Hevdemên Cineyd jî sofîtîyê weke ”Zahidî/çilekêşî/xelwenişînî û jêqerîna ji cîhanê û çikûzîyên wê” nîşan daye, li gorî wan sofîtî ne xwedîtîya tiştekî ye û ne jî malê xwedîyekî ye. Sofîtî, azadî, fedakarî û xwe bisînorkirin e”.
Li gorî hinekan jî di dema pêşketinê de maneya sereke ya sofîtîyê ”derûnîkirina îslamê û jiyandina raza îslamê ya bingehîn e ku tewhîd e.”
Li gorî mitesewifan destpêka sofîtîyê digihîje heya Mihemed Pêxember (e. s.) ku delîla xwe jî ji ayeta serê sûreyê 17an yê ”Esra bi ´Ebdihi leylen/- – -” û ilmê xeybê jî jê gihaye kurap û zavayê wî Îmamê Elî (k. w.) dû re di sedsala nehan de mitesewifan ji gelek hedîsên ku di nav yên ku bi fermî hatine civandin de nînin, jî sûd wergirtine.[45]
Destpêka Tesewifê
Tesewifê Serê pêşî bi zahidîyê dest pê kirîye ku ew jî ji bo gihîştina van armancên jorîn divîyabû hinek tişt bihatina kirin. Ji xwe di sûretê pêşî de ku li Mekê daketibû meriv ji bo xweşî û şahîyên nefsanî yên li vê cîhanê hişyar dikir û ditirsand da meriv xwe jê dûr bixe, çendî ku di sedsala pêşî ya îslamê de ew bi teqwayî û xweparastinê dihat binavkirin jî. Ji ber vê çendê jî digel hedîsa ku ”Rahibî di îslamê de heram e” jî lê hinek xweparistîyên/miteqîyên sehabeyên misilmanan yên pêşî yên mîna Ebû Dar Xefarî (m. 652) û Huzeyfe (m. 657) û Selmanê Farisî jiyaneke zahidî/çilekêşî hilbijartine, çendî ku gelek hevdemên wan li pey jiyaneke xweş î şadîmanî gerîyane. Bê guman dû re jî tobedar û waizên zahid û terkrcîhan derketine û mîna zanayên îslamê yên din ew jî bêhtir li 2 bajarên ser sînorê çola Cezîreyê Besra û Kûfeyê kom bûne[46]
Lêbelê Destpêka zahidîya ku bûye bingehê tesewifê ji Hesenê Besrî (m. 728) tê ku di demeke giring û bi xirecirtir ya serdema îslamê de jîyaye. Çunkî hingê gelş û gengeşeyeke mezin li ser xelîfetîya îslamê derketibû û hevalbendên Elîyê Ebû Talib (X. x) û yên xelîfeyê sêyem Osmanê ´Effan (X. x) di sala 656an de ji bo ka kîjan ji wan xwedî mafê xelîfetîyê ye bi hev ketibûn û tê de hevalbendên Osman bi ser ketibûn.
Vê gengeşe û gelşa xelîfetîyê û minaqeşeyên ser ka li gorî pîvanên dînî xelîfetî mafê kê ye, bi xwe re tevger û rêbezeke kelamî derxist ku serekê wê jî yek ji feqîyê/şagirdê Hesenê Besrî, Wasilê ´Eta bû.
Jiyana Hesenê Besrî ya zahidî/çilekêşî/xelwenişînî (yanî xweragirtina ji kêf û xweşîya jiyanê) tesîr li gelek şagird û peyrewên wî yên mîna Rebî´eya Edewî (m. 801) Mensûr Ibn ´Emmar (m. 839), Ebd el-Wehîd ibn Zeydê (m. 793) Abadanîyê navdarê bi danêrîya fikra bîrewerîyê kir. Vê jiyana zahidîyê weha kir ku mitesewifan ne bi tenê dest ji zewacê berda lê herweha ew xerab jî dîtin û ev dijberîya zewacê wisa zêde bû ku êdî rastîya Mihemedîye jî ji dewrê hat derxistin, mîna bûyera Rebî´e û xewna wê.[47]
Yek ji mitesewifên mezin yên pêşî yê tarîxî ku bûye nimûneyê teqwa û terkîcîhanîyê Îbrahîm Edhem (m. 776) e ku dest ji jiyaneke xweş î dewlemend û bi rav û nêçîr berdaye û berê xwe daye Meke û Medîneyê ku di hergavekê de du caran çûye sicdê û ji ber vê jî ancax di 40 salî de gihaye Mekê. Yek ji wanên sereke jî çawa me got Rabî´eya ´Edewî bû ku ji bo zahidî û welîtîya jinan weke mînak tê nîşandan. Ew ya pêşî bû ku di tarîxa tesewifa îslamê de fikra evîna xwedayî rewac dêrabû ku berê li cem mitesewifan bi tenê pêwendîyên şewqa rakêş û dostanîya ber bi xwedê ve hebûn û hew bi koletî û xweparastinê/teqwayê mirov dikarbû nêzîkî Xwedê bibe. Yekî din ji wanên navdar jî Zi n-Nûnê Qiptî yê Misrî (m. 859) bûye ku di tarîxa mitesewifan de yekî giring bû.[48]
Dû re navenda tevgera tesewifê ji Besrayê çû Bexdayê ku piştî avakirina wê ya sala 762an ji hêla xelîfe Mensûr ve bûbû navenda dînî û siyasî ya xelîfetîyê. Hinek ji mezintirîn mitesewifên Bexdayê yên pêşî Me´rûfê Kerxî (m. 815), Mensûr ibn Emmar (m. 839), Bişr ibn Hafî (842) û Ibn Ebu d-Dunya (894) bûn.
Herweha di wê serdema xelîfetîya Ebasîyan de ku êdî hinek kesên îranî jî beşdarî xizmeta xelîfetîyê bûbûn, gelek tradisyonên îranî jî ji wan xizmetkaran ketin nav seraya xelîfetîyê ku bi vê re jî mitolojîya îranî û dînê zerdûştî tesîreke berbiçav li tradisyona erebî ya kevn ku li serayê hebû, kir. Dû re piştî berfirehbûna împeratorîya îslamê ber bi Mawera en-Nehir/taransoksiyana û rojhilatê Îranê ve êdî pêwendîyên wan bi budîstên ku jiyaneke zahidî dijîyan ve jî çêbûn. Ji wan jî zahidên Xorasanê yên pêşî ku sofîyên wan yên pêşî bûn jî ev derketin: Saqib el-Belxî (m. 809), mirîdê wî Hatem el-Eser (m. 851) û Ebû Turab Neqşe (m. 859) bûn.[49]
Lê belê di nav demê de mezintirîn mitesewifên ku ji medreseya/xwendegeha Bexdayê derketine du kes in: Mihasibî (m. 857) û Cineyd (m. 910). Mihasebî bi xwe li Besrayê hatibû dinê, lê dû re hatibû Bexdayê ku di navbera wî û henbelîyan de dijberî derketibû û rêbaza wî ya tesewifê li ser du hîman radibû: Yek mihasebeya nefsê ku navê wî yê Mihasebî jê tê; ya duyem jî di rêya Xwedayê hezkirî de xweamadekirina ji Azmûna/imtîhana hişktirîn re. Li gorî wî rîya rast ew e ku meriv dest ji cîhanê berde, dilê xwe nebijînê û hew berê xwe bide rîya Xwedê da ew jî berê xwe bide merit.
Lê Ebû Qasim Cineydê Bexdadî di tradisyona sofîyan de yek ji pêşengên mezin e ku ji hêla temamê zanayan ve, ji Sirac û Quşeyrî bigir heya Hellac û Se´îd ibn Ebû Xeyr digel yên nehevraman jî jê re rûmet hatiye girtin. Çendî ku Mihasebî, Seqatî (m. 870) û Ebû Hefsê Hedad (m. 873) mamosteyê wî bûn jî lê wî bêhtir qedir daye Bayezîdê Bestamî (m. 874) ku ustad û pîrê şaxê tewhîdê bû û gelek tesîr li ser qonaxên tesewifê kiribû û bi rîya Cineyd jî ew ramana wî ya tewhîdê bi pêş ketibû heya gihabû şagirdê wî Hellacê Mensûr (m. 922). Li gor Cineydê Bexdadî ku pîr û ustadek ji yên tesewifê bû, diva ku tesewif ji sînorê nessê yanî yê Quran û Hedîsa sehîh/rastî dernekeve. Herweha Cineyd ji tewhîdê derbasî fenaya/nemana zatî bûye da vegere rewşa ku li bendê bû ya beqaya/nemirîya ebedî.[50]
Ji Tewhîdê ber bi Wehdet el-Wicûdê ve:
Piştî dewra tewhîdê û fikrê wehdanîyetê kesên mîna Cineyd, Sebîî û Mihasebî bi pêşengîya Bayezîdê Bestamî û Hellacê Mensûr ku evîna xwedayî lê dabû, pêşnîyazên wehdet el-Wicûdê hatin kirin. Dû re jî Se´îd ibn Ebû Xeyrê (m. 1049) ku hevaltîya Ibn Sîna (m. 1037) û Şiblî (m. 945) kiribû û name ji wan re şandibûn, dihat.[51]
Piştî têgeha wehdet el-wicûdê, di nav mitesewifan de Bayezîdê Bestamî û Hellacê Mensûr (858-922) in ku herî pir şetatî kirine. Mamosteyên Hiseyn ibn Mensûr Hellac, el-Mekî (m. 909) Tustirî (m. 986), Şiblî û Cineyd bûne ku her çar jî navdartirîn zanayên tarîxa tesewifê ne. Ya rastî yê ku cibeyê tesewifê lê kiribû Cineyd bû ku bîst salan mirşidîya/rêşînasîya wî kiribû, lê ji bo tevgerên wî yên xerîb ew hişyar kiribû, rexne lê kiribûn û pêwendîyên xwe jê birîbûn. Ew ji cem wî çûbû ketibû nav civakê û dest bi wa´z û şîretên xwe kiribû û hin bi hin pê ve çûbû haya ku gelek kirinên bêşerî´etî kiribû û şetatîyên mîna ”En el-Heq” û yên din jê çabûbûn ta ku bûbû dawîya wî. Lê ev rewşa wî bûbû ders û balkêşîyek ji mitesewifên pey wî yên mîna Xezalî û Ibn Erebî re di babeta tewîla gotinan û terkîba wan de.
Me li pêş di behsa felsefê de dît ku fîlozofê îslamê yê pêşî Kindî û dû re jî Razî hin bi hin ber bi Efletûnîya Nû ve diçûn, lê peyrewên wan yên mîna Farabî (m. 950) û Ibn Sîna (1037) ew bi pêş ve birine û lê xebitîne ku mitesewif û felsefê bigihînin hev û Efletûnîya Nû jî hê bêhtir di ramanên xwe yên felsefî de bi kar bînin û bi ramanê tesewifî re bikin yek yan jî nêzî hev bikin. Bi vê re jî ew lê xebitîne ku qedexeya ser felsefê ku ji hêla mitesewifên kevn ve hatibû danîn ji ser bê rakirin. Ji ber vê jî ew mitesewifên piştî wan jî tesewif û felsefê pêkve meşandine.
Zîrekîya Farabî di mentiqê de bû ku li Bexdayê li cem nesranîyekî bi navê Yuhena ibn Hîlan xwendibû û di demeke kurt de ew ketibû pêşîya hemî hevdemên xwe yên misilman. Di heman demê de ew bû ravekarekî mezin yê Platon/Eflatûn û Aristo[52] ku dû re jî wî gelek kitêbên mentiqê rave kirin û bi xêra wan raveyan cihekî girîng yê mentiqê di nav zanayên îslamê de çêbû. Kitêba wî ya Îhsa ul-´Ulûm berfirehtirîn û naverok xurttirîn bû liser felsefeya Arîsto û Plato di zimanê erebî de.[53]
Çendî ku Farabî danerê rêbaza Eflatûnîya Nû ya erebî bûye û bîrewerê mezin yê vê felsefê bûye jî dîsa mezintirîn serekê vê felsefê li rojhilat û herweha nivîskar û fîlozofê navdartirîn ku ev felsefe li Ewrûpa û rojhilat li ser navê wî belav e, Ebû Elî Hiseyn ibn Sîna (m. 1037) ye. Di gelek war û cihan de berhem û nêrînên Farabî berfirehtir bin jî lê Îbn Sîna di nivîsar û kitêbên xwe de jê dîyartir e û derbirîn û sererastkirinên wî çêtir in.
Ji bilî vê jî Îbn Sîna di felsefe û tesiwifa xwe de cih dide evînê jî, ew behsa evîna giştî ya heyîyan/afirandîyan dike ku evîn meriv teşwîqî ser karên bi xêr û parastina wan dike. Ew delîla mezin ji bo hebûna Xwedê bêdelîlîyê dibîne ku Mela jî wê diparêze gava dibêje:
Çi heddê ‘eql e qiyasê te kirit
Ev e burhan ku tu bêburhan î
Ma çi heddê hiş û zanînê ye ku karibe bi pîvanê û daneberheva delîlan/belgeyan ispata hebûne Te bike, na qet ew nikare, lewra ji xwe nebûna vê delîla izbatê bi xwe diyarbûna hebûna Te ye.
Herweha ew rêbaza îşraqî jî ku di Eflatûnîya Nû de qonaxa Sidûrê digire nav xwe diparêze[54] ku Mela jî wê rêbazê destnîşan dike gava dibêje:
Me bi îşraqî sualek ji lebê xuncekuşa kir
Go: bi îlhamê dizanî di suala me cewab e
Bi awayê rêbaza fîlozofên îşraqî min di dilê xwe de bê ku ez biaxivim ji dildarê lêvgulbişkoj pirsa renckêşiya xwe ji ber êş û belayên evînê bike. Wê jî bersiva pirsa me bi sirûş û îlhamê de û îma kir ku divê em bersiva xwe bi sirûşê bigirin.
Ji bilî berhemên Aristo û raveyên berhemên wî yên yûnanî kitêbên Farabî û rîsaleyên Îxwan es-Sefa jî li ser fikr û ramanên wî bandor kirine û ew xurt û kamil dêrane. Çawa ku Cizîrî balê dikêşe ser vê koma fîlozofên Îxwan es-Sefa ku tênegihîştina aqil diparêzin û zanista rîyazî mîna endazyarî, felekiyat, hisab, stêrnasî, cografya/ erdnîgarî, mentiq/logîk, Musiqî, hiner û yên din ku ji fîlzofên antikê mîna pithagor û yên din sûd wergirtine.
Dil bişo tu j` vê nifaqê ku bidit sîne beraqê
Bi sefa hemrehê erbabê dil û ehlê sega be
Ey evîndar ger tu bivêyî bigihîjî dildarê rastî divê tu dilê xwe ji dilxişûşî û durûtiyê bişoyî û bi dilekî safî bibî hevrêyê dildarên koma Îxwanê Sefa da dilê te rohnî û rewşen bibe.
Ev grûba Îxwanan di desthilatdarîya biweyhîyan de li Besrayê bi dizî ji nav qorên îsmaîlîyan/şî´îyan derketine. Ew felsefeya xwe bêhtir li ser felekyatê, çerxên wê, gerestêrên wê û ger dewranên ava dikin mîna ku rojê weke şah, stêran weke leşker, alîkar û gelê wî dibînin. Ew çerxan/felekan weke herêm û zêrzemînan, bircan weke welatan, derece û deqîqeyan jî weke gundan dibînin. Li gorî wan çerx/felek 11 ne lê li gorî felekîyatnasên din 9 in: Feleka muhît, Kûreya/Goga cihdayî (ev li cem yên din nîne), Zuhel/Kîwan/Saturn, Mişterî/Bercîs/Jubîter, Merîx/Behram/Mars, Şems/Roj, Zuhre/Nahîd/Gelavêj/Venus, ´Etardid/Tîr/Merkur, Qemer/Heyv, Kûreya hewayê/Goga hewayê (ev jî li cem yên din nîne) û Erd. Herweha wan pehnaya van jî pîvane û ew çar hêmanan bingehê avakirina gerdûnê jî qebûl dikin û bi çêbûna ewr û buxarê jî li xwarê maden û nebat û heywan çêdibin. Li gorî wan laşê însan gerdûnê temsîl dike çunkî ew neh felekên ku gerdûn ji wan pêk tê bergîdanê wan di merivî de jî neh cewher hene ku ew jî ev in: Hestî, mejî, reh, Kejî/kezî, xwîn, goşt, çerm, neynok û por/pirç in ku weke felekan rêzkirî ne. Bergindê 12 bircan jî di gewdê insan de herdu çav, herdu guh, herdu bêvil, herdu çiçik, qulên pêş û paş, dev û navik in û gelek tiştên din yên weha di meriv û di gerdûnê de.[55]
Herweha ew lebt/livîn, rawestan, zeman, war, tenhayî, mitenahî/bidawî, lamitenahî/bêdawî, xwestin, hevgirtin, hevgîhan û hevşopînê diparêzin çawa ku Îbn Sîna jî ev parastine û Mela jî nêrîneke nêzîkî vê diparêze. Herweke ku di biwara hêmanên bingehîn de jî ax, av, agir û hewayê û şilayî, hişkayî, germayî û serma) û yên din de jî Ixwan û Ibn Sîna di heman nêrînê de ne û Mela jî li dîtinên wan xwedî derdikeve, çawa ku dê di pêş de bê.[56]
Çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi hudûd
Çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi ‘eded
Ev çi dem û cih in, çi hêl û alî ne, çi sînor û tibab û tefsîlat in, û çi hisab û hejmar in (li ber zatê pîroz ê Xwedayê payeberz, çunkî evên han hemî pêwîstêyên peydabûnê ne ku ji zatê Xwedê dûr in).
Çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi misal
Ev çi tewlîd û çi terkîb e, çi rûh in çi cesed
Ev çi dijberî û pêwîstiya navbera tiştan e, çi pîvan û nimûne yin, çi bûyîn û hevdanî/terkîb e û ev çi rûh û çi laş in, (çunkî evên han hemî tiştên gumanbar in ku li hemberî wî tu rastiya wan none).
Bêguman Seydayê Cizîrî gava evînê weke pêncemîn hêmana afirandinê û sedemê bingehîn jî diçesipîne ew pê re jî ramanên fîlozofên berî xwe mîna Thales (625-544 berî Îsa) ku avê bingehê hemî tiştî dibîne, Herakleitos 540-475 b. Î) ku agir sedem û hêmana gerdûnê dibîne û wî weke rûhê laşê ji av û axê pêkhatî dipejirîne, Empedokles (490-434 b. Î) ku av, ax, agir û hewayê hêmanên cîhanê dibîne ku li gor wî ev herçar jî bi hêza hezkirin û bîzê/nefretê digihên hev û ji hev dûr dibin, herweha Sokratesê (469-399 b. Î) mamosteyê Platon (Eflatûn 427-347 b. Î) û Arîstoteles Onassis (384-322 b. Î) ku teoriya Empedokles ya herçar hêmanan (av, ax, agir, hewa) bi valehiya hewayê temam dike, digel ramanên Farabî, Îbn Sîna, Îbn Erebî û yên din ku van ramanên jorîn dipejirînin jî bi risteyên jêrîn destnîşan dike.[57] Yanî Cizîrî piştî lêzêdekirina hêmana evînê ku hinek ji yên jorîn jî behsa wê kiribûn, hêmanên berê yên din jî ku hino hino ji hêla fîlozofên rojava û peyrewên wan ve hatibûn selimandin/çesipandin bi van risteyên jêrî rast didêrîne:
Çar ´unsur in çar teb´et in vêkra bi mîzan vek ketin
Bi hevra muxalifsîret in der sûretê şexsiyye da
Hetta bi mîzan çar esil bi hevra nebin cem´ û west
Cisman ji hev nabin fesil bazû ji bazû şeq nada
Çar ummehat in sê benat her bêqerar in bêtebat
Pir ´işq û meyl in iltifat d`vê taze deyrê kuhne da
Hîmê wê alema (gerdûn yan jî ´Erşê) ku hêmana wê ya sereke evîn e li ser çar riknên bingehîn (av, ax, ba û agir) hatiye danîn û xwedî çar siruştên xwezayî ne (şilayî, hişkayî, germayî û serma) ku hemî pêk ve rêzbendkirî û bi pîvan in, lê her yek di tevger û lebta xwe de jî dijî hev û xweser in.[58] Ji xwe heya herçar bingehên/hêmanên siruştî bi pîvan û rêkûpêk di cismekî/laşekî de negihên hev û pêkve nebin yek ew ji hev cuda nabin û bazuyên wan nabe du şeq. Ew jî çar mak in (xwîn, zirav, belxem û sewda ku di çar endamên laş ên sereke serî, sîng, hinav û zik heya nigan de dicivin û bi wan re li gor vê rêzê û bendê bi pîvan li hev dikin) û dibin riknê gerdûnê yan jî yê ´Erş û Kursî û sê keç (heywan, nebat û hişkeber, herweha buxar, ewr û baran) in ku di vê xaneya kevnare de ji ber evîneke dijwar û dilbijîn û hogiriya pir, herdem bêbiryar û bêtebat in û qet ranawestin.
Piştî van, fîlozofê mezin Ebû Hamid Xezalî (1058-1111) ku ekolekê di tesewifê de danîye çendî ku serê pêşî li ser rêbaza Ibn Sîna ya eflatûnîya nû demekê domandîye jî heya ku mamosteyê wî Ciwînîyê (m. 1085) serekê Medreseya nizamîye mirîye ku Hamid ketîye cihê wî û bûye berpisîyarê Medreseya Nîzamîye. Xezalî 5 slan serektîya Mederesê kirîye, lê dû re piştî kuştina Nîzam el-Milk ji hêla îsmaîlîyan/batinîyan ve û mirina mezinê wî Melikşah jî êdî wî hêdî hêdî dest ji dersdanê berdaye.[59] Gava Xezalî dest ji dersdanê berdaye û vale maye di demeke kin de li ser pirsa hiş/aqil, zanîn û bawerîyê/yeqînîyê pê re hinek şik û guman peyda bûne. Di wê demê de ew nêzî çend mehan bêmane li derûdoran gerîyaye, lê di pey de ji nedî ve li gorî serpêhatîyên wî ji canibê Xwedê ve bawerî û ewleyiyek ketîye dilê wî û pê re jî hinek ramanên ji yên berê cuda ketine serê wî. Piştî hingê ew dijî eflatûnîya nû nêrînên Aristo, Farabî û Ibn Sîna û peyrewên wan derketîye, li ser hinek dîtinên wan ew rexne kirine ku bi taybetî jî ev ramanên wan dijî nessa Quran û Hedîsê dîtine:
Afirandina gerdûnê
Sîfatên Kirdigar/Sani´/Xwedê
Ezelîtîya zanînê
Zanîna Xwedê hew kullî ye
Înkarkirina heşra cesedan/laşan
Li gorî Xezalî divê her ferezîye û ramanên ku di felsefe, tesewif û kelamê de bêne danîn divê li gorî pîvanên nesa Quran û Hedîsên sehîh/rastîn bin.[60] Ji xwe Mela jî di honraweyeke xwe de vê yekê destnîşan dike:
´Aşiqê meselexwahî were em muftiyê ´işq în
Destekî sunnet e tê da di yekî nessê kitab e
Ey dost ger tu evîndarekî pirsiyarîxwazê ser çaresiya gelş û zehmetiyên evînê û zanîna wê û arezûmendê diyarkirina rê û dirbên wê yên eseyî û rast î, were pirsên xwe ji min bike ku ez miftiyê vebuhtîkirî ji bo bersiva çareseriya gelşên evînê me. Çunkî di destekî min de hedîsên pêxember (e. s.) in û di yekî de jî deqên Qur`an û ayetên wê ne (ku ez di fitû û bersivên xwe de xwe didim ser wan).
Yek ji dijraberên Xezalî li ser rexneyên wî li fîlozofên berî xwe mîna Ibn Sîna û yên din Fexredîn er-Razî (1149-1209) ye ku di pirsa dijîtîya nessê de cewaba Xezalî dide, lê di biwara sidûrê de jî ew dijî nêrîna Ibn Sîna derdikeve ku di gelek warên din de jî pê re hemfikir e.[61]
Herweha di vê navê de divê Ibn Tufeyl (m. 1185) û hemşerîyê wî Ibn Ruşdê Qurtubî Averroes (1126-1198) jî neyên jibîrkirin ku evê dawî rexne li Îbn Sîna û Eflatûnîyên Nû yên ereb digire. Li gorî wî Ibn Sîna û Eflatûnîyên Nû baş di ramanên Arîsto û Plato de negihane û ew bi şaşî mane kirine. Çendî ku wî bi xwe jî felsefeya rojava ya Aristoyî û Eflatûnîya nû parastîye û gelek berhem ji fîlozofên ewrûpî bi taybetî jî ji Aristoteles û Platon/Eflatûn wergerandine erebî.[62]
Yek ji peyrewê rêbaza Ibn Sîna ya îşraqî Şehabedîn Yehya Suhrewerdî (1191) bû ku li Helebê bûye û navdarê bi Kuştîyê Şehîd e. Şemsedînê Şehrezorî (m. 1281) ku gelek berhemên wî ji farisî wergerandîne, dîyar dike ku wî du hikmet: yê zewqî/xweşî û yê lêkolînî pêkve civandîye. Ew di dîtina xwe ya îşraqî de wacib ul-wicûdê diparêze û rexne li dîtina Ibn Sîna ya wicûd el-Wacibî dike. Bingehê felsefeya îşraqî ”zanîna nûrê/rohnîyê” ye ku gelek fîlozofên pêşî mîna Platon, Hermes, Empedeqlus, Phisagorus, Aristo û yên din li rojava û Camasif, Zerduşt û yên din li rojhilat parastine.[63]
Di biwara evîna tesewifî de piştî Hellac û Ibn Sîna, yê ku berî serdema Mela ew bi awayekî bi rêkûpêk parastîye, Ibn Erebî ye ku evînê mercekî çêtirîn yê tesewifê dîtiye. Herweha ew di biwara wehdetê de jî li pey dîtina Xezalî çûye, lê dema ew bi evînê re jî gihandîye hingê rêbaza Wehdet el-wicûdê jî ku berê Hellac û Bestamî destnîşan kiribûn parastîye û weke bavê Wehedet el-Wicûdê hatîye dîtin. Herweha têgeha wî ya insanê kamil ku Xwedê ew di şeklê xwe de afirandîye, vedigere ser ramana Hellacê Mensûr ku dewreke sereke di xebata ser pêwendîyên Xwedê û merivan de digire. Li nik Ibn Erebî xwdayî û merivî ne du siruştîyên dijî hev in, lê belkî li nik mertebeya hebûnê ew du rûyên taybetmendî yên diyarbûnê ne. Lahûtî rûyê derûnî yê herhebûyî ye û nasûtî jî bergîdana rûyê zahirî yê hebûyî ye ku hadis/peydabûyî ye.[64]
Divê li vê derê di biwara wehdet el-Wicûdê de li ser Baba Tahirê Uryan Hemedanî (935-1010) jî bê rawestan ku yek ji şair û mitesewifê Wehdet ul-Wicûd parêz yên pêşî ye. Ew li Hemedana rojhilatê Kurdistanê hatîye dinê û di serdema desthilatdarîya deylemî û ya kakewîyên pey wan de ku heya sala 435/1043an li Hemedanê hikim kiribûn, jîyaye. Wî helbestên xwe bi zaravayê lûrî û goranî nivîsîye ku tê de tesewifa Ehlê Heq/Yarsanî bikar anîye û wehdet el-Wicûdê parastîye û piştgirîya Hellacê Mensûr kirîye.[65]
Çendî ku Hemedanî yek ji mitesewifên şair û wehdet el-wicûd parêz bû jî lê piştî wî, hê di dema Ibn Erebî de û bêhtir jî piştî wî serdema mitesewifên şair dest pê kirîye ku şairên mîna Ettar (m. 1229), Ibn Farid (m. 1235) û Celaledînê Îranî/Rûmî (m. 1273) û yên din dest pê kirine di şi´rên xwe de babetên xwedayî û mistika rehmanî honane.[66]
Piştî van jî divê li ser heranîyê mezin î navdar Ibn Teymîye (1263-1327) jî bê rawestan ku yek ji rexnegirê fîlozof, mentiqî û kelamîyan bû. Li gorî wî wan bi minaqeşe û gutûbêjên xwe nikaribûye tiştekî sererast bikin û li ser ramanekê bibin yek. Ji ber vê jî wî hew bi ayatên Quranê girtîye û ji bo hemî tiştî ew pêşnîyaz kirine ku ger weha bê kirin hingê tu dijberî û cudahî dê nemîne.[67]
Çendî ku hê di dawîya serdema zengîyan û destpêka ya eyûbîyan de jî avakirina xankahan dest pê kiribû û xankahên pêşî jî li Şamê ji hêla Nûredîn Mehmûd Zengî ve û li Misrê jî ji hêla Selahedînê Eyûbî ve hatibûn avakirin[68] jî lê piştî Ibn Erebî û heya radeyekê peyrewên wî yên mîna Konevî û yên din, êdî tesewif bi temamî ketîye xankah û dergahên terîqetê û vê jî bi terîqeta Qadirî ya Abdulqadirê Geylanî (m. 1166) dest pê kirîye ku di sedsala 9an de ji Hindê û Mexribê/Fasê hêdî hêdî ketibû nav civaka îslamê.
Herweha terîqeta Rufa´î ya Ehmed Rufa´î (1175), terîqta Neqşebendî ku li ser navê Behaedîn Nexşebendî (1318-1389)[69] belav bûye, lê danerê wê yê rastî Yûsuf Hemedanîyê (1140) kurd e ku jê gihaye şagirdê wî Abdulxaliqê Gujdewanî (m. 1189), lê dû re bi awayekî derbasî ser navê Nexşebendî bûye. Digel ya Ehmed Yesewîyê (1166) tirk yê xelîfeyê Yûsuf Hemedanîyê navbihurî ku hevdemê Gujdewanî bû û yên hêla Hind û Pakistanê yên mîna Ferxanîyê Hindî (m. 1235), Bextiyar Kakî/Kakeyî (m.1265), Ehrarîyê Neqşebendî (m. 1490) û gelekên din ku hejmara wan bi sedan in.[70]
Piştî Ibn Teymîye û xirecira navbera fîlozof û kelamîyan ku sedsala 13em û 14em êdî giranî ketibû destê kelamîyan û felsefe û tesewifê cihê xwe ji terîqetê re hiştibû. Ji nav kelamîyên herdu sedsalên jorîn meriv dikare navên vanên jêrîn bide: Hafizidîn Nesefî (m. 1301 yan jî 1310), Ibn Xeldûnê (1332-1406) ku çendî li ser kelam û felsefê xebitîye jî lê hê bêhtir di nav koma tarîxnasan de bi navûdeng bûye, ´Adudedîn Îcî (m. 1355), Sa´dedîn Teftezanî (m. 1390) ku şerhek li ser kitêba Necmedîn Nesefî (m. 1142) ya eqîdeyê/kelamê nivîsîye. Ji bo sedsala 15an jî meriv dikare navên Senûsî (m. 1490), ed-Dewanî (m. 1501), Berqelî (m. 1573) ku hevdemê Mela ye, Siyelkûtî (m. 1657) û Bacûrî (m. 1860) bide.
Bêguman di nav mitesewifên şair de divê behsa kesên mîna Sadîyê Şîrazî (1184-1292), Hafizê Şîrazî (1325-1389-90), Camî (m. 1492) Fizûlî bike ku piştî wan jî êdî dor tê ser Melayê Cizîrî (1570-1640), Xanî (1650-1707), Teyran (1590-1660 yan jî 1563-1660), Bateyî (1417/1491 yan jî 1680-1760) û yên din. [71] Sembolên evînê di şi´rên şairên îranî de jî heman yên Mela ne, ji bilî Mem û Zînê[72]
Piştî van ku êdî sîyaset ketîye nav terîqetê, çendî ku ne şair be jî divê ji hêla terîqet û tesewifê ve Ehmed Sindîyê (1564-1624) navdarê bi Îmamê Rebanîyê nexşebendî ku xwe weke mucedidê hezarê duyem daye nasîn û ji dêla Wehdet el-wicûdê ve Wehdet eş-şihûdê pêşnîyaz kirîye, yekî girîng e di terîqetê de. Ew hevdemê Melayê Cizîrî bûye û ji bo Wehdeta Wicûdê rexne li Ibn Erebî girtîye. Herweha Ekberî (1556-1605) jî ku hemdemê wî bûye nêzî du sed sal dû re jî Mewlana Xalidê Şehrezorî yê Zilcenaheyn ku hem terîqata Qadirî û hem jî ya Neqşebendî temsîl dikir weke micedidê sedsala 18emîn hatîye dîtin.[73]
Li gorî adab û rêbazên tesewif û terîqetê cîhan ji hêla derûnî û manewî ve li ser heft herêman hatîye dabeşkirin û her herêmek jî ji hêla ebdalekî/evdalekî[74] Xwedê ve tê parastin û îdarekirin ku li cîhanê herdem heft ebdal hene û gava yek ji wan dimire yekî din dikeve cihê wî.[75]
Silsiliya mertebeyên/payeyên Terîqetê/tesewifê ku li gorî pîvanên terîqetê berpirsîyarê jiyana derûnî ya terîqetê/tesewifê ne weha ye:
Neqîb: 300
Necîb: 40 yan jî 70
Ebdal: 7 yan jî 40
Umana´/exyar: 7
Ewtad: 7 yan jî 4
Îmam: 2 ne yek li rastê Qutb e yek jî li çepê Qutb e
Qutub/Amûd: 4
Qutbê Ferd/Xews: 1[76]
Ji ber ku li jor behsa felsefe, mentiq û kelamê bihurî ku herduyên pêşî qenc tên nasîn lê kelam ne zahf belav e, min xwest ez hinek nimûne ji kelamparêzan bidim da bêhtir bên nasîn. Kelamî yan jî Mitekelimîn ji bo zanayên ku li ser pesn û sifatên Xwedê, awayê daketina Quranê û rewşa wê, fikra bawerî û ´eqîde û cûreyên wê, qeder û xêr û şer û sezayê û yên din radiwestin ku ew jî gelek ji hev cuda bûne û hinek ji wan jî evên jêrî ne:
Sinnî a. Eş´erî b. maturîdî
Mu´tezilî
Şî´î/´elewî îsmaîlî/Batinî, Caferî, dozde îmamî û yên din
Keramî
Xaricî/Waqifî: Ezarîqe, Necdîye, Sefrîye, Xemrîye, Yezdîye
Cehmî
Ceberî
Qederî
Yarsanî
Piştî vê danenesîna kurt li ser felsefe, tesewif û rêbazên wan em bên ser tesewifa Melayê Cizîrî bi giştî û rêbaza wî ya felsefe evîn û tesewifê bi taybetî.
Bêguman ustadê hunera şi´r û honraweya rewantirîn Cizîrî û Dîwana wî bi nivîsar û gotarekê, bi çend heban jî, heya bi kitêbek û çend kitêban jî nayê danenasîn.
Çunkî ew di Dîwana xwe ya ku mîna rengvedaneke sirûşî ya kitêbeke pîroz e de ji dîn û olên semawî bigir heya bigihîje yên kevnar û pût û rojperestîyê, ji sirûş û mistîzmê bigir heya bigihê raz û sirrên evîn û bengîtîyê, ji efsane û mîtolojîyan bigir heya bigihîje destan û serpêhatîyan, ji tarîx, erdnîgarî û herêmên pîroz bigir heya berzex û taristanê, ji erd û esman bigir heya bigihê çerxên felekê û ger û dewranênên wê, ji afirandina cîhan û gerdûnê bigir heya ya hişkeber û nebat û mirovan, ji tade û zorîyên şer û cengan bigir heya xweşî û şadîyên rê û rêbazên evîn û bengîtîyê, ji zanistên felsefe, tesewif û terîqetê bigir heya yên hikmet, kelam, eqîde, tewhîd û mentiqê, ji zimannasî, peyvsazî û hevoksazîyê bigir heya semantîk, i´caz, beyan û bedî´ê ji stêrnasî û felekîyatê bigir heya matematîk, hendese/endazyarî, fizîk û kîmyayê, ji mûzîkjenî û alavên wê bigir heya perde û meqamên wê, ji sema û reqsê bigir heya dîlan û govendê, ji leheng û serdarên dîrokê bigir heya zana û şarezayên wêje û honraweyê, ji pêxember û mucîzeyên wan bigir heya şêx û mişayix, hosta û rêrewên evîn, tesewif û felsefeyê, Ji herçar dînên ibrahîmî bigir heya zedeştî, agir/rojperestî ezdîtî, bûdî hinduyî û yên kevntirîn mîna misrî, mezopotamyayî, ji desthilatdarên zordar î sitemkar bigir heya fermandarên rêşînas û dadmend, ji welat û şaristanan bigir heya bigihê çem û robar û deryayan digel gelekên din hemî yan yekser jê behs kirîye yan jî destnîşan kirîye.
Ya rastî Cizîrî ne bi tenê hima sofî yan jî mitesewifek bûye, lê herweha ew di heman demê de ustad/muderris, muheqqiq/lêkolîner/lêgerîner û fîlozof bûye jî ji bilî ku ew di zimannasî, matematîk, hendese/endazyarî, astronomî/stêrnasî û fizîkê de jî şareza û bispor bûye.
Bêguman gava behsa Melayê Cizîrî bê kirin serê pêşî û berî hertiştî evîn bi giştî û evîna rastî bi taybetî tê bîra meriv çawa ku jixwe dê li pêş bê dîtin wî bi xwe jî evînê di pêşîya hemî tiştî û di ser her rêbazê re girtîye.
Cizîrî û felsefeya wî ya even
Bêguman ustadê mezin Cizîrî jî weke ku ji Dîwana wî ya bêhempa dixwiyê, mîna fîlozof û mitesewifên pêşrewên xwe cihekî girîng daye evînê û ew di şi´rên xwe de li ser evîn û cûreyên wê û bandora wê ya li ser felsefeya tesewifî rawestiyaye û ewqas girîngî dayê ku evînê yek ji sedemê afirandina gerdûnê bi giştî û afirandiyên tê de jî bi taybetî destnîşan kiriye û ew li herçar hêmanên afirandinê yên ax û av û hewa/ba û agir zêde kiriye û kiriye hêmana pêncemîn û sedemê pêşî yê afirandina gerdûnê û yek ji hîm û bingehê hebûna mirovatiyê hesab kiriye. Herweha ew evîn û perweriyê ji rindî û bedewiya ezelî ya herhebûyî dibîne û vê nêrîna xwe bi risteyên jêrîn bi awayekî felsefî weha derdibire:
Me cewher ‘unsurik xamis numa îro di tali‘ da
Di vê teqwîmê insanî li tali‘ bûne fal ebrû
Li vê derê Mela dîtina Farabî, Ibn Sîna û Ibn ´Erebî ku evînê sedemê afirandina gerdûnê dibînin qewî dike, lê hê bêhtir pê ve diçe û wê li her çar hêmanên berê (ax, av, hewa û agir) ku fîlozofên rojava (yûnanî) tesbît kiribûn zêde dike û wê hêmana pêncemîn û ji her çarên din re bingehîn jî dîbîne.
Bi gotineke din ew bi vê re jî aşkere diyar dike ku di afirandina mirovî ya bi vê bîreweriya xurt de ji bilî av û ax û agir û bayê hêmaneke pêncemîn jî heye ku evîn e û ew bingehê van her çaran e. Lewra afirandineke bi vê spehîtî û lihevanîna van nexş û nîgarên di çehre û laşên mirovî de weke birû, bijang, çahf, dest û pê û yên din digel ewqas zanîn, şarezayî, çeknasî û bîreweriya dahiyane ku bi mirovî re heye çawa ku hem di felsefeya siruştnasî de hatiye pejirandin û herweha di ya xwedawendîgarî de jî bi ayetên “we ´elleme Adem el-esma`e kulleha: Xwedayê payeberz Adem fêrî hemî nav û agahan kiriye” û ”le qed xeleqn el-insane fî `ehseni teqwîmin: Me mirovî bi spehîtirîn sûretî û qenctirîn rewşenbîrî û bîreweriyê afirandiye” hatiye çesipandin û qewîkirin, hew bi evîneke xurt î bêhempa pêk tê. Çunkî divê hezkirineke pir zahf bi mirovî re be ta ku karibe li gorî dilê xwe tiştekî bîne pê yan jî icad bike û biafirîne. Nexwe bêhezkirin û evîneke bi hêz û bê dilxwaziyeke ji dil û can pêkanîna erkekê, pîşeyekî yan jî îcadekê pir zehmet û nebûyî ye.
Cizîrî gava li ramana fîlozofên berê ya ser herçar hêmanên gerdûnê ku av, ax, ba û agir in kol dibe, dibîne ku rast e, lê nabîne gelo ka ev çawa û çima gihane hev û vê encamê dane, lê piştî lêkûrbûneke dûr û dirêj ew dibîne ku divê sedemekî vê gihandin û tevgerandinê hebe û pê re jî viyan û daxwaziyek hebe heya ku vê pêkanînê bîne cih û vê gerdûna xweşik û mirovên spehîtirînê afirandiyan bîne pê û dibîne ku ew jî ev xwoşewîstî û hezkirina ji wê ye. Gava ew vê dibîne dilê wî dikeve cih û diyar dike ku rast e evîn hêmana pêncemîn e û sedemê hevgîhan û lêkanîna herçar hêmanên din yên afirandina gerdûnê û afirandiyên tê de ye û vê biryara xwe jî bi van risteyên jêrî diyar dike :
Husnê hub anî zihûrê ´işq e eslê ´almen
Eslê eşya da bizanî wan çi esl û made bû
Ji xwe spehîtiya kevnare ye ku bûye sedemê peydakirina evînê û ger ne jê bûya dê ne evîn hebûya û ne jî dilketî û dilgirtî. Nexwe evîna ku bûye sersebebê hezkirina rastî û dildariya payedar ya ebedî, bingeh û asasê cihanê hemî ye, hêmanên afirandinê jê hatine vêkxistin û gerdûn jî bi hemî afirandiyên xwe ve ji wan pêk hatiye. Ey guhdar ez vê yekê ji te re dibêjim da tu bingehê tiştan digel detayên wan bizanibî û bigihêyî kûrahiya rastiya wan û herweha bibînî ka di vê gerdûna bêhempa de bûyer ji kîja nasûtî vêkketine û ev cihana kevnar î ecêb li ser çi binyadê hatiye avakirin.
Çawa ku di cihekî din de jî dibêje:
Husn û hub zatê qedîm in lê cuda bûn ew ji yen
Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû
Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû
Piştî ku Cizîrî Evînê bingeh û sedemê afirandina gerdûnê û mirovahiyê diyar dike û wê bi spehîtîyê re yeknesan dike êdî ew dema hebûna wê digel yekpareyiya dilketî û dilgirtî bi van risteyên jêrî destnîşan dike:
Hê di ber qalûbelayê belku ev ‘alem nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû
‘Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê Heq bû istiwayê lami‘a ‘işqê hebû
Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem yezel
‘Aşiq û me‘şûq-i yek bûn şem‘ û hem perwane bû
Hê berî afirandina rûhan ya dema “qalûbelayê” ku Xwedê gava ew afirandin ji wan pirsî : “Ma ez ne xweda û perwerdigarê we me?” Wan jî got : “Erê, tu Xwedayê me yî.”, berî hebûna cîhanê hemî, berî çerxa felekê, berî ger û dewrana vê gerdûnê tev û berî hebûna vê kunbeta camîn î belûr ya esmanî, berî derketin û diyarbûna Text û Kursiyê hêz û biriya xwedayî, berî van hemiyan spehîtiya tîrêjên rohniya rastî li navroyê bû û tîrêja evînê jê vedida.
Lêbelê ew ji zatê dildarê bêneman/bêzewal re nebûbû pesin û taybetmendî, dilgirtî û dilketî herdu jî hê yek bûn û mîna mom û xecxecoka/perweneya dora wê bûn ku perwane çiqas li dora momê digeriya mom geş dibû û ew çiqas geş dibû perwane jî doş dibû, xwe lê dixist û xwe jê re dişewitand.
‘Aşiq û me‘şûqê el-heq herdu mir’atê yek in
Lew di eslê cem‘ê da eslê qedîm ayine bû[77]
Bi van risteyên jêrî jî Cizîrî pêwendiyên dildarên rêya tesewifê bi evînê re diyar dike û ew jî mîna Eflatûnîyên Nû yên islamê yên mîna Farabî, Îbn Sîna, Ibn Ruşd û Ibn Erebî evînê weke babetekî girîng î bivênevê yê rêbaza tesewif û terîqetê dibîne:
Cezbe û seyra sulûkê bê mehebbet nabitin
Cehdeya bê‘işq û hub çendî ku kir bêfeyde bû
Salikên ‘işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû
Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû
Ji xwe diyar e ku Cizîrî dixwaze li vê derê rê û rêbazên tesewif û terîqetê yên cihê ku gelk in destnîşan bike ku çawa dê di beşa felsefe û tesewifê de bê dîtin. Herweha ew bi van risteyan rewşa beqa` û fenayê (nemirî û nemayî) jî di evîna rûhanî de destnîşan dike:
Ê birî ‘eynê beqayê badenoşê ‘işqê bû
Ê bûyî mehwê fenayê ‘aşiqê bêçare bû[78]
Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû[79]
Husn û cemalê xwast evîn vêk ra di yek zatî cevîn
Nûra qedîm bû ‘işq û vîn wan lêk-i naz û ‘işwe da
Husn û mehebbet her hebû Heq ‘aşiqê zatê xwe bû
Muhtacê husnek dî nebû neql û riwayet pê we da
Ji xwe Cizîrî di gelek cihên Dîwana xwe de cih dide evînê û xwe jî yek ji hosta û şarezayê evînê dibîne û di rêzên jêrîn de jî baş li ser radiweste gava dibêje:
Me‘nayê ‘işqê bêm çi ye lew min bi çeşmê dil diye
‘Eksa cemalek safî ye lami‘ di mir’ata me da
Husn û mehebbet zatek in me‘şûq û ‘aşiq låtek in
Lê sûret û mir’atek in her yek di me‘nayê xwe da
Ger dilber û wer ‘aşiq in ‘arif di vê da sadiq in
Ayîneyê nûra Heq in cih cih di wan da cilwe da
Herweha li jêr jî didomîne:
Tu j´ Melayî her bipirs esrarê ´işqê hel diket
Vê mu´emmayê çi zanin sed mela û muste´îd
´Aşiqê meselexwahî were em muftiyê ´işq în
Destekî sunnet e tê da di yekî nessê kitab e
Di ‘işqê şeyxê sanî me, bi dil behrê me‘anî me
“Li zî hicrin we zî qelbin şifaun fî işaratî”[80]
Mela li vê derê evnê dike du beş:
Muhbeta sûrî du qism e qufl û miftah û tilism e
Hin ji rûh in hin ji cism e nar û nûr e hin hewa ye[81]
Lami´a husn û cemalê dê ji ´ilmê bête ´eyn
´Işq-i da jê hilbitin kê dî heqîqet bêmecaz
Ma´neya ´işqê dizanî ayeta husnê bixwîn[82]
Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev kî imtiyaz
Hubbê cismanî du roj in gerçi dil pir pê disojin
Xef ceger peykan dinojin mislê neqşê bêbeqa ye
Gul heta sohr in bi tê ve bên tebessum pê ve pê ve
Bilbulê serxweş di nêv e nexme û nal û newa ye
Herçi cilwa bû ji navê nû gulek dî girt xwinavê
Wî ji dil çû muhbeta vê ew bi ya dî ra teba ye
Li ser renc û azara evînê jî Cizîrî weha dibêje:
‘Işqê ji Xwedê da tu bixwazî jê ra
Ger dê li neyarek xwe bikî nefrînê
Sembolên evînê yên tarîxî ku Cizîrî di honraweyên xwe de bi kar anîye:
Şêxê Sen´anî û keçika ärmen
Mey nenoşî Şeyxê Sen´anî xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê selet
Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanî xeta hane xelet
Leyla û mecnûn
Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepant
we ´r ne Qeys naket beyabanê selet
Ferhad û Şêrîn
Ferhadî dizanit tu ji Perwîzî mepirs
Etwarê xemê ‘işq û sura Şêrînê
Dest nehêlim ez ji dînê şubhê ferhad û şirînê
We ´r ji ber ´işq û evînê min di rê çit ev kilox
Mem û Zîn
Mûyekî ez ji te nadim bi dused Zîn û Şirînan
Çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê
Mehmûd û Eyaz
Husn û hubb bê yekdu nabin dê bikin şah û gedag
Nûr-i nadit şu´leya Mehmûdî bê şem´a Eyaz
Husn-i bê ayîneyê ´işqê tecellî naditê
´Işqê Mehmûdî di me´na nemekê husna Eyaz[83]
Ger husn û mehebbet bi seraperdeyê can bin
Geh şah û geda geh bi xwe Mehmûd û Eyaz in
Xwisro û Şêrîn
Tinê Firhad dizanit lezettê ´işq
Ku wî can daye Şîrînê ne Perwîz[84]
Xwisroyê Şêrînê li derbendê husn
Sîmiberan lazim e lê mehr û bac
Şemsê Tebrîzî
Teb û tabê hezar îşkence da dil
Ji Şîrazî negahî mestê Tebrîz[85]
Felsefe û Tesewifa Cizîrî
- Cizîrî Di felsefê de nêrînên
- Îxwan es-Sefa
- Ibn Sîna û Îşraqî
- Dîtina Nûr û cewher û
- Ji felsefeyê kevnar jî: zerdeştî, mazdeyî-manîyî û eflatûnî diparêze
Mela giringiyeke pir daye tesewif û felsefê û gelek ramanên xwe yên afirandina gerdûn û mirovahiyê yên ser cûreyên evînê û awayên jiyana civakî bi nêrîneke felsefî û tesewwifî diyar kiriye û çawa ku me li hinek babetên jorî yên tesewifê de jî dîyar kir di gelek cihên dîwana xwe de pirê caran jî bê navdan cih daye dîtinên mitesewif û fîlozofên din jî û ew destnîşan kirine:
Feyza ´ulûmê felsefe pir kifş e lê sitr û xef e
Min dî di camek qerqef e fincan bi can min cur´e da
Mela di gelek cih û waran de xwestiye fîlozafiya cihanî ya mîna Arîsto, bi taybetî jî Eflatûnîya nû û ya îslamî mîna ya Ibnî Sîna, Farabî, Xezalî, Îbn Ruşd û Îbn Erebî ku yên dawî di gelek cihan de tesîr lê kirine, bigihîne hev û dijîtiyên navbera wan ji hola rake
Ez dibêm ´Îsa ye ew ya Bû Elî Sîna ye ew
Lew bi remz û ´işweyan pir mu´cîzat û şêwe ye[86]
Li vê derê ew ramanên îbn Sîna ku yek ji şareza û rêşînasê mezintirîn yê felsefa îslamê bûye û di gelek waran de ramanên fîlozofên rojava, bi taybetî jî yên yûnanî ku berê bi saya wergerên bo erebî yên Hineyn ibn Îshaq û kurê wî Ishaq îbn Hineyn (nêzî 870-910) gihabûn nav cihana islamê, berfirehtir û bi awayekî sistematik bi rêkûpêktir kiribû, destnîşan dike.
Herweha Ibn Ruşd/Averroes (1126-1198) jî filozofekî islamê yê navdar e ku li ser ramanên Aristo (384-322 b. Isa) û berhemên wî xebitîye, ew rave kirine û berfireh û bi rêkûpêktir kirine û gihandine alema islamê û ya rojava.
Ji ene l-heq bi lebên le´l-i xeberdarî bûyîn
Bi gulaba serê zulfa xwe te Mensûr-i krian
Dema em bi wan gotinên te yên xweş î şêrîn ji naveroka “Ene l-Heq” agahdar bûn hingê bi wî toqê serê biskê xwe te em kirin mîna Hellacê Mensûr ku me jî fena wî dest bi şetatî û petatiyan kir.
Li vê derê jî Cizîrî dîtin û ramanên Hellac pîroz didêrîne û gotina wî ya “En el-Heq” jî ji ber ku di halê gihîştina radeya tesewifê ya wehdet el-wicûdê de gotiye rast dibîne, lê herweha ji ber ku ev derbirîn li gorî wî bûye sedemê diyarkirina razeke nihênî ya tesewifê, encamdana wê ya bi sezakirina Hellacê Mensûr jî xwezayî û maqûl didêrîne.
Cizîrî û Ehlê Sefayê/Îxwan es-Sefa ku di felesfeya xwe de gelek giringî dane even:
Dil bişo tu j` vê nifaqê ku bidit sane beraqê
Bi sefa hemrehê erbabê dil û ehlê sega be
Bi van risteyên jêrî jî Cizîrî pêwendiyên dildarên rêya tesewifê bi evînê re diyar dike û ew jî mîna Eflatûnîyên Nû yên islamê yên mîna Farabî, Îbn Sîna, Ibn Ruşd û Ibn Erebî evînê weke babetekî girîng î bivênevê yê rêbaza tesewif û terîqetê dibîne:
Cezbe û seyra sulûkê bê mehebbet nabitin
Cehdeya bê‘işq û hub çendî ku kir bêfeyde bû[87]
Salikên ‘işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû
Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû[88]
Cizîrî li vê derê jî dixwaze rê û rêbazên tesewif û terîqetê yên cihê ku gelk in destnîşan bike; herweha ew bi van risteyan rewşa beqa` û fenayê (nemirî û nemayîyê) jî di evîna rûhanî de destnîşan dike:
Ê birî ‘eynê beqayê badenoşê ‘işqê bû
Ê bûyî mehwê fenayê ‘aşiqê bêçare bû[89]
Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê neat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû
Remzek nihîn avêhte dil mihrê ji batin mêhte dil
Şehzadeyê sur rêhte dil şehkaseya ferfûr e dil
Hostayê ´işqê dil hevot ser ta qedem hingî disot
Remza “Ena `l-Heq” her digot bawer bikin Mensûr e dil
Gava dil bi hevîrê evînê ji hêla ustadê evînê ve hat sitran û qenc hat hevotin/ şidandin/erçiqaindin hingê kelekê lê da û şewatekê ew girt ku êdî hişê xwe winda kir û weke ku hebûna wî ji holê rabûbe xwe nedît û di nav xeyala dildarî de winda bû û bêhemdê xwe weke Hellacê Mensûr ji devê wî jî şetatî û petatiya “Ez Xwedê me” derket ku ev jî jê re bû nîşana gihîştina radeya wehdet el-wicûdê.[90]
Nûra ji qudret lê du nûn jê ra dinalin erxenûn
Wer ayeta ´işqê bixûn xweşnusxeyek mestûr e dil[91]
Herweha ew bi risteyên:
Xizmeta pîrê muxan dê kit kesê meqsûd e mey
Şîşe û cama zucacî ê divêt dê ret Heleb
Cewrê Hindî dê kişînit her kesê tais divêt
Cewher û durra yetîm bê terk-i ser têtin teleb
jî belkî Suhrewerdî Eb ul-Feth Şehabeddîn Yehaya (549-587/1154-1191) û çûna wî ya Helebê û kuştina wî li wê derê destnîşan dike ku serpêhatiya wî jî ne kêmî ya Hellac e.
Me bi işraqî sualek ji lebê xunçekuşa kir
Go bi ilhamê dizanî di suala me cewab e[92]
Herdu birhên te ne mîhrab çi îman û çi kufur
Bûd û nabûd ku yek in ev çi sewab û çi ´îqab
Weke ku me berê jî got Cizîrî bi dilekî xurt û aspekteke fireh li gelek raman û nêrînên fîlozofî nihêrtiye, giringî daye pirên wan û ew hêjayî destnîşankirin û ravekrinê dîtine. Mîna van risteyên jêrîn ku tê de hem dîtina fîlozofên mu´teziliyan dest nîşan dike, ku dibêjin: “Her kes kirdeyê/fa´ilê kirina/fi´la xwe ye, ger na nexwe ev çi xêr û guneh û seza û padaş e.” Yanî ger her tişt bi Xwedê be nexwe perestina Wî bes e êdî qeyd û benda kufr û îmanê/bibawerî û bêbaweriyê çi ye û çima heye?[93] Hem jî mîna Shakespearê hevdemê xwe bi van risteyên jêrîn nêrîn û teoriya Eflatûn ya “Bûn û nebûn”ê (To bee or not to bee: Bûd û nabûd) destnîşan kiriye.
Yek jê ji teqwîma qedîm lê bû neseq hukmê Hekîm
Avête wê lewhê reqîm têk ´alemê pê şu´le da
Hingî ku xett û nuqte ne ewda´ û eşkal tê hene
Her yek bi miqdarê xwe ne esla tesewwur rê neda
Miqdar û şiklê hendsî kêm zêde yek pê nahesî
Teswîr dikir Iqlîdesî hetta bi sethê sufflé da
Ew tibab û miqdarê wan şekl û rewş û şêlên wan xêz û xalên endaziyarî kes zêde pê nahise û pê nizane, lewra yê ku pê dizane û ji çerxa jorî heya rûyê xwarî yê vê erdê pîva ye û şekil dayê Iqlîdes (Euklides 283-306ê berî Îsa) e, hew ew pê dizane.
Mersef di nav van meş´elan qet´a mesaga merhelan
Sirra birûc û menzilan resma sulûkê cadde da[94]
Tewhîd: Çawa li jor di babeta tesewifê de jî hat gotin, ji hêla yek ji ustadê Cuneydê Bexdadî (m. 910), Muhasebî (m. 757) yê xwediyê Kitab el-Muhibbetê ve hatiye pêşkêşkirin ku dû re Cuneyd jî ew belav kiriye û Fena û Beqayê (fena fî l-lahî û beqa` bi l-Lahîyê) jî lê zêde kiriye[95] ku Mela weha wê dide nasal:
Tu j` nusxeyê tewhîdê mexwîn ayetê nefyê
Bê aletê îsbatê ku îlla yim ez[96]
Ê birî ‘eynê beqayê badenoşê ‘işqê bû
Ê bûyî mehwê fenayê ‘aşiqê bêçare bû
Herweha me dîyar kir ku Wehdetê Mutleq ji hêla Îbn Sebî`î (1197-1270) ve parastin ku Mela jî weha wê dide nasîn:
We´hdetê Mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zorê di vê mes´elê ehlê dilan şubhe ma
Ey Mela wehdeta mutleq (yektayiya misoger) rohniyeke ku di dilan de tecellî û diyar dibe, lê pirên kesên dilpeyrew di vê pirsedozê de di gumanê de mane.[97]
Wehdetê Wicûd/Îttihad el-wucûd:´ilm el-yeqîn: Ev payeya wehdet el-wicûdê çawa ku li jor jî derbas bû Bayezîdê Bestamî (m. 870) li tewhîdê zêde kirîye, Hellacê Mensûr (m. 922) jî ew rast dêraye ku serê xwe jî li ser daye, zêdeyî 3 sedsal dû re jî Mihyedîn îbn Erebî ew nû kirîye û bi xurtî parastîye,[98] çawa ku Ustad Cizîrî ne di van hersê malikên jêrî de rewşa wehdet el-wucûdê destnîşan kirîye.
Te dizanim Te dibînim ku tu yî nûrê wucûd
Ellah, Ellah ji çi nûr e di seraya me lebaleb
Esma muqabil bûne zewc lê cumle jê bûn fewc-i fewc
Behra wucûdê hate mewc mewcan di behrê lucce da
Coşiş ku da deryayê cûd di ayineya isms Wedûd
Carek tecella bû wucûd fûrek ji nûrê jê veda
Wehdetê Şihûd/Tewhîd eş-Şuhûd: ´eyn el-yeqîn: Îmamê Rebbanî Ehmed Sirhindî çawa ku li jor jî bihurî ji dêla wehdet ul-wicûdê ve ku bi çavekî rexnegir lê nihêrtîye, Wehdet uş-Şuhûdê parastîye û wê rasttir dêraye.[99] Cizîrî jî li vê derê ne yekser be jî qala wê dike:
Rûh î tu ne cism î ji cemalê bi çi ismî
Reng rengî tibî keşf û şuhûdê çi kes î tu[100]
Da rûyê husna dilberan b’xeml û libas û zîweran
Bête şuhûda beseran bînahiya d’her dude da
Mela her wî bibîn her wî eger her wî dinasî tu
“Huw el-Me´bûd, huw el-Meşhûdu bel la xeyre fî d-dareyn”[101]
Wehdetê Sirf: Cizîrî jî mîna Sebî`î serê pêşî bi nêrîna Wehdet ul-mutleqê re bûye û ew parastîye çawa ku li jor jî bihurî ku digot “Wehdetê Mitleq Mela Nûr e– -“t. d., lê dû re weke ku li jêr jî dixwiyê wî formekî din, bi maneyeke din daye wehdeta mitleq û navê Wehdeta Sirf lê kirîye:
Wehdetê sirf e me meşreb te çi iksîrê wucûd
Em lebaleb çi lebaleb bi xwe hem came lebaleb
Rêbaz û delavê (meşreba) me yekîtiya sirf ya pak û paqij e ku çi îksîr û kîmyayeke ecêb ya hebûna me ya ku em bi cil, bi laş, bi dil, bi derûn û bi rûhê xwe heya ber dev pê tije û dagirtî ne.
Li vê derê mebesta Cizîrî bi wehdeta sirf hebûn û dîtina Evîndarî di hemî heyiyan (mewcûdatan) de ye, bê cudahîya navbera ezel û ebed, wahid û ehed, ewel û axir û zahir û batin û nêrîna li wext û dem, cih û war, hêl û alî, tixûb û sînor, pîvan û qiyas, hejmar û hesab, giyan û rûh, can û laş, piranî û tekane, terkîb û yekeretî di hemî gerdûnê de her hukmê raza yekîtiyê (wehdeta sirfê) ye.[102] Çawa ku dibble:
“Huw el-ewwel huw el-axir huw el-zahir huw el-batin
Huw el-me‘bûdu we l-meşhûdu fî kull il-huwiyyatî”
Ew e yê pêşî, (çawa ku) yê paşî jî her Ew e, yê aşkere û diyar jî dîsa Ew e û yê Derûnê jî her Ew e, (herweha) Mabûd û perestîyê (bi l-Heq) jî Ew e û yê di hemî hiwîyatê/kesayetîya min de dîtî jî dîsa Ew e.
Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed
Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu ´eded
Bêguman raza wehdaniyeta (yekîtiya) Xwedê û ferdiyeta (tekbûna) Wî ji ezelî (herhebûnê) û ebedî (herheyî) ve li ser gerdûnê belav bûye; Ew (di her wext û demê de) yek bûye, ezelî (herhebûyî) û ebedî (herheyî) ye û bi zatê xwe jî tek e, tu hejmar û hevpar jî jê re nînin.
Herçendî ku gelek ravekar û xebatên ser Cizîrî û Dîwanê, wî mîna mitesewifekî Neqşebendî didin nasîn jî lê bi ya min ew ne neqşî ye û çawa ku dixwiyê zêde xwe bi tu rêbazên terîqetê ve girênedaye, çunkî Neqşebendî pîş bi mûzîkê, alavên wê û reqs û govendê û herweha astronomiyê nakin û tiştên weha weke sedemên xefletê dipejirînin. Lê belê Cizîrî bi xwe van hemîyan di Dîwana xwe de bi awayekî xweş û berfireh destnîşan dike û diparêze. Bi ya min ew rêbazên pêşî yên payebilond î kevnar bi her awayî diparêze ku xwe digihîne rade û rêza fîlozof û mitesewifên berê yên pêşî mîna Bestamî, Hellac, Cuneydê Bexdadî, Ixwan es-Sefa, Îbn Sîna û Îşraqî û yên din û li pey rêçika wan diçe.
Bêguman ustadê evînê Cizîrî gava evînê weke pêncemîn hêmana afirandinê û sedemê bingehîn jî diçesipîne ew pê re jî ramanên fîlozofên berî xwe mîna Thales (625-544 berî Îsa) ku avê bingehê hemî tiştî dibîne, Herakleitos 540-475 b. Î) ku agir sedem û hêmana gerdûnê dibîne û wî weke rûhê laşê ji av û axê pêkhatî dipejirîne, Empedokles (490-434 b. Î) ku av, ax, agir û hewayê hêmanên cîhanê dibîne û li gor wî ev herçar jî bi hêza hezkirin û bîzê/nefretê digihên hev û ji hev dûr dibin, herweha Sokratesê (469-399 b. Î) mamosteyê Platon (Eflatûn 427-347 b. Î) û Arîstoteles (384-322 b. Î) ku teoriya Empedokles ya herçar hêmanan (av, ax, agir, hewa) bi valehiya hewayê temam dike, digel ramanên Farabî, Îbn Sîna, Îbn Erebî û yên din ku van ramanên jorîn dipejirînin jî bi risteyên jêrîn destnîşan dike.[103] Yanî Cizîrî piştî lêzêdekirina hêmana evînê lê bê bîzî û nefretê, ku hinek ji yên jorîn jî behsa wê kiribûn, hêmanên berê yên din jî ku hino hino ji hêla fîlozofên rojava û peyrewên wan ve hatibûn selimandin/çesipandin bi van risteyên jêrî rast didêrîne:
Çar ´unsur in çar teb´et in vêkra bi mîzan vêk ketin
Bi hevra muxalifsîret in der sûretê şexsiyye da
Hetta bi mîzan çar esil bi hevra nebin cem´ û wesil
Cisman ji hev nabin fesil bazû ji bazû şeq neda
Çar ummehat in sê benat her bêqerar in bêtebat
Pir ´işq û meyl in iltifat d`vê taze deyrê kuhne da
Hîmê wê alema (gerdûn yan jî ´Erşê) ku hêmana wê ya sereke evîn e li ser çar riknên bingehîn (av, ax, ba û agir) hatiye danîn û xwedî çar siruştên xwezayî ne (şilayî, hişkayî, germayî û serma) ku hemî pêk ve rêzbendkirî û bi pîvan in, lê her yek di tevger û lebta xwe de jî dijî hev û xweser in.[104] Ji xwe heya herçar bingehên/hêmanên siruştî bi pîvan û rêkûpêk di cismekî/laşekî de negihên hev û pêkve nebin yek ew ji hev cuda nabin û bazuyên wan nabe du şeq. Ew jî çar mak in (xwîn, zirav, belxem û sewda ku di çar endamên laş ên sereke serî, sîng, hinav û zik heya nigan de dicivin û bi wan re li gor vê rêz û bi pîvanê li hev dikin) û dibin riknê gerdûnê yan jî yê ´erş. Sê keç (heywan, nebat û hişkeber, herweha buxar, ewr û baran) in ku di vê xaneya kevnare de ji ber evîneke dijwar û dilbijîn û hogiriya pir herdem bêbiryar û bêtebat in û qet ranawestin.
Herweha dibe ku mebesta Mela li vê derê çawa ku Doru jî destnîşan dike[105] bi “çar unsur/hêman, çar teb´et/siruşt û çar esil/bingeh”an her diwazde birc bin û bi “çar ummehat/mak/dê û sê benat/keç/qîz”an jî heft felekên/çerxên esmanan û heft gerstêrên/rojgarên wan bin çawa ku dê di beşa stêrnasiya Cîzîrî de jî bi berfirehî bê dîtin li gor hinek stêrnasan her çerxek/felekek yanî esmanek rojgarek tê de ye; weke ku ev herdu risteyên pey jî vê nêrînê xurt dikin:
Yanî çendî ku mirov berbiçav madî be jî lê di bingehê xwe de ew evînê temsîl dike û jixwe hemî tişt jî ji bo gihîştina wê evînê hatiye xuliqandin û sazkirin.
Ev riste û yên jêrîn giş diyar dikin ku çawa mebest ji danîna darê xwarina fêkî û berê wê ye wisa mebest ji afirandina gerdûnê jî afirandina mirovî ye ku kamiltirîn afirandiyê Kirdigar e. Çawa ku dibble:
Her neh felek lê kaxik in dûr û diraz wek axik in
Tê dar in ew jî şaxik in vê terhê insan mêwe da[106]
Insan ber e ´alem dirext sultan ji xelwet hate text
Pê zeyyinîn iqbal û bext dewlet ji bala tale da
Sultan ji bala hate xwar lahût bi nasûtê veşar
Peyweste bû nuqta medar dewra ´urûcê gerr we da[107]
Rewşa civakî, siyasî û dîrokî di Dîwana Cizîrî de:
Gava mirov bala xwe dide rewşa Kurdistanê ya 300-350 salê berî Cizîrî heta hê pêştir jî dibîne ku gelek bobelatên mezin bi ser kurdan ve hatine ku mezintirînên wan jî êrîşa Cengizxan (1162?-1227) û neviyê wî Hulagoyê (1217-1865) hîmdarê dewleta ilxaniyan bûye. Piştî wî jî dewleta ilxaniyan di navbera du serekên ilxaniyên moxulî de hatîye parvekirin: Seldoz û Celayir (738/1336-7) û pê re jî welatê kurdan bûye dû beş, lê demek piştre bobelateke nekêmî herduyên jorî ya Tîmûrlengê (1336-1405) zordar û sitemkar bi ser wan ve hatîye ku bi rastî van hersê çar desthilatdariyan gelek kuştin, xwînrêjî, talankarî û wêrankariyên mezin li Kurdistanê kirine. Dû re piştî Tîmûrleng jî ji ber şer û cengên desthilatadariyê yên di navbera moxilên celayirî û tirkmanên Kara koyunlu (1375-1468) û Ak koyunlu (1378-1508) de di welatê kurdan de wêrankarî û talankarî kêm nebû û her bi wê sitemkariyê domand û ziyaneke mezin da kurdan û welatê wan.
Îca hê ew tam ji ser kurdan ranebûbû ku vê carê jî zilm û zora sefewiyan bi ser herêmên kurdan ve girt û ji bilî hêla Dêrsim û derûdorên wê gelek navendên weke Cizîra Botan, Diyarbekir, Mêrdîn, Hesenkeyf û yên din ketin bin dagîrkeriya şah Îsmaîlê esil kurd, lê çendî ku kurd bû jî ji bo nêrîna xwe ya mezhebî bi rêya raspêrên xwe yên şî´î pir tade û zordarî li kurdan kir ta ku kurd bêgav bûn û bi rîya şarezayê mezin Îdrîsê Bedlîsî peyman bi Yawiz Siltan Selîmê osmanî re hat çêkirin û bi alîkariya wan û serfkeftina cenga Çaldêranê (1514-1517) sefewiyan ji hinek welatê xwe derxistin û zilma ser xwe kêm kirin. Piştî vê jî aştiya ku di navbera dewleta Osmanî û ya Sefewîyan de di sala 1542an de pêk hat bi gelemperî navçe û bi taybetî jî Kurdistan hinekî ser rihet bû û aramiyeke kurt hat herêmê.
Lê hê di sala 1553yan de êrîşên kuştin û wêrankiriyê yên Şah Tahmasbê Sefewî dest pê kirin û heya sala 1589an bi bûyerên cuda domandin ta ku hingê di navbera herdu hêlan de lihevhatinek pêk hat û heya sala 1603yan domand. Bes dû re ji hêla osmaniyan ve aştî hat xerakirin û wêrankarî û talankariyên Şah Ebasê Sefewî li Kurdistanê dîsa dest pê kir ta ku demek piştre di sala 1639an de bi peymana Qesra Şêrîn Kurdistan di navbera herdu desthilatan de bi tamamî hat parvekirin.
Vêca çi ev texrîbkarî û wêrankariyên berî serdema Cizîrî bin ku divê wî ew hem di kitêbên tarîxê de xwendibe û hem jî ji serpêhatiyên kurdan yên devikî bihîstibe û çi jî ji yên ku di dema wî de qewimî bin û bi çavên xwe dîtibin, di nav wan de mezin bûbe û bi xwe jiya be, bêguman divê van hemiyan bandoreke pir li ser wî kiribe, bi wan zahf êşiya be û ji ber wan renc û azareke dijwar kêşabe heya ku di gelek beşên honraweyên xwe de ji şewata derdê evînê û pêwendiyên perwerî yên fîlozofî û tesewifî bêhtir wî ev kul û keser, êş û jan û kovan û xemgîniyên xwe jî gotiye û derbiriye.
Jixwe ustadekî weke Cizîrî ku yek ji zanatirîn û rewşenbîrtirînê serdema xwe bûye ne mimkin e ku ev wêrankarî û talankariyên kambax bala wî nakişandibin û wî ew di ser guhê xwe re avêtibin, li ser ranewestiyabe û di honraweyên xwe de cih nedabe wan û ji wan re bêdeng made.
Na ne mimkin e, bêguman ew li ser wan rawestiyaye û di van risteyên xwe yên jêrîn û gelekî din de eşkere ew bi nav û adres destnîşan kirine, çendî ku di hinek cihan de wî bisk, gulang, kezî, birû, çav û bijangên dildara xwe bi wan şibandibe jî lê amanca wî ya sereke bi wê mînandinê jî dîsa diyarkirina zordarî, kotekî û sitemkariya wan e.
Hinek ji wan risteyên wî ev in:
Ji re´na nêrgizên tey mest û xwînrîz
Zeman bû ´ehdê cengengîzê Cengîz
Ji ber rindî û xweşengiya çavên te yên nêrgizî û awirên wan yên tûj ku xwîna evîndaran dirêjin, dem bû weke serdema êrîş û cenga Cengiz Xan ya ser welat û mirovan ku cihanê kiribû gola xwînê.
Sef sef mi dîn Hindî û Zeng Cengîz-i hat Teymûrê Leng
Xef wan reşandin dil xedeng teşbîhê tîrên Xan Şeref
Min Leşkerê hindî û zenciyan[108] sef bi sef rêzbûyî dît ku dihatin me û herweha zordar û sitemkarên mîna Cengizxan û Tîmrûleng jî bi sipahên xwe ve hatin me û hemiyan bi dizî tîr avêtin dilê me ku tîrên wan jî mîna yên Mîr Şeref Xan dijwar bûn.
Ji re´na nêrgizên tey mest û xwînrîz
Zeman bû ´ehdê cengengîzê Cengîz
Ji ber xweşengî û rindiya çavên te yên mest î nêrgizî û xwînrêj, bû dem û dewrana terqa cenga Cengiz Xanê hov.
Geh dil û geh can dibin tirkên te ton
Nakirin yexma û talan xelet
Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir
Teşneleb çû terfê ´ummanê xelet[109]
Turkê xwînrîz û xumarî me bi yen xemzeyekê
Zuhdê çilsale li min zêr û zeber kir ji esas
Ew dildarê ku weke tirkan xwûnrêj û serxweş e bi yek awireke çavên xwe terkecihaniya me ya çil salî li me serobino kir.
Herweha Di hinek risteyên mîna vanên jêrîn de jî wî cenga navbera Rûman (Bîzansiyan) û Eceman ku herdem li ser navçeyên kurdan û deverên hawîrdorên wê di ceng û qirênekê de bûn, destnîşan kiriye:
Rûm û Ecem ji her teref ceng û suwaş e wan bi ref
Hindî û Zengî sef bi sef hatine ber liwayê zulf[110]
Tu binê Rûm û ´Ecem kuştine zengî di kemin
Hane her tête peyapey ji teref Rûm xweş û xweş
Rom û ‘Ecemî girtiye oxilme bi sed sef
Cohtê muxulan hatine cengê hebeşî
Tox û ala ku xwiya bûn ji ´ejem
Ereban tîp-i şikestin çep û rast[111]
Mela li vê derê jî pesnê honraweyên xwe dide û wê bi i´cazê û dîyarkirina mu´cîzatan dişibîne:
Di î´cazê beyanê da suxen ger bête insane
Dizanit muxteser herkes Melê sihr e `îbaret kir
Di biwara diyarkirina mu´cîzatan yanî tiştên ji her hêzê der de gava bi wijdan bê axavtin hingê hemî kes dizane ku Melê hevok û derbirînên kurt î efsûnî gotiye.
Şi´ra te Mela sihrê şekerrêz e bi mu´cix
Zanim ji lebê le´lê te ev lefz û eda girt
Ey Mela şi´ra te mîna wê efsûna şêrîn î tamxweş mûcîzeyan dirêje û rêz dike. Lê ez baş dizanim ku te ev peyv û hevokên rewan î xweş ji wan lêvên sor wergirtiye.
Di iqlîmê suxen mîr im di şi‘rê de cehangîr im
“We ye‘lu mewkib el-‘uşşaqi e‘lamî we rayatî”[112]
Astrolojî/felekiyat/stêrnasî di Dîwana Cizîrî de
Weke ku ji xwendevanên Dîwana Cizîrî ve jî xwiya ye Melê di zanîna stêrnasiyê de gelekî serwext bûye û di gelek şi´rên xwe de ew bi şarezayî xebitandiye û di dem û rewşên cihê cihê de ger û dewra çerxa felekê û herheft rojgarên/gerestêrên çerxê hem bi navên erebî yên felekiyatê û hem jî bi navên îranî-kurdî daye nasîn û bi kar aniye.
Herweha wî ger û dewrana rojgar/gerestêr û komstêran di çerxa felekê de û ketina wan ya bircên esman digel pêwendiyên wan bi deng û awaz û ahengên alav û meqamên muzîkê re jî di gelek honraweyê xwe de destnîşan kirine. Ji xwe wî navê gelek aheng û meqamên mûzîkê jî di şi´rên xwe de digel alavên muzîkê yên curbecur yên heya serdema xwe bi nav kiriye û pê re jî kîjan ji wan enstrumentan bi kîjan aheng û meqamî re, di kîjan wextê salê de gava roj û rojgar/gerestêr di kîjan bircê de bin li ser rawestiyaye û di honraweyên xwe de ew destnîşan kirine.
Nimûne:
“Newaya mitrib û çengê fîxan avête xerçengê
Were saqî heya kengê neşoyin dil ji vê jengê”
Yanî dema roj di birca kêvjalê de ye ku navbera 21-hezîranê û 22 tîrmehê ye, dengbêj bi awaza çengê (harpê) re û bi ahenga/meqamê newayî sirûd û sitran gotin heya ku dengê wî giha ber birca xerçengê. Çawa ku di wê serdemê de li rojhilata navîn di wî wextê salê de xelk ji bo şewbêrkan/şevbihêrkan li qahwe û meyxaneyên baxçe û bostanên bilind û li ser banê wan diciviya, honrawe dixwend û stran û lawik û lawje digotin heya awaz û dengê wan digiha ber birca xerçengê/kêvjalê.
Ji xwe ji bilî ku Cizîrî di van risteyên jêrî de hêmanên alem û gerdûnê nîşan dide herweha ew di heman demê de xwestiye bi van risteyan 12 birc û heft çerx û felekên esmanan û rojgarên/gerestêrên di wan de jî destnîşan bike:
Çar ´unsur in çar teb´et in vêkra bi mîzan vek ketin
Bi hevra muxalifsîret in der sûretê şexsiyye da
Hetta bi mîzan çar esil bi hevra nebin cem´ û west
Cisman ji hev nabin fesil bazû ji bazû şeq nada
Çar ummehat in sê benat her bêqerar in bêtebat
Pir ´işq û meyl in iltifat d`vê taze deyrê kuhne da
Û herweha ew navên wan jî li gorî cih û rewşê bi aheng û alavên mûzîkê re yeko yeko diyar dike: yanî 12 /perde/aheng/meqamên mûzîkê, 12 alavên mûzîkê, 12 bircên esman/felek/çerxê û 7 rojgar/gerstêr + 5 komstêrên navdar ku pêkve dibin 12 (rojgar û stêr) di her heft çerxan de: 12+12+12+12.
Mela van yeko yeko bi hevahengiya 12 destgahên/ahengên mûzîkê yên ku ji dozde alavên cihê derdikevin û li gor ku her yek ji wan bi kîjan birca felekê re li hev dike, di risteyên cihê de honaye.
Gelek mumkin e ku kesên di zanista stêrnasiyê de serwext bin, dikaribin dema honan û nivîsîna riste û şi´rên Melê jî bi hisabê felekiyat û qayideyên wê derxin holê.
Çerxên Felekê û bircên wê di Dîwana Cizîrî de
12 Bircên esmanan/çerxan/felekan:
Birc | derece | hêman | Kalite | Rojgara piştgir,
Çerx/Felek |
|
Beran | 1°–30° | Agir | Şareza/rewşenbîr | Behram/Spehrî/Merîx/Mars, 5em | |
Ga | 31°–60° | Erd | Saxlem/qayim | Gelawêj/Nahîd/Zuhre/Venus/, 3em | |
Cêwî | 61°–90° | Hewa | Guhêrbar | Tîr/Utarid/´Etarid/Merkur, 2em | |
Kêvjal | 91°–120° | Av | Şareza/rewşenbîr | Heyv/Hîv/Qemer, 1em | |
Şêr | 121°–150° | Agir | Qayim/saxlem | Roj/Şems/Xwirşîd, 4em | |
Sinbul | 151°–180° | Erd | Guhêrbar | Tîr/Utarid/ Merkur, 2em | |
Mêzîn | 181°–210° | Hewa | Şareza/rewşenbîr | Gelavêj/Nahîd/Zuhre/Venus, 3em | |
Dûpişk | 211°–240° | Av | Saxlem/qayim | Behram/ Merîx û Pluton/Mars û Pluto, 5em | |
Kevan | 241°–270° | Agir | Guhêrbar | Bercîs/Muşterî/ Jupiter, 6em | |
Nêrî | 271°–300° | Erd | Şareza/rewşenbîr | Kîwan/Keywan /Zuhel/ Saturn, 7em | |
Dewl | 301°–330° | Hewa | Saxlem/biryardar | Kîwan/Zuhel/Saturn/Uranus, 7em | |
Masî/Hût | 331°–360° | Av | Guhêrbar | Bercîs//Muşterî/Jupiter, Neptun 6em |
Birca Beran/Berx (Hemel) 21/3-19/4, (rojgar/gerestêr: Behram/Merîx/Mars, alavên muzîkê ney û nay: , aheng/perde/meqam: sema):
Heyheya reqs û semaya te çi xweş bestiye çerx
Ku di bircê bi sema tête li ser destê xwe Berx
Dengê wê heyheya te ya xweş ya di kêf û şahiya reqs û govenda ayinî de welê lê kir ku berx/beran jî di birca xwe de li ser destê xwe li ber ahenga semayê bireqse û bê govenda semayî.[113]
Mey ku biçit saxerê di destê wê dilberê
Sondê bi Xaliq dixwim Roj e di birca Hemel
Ez bi Kirdigarê payeberztirîn sond dixwim ku gava piyaleya şerabê bi destê dildarê bê dagirtin hingê ew şerab dibe weke Roja geş î xweş ya biharê ku hingê ew bi awaza ney û nayê re bi aheng û perdeya semayî dadikeve birca berxê/beranî.
Birca Ga/Gaw (sewr) 20/4-20/5, (rojgar/gerestêr: Gelawêj/Zuhre/Venus; alav: ney û çeng, meqam: zengûle û gerdanî):
Herdu qewsên te ji qudret ne ji Yeng
Jê bi mîzan bireşînin me xedeng
Biderin sîne bi setpence peleng
Romê pişt dit ‘ecemî bête firing
Lê ne wek waqi‘eya Gêw û Peşeng
Hilbitin qenc-i ji nêv ateşê cena
Tên suwaşê hebeş û nûbî û zeng
Tu dizanî çi neheng in çi nedhäng
Veke le‘lan tu ji ser şekkerê tengo
Ku j’ murada te bûyîn pêt û perene
Mestê cewra te me bê bade û beng
Bê te cana li me ‘alem bûye tens
Ji cefaya te nema qet li me reng
Tu dizanî çi dibêjit ney û peng
Ji çi peyweste dinalin seradeng
Me dixwînin qed û bejna te yî şeng
Nêrgizên mest ê binaz û neyireng
Lê tu tûba we ezê xeste yî leng
Çi bikim feyde ku êvar e derange
Da nedit perdeyê ayîneyê zeng
Ku ji çenga me binalit xerçeng
Wek Melayî bi hezar reng û heng
Nekirî terkê tu vê kafiriyê
Dînberê horîmisalê zeriyê
Nazikê neyşekerê surperiyê[114]
Çawa ku dixwiyê Melê “Gêw” hem ji bo pahlewanê dîrokî yê efsaneyî “Gêwê Guhderz” bi kar aniye û hem jî “Gaw”a ku bi farisî navê birca “Sewr”: yanî ya “Ga:” ye bi formê kurdî tewandiye da du maneyên berbiçav ji hev cuda, lê di bingehê xwe de ji hêla mezinahiya bûyerê ve nêzî hev, diyar bike û herweha hinerê xwe yê suxenwerî yê i´cazê ku di gelek risteyên xwe de pê dipesine, nîşan bide. Lê dû re jî birca kêvjalê daye pey ku ji xwe du meh piştî birca Ga Roj dikeve wê.
Birca Cêwî (Cewza): 21/5-21/6, (rojgar/gerestêr: Tîr/´Utarid/ Merkur; alav: ney, aheng: Newa):
Newaya mitrib û nayê fîxan avête cewzayê
Fe ya heyya bi kasatin we ya heyya bi tasatî
Dema ku roj di birca Cêwî ya navbera 21/gulanê û 21/hezîranê de bû, fîxan û nalîn bi dengê stranbêj re digel awaza neyê û bi ahenga newayê re bilind bûn heya gihan ber birca Cêwî ya di çerxa duyemîn de. Ey meygêr ji kerema xwe re tu bi lez û bez bi tas û kaseyan şerabê bi me bigihîne da em sedemê wan fîxan û nalînan û wan awazan bi çavên serê xwe bibînin.
Birca Kêvjalê (xerçengê): 22/6-22/7, (rojgar/gerestêr: Heyv/ Hîv/Qemer; alav: çeng, aheng: news):
Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê
Were saqî heta kengê neşoyîn dil ji vê junge
Heyata dil meya baqî binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuh`es-saqî edir ke`sen we nawil ha
Dema ku roj di birca kêvjalê de bû ku navbera 21-hezîranê û 22 tîrmehê ye, Deng û awazên dengbêj bi yê çengê re di ahenga/meqamê newa de bilind bû heya giha ber birca kêvjalê ya ber perê esmanan. Ey meyger her di wê demê de tu jî were me bi şeraba xwe ya nemir (baqî) av bide û dilê me yê mirî bi evîna xwedayî bişo û sax bike, da em wê şeraba evîna baqî ji dil û can vexwin û dilê xwe pê xweş û şad bikin û bigihên jiyana nemir. Ma xwene qey em ê vî dilê gunehkar û qirêj î zengarî heya kengê neşon û di vê kirêtî û gemarê de bihêlin: ”Ey meyger fermo van şûşeyên tije şeraba sermedî bigerîne û bi destê me bigihîne”.
Birca Şêr (Esed): 23/7-22/8, (rojgar/gerestêr: Roj/Şems/Xwirşîd; alav: çeng, aheng: rast, uşşaq):
Perwaneyên sotîkebed dilber ji ber birca Esed
Tîr dan ji reştûzên semed lew têk ji xwînê neqqişîn
Em mîna wê xecxecoka/mizgînoka kezebşewitî ne ku dildarê ji bijangên xwe yên reş î kilkirî yên semedanî û eniya xwe ya giç î bilind a mîna birca şêr tîr avêtin me ta ku ji ber wan derban hemî endamên laşê me bi xwînê neqişîn [û dengê nalîn û zarînên me yên mîna awaza çengê di meqamê rast û uşşaq de gihan ber birca şêr].
Birca Sinbul: 23/8-22/9, (rojgar/gerestêr:Tîr/´Utarid/ Merkur, alav: ney, aheng: zengûle):
Sinbulan seywan li dêmê tame kir
Afitab îro di birca Sinbul e
Sinbulên biskan û yên kagula ser eniyê bi awayekî wisa bedew î bêhempa li dor wî rûyê rojîn hale dan û bûne xelek ku êdî wan dêman mîna Roja di birca sinbulê de şewq û şemal dida û tîrêj ji wan diçûn [ku ji kêfa wê neyzen jî di destpêka hênikîya dawîya tebaxê heya dupayê îlonê de bi ahenga zengûle dengê neyê gihand ber birca Sinbulê].
Birca Mêzînê (terazûyê): 23/9-22/10, (rojgar/gerestêr: Gelavêj/Nahîd/Zuhre/Venus, alav: ney û çeng aheng: zengûle, gerdanî û rast):
Senemê ji qewsê ebrû du hilalên new numandin
Du keman li burcê mîzan bi xezeb li min kişandin
Dildara senemîn herdu kevanên birûyên xwe mîna heyva dasûkî ya nû yî zirav têlbend kir û ew hilkişandin ser eniya mîna birca terazuyê û ji herdu kevanên birûyan awirên tûj yên mîna sertîran bi awazên ney û çengê re bi meqamê rast reşandin dilê min.
Birca Dûpişk (Eqreb): 23/10-22/11, (gerestêr/rojgar: Behram/Merîx/Mars/Pluton, alav: ´ud, aheng: huseynî):
Bomawer û şîrînlebê wê xûb û nûrînxebxebê
Bedra di Birca ‘eqrebê kengê ji ber perdê derê
Ez nizanim gelo ew dildara bêhngulav î lêvşêrîn û xebxebrewşen ku rû jî mîna heyva çardeşevî ya di birca dûpişkê de û di nav wan biskên gulang û kagulên xwar î badayî de ye, dê kengê ji ber perdê derê [û bi sehera sibê re me bi awaza ´udê û bi aheng û perdeyên curbecur mîna huseynî û yên din şad bike].
Birca Kevan (qews): 23/11-21/12, (rojgar/gerestêr: Bercîs/Muşterî/Jupiter, alav: ´ûd, aheng: rehawî):
Wey spêde j’ bircê qews ebrû numandin mahê new
Xweş ji qewsê ebrûyan vê ra kişandin mahê new
Ji birca kevanî ya ser eniyê wêneyê birûyên mîna heyva nû zirav û kevankî û weke spêdeyê bi rohnî diyar kirin û xetatan jî bi wan birûyên kevankî re bi awayekî qenc î xweşik bi awaza udê û bi meqamê rehawî re wêneyên heyva nû jî li ser rû kişandin.
Birca Nêrî (cedy): 22/12-20/1, (rojgar/gerestêr: Kîwan/Zuhel/Saturn, alav: çeng, aheng: sema)
Di pabûsa semensayê mi nêrî bejn û balayê
“Le‘ellî eblux ul-esbabe esbab es-semewatî”
Di dema ramîsana nigê dildara weke yasemînê nazik î xweşik de min xwe ji mezinahiya wê re tewand û bi hêviya ku ez bigihêm rê û dirbên rastî yên cihên bilind û payeyên pêşwaziyê, min bi dengê çengê û naxmeyên di meqamê sema de li spehîtiya wê bejn û bala şepal î bilind nihêrî û qenc bala xwe da xwoşewistiyên wê.
Li vê derê ji peyva “nêrî” hem lêkera “nêrîn” û hem jî birca nêrî hatiye amanc kirin da bi alîkariya birca nêriyî hilkişe rê û dirbên esmanan û çerxên tê de.
Birca Dewl/delw/xerab, 21/1-19/2, (rojgar/gerestêr: Kîwan/Zuhel/Saturn/Uranus, alav: ney û nay, aheng: sema´î):
Tû şerabê bi xerabê bi nehingan de demo
Dê kîfayet bi çi rengî me bikin kûze û tas
Ey dost ger tu evîndarên weke tîmsah û şêrên deryayê bi şerabê av bidî, da ew pê xurt bibin û xwe li ber tade û renca evînê ragirin, bi dewlên mezin bide wan ne bi sewîl û tasên piçûk, çunkî ew kezebşewitî ne, kelewaca nava wan bi amanên piçûk yên weke kûz û tasan sar nabe û heya ku nebe jî ew nikarin li awaza ney û nayê ya di ahenga sema´î de guhdarî bikin û tê bigihên.
Birca Masî (neheng/hût), 20/2-20/3, (rojgar/gerestêr: Bercîs/Neptun, alav: ney û çang, meqam: ´uşşaq):
Bi evînê melek û çerx û felek tête sema
Rewşen in têk-i bi mihrê ji sema ta bi semer
Hemî melaîket û çerx û felek tev di gerîneka evînê de direqisin û ji esmanê jorîn heya bigihê deryaya cihê masiyan gerdûn giş pêk ve bi gelemperî çi diyar çi derûnî û hemî heyî (afirandî) çi terr çi hişk, çi rewan çi rawestiyayî bi nûra evînê rewşen û rohnî bûne û li dor xala evîna rastî digerin û li ser qutbê evîna rebbanî xwe radigirin û bi bandora evîna zatê Xwedê digel awaza ney û çengê ya di meqamê uşşaq de direwin û tev digerin.[115]
Mûsîk, perde/aheng/meqam û alavên mûzîkê:[116]
Perde/aheng/meqam
Mela meqamên Mûsîkê yên hingê hemîyan di honraweyên xwe de bi kar anîye:
Newa:
Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê
Were saqî heta kengê neşoyîn dil ji vê junge
Heyata dil meya baqî binoşîn da bi muştaqî
“Ela ya eyyuh`es-saqî edir ke`sen we nawil ha” (Ji bo maneyê binêre li jor li xala birca kêvjalê)
Ageh/yekgeh:
Çendî dinê bit her hebî ‘alem di ber hukmê te bî
Herçî divê te her we bî lebsê te kîmxe w hare bî
Dayim bi remz û ‘işwe bî şubhet gula her xunçe bî
Wî buxçeyê xar tê nebî ageh ji ‘uşşaqên xwe bî
Çeşmek li ehwalê me bî derheq me lê bêperde bî
Saxer medam pir bade bî pirşefqe û xweşme‘de bî
Bihtir bi rehm û şefqe bî b`şîrê te da perwa neb
Mexmûrê çehvên şehle bî sotîne narê firqetê
Sêgah/sîgah:
Li l-lah were saqî bi du caman me ciwan ke
mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê
Sema´/sima´î/sema´î/sema:
Dê bişaret bi işaret ji neyê bête sima`
Tu ji nayê di sima´ê bike bawer meke behs
Rast:
Heyîv bû ew di zulmatê dixwim sondê bi ayatê
Ku nûrê da semawatê esed hat rats mîzanê
Qemer hat rastê perwînan ji bo xemlê şemal anan
Me nêrgiz dîn di nesrînan di nêv baxê gulistanê[117]
Dil dixwînit zulf û xalan dêm û balayên ji nûr
Her bi qanûn mujdeya xeybê ji nayê rast û çep
Zuhre û ´iqda Sureyyayê di şerqê keşşifîn
Leylet ul-qedrê ji mexrib perde dayê rast û çep
İsfehan (?):
Cohtê hebeşan bi terfet il-´ein
Anî qederek ji Espehan/Esfehan bac[118]
Gerdenî (´icd):
Zuhre û ´iqda Sureyya keşşifî bûn ew di şerq
Sayeya bextê me dayê ma li ser perde w niqab
Koçek/Kuçak (çengî di vî meqamî de lê dixe):
Fehmê raz er bikirî wer bibihî mujdeyê saz
Çengî bêperde dibêjit ne ney û nayê bi deng[119]
´Uşşaq:
Di iqlîmê suxen mîr im di şi‘rê de cehangîr im
“We ye‘lu mewkib el-‘uşşaqi e‘lamî we rayatî
Zengole/zengûle/zeng:
Ku işaret bi bişaret bidirit nexmeyê peng
Ji rûyê ayîneyê dil biretin perdeyê zeng
Reha/Rehawî/rehawend:
Ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywendê
Siyehçeşmê spîzendê te sohtim şubhetê fynd
Şubih şem‘ û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez
Ze‘îf im wek hilal im ez sifetgoyîn dikalim ez
Humayûn (meqamê lorîna dayikên kurdan):
Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek
Ji te hat emrê humayûn te we me´mûr-i kirîn
Pêşrew/peşrew:
Min dîn li dor bedra temam herfên di mektûb dal û lam
Wê pêşrewî batin revam yexma kirim sîmînberê[120]
Alavin muzîkê: Herweha wî alavên Mûsîkê jî çawa me got di şi´rên xwe de dîyar kirîye:
Bilûr (şebab):
Li l-lah were saqî bi du caman me ciwan ke
Mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê
Çeng (arpa/harpa niha):
Ku işaret bi bişaret bidirit nexmeyê çeng
Ji rûyê ayîneyê dil biretin perdeyê zeng
Def (dahol/tebil) :
Mey hate fincana sedef, kes dê vexwit îro bi xef
Saqî bi çeng û nay û def ferfûriya mehtab-i da
Canê Melê rûha Melê nûra ji qudret nuqte lê
Remzek nihîn da min welê nalî ji ber wek nay û def
Erxenûn:
Nûra ji qudret lê du nûn jê ra dinalin erxenûn
Wer ayeta ´işqê bixûn xweşnusxeyek mestûr e dil
Muxnî:
Ney û muxnî me hemraz in di remza ayîne camê
Li min mehrem def û saz in didin bêperde peyxamê
Dinalin kewkeb û bazin hezar rengê di ilhamê[121]
Nay û Ney:
Remz û razên ney û nayê ku sema´î ne hem
Ji mehalat e bi ´eqlê xwe bizanî ji qiyas
Qanûn:
Zuhreçingê ev suwaj dî ew ji çeng avête çeng
Xweş li pê qanûnê wê guh de tu qanûn û rebab[122]
Ribab/rebab:
Lew di çengê me dixwînî ku di ´işqa te bi saz
Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab
Rûd (saz?)
Ku Katib dêmê cedwel kit şikestexet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit kî ye vê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û ‘ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel
Ke ‘işq asan nimûd ewwel we lê uftad-i muşkilha
Tenbûr:
Mehbûb xwe nîşan da sefê carek di cama qerqefê
Hatî bi awazê defê tenbûr û çengê nexme da
´Ûd:
Ku Katib dêmê cedwel kit şikestexet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit kî ye vê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û ‘ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel
Ke ‘işq asan nimûd ewwel we lê uftad-i muşkilha[123]
Zengil (ceres):
Cana ceres û rehberê/rehrewê ‘işqa te ez im qet
Ageh bi fixan û herekatê ceres î tu
Gavek ji dengê zengilan êmin çi rûnîn menzilan
Hey hey dibînin mehmilan feryad e her qentarê çerx
Rewşa ziman û vejîna wî di Dîwana Cizîrî de:
Gava mirov baş honraweyên Cizîrî dixwîne û ji her hêlê ve lê dinihêre dibîne ku Melê di honraweyên xwe de çiqas li evîn, tesewif, felsefe, dîn, rewanbêjî, rêşînasî, astronomî, mûzîk û ahengên muzîkê fikiriye ewqas jî bala xwe daye ser rewaniya ziman û xweşbêjiya wî çawa ku li jor jî nîşanên wan derbas bûn. Wî digel bikaranîna gelek gotin û hevokên biyanî jî ku bi rastî wan jî zahf bi şarezayî xebitandiye, zimanê kurdî çi ji hêla rêzimanî ve û çi jî ji hêla struktur û avakirinê ve be û çi jî bi awayê pevgirêdan û vejandina qotin û derbirînê ve be bi her awayî bi hostatiyeke pir bi rêkûpêk bi kar anime.
Ji ber vê jî mirov texmîn dike ku xwestiye nîşanî dost û dijminan tev bide ku zimanê kurdî bi zarava û devokên xwe yên dewlemend ve xwedî hêzeke ku kare hemberiyê bi hemî zimanên navçeyê, heya bi yên cihanê re jî bike.
Ji bo vê jî wî hem gotinên zaravayên kurdî di şi´rên xwe de bi kar aniye û hem jî ji gelek devokên/varyantên kurmancî pir nimûne dane ku ji van jî dixwiyê ew bi ziman, ferhenga kurdî û hevoksazî û peyvnasiya wî jî baş serwext bûye û li pirên deverên Kurdistanê geriyaye û li ser ziman xebat jî kiriye.
Bikaranîna zaravayên kurdî û devokên/varyantên kurmancî:
Bikaranîna zaravayan:
Zaravayê sorna: Ji dêla Xwedê: xwey/xwoy/xwa gotiye:
Ku tûlê asîtanî dûr nekî êdî ji dergahî
Ji ba Xwoy vê ricû nakin di babê lutf û rehmê da
Mihnet û cewra hebîbî qehr û azara reqîbî
Heq tinê da min xerîbî lê şukur ba xwoy we daye
Ji bo pir û gelek: sor
We´hdetê Mutleq Mela nûr e di qelban cela
Zorê di vê mes´elê ehlê dilan şubhe ma (yanî zorê/pirê ehlê dilan di vê pirsê de şubhe man)
Herweha:
Her şevem ne´rezenan ta bi semer
Be segê koyê tu ra hemnefes în
Ji bo giran û şiddetê: tund û tunda
Da me şehzade bi destê xwe y murarek qedehek
Ne xubarek ji xumarî û ne tundî û ne xeş[124]
Zaravayê dimilî/zazakî: ji bo Xwedê: Huma/homa/humay
Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek
Ji te hat emrê humayûn te we me´mûr-i kirîn
Ji bo tirî: engir
Hindekî roj û şev in têk ‘îd û Leyl ul-qedri bin
Cam medam pir bade bit lê ne j’ meya engûrî bî
Bikaranîna qaydeyên rêzimanî di Dîwanê de:
Şev û şêv, nav û nîv/nêv
Azarê mihrdaran nedî lê destê bedkaran nedî
Bi nûnekê yaran nedî nêv me w xwe ettaran nedî
Tîran ji nûbaran nedî derdan bi bîmaran nedî
Ji xeyrî sê caran nedî rîş in nedêrin taqetê
Ergatif û zimanê axaftinê:
Cinn û teyyarek mi dî werbû di min binda kirim
Dame ber pençe w kulaban hilfirandim wek ´uqab
Suflewî înam û avêhtim zemîna zulmetê
Lê ku hişyar im gelo yan xewn e min dîtî bi xwab
Mûyekî ez ji te nadim bi dused Zîn û Şirînan
Çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê
Bikaranîna devokên/varyantên kurmancî di Dîwanê de:
Yê hêla Bedlîsê, Licê û der û dorên wan, “li bo” ji dêla “ji bo” ve:
Etwarê ´işq û mestî esrarê butperestî
Teqrîrê sed riwayet nakit li bo kifayet[125]
Bi karanîna van gotinên jêrî li gor varyantên herêmî devokên cihê:
Heçî, herçî, hindî, çendî, sibe, siban, sibehan, spêde
Devoka mardînê “di dil da nî” ji dêla “di dil da yî” ve:
Di dil da nî we dîsa dil disojî
“Etehriq ya melîk el-`husni darek”[126]
Devokê dora Sêwrekê û der û dorên Amedê peyva Zatî.
Zatî ji wucûda me sebeb wê tu dizanî
Naête hisabê felekê tedwîrê
“Bi şefqet ke” devokê mêrdînê, devokê xerza û bişêriyê “şefqet bike” ye, herweha geztî û gez kir, kirî û dire
Were pêşber Melayê xwe şehîd û mubtelayê awe
Bi şefqet ke liqayê xwe Mela nemrit bi day xwe
Mesîha yî li bîmaran kesên geztî du reşmaran
Şehîdên şîr û mûkaran kirî amancê nûbaran
“ca” ya farqînkî ye, bikaranîna devokê hinek hêlên Farqînê û nîşandana “go” ya axaftinê ji dêla “got” ve.
Min go di şevan şubhê şemalan we disjoin
Perwanesifet ca here bê sewt û his î tu
Mela li gor devokan hem “-ker” hem jî –kar” weke ´işweker û bedkar, dixebitîne
‘Işweker şêwe numa ya me ji wê rûh û heyat
Senema sur ji semed neyşekera leb ji neta
“Ehsene l-lah û tebarek” ji sura wê senemê
Azarê mihrdaran nedî lê destê bedkaran nedî
Bi nûnekê yaran nedî nêv me w xwe estaran nedî
Afirandin û bikaranîna gotinan:
hem “sadedil” û hem jî “dilsade” bi kar aniye,
Di riya dostê Mela yekcihet û sadedil în
Me hetta can heye haşa ji teleb dest bihilîn
‘Aşiq divê dilsade bit xaka riya yarê xwe bit
Sed dax di dil wek lale bit xwînê bixwit rengxunçe bit
Pencumîn/pêncumîn/pêncemîn
Dê ji çerxê pencumîn bêtin tenezzul kit Merîx
Mîslê Şemsê ger kişînîtin li wan tîxên xezeb
Gotinên mîna sohtîdil, siyehreng, reşkagul û yên din ji dêla dilsotî, rengsiyeh, kagulreş û yên din bi kar aniye, gelo şibandiye farisî yan jî divê di kurdî de weha bin, yan jî berê weha bûne piştre guherîne?
Ji bo du kirdeyan bi yek predîkatekê (lêkerekê):
Şemsa felekê ya melek î hê jî nizanim
Horî û perî ya bi xwe Rûh ul-qudus î tu
Di risteya jêrî de:
“Ba nesîm dê çî lezînî sax û salim ma tu bînî
Vî kumêdî lê gehînî da siwar bit lê peya ye”
Du lêker “dê çî lezînî” li pey hev bênavgîn û bi yek kirdeyî “Ba nesîm” tên bikaranîn.
Tu pirihsan û xweyrehm î li derwêşan a bêxeşm î
Çi bîtin ger bi nîv çeşmî nezer kî tu li astanê
Li vê derê mîna devokê Torê ku gelek caran “a”yeke weha bi kar tînin, destnîşan dike
Feyza me şubhê Nîl e em Dîcle û Firat in
Ger şeyx û wer îmam e vê ra ye min keşaşkeş
Li vê derê Cizîrî hem hersê çemên mezin yên bi xêr û bereket destnîşan dike û hem jî qala du şaristaniyên mezin î dîrokî ya Mezra Botan/Mezobotamya û ya Misrê dike û pê re jî diyar dike ku kurd û gelên der û dor û yên navbera Dîcle û Firatê jî mîna yên Misrê mîratxwerên miletên kevnare û xwedî bajarvaniyeke kevintirîn û bilindtirîn in.
Bikaranîna Sembol û dirûvên mîtolojîk:
Cizîrî di honraweyên xwe de gelek sembolên mitolojî û dîrokî digel kesayetiyên tarîxî û navdar, cih û deverên cografî û welat û bajaran bi awayên cihê û di rewşên cuda de pêşkêş kirie.
Weke nimûne ji Pêxemberan ji Adem û Nûh bigir heya Yaqûb û Yûsuf, Zerduşt/Zerdeşt, Suleyman û Mûsa, Îsa û Muhemmed (e. s) û gelekî din, ji eshaban ji Şêrê Elî bigir heya Huseynê kurê wî, Hemzayê apê Pêxember (e. s.), Xalidê kurê Welîd û hinekî din (r. e.), ji fîlozofan ji Aristoteles û Empedokles bigir heya Eflatûn (Platon) û Sokrates, ji Îbn Sîna heya Ibn Ruşd û Xezalî, ji mutesewifan ji Hellacê Mensûr, Marûfê Kerxî û Şiblî bigir heya Îbn Erebî û Suhrewerdî û gelekî din, Ji şah û padişahan ji Cemşîd û Selahedîn bigir heya Cengizxan û Tîmûrleng û gelekên din, ji Kesên dîrokî û mitolojîk ji Xizir û Ilyas û Îskender bigir haya Gêw û Rostem û Peşeng û Efrasiyab digel gelekên din.
Hinek Nimûne:
Barî ji “we ´ellem” ku xeberdar-i kirin
Îro tu bizan Ademê esma tim ez
Gava Xwedayê mazin ez bi razên ayeta “We ´ellem Ademe el-´esma´e kulleha :Wî Adem fêrî hemî nav û agahan kir” hisandim, hingê ez jî fena Adem (e. s.) bûme agahdarê ji temamên navên tiştên heyî û hemî sirrên gerdûnê.
Ji bo Nûh, Xizir û Îskender (e. s.):
Ma te ‘umrê Xizr û Nûh û mulkê Zu l-Qerneyn bitin
Gunbeda çerxê mulemme‘ her bi te me‘mûr-i bî
Gelo em ji Xwedê hêviya temenekî dirêj weke yê nebî Xizir û Nûh pêxember û milkekî weke yê Îskendêrê Zu l-Qerneyn, bikin da gunbeta çerx û felekê ya ku bi tîrêj û pertewên stêran spehî û rengîn e her bi te ava be.
Ji bo Zerdeştî yan jî Mecûsîyan îma bike:
Ber vi şerqê di seger westayin
Hinduyên rojiperest in çep û rast
– – – – –
Tox û ala ku xwiya bûn ji ´ejem
Ereban tîp-i şikestin çep û rast
Qeyserê Romê li serheddê firing
Top û zincîr-i vebestin çep û rast
– – – – –
Şukur bînahiya min hat û Yaqûb dîde rewşen bû
Bi boya Yûsufê Misrî li Ken‘anê beser pryda
– – – – –
‘Alemek şehdeyiya husn û cemala te didia
Tu Zuleyxayê zeman î we çi hacet medehê
Xûbî yû dilberî yû naz û telettuf bi te şên
Xusrowa padişehan î we xwidana cebehê
Hecer-eswed bidirit destê ziyaret bikirim
Nezrê min bit bigirim xwasî terîqa Mekehê
– – – – –
Suleymanî me ez dîsa seher hudhud bişaret kir
Cewab anî ji Belqîsa bi hal û sur ´ibaret kir
Bi can ez xweş kirim´Îsa dema wî ew işaret kir
– – – – –
Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yin ez
Ateşperes û nûrê tecella tim ez
– – – – –
Keyber reşandin bêhisab misrî ku dan sîqal û tab
Sed Rostem û Efrasiyab kuştin li wan ker kir cesed
– – – – –
Romê pişt dit ‘ecemî bête firing
Lê ne wek waqi‘eya Gêw û Peşeng
Herweha ji serpêhatî û bûyeran jî ji ava heyatê bigir heya teyrê Enqa, ji evîna Yûsuf û Zuleyxa, Suleyman û Belqîsa bigir heya ya Ferhad û Şêrîn, Mehmûd û Eyaz, Xwisro û Şêrîn, Mem û Zîn û gelekî din, Ji Cama Cem bigir heya Neynika Îskender, ji şûrê Misrî û elmasî bigir heya miska Xetenê ji Silêmanê dunikul bigir heya zerbavê, ji welatê Belqîsê Sebayê bigir heya textê welatê Xetenê, ji Kabe, Qudis û Beytê bigir heya Laleş û ateşkedeyê, dêr û mizgeft û kenîseyê, ji Ahura Mazda û Hurmiz, Budha (483-563 b. Îsa) û Konfiçyus (551-479 b. Îsa) bigir heya Ebyed û Ehremen (Ezazîl/Îblîs), ji Avesta, Incîl û Tewratê bigir heya Zebûr û sihûfan û kitêbên navdar yên mîna Lubab û Keşşaf û yên din, Ji ziya û mar û dûpişkan bigir heya ejderhayê Dehhak û Kawa yan jî Ferîdûn hemî yan qala wan kiriye yan jî îşaret bi bal wan ve date.
Hinek nimûneyên wan:
Ehremin te´lîmê dabû Ebyedî dest tê hebû
Pir bi vê te´lîm û rayê hatibû çûbû xitab
– – – – –
Sed hezar bar şakir im ez ku ji Belqîsa pero
Hudhudê şîrînzeban îro xeberdarê me ye
– – – – –
Şeraba nabê rûmmanî şefeq da ´iqdê perwînê
Muselsel mabû reyhanî xetê nazik li nisrînê
Xerez şiklê te bû Manî ji neqşên Çîn û Maçînê
– – – – –
Yek girtiye zulfê we yekî xalê numayî
Ayîne bi Îskenderî û camê bi Cem da
Ya rasttir bi kurtî mirov dikare bêje ku hima Mela ji her tiştî salox û xeber daye. Lê herkes li gorî xwe û zanîna xwe yan jî întrese û baldariya xwe dikare yan jî dixwaze hew hinek ji wan fêhm bike û diyar bike.
Çawa ku Abdullah Yaşîn jî dibble:
“Ustadê Mezin Cizîrî bi zimanekî wecîz û bi risteyên kurt bi awayekî rewanbêjî qala hemî tiştî kiriye û honraweyên xwe bi rewanbêjtirîn û bêhempatirîn hunerê şi´r û edebê honey.
Bi rastî jî her honraweyeke wî gencîneyeke dagirtiyê ji hunera edebî û felsefî ye”[127]. Lewra Mela çawa ku ew bi xwe jî di honraweyên xwe de dibêje, mîna derya û okyanos e:
Narê ji rengê dojehê husn û cemala wê mehê
Me d’perdeya vê xergehê xef kir çi ‘Umman î Mela
Bi l-lah çi teb‘et adem î yekser dibêm yek ‘alem î
Deryayê Qaf û Qulzum î yan çerxê gerdan î Mela
Destnîşankirina kesayetî û lehengên dîrokî:
Latê husn î û şehê tuban î
Bi xwe hem xan î we hem xaqan î
Yûsufê sanî tu bro xanim
Ku bi husna xwe nedêrî sanî[128]
– – – – –
Ma qudretê def‘ê heye wer Şêrê ‘Elî bit
Lami‘ ku bidit sa‘iqeya teqdîrê
– – – – –
Minnet ji tali‘ her ji bext Asif bi text û bext û rext[129]
Belqîs ewî anî bi wext îro Suleyman î Mela
Durdaneya dêmgewher e ayîneya Eskender e[130]
Bê mirwetê dil kir ker e mecrûhê xalan î Mela
– – – – –
Eger de‘wayê Mûsayî di ‘işqê da bikim ca’iz[131]
Mela dayim tecella ye ji wê terha şelal ebrû
Ne Şîrîna li Derbendê ne mehbûbê Semerqendê
Ne kêşayin bi vî rengî li neqşê bêzewal ebrû
– – – – –
Bi şirînê negihit dest-i eger Rostemî bit
Dê bi bazû û milan şubhetê Ferhadê çi kit
– – – – –
Da binoşim mey ji lêvê mawera reyhan û sêvê
Lu`luyên şekkir di nêvê abê heywan çeşme ye[132]
Çeşmeya ava heyatê şerbeta qend û nebatê
Min li daxan ew mufa tê can ji bo şukrane ye
Lew weku sewda û dîn im herdema dêmê dibînim
Dîn dibim heyran dimînim Muşterî ya Zuhre ye[133]
Şems di nêv burca şeref da sed kewakib çar terem da
Muşterî hatî bi ref da istiwa çû bible ye
Afitabê d’ istiwayê ez ji ber derb û cefayê
Canfida tême liqayê şubhetê perwane ye[134]
– – – – –
Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez
Ateşperes û nûrê tecella tim ez
Sed Nîlî we tên û diderin qelbê me
Pê nahisihîn qulzem û derya yim ez[135]
Dêwê mel´ûn û munafiq ê Xwedê rûreş kirî
Ma bi bala hilkşîtin ´aqîbet çî bit selan
Ehremin te´lîmê dabû Ebyedî dest tê hebû[136]
Pir bi vê te´lîm û rayê hatibû çûbû xitab
Çawa ku di beşa Tesewifê de jî derbas bû, Cizîrî di tesewifê de rêbazeke cuda yî nûjen binavê wehdet es-Sirfê ku nêzîkî Wehdeta Mitleq e, lê hinekî jê cuda ye, parastîye ku bi vê re doza micedidî/nûjenkarî kirîye. Herweha wî pesnê Wehdeta Mitleq jî daye, xwedî li fenafillahî, Beqa û tewhîdê jî derketîye û wehdet el-wicûd û wehdet eş-şihûdê jî destnîşan kirîye. Çawa ku di dîwanê de hima çi bigir hemî radeyên tesewifê û payeyên wê yên bilind nîşan daye û bi kurtî qala wan kiriye.
Wî her honraweyeke xwe bi herfek ji alfabeya kurdî ya hingê qedandiye ku pê hem awayekî hunerî yê kevnare yê ferhengî destnîşan kiriye û hem jî alafabeya kurdî ya serdema xwe nîşan daye.[137]
Bi rastî jî Mela beşawendên (qafiyeyên) honraweyên xwe ji bilî zal(ذ) ,´eyn(ع) û xeynê (غ) bi hemî herfên erebî digel “P, G, Ê û Δya kurdî qedandiye herweha “H:ه”ya erebî jî hem ji bo “H”ya kurdî û erebî û hem jî ji bo “E”ya kurdî bi kar anime.
Pesindan û navdixwedana Cizîrî:
Husna edaya te Mela her kî dî
Sehhe lehu enneke ´eyn ul-fisah[138]
—–
Di î´cazê beyanê da suxen ger bête insafê
Dizanit muxteser herkes Melê sihr e `îbaret kir
——
Bi heq rindê xerabat im ji dêrê vê demê hatim
Çi hêvî hûn dikin îro ji vî rindê xerabatî
Di ‘işqê şeyxê sanî me, bi dil behrê me‘anî me
“Li zî hicrin we zî qelbin şifaun fî işaratî”[139]
Di iqlîmê suxen mîr im di şi‘rê de cehangîr im
“We ye‘lu mewkib el-‘uşşaqi e‘lamî we rayatî”[140]
—–
Gulê baxê Iremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Çi tebî‘etbeşer û indan im
Li l-Lah il-hemd çi ‘alîşan im
Di riya yar li rêza san im
Lew di iqlîmê suxen xaqan im
Sibehê ‘îd e û ez pê zanim
– – – – –
Narê ji rengê dojehê husn û cemala wê mehê
Me d’perdeya vê xergehê xef kir çi ‘Umman î Mela
– – – – –
Mela bi l-lah di vê dewrê bi vî rengî bi vê tewrê
Nîşan da wek Nişanî kes deranîn dûr ji behreynê
Li jêr jî ew û mîr Emadedînê Hekarî pesnên hev didin:
Guftên Mela:
Di iqlîmê suxen xaqan rewanbexş û şekerrêz î
Nehin wek te di afaqan bi can ra ´enberamîz î
Ji sîminsa´id û saqan bi sehharî guherrêz î
Guftên Mîr:
Bi xewwasî bi sehharî te dur anîn ji behreynê
Ji nezma te şekr barî ji Misrê ta bi Qezwînê
Bi diqqetbîn sed eş´arî dibêjî terfet il-´eynê
Guftên Mela:
Ji behra qulzuma mîran bi xewwasî guherçîn im
Di behsa ´ilm û tefsîran tu deryayan we nabînim
Ji mîr û begler û çîran xulamê mîr Emadîn im
Guftên Mîr:
Di baxê lefz û me´nayê suxen min serwi azad e
Ji îmla û ji inşayê me lewhê dil numa sade
Ji husnê rewneqek dayê ku Şêx Ehmed me ustad e
Cizîrî di biwara dînan de gelekî xweşbîn bûye, çi yên semawî/îbrahîmî çi jî yên din bin ew bi xweşbînî destnîşan kirine:
Dil geşte min ji dêrê naçim kenişteyê qet
Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne laleş[141]
– – – – –
Dibên xawerperest î tu nizanin min di keşfê da
Numayin min di şerqê nazika gerdenşemal ebrû[142]
Tinê ma her terazû ne di babê husnê kêşayî
Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal ebrû
Me cewher ‘unsurik xamis numa îro di tali‘ da
Di vê teqwîmê insanî li tali‘ bûne fal ebrû[143]
Bi zunnara di dêrê da li hindava çilîpayê
Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû
– – – –
Terh û terz-i bûne zunnar û çelîpa yek bi yen
Lew mi zunnar û çelîpa yek tinê yekcar-i bes[144]
Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin
Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmar-i bes[145]
Ber vi şerqê di seher westayin
Hinduyên rojiperest in çep û rast
Etwarê ´işq û mestî esrarê butperestî
Teqrîrê sed riwayet nakit li bo kifayet
Guftên Mela:
Şeraba nabê rûmmanî şefeq da ´iqdê perwînê
Muselsel mabû reyhanî xetê nazik li nisrînê
Xerez şiklê te bû Manî ji neqşên Çîn û Maçînê[146]
Di di nav şairên kurd de cara pêşî Cizîrî sê caran navê Kurdistanê hilda ye:
Bi tebilxaneyê şahî were text
Ku tu îro şehê Kurdistan î
Gulê baxê Iremê Bohtan im[147]
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Tenha ne Kurdistan didin Şîraz û Yeng û Wan didin
Heryek li ser çehvan didin ji Espehan têtin xerac
Diyalektik li cem Cizîrî: yekîtîya dijberan û têkoşîna wan:
Çar ´unsur in çar teb´et in vêkra bi mîzan vek ketin
Bi hevra muxalifsîret in der sûretê şexsiyye da
Rewşa arif û mitesewifan di biwara xwedê de:
Heyeta keyf û kemê bêkeyf e keyfa ´arid e
Dê bimînit ger nebit naçar-i bê tiryak-i rûh
Navê Dîwana Melê:
Da husn û hub din mezheran kifş kin li her erd û dear
´Aşiq bixwînin defteran dilber mehebbetname da
[1] E. Denison Ross, The Broadway Travellers: Sir Anthony Sherley and his Persian Adventure, Routledge, 2004, ISBN 0-415-34486-7
[2] Robert Ker Porter, Travels in Georgia, Persia, Armenia, ancient Babylonia, &c. &c. : during the years 1817, 1818, 1819, and 1820, volume 2, Longman, 1821
[3] Carsten Niebuhr, Reisebeschreibung von Arabien und anderen umliegenden Ländern, 2 volumes, 1774 and 1778
[4]. V. Williams Jackson, The Great Behistun Rock and Some Results of a Re-Examination of the Old Persian Inscriptions on It, Journal of the American Oriental Society, vol. 24, pp. 77-95, 1903; [2] W. King and R. C. Thompson, The sculptures and inscription of Darius the Great on the Rock of Behistûn in Persia : a new collation of the Persian, Susian and Babylonian texts, Longmans, 1907; George G. Cameron, The Old Persian Text of the Bisitun Inscription, Journal of Cuneiform Studies, vol. 5, no. 2, pp. 47-54, 1951; Svante Nordin, Filosoferna, Atlantis, Stockholm, 2011, r. 14.
[5] W. C. Benedict and Elizabeth von Voigtlander, Darius’ Bisitun Inscription, Babylonian Version, Lines 1-29, Journal of Cuneiform Studies, vol. 10, no. 1, pp. 1-10, 1956.
[6] Svante Nordin, Filosoferna, Atlantis, Stockholm, 2011, r. 14
[7] Her pênc hest ku ereb jê re “hewasê xemse” dibêjin ev in: sami´e/bihîstinî, basîre/bînayî, şamme/bonayî/bihnayî, zaîqe/çêşayî, lamîse/destdayî/palandî. Bnr. Hesen ´Emîd, Ferhenga ´Emîd, Çapxaneya Spihrê, Tehran, 1363, bg. 1, 810
[8] Mebest bi pênc kulliyatên/pênc amûrên giştî ev in: Cins/cisin (mîna heywanî), new´/cûre (mîna insanî/merivî), fesil/bend (mîna natiqî/axavtin), ´ereda xass/peydabûna/ereda taybetî (mîna kenê xurt/bilind), ´erda ´am/peydayîya/ereda giştî (mîna nivîsînê). Bnr. Hesen ´Emîd, Ferhenga ´Emîd, Çapxaneya Spihrê, Tehran, 1363, bg. 2, r. 1649; Ebdurehman Şerefkendî Hejar, Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Sirûş, Tehran, 1361, r. 556.
[9] Ibn Xeldûn ebdurehman ibn Mihemed, Muqeddime, Dar el-Ceyl, Beyrût, b. t., r. 541; Mehmûd ibn Hafiz Hesen Muxnî, Muxnî t-Tulab Şerhu Îsaxocî (Îsagogé) ya bi navê Meqalatê Xemse ya Şagirtê Phlaton Porfiryusê Sûrî, erebîya wê Esîredîn Ebhurî, Salih Bilici Kitabevi, Stanbol, b. t.; Seyid Mihemed Elîş, Haşîye ´ela Şerhi Şeyx el-Îslam ´ela Îsaxocî (Îsagoge), Metbe´e n-Nîl, Misir, 1329/1911.
[10] ”Iran’s Bisotoon Historical Site Registered in World Heritage List”. Payvand.com. 2006-07-13. Retrieved 2010-04-23.
[11] ”Iran’s Bisotoon Historical Site Registered in World Heritage List”. Payvand.com. 2006-07-13. Retrieved 2010-04-23.
[12] Leonard ShihlienThe political philosophy of Confucianism. (2005). Routledge. pp. xvii–xx. ISBN 978-0-415-36154-5.
[13] Giorgio Buccellati (1981), ”Wisdom and Not: The Case of Mesopotamia”, Journal of the American Oriental Society 101 (1), p. 35-47, [43]; Anthony Kenny, Västerlandets Filosofi, Wergera Jim Jakobson, Thales, Stockholm, 2009, r. 147
[14] ”The Maxims of Good Discourse”. Africanholocaust.net. Retrieved 2012-08-17; M. Lichtheim, Ancient Egyptian Literature, p.61; Grimal, p.79
[15] Ebrey, Patricia (2010). The Cambridge Illustrated History of China. Cambridge University Press. p. 42; Juergensmeyer, Mark (2005). Religion in global civil society. Oxford University Press. p. 70.
[16] Craig 1998, p. 536.
[17] a b Oxford Companion to Philosophy; Process and Reality p. 39
[18] a b Oxford Companion to Philosophy; Process and Reality p. 39
[19] Cicero, Tusculan Disputations, 5.3.8–9 = Heraclides Ponticus fr. 88 Wehrli, Diogenes Laërtius 1.12, 8.8, Iamblichus VP 58. Burkert attempted to discredit this ancient tradition, but it has been defended by C.J. De Vogel, Pythagoras and Early Pythagoreanism (1966), pp. 97–102, and C. Riedweg, Pythagoras: His Life, Teaching, And Influence (2005), p. 92; The Principal Upanisads, Harper Collins, 1994, p 22; Oxford Dictionary of World Religions, p. 259
[20] Cowell, E.B.; Gough, A.E. (1882). Sarva-Darsana Sangraha of Madhava Acharya: Review of Different Systems of Hindu Philosophy, New Delhi: Indian Books Centre/Sri Satguru Publications, p. xii. ISBN 978-81-7030-875-1.
[21] Apte, p. 497; Anthony Kenny, Västerlandets Filosofi, b. n., r. 147
[22] Jenny Teichmann and Katherine C. Evans, Philosophy: A Beginner’s Guide (Blackwell Publishing, 1999), p. 1.
[23] A.C. Grayling (1999). ”Editor’s Introduction”. In A. C. Grayling, ed. Philosophy 1: A Guide through the Subject. vol. 1. Oxford University Press. p. 1; Anthony Quinton (1995). ”The ethics of philosophical practice”. In T. Honderich, ed. The Oxford Companion to Philosophy. Oxford University Press. p. 666; ”Philosophy”. Mirriam-Webster on-line dictionary.
[24] ”Philosophy”. Mirriam-Webster on-line dictionary; Liddell, Henry George; Scott, Robert; A Greek–English Lexicon at the Perseus Project; ”Online Etymology Dictionary”. Etymonline.com. Retrieved 2010-08-22; The definition of philosophy is: ”1.orig., love of, or the search for, wisdom or knowledge 2.theory or logical analysis of the principles underlying conduct, thought, knowledge, and the nature of the universe”.Webster’s New World Dictionary (Second College ed.); See Diogenes Laertius: ”Lives of Eminent Philosophers”, I, 12; Cicero: ”Tusculanae disputationes”, V, 8–9
[25] Process and Reality p. 39; Cicero, Tusculan Disputations, 5.3.8–9 = Heraclides Ponticus fr. 88 Wehrli, Diogenes Laërtius 1.12, 8.8, Iamblichus VP 58. Burkert attempted to discredit this ancient tradition, but it has been defended by C.J. De Vogel, Pythagoras and Early Pythagoreanism (1966), pp. 97–102, and C. Riedweg, Pythagoras: His Life, Teaching, And Influence (2005), p. 92, Annemarie Schimmel, Mystical dimensions of Islam, wergera tirkî bi navê Tasavvufun Boyutları, Ender Gürol, Adam Yayıncılık, cih nine, 1982, b. n., r. 41; Heinz Herbert Schöffler, Die Akademie von Gondischapur/Gundi-Şapûr Akademesi, Wergera tirkî, Sedat Umran & Vedii IlmenYaba, Istanbul, 2008, r. 117; Anthony Kenny, Västerlandets Filosofi, Wergera Jim Jakobson, Thales, Stockholm, 2009, r. 147
[26] Blackburn, Simon (1994). The Oxford Dictionary of Philosophy. Oxford: Oxford University Press; Frederick Copleston, A History of Philosophy, Volume II: From Augustine to Scotus (Burns & Oates, 1950), p. 1, dates medieval philosophy proper from the Carolingian Renaissance in the eighth century to the end of the fourteenth century, though he includes Augustine and the Patristic fathers as precursors. Desmond Henry, in Paul Edwards (ed.), The Encyclopedia of Philosophy (Macmillan, 1967), vol. 5, pp. 252–257, starts with Augustine and ends with Nicholas of Oresme in the late fourteenth century. David Luscombe, Medieval Thought (Oxford University Press, 1997), dates medieval philosophy from the conversion of Constantine in 312 to the Protestant Reformation in the 1520s. Christopher Hughes, in A.C. Grayling (ed.), Philosophy 2: Further through the Subject (Oxford University Press, 1998), covers philosophers from Augustine to Ockham. Jorge J.E. Gracia, in Nicholas Bunnin and E.P. Tsui-James (eds.), The Blackwell Companion to Philosophy, 2nd ed. (Blackwell, 2003), p. 620, identifies medieval philosophy as running from Augustine to John of St. Thomas in the seventeenth century. Anthony Kenny, A New History of Western Philosophy, Volume II: Medieval Philosophy (Oxford University Press, 2005), begins with Augustine and ends with the Lateran Council of 1512.
[27] Berhemên jorîn ji ya 2an û pê ve.
[28] Brian Copenhaver and Charles Schmitt, Renaissance Philosophy (Oxford University Press, 1992), p. 4; Jorge J.E. Gracia in Nicholas Bunnin and E.P. Tsui-James (eds.), The Blackwell Companion to Philosophy, 2nd ed. (Blackwell, 2002), p. 621; Copleston, ibid.
[29] Charles B. Schmitt and Quentin Skinner (eds.), The Cambridge History of Renaissance Philosophy, pp. 61, 63.
[30] Schmitt and Skinner, The Cambridge History of Renaissance Philosophy, pp. 430–452; Blocker, H. Gene; Starling, Christopher L. (2001). Japanese Philosophy. SUNY Press. p. 64; a b Huang 1999, p. 5.
[31] Bnr. Notên jorîn
[32] a b Chan 2002, p. 460. Sharma, Peri Sarveswara (1980). Anthology of Kumārilabhaṭṭa’s Works. Delhi, Motilal Banarsidass. p. 5. ”Consciousness in Advaita Vedānta ,” By William M. Indich, Motilal Banarsidass Publishers, 1995, ISBN 978-81-208-1251-2.
[33] ”Gandhi And Mahayana Buddhism”. Class.uidaho.edu. Retrieved 2011-06-10.
[34] Dr. Macid Fexrî, Tarîx el-Felsefe el-Îslamî, wergera Erebî dr. Kemal Yazici, Dar el-Mekteb li n-Neşr, Cami´et el-Emrîkî, Beyrût, 20004, r. 77, 324; Christopher Toll, Den Arabiska Litteraturen, Atlantis, Stockholm, 2002, r. 92; Annemarie Schimmel, Mystical dimensions of Islam, wergera tirkî bi navê Tasavvufun Boyutları, Ender Gürol, Adam Yayıncılık, cıh nine, 1982, r. 38; Islam Ansiklopedisi, M. E. B., Eskişehir Anadolu Universitesi, 1977, c. 12/1, r. 27.
[35] Sa´dedîn Teftezanî Şerha ´Eqaida Nesefî, Salih Bilici Kitabevi, Istanbul, 1966, r. 16-17; Naif Tahir Mikayil, eş-Şeyx el-Cezîrî, Spîrez, Dihok, 2005, r. 125
[36] Macid Fexrî, b. n., r. 157, 183, 179; Annemarie Schimmel, b. n., r. 38; I. A. 12/1, 26-30
[37] Annemarie Schimmel, b. n., r. 28, 37; Anthony Kenny, Västerlandets Filosofi, Wergera Jim Jakobson, Thales, Stockholm, 2009, r. 90
[38] Annemarie Schimmel, b. n., r. 40; Macid Fexrî, b. n., 32-34; Heinz Herbert Schöffler, b. n., r. 120
[39] Islam Ansiklopedisi/Anasiklopedîya Îslamê, b. n., 12/1, r. 26; Christopher Toll, b. n., r. 98; Annemarie Schimmel, b. n., r. 37; Dr. Zekî Mubarek, et-Tesewwuf el-Îslamî fî l-Edeb we l-Exlaq, Mekteb el-´Esrî, Beyrût, 2006
[40] Zekî Mubarek, et-Tesewwuf el-Îslamî fî l-Edeb we l-Exlaq, Mekteb el-´Esrî, Beyrût, 2006, r. 16-17
[41] Sûretê Şu´era (-) aret 11
[42] sûretê Qaf (-) aret 15
[43] Macid Fexrî, b. n., r. 323 Annemarie Schimmel, b. n., r. 34
[44] Annemarie Schimmel, b. n., r. 17-19
[45] Annemarie Schimmel, b. n., r. 25-30, 36
[46] Mcid Fexrî, b. n., r. 324; I. A./A. I. b. n., 26-26,; Annemarie Schimmel, b. n., r. 38
[47] Tê gotin ku wê di xewna xwe de Pêxember (e. s.) dîtiye ku ji Rabî´a pirsa evîna wê kirîye, wê jî gotîye ku ”ew pir ji Pêxember jî hez dike lê hingî dilê wê bi evîna Xwedê (c. c.) tijeye êdî cih ji evîneke din re nemaye”. Bnr. Macid Fexrî, b. n., r. 324, I. A./A. I. b. n., 27; Annemarie Schimmel, b. n., r. 33-39; Christopher Toll, b. n., 98. [48] Macid Fexr, b. n., r. 325; Annemarie Schimmel, b. n., r. 19, 26
[49] Annemarie Schimmel, b. n., r. 41
[50] Macid Fexr, b. n., r. 326-27; Annemarie Schimmel, b. n., r. 25, 48, 52, 65, 89; I. A./A. I. b. n., 27.
[51] Tê gotin ku Bestamî Xorasanî ku gelek şetatî û petatî jê jî çêbûne, rêgeha fenayê di tewhîdê de ji hindîyekî misilman yê bi navê Ebû Elî Sindî girtîye. Bnr. Macid Fexrî, b. n., r. 332-334; I. A./A. I., b. n., 12/1, r. 27-28; Annemarie Schimmel, b. n., r. 25-26, 77
[52] Di kitêbên Farabî hemî de û bi taybetî jî di ”Felsefeya Eflatûn” û ”Felsefeya Aristotales” de, meriv qenc dibîne ku ew çiqas serwextê bi felsefeya rojava bi giştî û herdu filozofan bi taybetî bûye. Ji bilî felsefe û mentiqê ew di gelek zanînên din de jî yên mîna felekîyat, zimannasî, matematik, siruştî, îlahîyat, sîyaset, fiqh, kelam û yên din de jî şareza bûye û li ser berhem dane. Macid Fexr, b. n., r. 160-162; I. A./A. I., b. n., 12/1, r. 27-28; Annemarie Schimmel, b. n., 28
[53] Macid Fexr, b. n., r. 157-159; I. A./A. I., b. n., 12/1, r. 27-28
[54] Macid Fexrî, b. n., r. 179-184
[55] Ji bo berfireyî û nimûneyên din bnr Macid Fexrî, b. n., r. 138-139
[56] Annemarie Schimmel, b. n 77; Macid Fexrî, b. n., r. 188
[57] Bnr. Xalid Cemîl, el-Cizîrî şaîr el-Hubbî we l-Cemal, Dar ez-Zeman, Dimeşq, 2006, r. 96-97; Ansiklopediya internetê ya Wikipedya, beşa kurdi, tirkî, swêdî, xala zanist, felsefe û filosofi.
[58] Li vê derê Cizîrî bi vêkketina herçar hêman û herçar siruştan bi pîvan û bi rêkûpêkî û dijîtiya wan ya xuyî/sîretî û rewşenî hîpoteza/ferezîya diyalektîkê ya “yekîtiya dijberan û têkoşîna wan” jî destnîşan dike.
[59] Macid Fexr, b. n., r. 299-300
[60] Macid Fexr, b. n., r. 201-205, 338-340; I. A./A. I., b. n., 12/1, r. 27-28; Annemarie Schimmel, b. n., r. 77-88; Ebû Hamid Mihemed Xezalî, Tehafet el-Felasîfe, Dar el-Fikr el-Lubnanî, Beyrût, 1993, r. 34
[61] Macid Fexr, b. n., r. 437-449
[62] Macid Fexr, b. n., r. 389-392, I. A./A. I., b. n., 12/1, r. 27-28, Annemarie Schimmel, b. n., r. 89
[63] Macid Fexr, b. n., r. 401-405; Annemarie Schimmel, b. n., r. 27, 41, 241, 216-230
[64] Macid Fexr, b. n., r. 341-343, I. A./A. I., b. n., 12/1, r. 26-30; Annemarie Schimmel, b. n., r. 230-243.
[65] Mihemed Elî Siwêrekî, Mu´cem E´lam el-Kurd, Bingeyê Jîn, Silêmanî, 2006, r. 134-135
[66] Annemarie Schimmel, b. n., r. 239, 267.
[67] Macid Fexr, b. n., r. 432-433; I. A./A. I., b. n., 12/1, r. 26-30; Annemarie Schimmel, b. n., r. 238
[68] Dr. Sûzî Hemûd, el-Fatimîyûn we z-Zengîyûn we l-Eyûbîyûn we l-Memalîk, Dar en-Nehde l-Erebîye, Beyrût, 2010, r. 123-124.
[69] Bav û kalên Neqşebendî digihên Yûsifê Hemedanîyê Kurd ku şagirdê wî Abdulxaliq Gucdevanî jê adabên terîqetê girtibûn ku jê jî gihabû Neqşebendî ku dû re bi wan 8 rêbazên terîqetê ku ji Hemedanî hatibû girtin bûbûn bingehê terîqeta Nexşebendî. Bnr. Annemarie Schimmel, b. n., r. 310; I. A./A. I., bg 9, r. 52-54
[70] Annemarie Schimmel, b. n., r. 216-217; 282, 296; Ji bilî vanê jorî navê hinek terîqetên belav ev in: Şazlî, Ehmedî, Disûqê, Ekberî, Kubrewî, Suhrewerdî, Xelwetî, Celwetî, Bektaşî, Xezalî, Rûmî, Se´dî, Çeştî, Şe´banî, Gulşenî, Hemzewî, Bîramî, ´Uşşaqî, Bekirî, Emerî, Osmanî, Elewî, Ebasî, Zeynî, ´Îsewîya Mexribî, Bihûrî, Hedadî, Xeybî, Xudrî, Şetarî, Beyûmî, Melamî, ´Îdrûsî, Metbûlî, Sinbulî, Uweysî.
[71] Annemarie Schimmel, b. n., r. 243
[72] Annemarie Schimmel, b. n., r. 253-254
[73] Annemarie Schimmel, b. n., r. 306, 310
[74] Li gorî Qeyserî jî Evdal/Ebdal 7 welîyên Xwedê ne ku ji qeyd û bendên madî û perdeyên tarîtîyî azad bûne û li ber çavan cuda xwiya dibin û bi rastîyê ve girêdayî ne. (Bnr. Qeyserî, Şerha Fisûs el-Hikmeya Îbn Erebî, Muqeddîme, r. 23)
[75] Bnr. Xezalî, Nefehat, r. 20
[76] I. A./A. I., b. n., 12/1, r. 27-28; Annemarie Schimmel, b. n., r. 177-180; Ehmed Dîyaedîn ibn Mistefa, Cami´ el-Usûl fî l-Ewlîyaî we Usûl it-Terîqe we Enwa´ et-Tesewif, weşanxane, cih û dema weşanê ne dîyar e, r. 7-11
[77] Dilketî û dilgirtîyê rastî ku gihaye payeya el-Heq/En el-heqê ji hev re mîna neynikê ne ku heryek di yên din de xwe dibîne, çunkî bingehê pêşî yê kevnar yê ku tê de civîya bûn neynika evînê bû.
[78] Ew rêrewê ku giha serkaniya nemiriyê yanî gihîşt hizûra Yezdan, bi ewleyî ma û bû baqî jî û ew rêrewê ku di cihê fenayê (nemanê) de têkçû, mehû û fanî bû û negiha amanca xwe ya nasînê jî her şerabxwir û badenoşê evînê bû. Lê bervajiyê yê baqî ew evîndarê qels î bêweş û bêçare û faniyê têkçûyî ji ber ku di evîna xwe de dilbicih û dilqewîn nebûbû ew negiha radeya evîna rastî û meqamê beqayê.
[79] Yek ji van herdu rêrewên rakêşayî (salikê meczûb) ku deng jê dernediket gava giha evîna rastî û cihê beqayê jî, yanî gihîşt hizûra Xwedê û lê ma, çendî ku bedena wî hemî bi agirê evînê şewitî jî lê dîsa mîna xecxecoka/mizgînoka dora çirayê ji ber ku giha armanca xwe ya pîroz qet deng jê derneket û nekir hawar û gazî. Lê yê din (evîndarê rakêşayî) weke teyrê goyinê herşev ji êvarê heya serê spêdeyê ji ber êş û jana negihîştina evîna xwe axîn û oxîn û nalenala wî ye.
[80] Di destkarî û pîşeyê evînê de ez şêx û hostayê/ustadê duyemîn yê rê û rêbazên evîn û perweriyê me û dilê min jî weke deryayeke tije maneyên rastî û razên wê ye. Îcar çi kesê ku dildar û bîrewer (û xwedî dilekî saxlem î paqij) be di van destnîşankirin û balkişandinên min de jê re dermanê nexweşiya pasewasên dilînî heye.
[81] Ew evîna ku di dil de weke şiklekî xeyalî ye dû beş e, lê ew ne weha diyar û li ber çav e ku bi hêsanî bê nasîn û bi yek dîtinekê ji hev bê cihê kirin, ew veşartî û qefl û miftekirî ye û bi kilîl û tilism e ku hew şarezayên bi vekirina tilism û sembolan û zanayên bi mamikan dişên wê binasin. Hinek jê ku dikeve ber beşa pêşî ya rastî rûhî û nûranî ye û hinek jî ku ji beşa duyemîn e mecazî û laşekî qalind î maddî ye.
[82] Ger tu maneya evîn û hezkirinê dizanî (û raz û nihêniyên wê yên derûnî û aşîkar tev fêhm dikî hingê) tu ayeta spehîtiyê (û jê jî beşên wesf û pesnê yên ku şepalî û delaliyê zêde dikin,) bixwîne da tu herfên evînê û beşên wê ji hev qenc nas bikî û evîna dijwar û ya qels, ya rastîn û mecazî ji hev veqetînî:
ثُمَ خَلَقْنا النطفةَ عَلَقَةً فَخًلَقْنا الْعَلَقَةَ مُضْغَةً فَخَلَقْنا الْمُضْغَةَ عِظامًا فَكَسَوْنَا الْعِظامَ لَحْمًا ثُمَ أنْشَأناه خَلْقًا اَخًرَ فَتَبَا رَكَ اللهُ أحْسَنُ الْخا لِقينَ[82]; لَقَدْ خَلَقْنَا الْانِسانَ فىِ أحْسَنِ تَقويمٍ[82] : Le qed xeleqn el-însane fî ehsenî teqwîmîn
[83] Bêguman bê neynika evînê bedewî jî xwe diyar nake, çawa ku evîna Siltan Mehmûd jî di rastiya xwe de weke xwêya parastinê ye ji spehîtiya Eyazê koleyê wî re.
[84] Perwîz: Nasnavê Xwisroyê şahê îranê ye ku Şşêrîn yan cariyeya wî yan jî jina wî bûye û pir jê hez kiriye. Ferhad jî bûye evîndar û bengiyê wê çawa ku bûyer navdar e û di dema kolana qesrekê de jê re, di çiyayê Bêstûn de canê xwe di ber de daye. (Bnr. Zivingî, b. n., c. 1, r. 272)
[85] Ta û kelecana evînê hezar cûreyên îşkence û azara wisa da dil ku ji dildara serxweşê Tebrîzê ya Şîrazê jî negihabûyê.
[86] Bi ya min ew dildar ya weke Îsa (e. s) bi nîşan û dirûv û naziyên xwe yên fena mu´cîzatan miriyan sax dike yan jî mîna Ebû Elî Îbn Sîna (Avicenna, 980-1037) bi şêweyên zanista tibbî (bizîşkî) dibe dermanê derdê dilan û jana wan baş dike û vedijîne.
[87] Bêguman rakêşan û rêwîtiya mirovan ya berbi gihîştina cem dildarê rastî ve bi kîja cûreyê rêwîtiyê dibe bila bibe yanî çi rêrewê rakîşayî (salikê meczûb) be û çi jî rakêşayê rêrew (meczûbê salik) be çawa ku ev yek ji zanayên ji rewşa rewişt û rêrewan re diyar e, bê dahfdana hezkirinê û kelewaca evînê pêk nayî. Çunkî rêrew çiqas koşiş û xebatê bike û çendî lê bicadîne û bikudîne jî gava pê re evîn û dildariya wî dilketiyê rastî û hezkirineke ku wî bi xurtî bi ser gihîştina cem wî ve dahf nede tunebe, hingê ev koşişa pir î dijwar hemî bêkêr e û ew dara ku ewqas dûr û dirêj guh dabûyê tu ber nagire û dê hemî bi ber bayê keve, bêhûde û vale here, bnr. Zivingî, b. n. c. 2, r. 617
[88] Bêguman rêwî û rêrewên ku ji bo gihîştina cem dildarê rastî cehd û xebat kirine û dikin ew li gor xuy û sirişta xwe, av û rûyê xwe bi awa û rê û dirbên cida yên reng bi reng ve berbi wê rêya xwe ve çûne. Hinek ji wan di wê rêya bi tirs û bizd û xeter de çûne û hinek jî ketine ser rêya ronahî û şepaliyê û bi hêvîyeke xweş bi rê ketine, lê belê sermiyanê herdu koman û samanê wan yê bihadar jî ev pertalê rewac î giranbiha ye ku şeraba hişbir ya evînê ye. Her ew e ku rihê çelengiyê dide wan û rêyên dûr î dirêj bi wan dide kurtkirin ta ku digihîjin qonaxa xebat û rêwingiya xwe ya dawî.
[89] Ew rêrewê ku giha serkaniya beqayê (nemiriyê) yanî gihîşt hizûra dildarî, bi ewleyî ma û bû baqî jî û ew rêrewê ku di cihê fenayê (nemanê) de têkçû, mehû û fanî bû û negiha amanca xwe ya nasînê jî her şerabxwir û badenoşê evînê bû. Lê bervajiyê yê baqî ew evîndarê qels î bêweş û bêçare û faniyê têkçûyî ji ber ku di evîna xwe de dilbicih û dilqewîn nebûbû ew negiha radeya evîna rastî û meqamê beqayê.
[90] Di vê malikê û ya pêşiya wê de Mela dide zanîn ku Hellacê Mensûr ji ber agir û kelewahca evîna xwedayî gihaye radeya wehdet el-wicûdê, bi Xwedê re bûye yek û xwe di zatê Wî de dîtiye ta ku van gotinên “En el-Heq, En el-Lah” û yên din gotiye û tê de serê xwe jî daye. Vêca çendî ku li gor zanîna berbiçav û şerî´eta zahirî ew ji bo van gotinan hatiye sezakirin jî lê wî ne vala weha gotiye, ew gihîştiye radeya “fena fî l-Lahiyê” ku loma weha ji pesnan xeberdaye. Nexwe sedemê sezakirina wî belavkirina sirrê tesewwifê bûye ku diviya wî xwe ragirta û wan sirr û razên wê payedariya berz belav nekira.
[91] Mebest ji ayeta ´işqê yan komek herfên Quranê ye çawa ku Ebduselam Cizîrî dibêje yan jî ev ayetên Quranê ne: ”Qul in kuntum tuhîbbûne el-Lahe fe t-tebî´ûnî yuhbibkum ul-Lah: – -”(3/31), ”- – we l-lezîne amenû eşeddu hubben li-Llahi” (2/145)
[92] Yan jî wê bi pirsê bersiva me da û “Go (ma) tu bi ilhamê dizanî?” Yanî ger tu bi ilhamê zanibî û gihabî radeya têgihîştina sirûşî hingê pêwîstiya axaftin û xeberdanê nake. Mela di van herdu risteyan û yên raser de dide zanîn ku Şêx Şehabeddîn Suhrewerdî ji ber nêrîna xwe ya îşraqî li Helebê bi fetwaya zanayên zahirî ku heqîqetnenas in û bi fesadî û zikreşiya wan û israra li ser fituya kuştina wî ji Selaheddîn re, hatiye kuştin û li gor wî mîna Hellacê Mensûr neheqî pê re bûye, lê sedemê vê jî dîsa derxistina wî ya razên heqîqetê ye.
[93] Bnr. Se´deddîn Teftezanî (m. 791), Şerh ul-´Eqaid/Kestelî, Salih Bilici Kitabevi Yayınları, 1966, Stanbol, r. 109-112.
[94] Bi vê re jî Cizîrî divê bide zanîn ku zanîneke yekalî û sade heya ya metafizîkî bi tena serê xwe jî têra têgihîştina awayê afirandin yan jî hebûna siruşt û gerdûnê hemî nake, lê digel zanîn û şarezahiya fîlozofî divê ya matematik, astronomî, fizîk û kîmyaya xurt jî hebe ta ku karibe qanûnên ger û pêç û deweran û fetlên xweza û gerdûnê fêm bike û wan ji hev derîne
[95] Bnr. Macid Fexrî, Tarîxu Felsefet ul-Îslamîye, Unversîteya Amerîkî Beyrût, wergera erebî Kemal el-Yazicî, çapa nû 2004, r. 326-327.
[96] Ayetê nefî: ayeta nakirinê ku mebest jê beşa “la îlahe” ji “eşhedu en la îlahe îlla Allah”.
Bê aletê îsbatê: bê daçeka rastdêranê ku mebest jê “îlla Allah” e.
Ku îlla yim ez: yanî ew daçeka rastdêranê ku “îlla”ya pêşiya “îlla Allah” e û ew jî ez im. Yanî di meqamê fenayê de Melê xwe bi Xwedê re yekere dîtiye û ji dêla “îlla Allah” gotiye “îlla ez” çawa ku gelek rêçenasê “wehdet el-wicûdê” xwe di zatê Xwedê de dibînin ku Hellacê Mensûr jî weha dîtiye û gotiye: “Ez Xwedê me, ez Heq im û ji Yezdan pê ve di cubbeyê min de nîne.
Tewhîd: yekbûn, yekerebûn, yekxwedatî, menzûmeya yekbûna Xwedê û pesindana Wî
[97] Lewra ev di nav sofiyan de meseleyeke bi gelş e û ji bo wê gelek cudahî di nav wan de çêbûne, hinek wê rast dibînin û wê diparêzin jî, lê hinek jî tê de di gumanê de ne. (Bnr. Zivingî, Gerdenîya gewherî Şerha Dîwana Şêxê/Melayê Cizîrî.)
[98] Macid Fexrî, b. n. r. 331-34
[99] Schimmel 312-13
[100] – – Ez nizanim ku tu bi kîjan taybetmendiyên qenc têyî pesindan heya ku ez jî pê pesnê te bidim. Lewra navên kesên xwedî laş û xwedî beden û taybetmendiyên wan li rûhaniyên xwerû û bêlaş nayê, ji ber vê jî tu navê ku cemala te ya rûhanî diyar bike û tu pesnê ku kemala te ya manewî bipesinîne tune, ji ber vê jî her pesingo û nasînkar tê de şaş û matel mane nizanin dê çawa te bidin nasîn û bipesinînin. Çunkî tu bi yek awayî dernakevî pêş çavên pesingoyan û bi heman şêwazê jî ji nasînkaran ve xwiya nabî, lê belkî tu bi gelek rengên cihê ji çavan re eyan dibî û bi awayên cûrbecûr derdikevî holê ku êdî yê te dibîne û li te dinihêre nizane tu ji çi gewher û ji çi binyadê yî û nikare bi tu pesnan pesnê te bide, tu temaşevanên xwe heyrî dikî û pesingo û bîrbirên xwe ji hiş dibî. (Zivingî, b. n. c. 2, r. 623)
[101] Yanî ey Mela ger tu wî (dildarê xwe) her û her qenc nas dikî û bixwazî bigihî cihê dîtinê “wehdet uş-şihûda” misoger divê çavên te herdem lê bin, awirên te berpê ve bin û guhê te her lê be. Çunkî perestiyê herdemî, dîtiyê li hercihî û yê li ser her zimanî bi tenê ew e û jê pê ve di herdu cihanan de yanî dinya û axiretê de tu kes nîne. (Zivingî, b. n. c. 2, r. 445)
[102] Cudahîya wehdetê sirf ji wehdetê mitleq li gorî Mela ew e ku ew ne Xwedê delîl ji hebûnê re dibîne û ne jî hebûnê delîl ji Xwedê re, herweha ew mîna panteistan li hember Xwedê hemî tiştên gerdûnê tune jî nabîne. Lê belê ew her hertiştên hebûyî yan jî di hertiştên hebûyî de Xwedê dibîne. Bnr. D. N. Doru, b. n. r. 158.[103] Bnr. Xalid Cemîl, el-Cizîrî şaîr el-Hubbî we l-Cemal, Dar ez-Zeman, Dimeşq, 2006, r. 96-97; ansiklopediya internetê ya Wikipedya, beşa kurdi, tirkî, swêdî, xala Zanist û Felsefe û Filosofi.
[104] Li vê derê Cizîrî bi vêkketina herçar hêman û herçar siruştan bi pîvan û bi rêkûpêkî û dijîtiya wan ya xuyî/sîretî û rewşînî hîpoteza/derbirîna diyalektîkê ya “yekîtiya dijberan û têkoşîna wan” jî destnîşan dike.
[105] Bnr. D. N. Doru, b. n. r. 154-155.
[106] Her neh çerxên felekê weke koşkekê ne, lê li ber çav ew mîna erdekî axîn î aso dûr û hawîrdor dirêj dixwiyên ku tê de darên şaxdayî hêşîn bûne û mêwe û berên wan jî mirov in. (Gelo Cizîrî bi van risteyan dixwaze wan qonax û guherînên gerdûnê yên siruştî ku vê paşîyê Darwin bi berfirehî rave kirîye, destnîşan bike?)
[107] Cihan û gerdûn weke darê ye û meriv jî mêwe û berê wê ye, ku mîna desthilatdarekî xwedî ferman jê derketîye û hatîye li ser textê hebûnê rûniştîye û hingê jî rêz bendên wê hatine danîn û bextê gerdûnê pê xemilîye û dewleta şadiyê hilkişiya û bilnd bûye. Siltan ku mirov e ji payeya bilind ya herhebûnê daketîye rêza jêrîn ya hebûn û peydabûnê û bi sirûşta xwe ya mirivî payeya xwedawendigariyê veşartîye û bûye xala girîng ya cihê gera gerdûnê pey der pey û herweha qada gera hilkişîn û bilindbûnê jî.
[108] Bi ya min mebest jê xanedanên ku di dema medan de ji hêla Hindê ve hatine, mîna Persan û yên din û ereb, nûbî yan jî misriyên ku hatine cenga pêşiyên kurdan in.
[109] Ew bisk û gulîyên te yên ku mîna tirkên dilreq î dilkevir in êrîş tînin ser me û welatê me yê zêrîn ku weke can û dilê me ye axme û wêran dikin û zêr û zegerên wî talan dikin. Mixabin ku delavê tirkan ji Firatê gihaye heya Nîlê, lê evîndarê lêvziwa yî Tihn yê xwedîyê welatî bi şaşî çûye çola ber deryaya şor î tahl û tî û birçî maye.[110] Sipah û leşkerê Rom û Ecem ji her hêlê ve bi dizî bi hev re ceng dikin û sipahên hindî û zenciyan jî hatine li ber alaya zulfan rêz bûne û sef girtine. Cizîrî hem zulfên dildara xwe û pêçên dora wan zulfan şibandiye alayeke ku ewqas sipahên mezin î xurt ji her hêlê ve li ser şer dikin û li pêşberî wê jî bi rûmet rêz dibin û hem jî wan êrîş û cengên wan sipahên xurt ku ji bê dagîrkirina welatê kurdan û hawîdorên wî tên kirin destnîşan dike.
[111] Çi dema direfşên moxulî û alayên faris yên ecem ji aliyê rojava ve derketin û êrîş anîn ser leşekrên ereban hingê ew bi yek derbekê şikestin û rast û çep bi lez û bez reviyan.Yanî gava leşkerê Moxilan hat Îrana ecem zeft kir, dest danî ser û berebere pê ve hat heya giha hêzên ereban yên Îraq û Kurdistanê; wan xwe li ber hêza moxilan ya xurt ranegirt û ew tîpên leşkerên ereb û misilmanan hemî digel hinek hêza dewleta eyyûbiyên kurd jî ku hingê pir qels bûbû, şikestin û ji hev dêrdexan bûn. Herweha dibe ku Cizîrî bi hatina rûm/rom, zengî/zencî, hebeşî, ecem/biyanî û moxilan û yên din şer û qirên û ceng û êrîşên hê ji berê ve ji dema mîtanî, elamî, akadî, asûrî, medî, persî ku ji hêla hindê ve hatine digel yên din yên wê serdemê û heya bigihe yên vê dawiyê yên rûm û ecem û ereban û heya serdema wî ku hatine ser navçeyên zagros û der û dorên Mezopotamya û texrîbat û êş û janên ji gelên herêmê re bi xwe re anîbin gişan diyar bike. Çunkî Mela Dîwana xwe bi î´caz û beyana tê de şibandiye kitêbeke semawî ku behsa hemî tiştî dikin, lê bi piranî ne berfireh hima bi kurtî destnîşan dikin.
[112] Bêguman ez mîrê welatê xweşbêjan û yê herêma rewanbêj û xweşaxêvan im û di pîşeyê honraweyî û honana helbest û qesîdeyan de cihangîrê şair, xwedî dîwan û nivîskaran im û gava karwanê koma evîndaran here hizûra pîroz ya bexşandinê û civata nêzî gihîştina cem, hingê alaya min bi ser ya wan dikeve û bandrola min jî li pêşiya karwanê wan bilind dibe. Çunkî serdarê pêşeng û mîrê mezin ez im.
[113] Bnr. Ebd us-Selam Nacî Cizîrî, Şerha Dîwana Şêxê Cizîrî, Spirez, 2004, Dihok, honrawe 31
[114] Ey dildar ji birûyên te yê mîna kevanan ku ji destkariya desthilatiya perwerdigarî ye ne ji sazkariya welatê Yengê ye tîrên dijwar ji kevanên te yên çê bi kêş û bi rêkûpêk direşînin dilê me û bi penceyê pilng yê dirinde dilê me yê birîndar ji sînga me derdixin û datînin ser kefa destê xwe. Yan jî bi serê neynokê xwe û şirdan û rêşiyên ser eniya xwe ku mîna leşkerê romê pişta xwe da biskên porê mîna sipaha ecem êrîşkar û li pey jî biskên por yên din yên mîna arteşa firengan êrîşbir, tên.
Lê ev cenga ku bi êrîşa van sipahên pir pêk tê jî ne mîna bûyer û cenga navbera du serdarên mezin yên îranî Gêw û Peşeng e, ew bi dijwarî, xesar û ziyanê xwe di ser wê re ye. Çunkî ji bilî ku ev şer ji nav gurriya agirê cengeke dijwar î kambax derketiye û alav daye, di ser re jî biskên porê reş ên kagul, enî û yên din jî mîna sipaha hebeşî, nûbî û zenciyan haha ye êrîş dikin tên alîkariya cengê û şerê me dikin. Ji xwe tu jî dizanî dildarê ka ev sipahên êrîşkar çi hesp û hûtên behrî yên xurt û çi tîmsahên (nehengên) deryayî yên mezin î dijwar in, ji ber vê jî ji kerema xwe re lêvên xwe yên lalî û sor ji ser wî devê teng î şêrîn rake û bi zar û zimanekî şêrîn ji me re gotinên xweş bibêje û me bi sozê nêzîkbûn û gihîştina cem xwe şad bike.
Lewra ji ber nigihîştina viyana xwe ji te dilê me bûye gurrî û bizotekî agir ku alav jê diçe û em ji ber tadeyî û azara evîna te bêşerab û babûng û afyonê serxweş û bêhiş bûne û ji ber dûriya ji te jî ne tu awayê xweşî û hasayiyê û ne jî çu reng li me maye, ya rastî ji xwe cana min bê te cihan jî li me teng bûye û tu tama wê ji me re nemaye. Ey evîndar ma tu dizanî ku alavên mûzîkê yên mîna dûdûk û harpê bi awaz û naxmeyê xwe çi dibêjin û ji bo çi dengbêj herdem li pey hev bi dengê bilnd distirên û gazî dikin? Erê ew pê gazî me dikin û me vedixwînin dîdara bejina te ya rast î hilkişiyayî û bala teya şepalî rind û herweha şabûna bi çavên nêrgizî yî şêrîn û nazdar î efsûnkar û neyreng. Lê ax ka li kû ye ew gihîştin? Ma dê çawa bibe, tu bi xwe dara Tubayê ya xweziyan î li esmanê jorîn û ez jî nexweşekî qels î perîşan û seqetekî qop î kulek im li vê erda ku sembola birca gêw (ga) ye; ma di vî wextê dereng û vî temenê derbasbûyî de ev fersenda dîtinê û şabûnê ji min re tê û ezê êdî çi fêde û sûd ji vê dîtinê wergirim.
Lê belê digel vê jî divê sazbend û dengbêj bêhêvî nebin û alavên mûzîkê ji destê xwe neavêjin, bila ew her li sitran û lêxstina alavên mûzîkê bidomînin. Yanî divê evîndar jî qet ji cehd û xebata xwe nekevin û kêm nekin, bi hêviya ku hindik û dereng be jî belkî ew sûdekê jê wergirin û herweha da neynika dilê me evîndaran zengarî nebe û çavên me tarî nebin û birca kêvjalê ji ber qarîn û zarîna me li esmanê jorîn nenale û barîn neke. Yanî heya dengê cehd û xebata me li cihanê belav bibe û bigihe ber perê esmanan û kunbeta çerxa felekê û ta ku fena Mela ji ber evîna xwe bi hezaran reng û ahengên wisa derxe ku zarîn û qarîna wî bi sed fersengan dûr diçe heya ji erdê yanî birca ga bighê birca xerçengê ber perê esmanan.
Bes digel vê jî dîsa ez nizanim ez ê çi agah û saloxan ji dilê te yê hişk yê mîna kevir bidim ku ji min re nerm nabe û tu herdem vî evîndarê belengaz bi guleyên vê tivnga agiravêj û risasa xweşkuj dikujî ku ji xwe nêçîra teyr û rawilan jî pê qedexe ye. Vêca tu çawa pê vî evîndarê reben ku kuştina wî bi çi alavê kuştinê dibe bila bibe, qedexe ye bê tirs û bêlome dikujî û dev ji vê stemkarî û zordariya xwe bernadî ey dînbira mîna horiyan rengzêrîn û bejinnarîna balşêrîn û mîna perî û firişteyan dilrûba. [115] Bnr. Zivingî, b. n. qesîdeya 59an ya “Ey şahidê qudsî”.
[116] Navbera her du kevanekan ji Şerhê kêm bû min temam kir. Ji bo berfirehî li ser van aheng û meqaman bnr. H. Mem, Behrûz Rezaî, Muzîka Seraya Kurdî, Imaj Matbaacılık, 2007, cih nîne; Sufism Music and Society in Turkey and The middle East, Swedish Research Institute, Stanbol, 2001, wergera ji frensî Sylvia Zeybekoğlu, r. 149-160; Osmanlı Türk muziği Ontolojisi, Lalezar Topluluğu, Kültür A. Ş., Istanbul, n. d., r. 13-40, (ji arşîva Lutfî Baksi); Mehrdad R. Izady, Bir El Kitabi Kürtler, Doz yayınları, 2007, Istanbul, wergera Cemal Atila, çap 7, r. 426-430.
[117] Ez bi bi ayatê sond dixwim ku ew heyva taritiyê gava rohniya xwe da esmanan hingê awazeke meqamê rast ji birca şêr derket û bilind bû heya giha birca mîzanê, her di wê gavê de ew heyv jî li gor wî meqamê rast li ber şewqa perwînê xeml û şemalek da xwe û ew der ewqas rohnî kir ku di baxçeyê gulan de nêrgiz û nesrîn çirisîn û reng vedan.
[118] Herdu çavên dildarê yên mîna laşê hebeşîyî reş di demeke pir kurt de ku bi qasî niqîna çavekî bû bi hêza rindiya wan çavên mîna ahenga isfehanî xurt, dest danî ser bajarê Îsfehanê û tibabek bac jê anî.
[119] Ey evîndar ger tu bivêyî razên zanista evînê û nihêniyên pîşeyê hezkirinê fêhm bikî fermo were civata mûzîka çengiyê da tu ji awazên hemî alavên mûzîkê di ahenga kuçak de mizgîniya raz û penhanan bibînî. Çunkî çengî bê ahenga xwe ya kuçakê jî bi çengê ji te re raz û nihêniyên ku ji awaza “nay û ney”yê nayê bihîstin, dibble.
[120] Min li dor rûyê mîna heyva çardeşevî geş kagul û gulangên weke destnivîsa herfên dal “د:D” û lamê “ل:L” [دل:dil] xwar î badayî dît ku wê dildarê ez bi wan û bi ahenga pêşrewî mest kirim û bi derûnî revandim birim cihên bilind û di ser re jî wê sîngsipiya rengzîvîn bi dizî bê ku ez pê bihisim êrîş anî ser laşê min û dilê min talan kir.
[121] (Herdu alavên mûzîkê] Ney û muxnî hevsirrên me ne û piyaleya me ya ayineyî jî dirûvên def û saza xwemalî ku name û peyama evînê bêaheng û perde didin, nîşan dide û bi wan re jî bazin û guharên rengstêr bi hezar awayî dinalin û sirûşa perwerdigarî pêşkêş dikin.
[122] Gelavêja reqqas î çirisî gava şer û qirêna nav cihanê û ev bêrêkûpêkiya gerdûnê dît hima bi yek carê pergalên reqsê ji vî çengî avêt çengê û ew guhert meqamê newa yê kul û keder û xemgîniyê. Ey evîndar tu jî dev ji vê kêf û şahiyê berde û bide pey xemgînî û dilbikuliya Gelavêjê û guhê xwe bide awazên qanûn û kemaçeyê yên xemxwar û keserbaz.
[123] Dema nivîskarê qudretê ruyê dildarê bi gulang û kagulên bi ser hev şikestî ve xemiland, ew li pey hev rêz kirin û bisko bisko ji hev veqetandin, gelo ew kîjan pispor e ku vê gelşa zor û tevlîhev û vê mamika xerbilî ji hev derîne û şirove bike. Na ji bilî wî Aferînendeyê hêzdar kesî din nikare. Ey dengbêj ma tu dizanî gelo rûd ‘ûd serê pêşî dema distiran çi deng û awazan derdixistin? Wan digot: ”Evîn serê pêşî hêsa û xweş bû, ew ji hevdîtin û lihevnihêrtineke xweser û besît derket holê, lê dû re ji evîndarê reben re bû zehmetî û tadeyiyeke zor ku digiha kêrta miring.
[124] Ew dildara ku fena şehzadeyan bi rûmet bû bi destê xwe yê pîroz îstekanek ji şeraba safî, ya bê toz û qirêj, bê serêşiya piştî serxweşiyê, bêtundî û tûjî û bêav û telp û tiştên din da min.
[125] Bi sedan gotin û gerandina ji devan jî têrî şirove û eşkerekirina rewşa serxweşî û evîndariyê û penhaniyên (sir) senemperestinê make.
[126] Ey evîndar tu dizanî ku tu di nava dilê min de yî û te ew ji xwe re kiriye cih û war, lê digel vê jî tu wî bi agirê evîna xwe û dojeha bengîtiya xwe dişewitînî û telef dika.
[127] Bnr. Abdullah Yaşîn, b. n. r. 118-120
[128] Bi ya min ev şi´r li ser Selahedînê Eyûbî ye ku navê wî yê eslî Yûsuf bûye û hinek şairên serdema wî piştî Yûsuf Pêxember (e. s.) wî weke Yûsufê duyemîn nîşan dane. (bnr. şi´r: Çi bi rûmettir e Misr ji welatên din ku bi herd
Yûsufan rûmetdar bûye, ma erdeke din digihêjê?
Bi kurê Yaqûb rindîya wê bi coş lerizî
Û bi kurê Eyûb jî dilovanîya wê bi serfîrazî hejîya
Ji Ebû Şame, Rewdeteyn, c. 1, beş 2, r. 369, sal 562)
[129] Mebest jê Asif Berxiyayê wezîrê Silêman Pêxember ku Şahbanya Sebaya Yemenê Belqîzayê jê re anîbû
[130] Neynika Îskenderê Zi l-Qerneyn ku li gor efsaneyê tê de hemî tiştî didît.
[131] Daxwaza Mûsa pêxember (e. s.) ku gotibû: “Xwedayê min xwe nîşanî min bide da ez te bibînim”.
[132] Ava heyatê/jiyanê ku li gorî efsaneyê kesê jê vexwe heya qiyametê namire, çawa ku Xocê Xizir weha kirîye.
[133] Muşterî gerestêra Bercîs/Jubîter û Zuhre jî Gelavêj/Nahîd/Venus e
[134] Afîtab û Şems bi farisî û erebî navên Rojê ne, kewakib jî piranîya stêrê ye yanî sed stêr li çsr kenarên wê ne.
[135] Qulzem navekî behra sor e û mebest ji deryayê jî okyanos e
[136] Ehremen û Ebyed li gor Zerdeştîyan navê du xwedawendên xerabîyê ne, mîna Şeytanê/Satanê dînên Îbrahîmî yan jî Anîzazê dînê Ezdayîyan/Êzîdîyan e.
[137] A. Yaşîn, b. n. r 118-120
[138] Ey Mela çi kesê ku bedewiya honan û ristekirina şi´rên te dibîne dilbicih dibe ku tu çav û serwerê rewanbêjan î.
[139] Bi rastî ez bi xwe serxweşekî meyxwir ji yên meyxaneyê me êdî hûn çi hêvîyê ji mestekî weke min dikin, lê di destkarî û pîşeyê evînê de ez şêx û ustadê duyemîn im û dilê min jî deryayeke pêllêdayî û dagirtîyê bi hikmet û agahên rastî ye. Îcar ev destnîşan û balkêşanên min ji her hişmend û bîrewerê dildar re mîna dermanê noşedarê ye.
[140] Jixwe ez mîrê welatê rewanbêj û xweşaxêvan im û di pîşeyê honana şi´r û qesîdeyan de cihangîr im ku gava karwanê koma evîndaran hildikişe hizûra pîroz hingê alaya min bi ser ya wan dikeve.
[141] Dilê min ji dêrê qerîya û vegeriya, ji xwe tu carî ez naçim kenişteya cihuyan jî lê birûyê dildarê mihraba min e û va bi min re ye, êdî were em herin perestgeha Ezdayîyan/Êzîdîyan ya çiyayê Laleş ku piştî serdema Eyûbîyan ji hêla Bedredîn Lu´lu´ ve û piştî wî jî heya dema Cizîrî gelek êrîş çûne ser wan û ferman li wan radibûne.
[142] Ji bo Zerdeştî û dînê berg wê
[143] Li ser evînê û dîtina wê weke hêmana pêncan ya afirandinê
[144] Ji bo Xiristîyanî û îsewîyê
[145] Ji bo cihû û mûsewîyan
[146] Ji bo Budîtî û manîyîyê, herweha mazdekî, rojperestî û yên din jî destnîşan dike.
[147] Di noteke çapa Ebd es-Selam Cizîrî de dibêje: “ Hinek zanayên Cizîra Botan ji min re gotin ku ji xazbaxçeyê mîrekên Cîzîra Botan yê navbera Birca Belek û çemê Dicle re “Baxê Îrem”, dihat gotin ku bi Bihuşta Îrema dîrokî dihat mînandin, îca dibe ku mebesta Mela jî jê ew xazbexçeyê mîrê Botan yê bi navûdeng be.” (Bnr. Ebd es-Selam Nacî Cizîrî, Şerha Dîwan Şêxê Cizîrî, Dar Spîrez, Erbîl, 2004, c. 2. r. 521, not 2).
Çavkanî
- Dr. Macid Fexrî, Tarîx el-Felsefet el-Îslamî, wergera Erebî dr. Kemal Yazici, Dar el-Mekteb li n-Neşr, Cami´et el-Emrîkî, Beyrût, 20004
- Christopher Toll, Den Arabiska Litteraturen, Atlantis, Stockholm, 2002
- Annemarie Schimmel, Mystical dimensions of Islam, wergera tirkî bi navê Tasavvufun Boyutları, Ender Gürol, Adam Yayıncılık, cıh nine, 1982
- Islam Ansiklopedisi, M. E. B., Eskişehir Anadolu Universitesi, 1977
- Dr. Zekî Mubarek, et-Tesewwuf el-Îslamî fî l-Edeb we l-Exlaq, Mekteb el-´Esrî, Beyrût, 2006
- Ebdurehman Se´îd Zengene, et-Tesewwuf Rehîqu Dîni l-Enbiya, Weşnxaneya Apekcê, Spånga, 2010
- Ebdurehman ibn Xeldûn, Muqeddimeya ibn Xeldûn, Dar el-Ceyl, Beyrût n. d.
- Svante Nordin, Filosoferna den västerländska tänkandet sedan 1900, Atlantis, Stockholm, 2011
- Dr. Seyyid Cafer Secadî, Ferheng-i Islahat ve Tabirat-i Irfanî/Tasavvuf ve Irfan terimleri sözlüğü, wergera tirkî Hakkı Uygur, Ensar Neşriyat, Istanbul, 2007
- Necmedîn Emer Nesefî & Sa´dedîn Teftezanî & Muslihidîn Mistefa Kestelî, Haşîyeya Kestelî li ser Şerha ´Eqaida Nesefî, Salih Bilici Kitabevi, Istanbul, 1966
- Ehmed Dîyaedîn ibn Mistefa, Cami´ el-Usûl fî l-Ewlîyaî we Usûl it-Terîqe we Enwa´ et-Tesewif, weşanxane, cih û dema weşanê ne dîyar e
- Anthony Kenny, Västerlandets Filosofi, Wergera Jim Jakobson, Thales, Stockholm, 2009
- Heinz Herbert Schöffler, Die Akademie von Gondischapur/Gundi-Şapûr Akademesi, Wergera tirkî, Sedat Umran & Vedii IlmenYaba, Istanbul, 2008
- Ehmedê Mela Mihemedê Zivingî, ´Iqd el-Cewherî fi Şerhi Diwani Şeyx el-Cizîrî, Metbe´eya Sebah, bêcih, 1987
- Naif Tahir Mikayil, eş-Şeyx el-Cezîrî, Spîrez, Dihok, 2005
- Xalid Cemîl Mihemed, Cizîrî Şairê evîn û şepalîyê, Dar ez-Zeman, Dimeşq, 2006
- Prof. Dr. Abdulbaki Turan, Melayê Cezîrî, Divanı ve Şerhi, Nûbihar, Istanbul, 2010
- Doç. Dr. M. Nesim Doru, Melayê Cizîrî Felsefe ve Tesevufi Görüşleri, Nûbihar, Istanbul, 2012
- Ebd ur- Rehman Şerefkendî Hejar, Şerha Dîwana ´Arifê Rebbanî Şeyx Ehmedê Cizîriyê navdarê bi Melayê Cizîrî, Sirûş, Tehran, 136. r. 585