Eb uş-Şukur Eyûb îbn Şazî/Şadî îbn Merwanê ku bi el-Melik el-Efdel Necmedîn bernavkirî ye û bavê Siltan Selahedîn Yûsuf îbn Eyûb e. Di jînenîgarîya kurê wî Selahedîn de temamê neseba wî û dîtinên cuda yên li ser bingehê malbata wî hatine nivîsîn, ji ber vê yekê jî pêwîstî tune ku em li vê derê li ser rawestin û dirêj bikin, kesê ku bivê dikare li wê derê binêre.1
Dîroknasan gotîye: “Şazî/Şadî Îbn Merwan ji xelkê Divînê û ji malbateke xwiyanî û xwedî rûmet bûye ku li wê derê hevalekî wî bi navê Cemal ud-Dewle Mucahîdedîn Behrûz hebûye. Ew hevalê wî jî yek ji çelengtirîn û naziktirînê kesên wê derê û serwexttirînê bi tevdîra karûbar bûye. Ev herdu [Şadî û Behrûz] ji hev re weke du birayan bûn, lê li Divînê bûyerek li Behrûz qewimî ku ji ber şerm û fedîya xwe ew jê (Divînê) derket. Sedemê wê jî derketina navê wî bi jina serdarekî Divînê re û xesandina wî ji hêla wî serdarî ve bû ku piştî vê navderketinê êdî ew nikaribû li wê derê bima û rabû qesta ber xizmeta mezinekî selçûqîyan siltan Xîyasedîn Mihemed îbn Melîkşah kir. Ew çû cem lalayê (perwerdekarê/mamosteyê) zaroyên wî, lala jî ew nazik û di her warî de têrûtije dît ku ji ber vê yekê jî ew li cem wî bi pêş ket û qenc hate nasîn ta ku êdî wî gelek karûbarê xwe spartê û çi gava ku karekî kurê Siltan Mesûd jî derdiket, wî ew pê re siwar dikir û dişand.
Rojekê Siltan ew bi zaroyên xwe re dît û bi lala re xeyidî. Wî [lala] jî jê re got: “Ew kole ye” û pesnê wî, yê dîndarîya wî, dilsozîya wî û şarezayîya wî da. Piştre jî carê ji bo hinek kar wî ew şand cem Siltanî ta ku dilê wî lê vebû, pê re bi setrenc û tewlayê lîst û jê hiz kir. Hima tam hingê lala jî mir û Siltanî jî yekser ew xiste cihê lala, ew ji karê xwe yê girîng re amade kir û zaroyên xwe jî sparte wî ta ku saloxê wî li wan der û doran hemî belav bû. Ew jî rabû, wî şand pey Şazî/Şadî û ew vexwend cem xwe, da here xweşîya ku tê de ye bibîne û ew qencîya ku Xwedayê teala dabû wî, pê re parve bike û her weha pê bide zanîn ku wî ew ji bîr nekiriye. Gava Şadî gihîşt cem [Behrûz], wî pir rûmet dayê û gelek qencî pê kir.
Ev yek jî rastî dema biryara Siltan ya şandina wî bi walîtî bo Bexdayê û cihgirîya wî ya wê derê hat ku ji xwe ji berê ve di nav desthilatdarên selçûqî de ev yek yanî şandina cihgirekî xwe bo Bexdayê bûbû adet. Wî xwest ku Şadîyê navgotî jî bi xwe re bibe û ew jî bi zaroyên xwe ve pê re çû. Siltan keleya Tikrîtê da Behrûz û wî jî ji Şazîyê/Şadîyê hevalê xwe çêtir tu kesê ku lê ewle bibe û wê bispêrê nedît û rabû ew şand ser wê Tikrîtê. Ew çû li wê derê ma lê demek piştre mir, gava ku ew mir wî Necmedîn Eyûbê kurê wî danî cihê wî. Wî jî rewşa wê qenc li hevanî û Behrûz jî jê re spas kir û qencî pê re kir. Ew ji birayê xwe Esededîn Şêrkoh mezintir bû.”
Weke ku dixwiyê navbera van gotinan û yên di jînenîgarîya Selahedîn de hinek cudahî heye bes Xwedê çêtir bi rastîya wê dizane. Lê ji herduyan pêkve mebest derdikeve holê û ji ber vê jî divê li wê derê jî bê nihêrtin. Her weha min di wê jînenîgarîyê de sedemê hevnasîna navbera Îmadedîn Zengîyê xwedîyê Mûsilê û Necmedîn Eyûb û Esededîn Şêrkoh jî dîyar kirîye ku loma jî pêwîst nake êdî ez li vê derê dubare bikim.2
Demek piştre carekê gava hermetek ji bo karekî xwe ji keleya Tikrîtê derketibû û di vegerê de di cem Necmedîn Eyûb û birayê wî Esededîn Şêrkoh re derbas bûbû, girîyabû. Wan jî jê sedemê girîyê wê pirsîbû û wê jî dîyar kiribû ku gava ew ji derîyê keleyê ve hatibû, îsfehsalar (serdarê keleyê) derketibû pêşîya wê. Şêrkoh ji cihê xwe rabûbû, çûbû û dest avêtibû serrima îsfehsalar, ew jê sitandibû û pê lê xistibû ta ku ew kuştibû. Birayê wî Necmedîn Eyûb jî di cih de dest danîbû ser, ew girtibû, ji Behrûz re nivîsîbû, ew ji rewşê agahdar kiribû û li raya wî ya ser bûyerê pirsîbû. Bersîva wî weha jê re hatibû: “Emekê bavê we pir li ser min heye û di navbera min û wî de dostanîyeke wisa xurt hebû ku qet rê nade ez xirabyê bi we bikim, lê bi tenê ez divêm ku hûn ji welatê min û ji ber xizmeta min derkevin û herin li cihekî din li rizqê xwe bigerin.”
Wextê ev bersîv gihabû wan êdî ew nikaribûn li Tikrîtê bimana û jê derketibûn, çûbûn Mûsilê. Ji ber qencîya wan ya berê bi atabeg Îmadedîn Zengî re wî pêşwazîya wan kiribû, qedrekî zahf dabû wan, çêyî bi wan re kiribû û gelek mîrgehên hêja dabûne wan. Piştre gava Atabegî keleya Ba´albekê vegirtibû hingê Necmedîn Eyûb kiribû cihgirê xwe û danîbû ser.
Evê han hemî di jînenîgarîya kurê wî Selahdîn de jî hatîye gotin lê belkî bi hevokên cuda. Min li Ba´albekê xankeheke sofîyan bi navê ‘Necmîye’ dît ku wî ew di dema xwe ya wê derê de ava kiribû û ew hê jî li ser navê wî mabû. Ew mirovekî pîroz û pir çêyîxwaz bû, dilê wî bi ser qencîyê ve bû, dilpak û dilsoz bû.
Ji xwe di jînenîgarîya Selahedîn de beşek ji agahên bavê wî Necmedîn Eyûb û anîna wî ya ser Ba´albekê û serpêhatîya wî ya piştre heya gihîştina wî ya Şamê hatîye gotin, ji ber vê jî hewce nake ku ez li vê derê ducar bikim.3
Gava birayê wî Esededîn Şêrkoh ji bo alîkarîya Şawer berê xwe da Misrê hingê Necmedîn Eyûb li Şamê dima û di ber xizmeta Nûredîn Mehmûd îbn Zengî (r. X.), de bû. Vêca dema kurê wî Selahedîn bû wezîrê xelîfeyê xwedîyê welatê Misrê el-Adid, hingê wî bavê xwe ji Şamê vexwend cem xwe.
Nûredîn rabû ew amade kir û şand cem ku ew şeş roj berî dawîya meha receba pêncsed û şêst û pêncan/serê adara hezar û sed û heftêyî (565/1170) gihîşt Qahîreyê. El-Adid ji bo rûmetdarîya kurê wî Selahedîn Yûsuf bi xwe derkete pêrgî wî û kurê wî Sealhedîn jî li gorî şanê kesên mîna xwe bi edeb pê re meşîya û desthilatdarîya xwe hemî pêşkêşî wî kir, lê wî ew nepejirand û got: “Kurê min bêguman tu ji vî karî re layîq bûyî ku Xwedê tu jê re hilbijartî û ji xwe pêwîst nake ku cihê kamîranîyê bê guhertin.” Ew li cem wî ma heya ku desthilatdarîya welatî bi tevayî ji Selahedîn re ma.
Piştre Selahedîn çû Kerekê ku dora wê bigire û bavê wî jî li Qahîreyê ma. Rojekê ew siwar bû ku weke adetê leşkeran here bigere; gava ew di derîyê el-Nesr de ku yek ji derîyên Qahîreyê bû, derket, hespê wî rabû pêdarê û ew li nava rê li erdê xist. Ev bûyer di duşema hijdeyê zilheceya sala pêncsed û şêst û heştan/tîrmeha hezar û sed û heftê û sisiyan (568/1173) de bû. [Yên pê re] ew rakir, bir mal lê jana wî domand ta ku ew di çarşema bist û heftê meha gotî de, pê çû. Hinek ji dîroknasan ku Îmadedîn el-Katib el-Îsfehanî jî yek ji wan e ev tarîxa roja duşemê dane, lê hinekan jî wefata wî xistîye roja sêşemê.
Min di tarîxa Kemaledîn îbn el-’Edîm de, di beşeke ku ji raveya el-’Edud Murhefe îbn Usame îbn Munqiz girtibû de dît ku tê de gotîye: ´wî di duşema hijdeyê zilhecceyê de wefat kirîye`, lê çawa dixuyê el-‘Edud ew xistîye vê gumanê. Wî bawer kirîye ku ew di roja ketina ji hespê bi xwe de mirîye jî lê ev tarîx ya ketina ji hespê bûye ne ya wefata wî, bes Xwedê çêtir dizane.
Gava wefat kir ew di çavîyeke seraya siltanîyê de li cem birayê xwe hat veşartin lê piştî çend salan bo Medîneya Pêxember (e. s.) hatin birin.
Min di tarîxa el-Qazî el-Fadil de ku weke rojane bi destnivîsa xwe amade kirîye û her roj tê de agahên wê rojê nivîsîye de dît ku di roja pêncşema çarê sefera sala pêncsed û heştêyî/gulana hezar û sed û heştê û çaran (580/1148) de di nameya Bedr el-Esed ku ji Medîneyê hatîye de, dîyar dike ku tabûta herdu mîran, Necmedîn Eyûb û Esededîn Şêrkoh gihîştîye wê derê û gora wan bûye cînarê hicreya pîroz ya Pêxember (e. s.), Xwedê wan bi cînartîya wî şa bike.
Gava Selahedîn ji Kerekê zivirî Misrê di rê de nûçe jê re hat gotin, ew zahf pê êşîya û bi ber ket ku çima ne li cem bûye. Wî ji birazîyê xwe yê xwedîyê Ba´albekê Ezedîn Ferûxşah îbn Şahînşah îbn Eyûb re bi destnivîsa Qazî el-Fadil nivîsî û ji bo bapîrê wî Necmedîn Eyûb serxweşîya wî kir.
Beşeke nivîsa wî ev e: “Bobelata ku bi serê serwerê çûyî ve hat û pir keder çêkir û tirsê zêde kir rast e, Xwedê wî bibexşîne û gora wî bi mihrîvanîyê dagire. Ji xwe hevnedîtina me jî hesreta me dupa kir. Me ji sebir û samanê alîkarî xwest, lê neda û bendê bilindtir kir. Ax ji ber çûyîyê ku em negihan serxweşîya wî û bobelat jî piştî wî bûne siviktir. Çûna wî şemla bereketê jî belawela kir û piştî hevgîhanê cudabûnê jî da ser:
Destê mirinê ew di nebûna min de zeft kir lê
Ger ez amade bûma jî ez nizanim min dê çi bikira
Zana ’Emare el-Yemenî jî bi qesîdeyeke dirêj pesnê wî daye û li ser gerandîye ku destpêka wê ev e:
Ev heja pêşî ye û yê ku sebr û hedana wî
Li ser vê tirsinakê bê xêra wî dupa dibe
Îbn Ebî Teyê edêbê Helebê jî di tarîxa xwe ya mezin de gotîye: “Necmedîn Eyûb li bajarê Şebextanê4 bûye. Hatîye gotin jî ku ew li cebel Cûrê (çîyayê Cûrê)5 çêbûye û li Mûsilê mezin bûye, lê jê pê ve tu kesê din weha negotîye. Min li vê derê bes ji bo agahdarî behsa vê yekê kir da yên ku bi vê babetê nizanin pê nexapin û rast nedêrînin, çunkî ew ne rast e ya rast ew e ku min pêşî gotîye.
Şazî/Şadî: navekî bîyanî ye, erebîya wê “ferhan” e.
Diwîn: bajarek e ku lı dawiya herêma Azerbaycanê li hêla bakur dikeve û hevsînorê Gurcîstanê ye. Ji xelkê wê re hem diwînî/diwênî û hem jîdiwenî tê gotin.6
Ew herdu mizgeft û hewzên pişta Qahîreyê yên dervayê Bab el-Nesrê jî ji berhemên Necmedîn Eyûb in. Min di hicreya raserî hewzê de dît ku tarîxa avakirina wê 566/1170-71 bû. Rehma Xwedê lê be û canê wî pîroz bidêrîne.7
Sala pêncsed û şêst û heştan (568/1172-73, Ji Rewdeteyna Ebû Şame)
Wefata Necmedîn Eyûbê bavê Selahedîn û hinek agahdarî li ser
Îmad [el-Katib el-Îsfehanî] gotîye: ”Necmedîn Eyûb siwar bû, lê li Qahîreyê li Bab el-Nesrê hespê wî rabû pêdarê û roja duşema hijdeyê zilheceyê ew li nava rê li erdê xist. Wî birin mala wî lê heşt roj piştre, sêşema bîst û heftê zilheceyê mir. Ew mirovekî qenc, dilsoz, mihrîvan û milahîm bû, dergahê wî timî bi delegasyonan dagirtîbû, maldayî bû û comerdîyê belav dikir. Kurê wî Selahedîn ne li mal bû, ew derketibû xezûyê û çûbû avêtibû ser Kerek û Şewbekê (Montrealê). Ew [Necmedîn] li kêleka gora Esedîn di çavîyeke qesra siltanîyê de hat veşartin û piştî du salan bo Medîneya birûmet ya Pêxember (e. s.) hat birin, qenctirîn mihrîvanî û silav, aştîxwazî û rêzgirî, mezinatî û qedirgirî li ser niştevanê wê bin û malbat û hevalbendên wî [pêxemberî] jî her aşt bin.”
Gora wan di kumbeta wezîrê Mûsilê Cemaledîn el-Îsfehanî de ye ku behsa wî bihurî rehma Xwedê li wan be.
Qazî Îbn Şedad jî gotîye: ”Gava Selahedîn ji cengên xwe zivirî berî ku bigihîje Misrê nûçeya wefata bavê wî Necmedîn gihîşte wî, ew pir pê êşîya ku bi saxî negihîştibû ser. Sedemê wefata wî ketina wî ji hespê bû, rehma Xwedê lê be wî pirr xweş hesp diajot û wisa mubtelayê lîstika kurreyê bû jî ku gava pê dilîst yê ku bidîta dê bigota ger ne bi ketina ji hespê be mirina wî nîne.
[Ji bo] hinek ji nameya Fadil ku hingê li ser navê Selahedîn ji Feruxşah8 re nivîsîbû [binêre li jor beşa Îbn Xellîkan r. 3]
Îbn Ebî Teyyê Helebî jî gotîye: ”Ew Mîr Necmedîn Eyûb îbn Şazî/Şadî ye, ji bavê wî Şazî û bi jor ve tu bapîrên wî yên din nayên zanîn, lê bavê min rehma Xwedê lê be, ji min re got: ”Teqyeddîn ‘Umer [Emer] carê Merwan jî lê zêde dikir û digot ‘Şazî îbn Merwan”. Min jî ji yekî bihîst ku digot: ”Şazî îbn Merwan îbn Yaqûb”.
Îbn Ebî Teyy domandîye: ”Gava Îbn Seyf el-Îslam dest danî ser Yemenê digot ku ew ji malabata Îbn Merwan îbn Mihemed el-Ce‘dîyê naskiriyê bi el-Hemmareyê xelîfeyê dawî yê emewîyan in.” Herweha wî domandîye: Min li vê yekê zahfkola ta ku tibabek ji eyûbîyan li ser derewîya wê bûne yek û eyûbî hemî ji Şazî pê ve bi kesî din nizanin. Siltan Melîk en-Nasir (Selahedîn) jî rehma Xwedê lê be, heman tiştî ji min re got.”
Delîla rastiya wê ew e ku min li weqifnameyên ser Tekîyayên Necmî yên Şamê hemî nihêrî min tê de ji Necmedîn Ebû Se‘îd Eyûb îbn Şazîyê/Şadîyê Adilî pê ve navekî din nedît.
Ev îbn Seyf el-Îslamê han Ebû-l-Fîda Îsmaîlê kurê Tuxtekînê kurê Eyûbê kurê Şazî bû û birazîyê Selahedîn bû9 ku piştî bavê xwe bûbû xwedîyê Yemenê û nefseke mezin pê re çêbû bû. Wî xwe welê mezin dîtibû ku xwe gihîştandibû emewîyan, doza xelîfetîyê kiribû û xwestibû ku xelîfetîyê ji ebbasîyan bistîne û bi paş ve li emewîyan vegerîne. Li ser vê yekê gelek helbestên wî jî hene. Wî xwe bi bernavkê el-Îmam el-Hadî bi Nûrîllah el-Mu‘îzz lî Dînîllah Emîr el-Mu’minîn bi nav kiribû û gelek şairan jî bi vê yekê pesnê wî dabû û ev karê wî pê xweş kiribû. Hinek ji helbestên wî ev in:
Bêguman ew Xelîfe el-Hadî ez im
Ku stuyê zordaran bi olaqên tazî diçemînim (164 B)
Divê ez Bexdayê bitewînim û
Weke cawfiroşan/simsaran wê belav bikim
Alayên xwe li ser şerefeyên wê biçikînîm,
Avadanîyên bav û kalê xwe vejînim
Li ser her mînberê dê xutbeya min bê xwendin
Û ez ê dînê Xwedê li herderî binumînim.
Piştre Îbn Teyy gotîye: ”Necmedîn Eyûb yekî dadmend î merd bû, ew pir nimêjkar, mihrîvan û pir xweyxêr bû, wî ji zana hiz dikir û ew hogirê qencan bû. Ew mirovekî pesindayî bû ku Îmad el-Katib jî bi çend qesîdeyan pesnê wî daye.”
Wî domandîye: ”Necmedîn Eyûb li herêma Şebextanê çêbûye, her weke ku Mueyyîd el-Dîn îbn Munqiz jî gotîye lê hinekan jî ji min re got ku Necmedîn Eyûb li Cebel Cûrê (çiyayê Cûrê)10 hatîye dinyayê, lê li herêma Mûsilê mezin bûye. Ew bi egîdî û mêrxasî mezin bûye û ketîye ber xizmeta siltan Mihemed îbn Melîkşah û gava wî jî tê de ewleyî, hişmendî, dirustîûesilzadeyî dîtîye rabûye ew danîye ser keleya Tikrîtê. Wî jî ew bi çêtirîn awayî bi rêve birîye, ew qenc li hev rast kirîye û aqarê wê ji xerab, rêbirr û zîyankaranpaqij kirîye ta ku ew hatîye avadankirin, rewşa gelê wê baş bûye û riyên wê ewle bûne.
Gava siltan Mesûd bû desthilatdar hingê keleya Tikrîtê bi meraxeyî da Mucahîdedîn Behrûzê kole ku şihneyê (serekê asayişa) Bexdayê û walîyê Îraqê bû. Ev Behrozê han serdarekî ku hikim li Îraqê hemî, li Mûsil û Îsfehanê jî dikir û hêza wî ya siwarî jî pênc hezar bû. Wî Necmedîn Eyûb li ser walîtîya Tikrîtê hişt û wîlayetên hevsînorên wê jî giş xiste bin çavdêrîya wî. Cihê wî li cem siltan Mesûd jî baş bû û Behrûz jî keleya Tikrîtê kir gencîneya mal û giranbihayîyên xwe ku ev hemî jî bi sayaserê mîr Necmedîn ûşarezayîya karbidestîya wî pêk hat.
Necmedîn di çavê xelkê de dîndar, xweyxêr û sîyasetmedarekî mezin bû. Ji dîndar û zanayan çi kesê ku di cem wî de çûbe ew bê birina mal û mêvandarîyeke çê derbas nebûye û li kîja bajarî navê dîndarekî seh kiribe jî hemin şandîye pey û ew vexwendîye.
Îmad el-Katib di Sîret el-Selçûqîye de behsa Necmedîn Eyûb kirîye û bi xweşî pesnê wî daye; li ser dîndarî, kedhelalî û wefadarîya wî ya pir û xweyxêrîya wî gelek tiştên qenc gotîye û bûyera apê xwe Ezîz jî ku ji hêla wezîr el-Derkezînî11 ve li keleya Tikrîtê hatibû zindan kirin nivîsîye û dîyar kirîye ku çendî fermana kuştina wî li Necmedîn hatibûye kirin jî lê wî ew neanîye cih ta ku Behrûz bi xwe rabûye fermana El-Derkezînî pêk anîye.
Piştre siltan Mes‘ûd leşker daye hev û ji bo desthilatdarîyê derketîye. Wî û Atabeg Zengî îbn Aqsenqer çavê xwe berdabû Bexdayê û ew bi leşkerekî pirr ve çûn heya Tikrîtê da herin Bexdayê vegirin. Gava ev nûçe giha guhê atabeg Qeraca el-Saqî îbn Siltan Mehmûd ew rabû hezar siwarî xiste pêşîya Zengî û piştre leşkerekî zahftir jî şande alîkarîya wan. Zengî şikîya, tibabek ji hevalên wî hatin kuştin, tiştê ku bi leşkerê wî re bû hemî hat talan kirin û wî bi çend birînan ve xwe avête ber sûra Tikrîtê.
Necmedîn Eyûb û birayê xwe Şêrkoh pê hisîyan û çûn ew bi werîsan kişand keleyê û birînên wî derman kir. Wan xizmeteke baş jê re kir, nêzîkayî jê re nîşan da û panzdeh rojan ew li Tikrîtê li cem xwe hişt. Piştre gava ew dê bizivirîya Mûsilê pêwîstîya wî bi pertalan çêbû, wan jî çi pertalên ku li cem wan hebûn digel dawarên pêwîst ji bo barkirina pertalên xwe li wan, dane wî.
Zengî ev bidesgirtina ku ji Eyûb dît û ev qencîya ku pê re kiribû ji bîr nebir û heya ku ew li Tikrîtê dima jî timî jê re perû û dîyarî rêdikirin. Vêca dema ew (Necmedîn) ji wê derket çawa ku em dê bibêjin, Zengî ew bi dilxweşî û camêrî pêşwazî kir, pir qedrê wî girt û çend mîrgeh dane wî.
Necmedîn Eyûb Tikrîtê bi baştirîn sîyasetê birêve biribû û xwe bi xelkê wê hemî dabû hiz kirin. Birayê wî Şêrkoh jî ku mêrxas û palewanekî çê bû pê re li keleyê bû, ew ji bo kar û bar ji keleyê dadiket û hildikişîya wê, lê Necmedîn bi xwe qet ji keleyê danediket. Rojekê Esededîn ji bo karekî ji keleyê daketibû û piştre dîsa zivirîbû. Vêca gava Esdedîn hilkişîyabû keleyê hingê katibê xwedîyê wê yê xiristîyan ku berê di navbera wî û Esededîn de xirecir derketibû, ew dîtibû û gotineke çors pê kiribû. Esededîn jî hingê qet nemerdî nekiribû û rabûbû şûrê xwe kişandibû, ew kuştibû û hilkişîyabû keleyê. Ji ber tirs û heybeta wî ti kesî newêribû li ser yê xirsitîyan biqewimîne û hima bi nigê wî girtibû û ew di keleyê de avêtibû xwar.
Ew bûyer gihabû guhê Behrûzê xwedîyê keleya Tikrîtê û mirovekî ew [Behrûz] bi dilêrîya Esededîn û xurtîya eşîra wî tirsandibû û pê dabû zanîn ku xelk pir ji birayê wî Necmedîn hiz dike, jê xweş e û ji ber vê jî çi dema ku libtek ji wan derkeve dê encama wê tirsinak û rêlibergirtina wê jî zehmet be. Ji bo vê yekê jî ew rabû wî ji bo kirina birayê wî lome lê kir û ferman kir ku keleyê bispêre kesê ku nameya wî dibe. Necmedîn bi sernermî û erênî bersîv da û ji mal, zarok û malbat çi tiştê wan yê li keleyê hebû daxist û bi birayê xwe ve kete rê û qesta Mûsilê cem Îmadedîn Zengî kir.
Hatîye gotin jî ku Esededîn hê berî Necmedîn ji keleyê derketibû û çûbû.
Çûna Necmedîn ji pişta wan pir li zora xelkê keleyê hatibû û kesek di keleyê de nemabû ku ji bo verêkirina wî derneketibû û her weha ji bo veqetana wî xemgînîya xwe nîşan nedabû û eşkere negirîyabû.
Gava ew gihîştin cem Atabeg Zengî ew bi hatina wan şa bû û ferman kir ku bi dêlindêzê herin pêşîya wan. Wî gelekî qedrê wan girt û li herêma Şehrezorê meraxeyên hêja dane wan. Hatîye gotin jî ku li Muezzerê12 mîrgeh daye Esededîn.
Di navbera Esededîn û Cemaledînê wezîr de dostanîyeke welê pir çêbû ku herduyan ji hev re sond xwar ku di saxî û mirina xwe tev de bi karê hev re rabin. Cemaledîn li ser karê Esededîn û Necmedîn kudand ta ku wan di dilê atabeg Zengî de şêrîntir kir û ew li cem wî gihandin pêplûka herî bilind. Ew pê re çûn heya erdê Şamê, ketin cenga kafir û şerê firengan. Bêguman di payebilindîya wan de rolekî mezin yê mêrxasîya Esededîn û dilêrîya wî jî hebû.
Bavê min rehma Xwedê lê be ji min re qal kir ku Se‘d el-Dewle Eb ul-Meyamin el-Mu’melîyê havalê Necmedîn jê re gotîye û herweha ev bûyer ji Mecdedîn îbn Daye el-Melîk el-Salih jî hatîye bihîstin ku Husamedîn Senqerê xulamê mîr Necmedîn Ebû Talib ku berê xizmeta Necmedîn Eyûb îbn Şazî/Şadî jî kirîye gotîye: “Gava Nûredîn îbn Zengî di destpêka sala pêncsed û şêst û heftan/hezar û sed û heftê û yekê [567/1171] de Necmedîn şande Misrê cem kurê wî Siltan el-Melîk en-Nasir da xutbeya misrîyan bi birre û ya Ebasîyan bixwîne, hingê ez jî pê re bûm. Weha çêbû ku gava Siltan el-Melîk en-Nasir û bavê xwe mîr Necmedîn li koşka wezîrtîyê civîyabûn û pêkve li ser textê siltanîyê rûniştibûn, civat jî bi mirovên herdu dewletan dagirtîbû û xelk di kêf û şahîyeke hişbir de bû, ez jî amade bûm. Ew hê di wê rewşê de katibekî xiristîyan ku di ber xizmeta mîr Necmedîn de bû, hat, erda ber Siltan el-Melîk en-Nasir û bavê wî Necmedîn maçî kir û berê xwe da Necmedîn û got: ‘Serwerê min maneya gotina min ya dema ku ev Siltan hê ji te re bûbû, ev bû.’ Necmedîn kenîya û got: ‘Bi Xwedê rast e’.
Piştre wî ji Xwedê re spas kir, qencîya wî şêkirand, pesnê wî da û li civata dora xwe ku tije şarezayên mezin, qazî, serdar û mîrek bû, zivirî û got: ‘Di bin gotina vî xiristîyanî de serpêhatîyeke balkêş heye ku ew jî ev e: Di wê şeva ku ez bi vî kurî yanî Siltan el-Melîk en-Nasir xwedîpar bûm, xwedîyê Tikrîtê ferman li min kiribû ku ez ji ber kirina birayê xwe Esededîn Şêrkoh ya kuştina wî katibê xiristîyan, ji keleyê derkevim. Ez jî tam hogirî keleyê bûbûm û ji min re bûbû weke welatê min, ji ber vê jî li zora min hat ku ez hê ji nû ve rabim berê xwe bidim devereke din û ji ber vê jî ez pir xemgîn bûbûm. Hê ez di wê rewşê de mizgînîya bûna wî ji min re hat. Min ew bêoxir dît, ez li tiştê ku bi serê min ve hat şaşmayî mam û ji ber vê jî ne ez pê şa bûm û ne jî ji min re bû mizgînî. Em ji keleyê derketin lê ez hê jî di bin tesîra wê bêyomîyê de bûm û ez ne nêzî behsa wî bûbûm û ne jî min nav lê danîbû.
Ev xiristîyanê han jî katibê min bû, gava dît ku ez ji wî tifalî aciz bûme û bêyomîya wî sedemê vê bûyera bi serê me de hatî dibînim ew rabû wî ji min destûra axavtinê xwest, min jî destûr dayê û wî jî weha got: ‘Serwerê min, min ji ber bûna vî gedeyî di we de çêbûna dudilîyekê dît. Lê ma wî çi bar di gunehan de heye û ji ber çi ew vê yekê ji te heq dike? Ji xwe dîyar e ku ti kar û zirarê wî tune û tiştek jî jê nayê! Ev bûyera ku li te qewimîye biryareke Xwedayê teala ye û çarenivîsa te bi xwe ye. Piştre kê dizane, belkî ev gede bibe şahekî navdar û payebilind’. Ev gotina wî ya hingê dilê min xweş kir û niha jî ew wê tîne bîra min. Civat li vê lihevrasthatinê şaş bû û Siltan û bavê wî jî hemdê Xwedayê pak kir û jê re spas kirin.”
Şair ‘Umare jî hinek helbestên pesn û gerandinê li ser Necmedîn nivîsîye ku hinek ji wan ev in:
Dem û dewran bi Necmedîn bişirî ne
Û hertim rûyê wî bi rûmetê geşbûyî ye
Ew lê didomîne:
Nîl bi te bû hecî û ´umrî
mîna ku Beyt û Kabe ketibinê
Dema kurên te hatin, hêza dîn belawela bû
Wan pirr tê koşa ta ku niha ew tekûz bû
Berî dîtina wan ti kes tê negiha
ku li ser erdê par tê belavkirin
Çavên cîhanê bi saya dadmendîya wan kete xew
Çawa ku hişyarîya me jî di dema wan de bû xewn
Nasirê kurê te jî têra herderdî dike
Û ji xwe tu xumam jî li ser bûyeran nemaye
Wî kûrana me bi hêz û qencîyê rûmetdar kir
Û tirs û nebûnê jî ji xwe ji cem me bar kir
Deşt bi şahekî Eyûbî bişirî
Û ezm û desthilat ji hêza wî re serî danî
Ji gerandinên wî jî:
Ev heja pêşî ye û yê ku sebr û hedana wî
Li ser vê tirsinakê bê xêra wî dupa dibe
Ez spêdeya çarşemê kirêt dikim çiku wê
spêdeya xwe bi birekên mirinê bişirand
Rojê bela anî serê stêra xwe
Masî û sîsyaroka bayê bang dikin:
Lome li me nekin û li me biborin
Lê yê li ser çûna Eyûb bigirî uzrê wî dîyar e13
(———)14
Mîr Necmedîn Eb uş-Şukur Eyûb îbn Şadî(Ji Bîdaye we n-Nîhayeya Îbn Kesîr)
[Mîr Necmedîn Eb uş-Şukur Eyûb îbn Şadî]îbn Merwan, hinekan Merwan îbn Yaqûb jî lê zêde kirîye, bes yekîtî li ser çêbûye ku piştî Şadî ji neseba wan kesî din nayê zanîn. Ecêb e ku hinekan ew gihandîye neseba xelîfeyê dawî yê emewîyan Merwan îbn Mihemed, lê ev ne rast e û yê ku pê ev doz dane kirin Ebû-l-Fîda Îsmaîl îbn Tuxtekîn îbn Eyûb îbn Şadî ye û bi Îbn Seyf el-Îslam naskirî ye. Ew piştî bavê xwe bûye desthilatdarê Yemenê, doza xelîfetîyê kirîye û bernavkê Îmam el-Hadî bî Nûrîllah li xwe kirîye. Ev doz wisa pê hatîye şêrîn kirin ta ku wî helbest jî li ser gotîne.
Bêguman ev doza wî ne yeke rast e, ew bêbingeh e û xwepêgireke wê jî nîne. Em bên ser mebestê; Mîr Necmedîn ji Esededîn Şêrkoh mezintir e û li erdê Mûsilê hatîye dinê. Ew mirovekî mêrxas bû. Gava ew ket ber xizmeta şah Mihemedê kurê Melîkşah û wî jî tê de şarezayî û ewleyî dît rabû dizdarîya keleya Tikrîtê dayê, wî jî bi dadmendî lê desthilatdarî kir. Ji xwe ew qenctirîn mirov bû. Piştre dema melîk Mesûd ew bi mîrgehî da şihneyê (serekê ewlekarîya) Îraqê Mucahîdedîn Nehrûz15 jî dîsa ew lê (Tikrîtê) ma.
Di demekê de gava melîk Îmadedîn Zengî ji ber Qeraca el-Saqî şikîya û tê [Tikrîtê] re derbas bû hingê wî (Necmedîn) ew hewand, xizmeteke pirr û baş jê re kir û birînên wî derman kirin. Ew pazde rojan li cem wan ma û piştre zivirî welatê xwe Mûsilê. Dû re weha qewimî ku Necmedîn Eyûb yekî xiristîyan seza kir û ew kuşt, hinekan jî gotîye ku birayê wî Esededîn Şêrkoh ew kuştîye lê ev yek [kuştina Necmedîn yê xiristîyan] dijî awayê gotina Îbn Xellîkan e. Çunkî ew weha dibîje: “Carekê gava qerwaşek ji karekî xwe vegerîyabû hingê gilî kiribû ku îsfehsalarê ber derîyê keleyê bi pey wê ketîye. Esededîn jî hima ji cem rabûye û çûye serrimekê avêtiye wî û ew kuştîye. Birayê wî Necmedîn jî ew girtîye, ji Mucahîdedîn Nehrûz re jî nivîsîye û ew ji bûyerê agahdar kirîye. Wî jî weha bersiv daye: “Emekê bavê we ku berî Necmedîn ew cihgirê wî (Behrûz) yê ser vê keleyê bû li ser min pir e û ji ber vê jî ez nikarim tu xirabî bi we re bikim, lê hima ji keleya min bar bikin.” Yanî Nehrûz/Behrûz ew ji keleya xwe derxistine.
Di wê şeva derketina jê [ji keleyê] de Melîk en-Nasir Selahedîn Yûsuf jê re bûye. Wî gotîye ku; “Ji ber wendakirina welat û bajarê xwe min ew bêoxir didît”. Lê hinekan jê re gotîye: “Em dibînin ku tu bêyomîyê di vî zarokî de dibînî lê dibe ku ev zarok bibe fermandarekî mezin û bi navûdeng” û weha jî bû. Ew çûn ketin ber xizmeta melîk Îmadedîn Zengîyê bavê Nûredîn. Piştre ew li cem Nûredîn man, bi pêş ketin û cihên wan bilind bû. Ew peyeberz bûn heya ku Nûredîn, Necmedîn Eyûb kir cihgirê xwe yê Ba´albekê16 û Esededîn jî bû mezintirîn serdarê wî. Ew [Necmedîn] demeke dirêj li Ba´albekê ma û piranîya zaroyên wî li wê derê jê re bûn.
Paşê rewşa wî ya çûna Misrê ku me berê qal kir, çêbû û dû re jî di meha zilheceyê de ew ji ser hespê xwe terabû û heşt roj piştî ketinê jî, yanî di bîst û heftê zilheceya vê salê (568/1173) de mir. Hingê kurê wî Selahedîn dora Kerekê girtibû û ne hazir bû. Vêca gava nûçeya mirina wî gihîştê pir pê êşîya û bi ber ket ku çima neamade bû. Wî bi şewat û xemgînî name şand û ev helbest li ser nivîsî:
Destê mirinê ew di nebûna min de zeft kir lê
Ger ez amade bûma jî ez nizanim min dê çi bikira
Necmedîn Eyûb yekî pir nimêjkar, rojîgir û xwedîxêr bû, ew dilpak, camêr û pesindayî bû. Li ser vê yekê Îbn Xellîkan gotîye: “Li welatê Misrê xanqahên (xankahên/tekyeyên) wî hene û li dervayê Derîyê Nesr yê Qahîreyê jî mizgeft û selebên (karêzên) avê yên wî hene ku wî ew di sala 566/1170yî de kiribû weqif.” Ji xwe li Şamê jî xanqaheke wî bi navê el-Necmîye heye. Gava kurê wî derketibû rêwîtîya Kerekê hingê jê hêvîya birêveberîya karûbarê Misrê kiribû heya ku vegere û berê jî karûbarê gencîne û darayîyê spartibû wî. Ew qenctirîn mirov bû ku gelek şairên nola Îmad û hinekî din pesnê wî dane û gelek li ser gerandine, çawa ku şareza Ebû Şame di [berhema xwe ya bi navê] Rewdeteynê de jî qal kirîye [binêre li jor beşa Rewdeteynê r. 7]. Ew li cem birayê xwe Esededîn li saraya mîrîtîyê hatîye veşartin, lê piştre di sala pêncsed û heştêyî [580/1184] de pêkve bo Medîneya Pêxember (e. s.) hatine veguhastin û li wê derê di kunbeta wezîr Cemaledîn el-Mûsilîyê destbirayê Esededîn Şêrkoh de ku behsa wî bihurî û di navbera gora wî û mizgefta Pêxember (e. s.) de bi qasî heft zîra´an [4.2m] bû, hatin alîgor kirin.17
Li gorî ku ji van çavkanîyên jorîn û gelekên din jî tê zanîn û her weke ku Elî Beyûmî jî Dîyar dike, Necmedîn Eyûb mirovekî pêbawer, jêhezkirî, şareza û ji bo biryarên bi rêkûpêk yên li gorî dem û rewşê jîrikê malbata xwe bûye. Ji xwe dûrbînîya wî ji dema alêkarîya wî ya bi Îmadedîn Zengî ve jî dixuyê, çiku digel şerê wî (Zengî) bi mezinê xwedîyê keleya ku lê dizdar bû, re û têkçûna wî di cenga li himberî Qereca el-Saqî de jî dîsa wî di Zengî de pêşerojeke baş û pêşengîyeke birêkûpêk dîtibû û xwe bêhtir nêzî wî kiribû. Ji ber vê dûrbînîyê jî wî ji malbata xwe re cihekî baş û qedrekî bilind li cem berendamê xurttirîn yê desthilatdarîya herêmê peyda kiribû û bi vî awayî jî ew bi bira û malabata xwe ve hem ji hêla îdarî û hem jî ji hêla leşkerî ve li cem Zengîyan gihabûn pêplûka herî bilind ku bêguman pareke mezin ya mêrxasîya Şêrkoh û leşkergêrîya wî jî tê de hebû.
Herweha digel ku ew walîyê Ba´albekê yê Îmadedîn Zengî bû jî gava ew (Zengî) miribû û xwedîyê wê yê kevn Mu´îneddîn Unir (Onur) dora wê girtibû da wê bi paşve vegire wî hema ev fersend bi kar anîbû û pê re li ser destkeftîyên hêja yên mîna mîrgehên dewlemend û fermandarîya leşkerî ya girîngtirîn bajarê herêmê yanî Şamê li hev kiribû û Ba´albek bi paş ve dabû. Bêguman wî ev yek ji bo pêşveçûna ber bi desthilatdarîyê ve girîng dîtibû ku loma digel dijderketina birayê wî Şêrkohê serleşkerê sipaha Nûredîn û rexnegirîya wî ya bi devê Nûredîn jî dîsa wî ev biryar dabû. Herweha gava fersend çêbûbû û hêvîya desthilatdarîyê li cem Nûredîn bêhtir xwiya kiribû jî hingê bi şertê destkeft û îmkanên hê çêtir wî Şamê teslîmî Nûredîn Zengî kiribû û bi vê yekê jî payeyeke wisa bilind li cem Nûredîn jê re çêbûbû ku êdî dikaribû bêdestûr here cem û di hizûra wî de rûne. Ji xwe heya hingê û piştre jî jê pê ve ne tu kes û ne jî tu serdar bêdestûr ne karibûne li cem Nûredîn rûnên û ne jî rûniştine.18
Ji xwe şêwirdarî û rêşînasîya Necmedîn Eyûb ji malbata wî re hê ji wextê dizdarîya wî ya Tikrîtê ve û piştî wê jî di qada jîyanê hemî de eşkere xuya dike. Lêbelê ev yek hê bêhtir di dû bûyerên biryardar yên dema serekfermandarîya Şêrkoh û wezîrtîya Selahedîn de derdikeve holê. Lewra di wan bûyeran de wî bi şîretên xwe yên hêja û dûrbînîya xwe ew ji xeterên ku dê piştre wan ber bi têkçûnê ve bibirina, xelas kirine, ew hino hino ber bi desthilatdarîyê ve nêz kirine û ew gihandine destpêka damezrandina desthilatdarîyeke ku bîr û hizrên wê hê ji dema Tikrîtê ve di dilê herdu birayan de hebûye. Bêguman ji bo vê yekê ev herdu bûyer jî pir balkêş in.
Yek jê ew e ku di sala 1149an de gava Nûredîn nexweş ketibû û her ku çûbû nexweşîya wî xedartir bûbû ta ku êdî mirina wî di nav xelkê de belav bûbû. Hingê Şêrkoh jî dema li Himsê li derebegîya xwe mirina Nûredîn bihîstibû hahakê rabûbû û berê xwe dabû Şamê da here wê vegire. Lêbelê Eyûb ku heya hingê jî walîyê Şamê bû, li hemberî wî derketibû û jê re weha gotibû: “Tu bi vê yekê me têk dibî! Ya baş ew e ku tu vegerî Helebê. Vêca ger ku Nûredîn sax be hingê tu dê li karê xwe bidomînî, lê ger ku miribe ji xwe va em li Şamê ne û tiştê ku pêwîst be em dê bikin.” Ew rabûbû çûbû Helebê û dîtibû ku nûçeya mirina Nûredîn ne rast e û herweha fêm kiribû ku vê şîreta Eyûb jî ew ji karekî bêwext ku dê bubûya sedemê têkçûna armanca malbatê xelas kiribû.19
Ya duyemîn jî bûyera geflêxwarina Nûredîn û civîna Selahedîn bi serdaran re bû ku li ser vê yekê Îbn el-Esîr weha gotîye:
“Di vê salê (567/1171) de hinek bûyeran weha kir ku Nûredîn di bin de bi dizî li kirinên Selahedîn bikole. Sedemê vê yekê jî ew bû ku; Selahedîn Yûsuf îbn Eyûb di maha seferê ya vê salê de ji bo xezayê ji Misrê berê xwe dabû welatê firengan; ew çûbû ser keleya Şewbekê ku di navbera wê û ya Kerekê de qonaxa rojekê bû û dora wê girtibû. Wî bi wan re şer kiribû heya ku zora wan biribû û ew bêgav mabûn jê daxwaziya ewlehiyê û deh roj moledanê kiribûn, wî jî ew dabû wan.
Dema Nûredîn ev serkeftinên Selahedîn bihîstibû rabûbû ji Şamê bi rê ketibû û çûbû ku ji hêla din ve têkeve welatê firengan. Hingê hinekan ji Selahedîn re weha gotibû: ´Ger ku Nûredîn têkeve welatê firengan û ew jî di vê rewşa xerab de bimînin, tu ji hêlekê ve pêve herî û Nûredîn jî ji hêla din ve pêve were dê Nûredîn welatê wan vegire. Ji xwe dema ew ji rê derkevin hingê li Misrê cihekî hemberê Nûredîn namîne. Încar ger ew were vê derê û tu jî li vê derê bî divê tu pê re bibi yek û hingê jî tiştê ku bivê dê bi te bike, yanî ger ku bixwaze dê te bihêle lê ger ku nexwaze ê te bavêje û ji xwe tu nikarî nehêlî jî. Nexwe ya baş ew e ku tu bizivirî Misrê.`
Ji ber vê yekê wî [keleya] Şewbekê venegirt û ji wir fitilî Misrê, herweha wî ji Nûredîn re jî nameyek rêkir, jê daxwziya bexşandinê kir û tê de diyar kir ku ji ber gihîştina nûçeyên xirecir û tevlîheviyên ’Elewiyan, ew bi lez zivirîye Misrê. Hem ew tirsiyaye ku ger ew ji wê derê dûr bimîne, dê gelê wê (Misrê) dijî cihgirên wî rabin wan jê derxin û nehêlin ku ew dagerin wê derê û bi vî awayî wî gelek sedem rêzkirin. Lê Nûredîn ev sedemên lêborînê nepejirandin, jê aciz bû û qest kir ku here wî ji Misrê bike der.
Ev nûçe belavbû û Selahedîn jî pê hisiya, ew rabû wî mirovên xwe digel bavê xwe Necmedîn Eyûb, xalê xwe Şehabedîn Harimî û hinek serdarên din jî li hev civand, armanca Nûredîn û meşa ber pê ve ji wan re got û bi wan şêwirî. Dema bi yek gotinekê jî kesî bersîva wî neda, hingê birazyê Selahedîn Teqyedîn ’Umer rabû piya û got: ”Gava ku were em dê herin şerê wî û nahêlin ku têkeve welatî” û mirovên wan yên din jî jê re erêkirin. Necmedîn Eyûb dijî vê derket, bi wan re xeyidî, pesnê Nûredîn da, piştre siqêfa bi Teqyedîn kir ew da rûniştandin û ji Selahedîn re got: ”Ez bavê te me û evê han jî xalê te Şehabedîn e, em herdu jî ji vanên ku tu wan dibînî hemîyan nêzîktirê te ne û pirtir ji te hez dikin, lê bi Xwedê ger ez û xalê te em Nûredîn bibînin em xwe li cihê xwe ranagirin û em dê erda ber nigê wî ramîsin û ger ew ji me bivê jî em dê şûr jî bavêjin serê te. Haa erke ku em weha bin êdî tu yên din jî texmîn bike.
Ji xwe kîja serdarê ku tu wî li cem xwe dibînî dema Nûredîn bi tenê bibîne ew xwe li ser zînê hespê xwe ranagire. Ya rastî ev welat yê wî ye û em bende û cihgirên wî ne, gava ku bivê te biavêje ew vîyana wî dê li ser ser û çavên me be. Ya çak ew e ku tu nameyekê bi Necabê postebir re rêkî û tê de bibêjî: ´Min bihîstiye ku tu dê ji bo welatî werî vê derê, ma çi hewceye ku tu xwe rat bikî û werî heya vê derê? Hima kole Necab bişîne, bila qetikekî bêxe stuyê min û min bîne heya cem te, ji xwe tu kesê ku nehêle jî li vê derê nîne`.
Li ser vê gotinê serdar û kesên din yên li wir giş rabûn û ji hev belavbûn. Dema Eyûb û Selahedîn bi tenê man hingê wî jê re got: ´Te bi çi hişî ev yek kir? Ma tu nizanî ku dema Nûredîn bibihîze em nahêlin ew were vê derê û em pêre cirê bikin, hingê em dê jê re bibin berê herî mezin û karîna pê hê zortir dibe? Lê niha dema fermanberiya me bibihîze wê dev ji me berde û bi hinekî din ve mijûl bibe, hingê desthilatdarî jî dê li karê xwe bidomîne. Bi Xwedê ger Nûredîn doza zilekê jî bike ez dê pêre şer bikim û nadimê yan jî ez ê bême kuştin.`
Selahedîn rabû wek jê re hate nîşandan kir û Nûredîn jî – çawa ku Eyûb texmîn dikir – dev ji wan berda û bi hinekî din ve lepikî. Heya ku Nûredîn mir jî careke din qesta wî nikir û Selahedîn jî bû xwediyê welatî. Ji xwe eva han dîtina baştirîn û ya qenctirîn bû jî.”20
Ji bilî van agahên jorîn Îbn el-Esîr li ser destpêka rewşa Necmedîn Eyûb û birayê wî Esededîn Şêrkoh jî weha dinivîse:
“Destpêka rewşa Şêrkoh û sedemê çuyîna wî ya cem Nûredîn weha bû: Ew û birayê wî Necmedîn Eyûb kurên Şazî/Şadî bûn ku ji herêma Diwînê/Divînê bû. Eslê wan ji kurdên rewadî ne ku yek ji bişereftirîn azbatên kurda ye. Ew ji wê derê hatine Îraqê û ketine ber xizmeta Mucahîdedîn Behrûz ku şihneyê (serekê ewlekarîya) Bexdayê, bû. Wî dît ku Necmedîn mirovekî zana, xwedî dîtineke berfireh û xuyekî xweş e – ew ji Şêrkoh mezintir bû – rabû keleya Tikrîtê ku hingê ya wî bû, dayê û ew kir dizdar û cihgirê xwe yê wê derê.
Necmedîn Eyûb tevî birayê xwe Şêrkoh çû li wê derê bi cih bû. Dema şehîd Atabeg Zengî îbn Aqsenqer li Îraqê ji ber Qerace el-Saqî şikest – çewa me di behsa sala 526/1131ê de bihûrand û reviya Tikrîtê hingê Necmedîn xizmeta wî kir keştiyan jê re ray kir, bi wan ew û hevalên wî li Dîcle derbas kirin û bi xêr û xweşî û rêk û pêk ew bi rê kirin.
Demek piştre Şêrkoh li Tikrîtê yekî ku gelşek ketibû navbera wan, kuşt û li ser vê yekê jî Behrûz ew ji keleyê derxistin, wan jî berê xwe da cem şehîd Zengî. Wî xizmet û alîkariya ku pê re kiribûn bibîranî, qenciyê bi wan re kir û meraxeyeke hêja da wan. Piştre ku Zengî keleya Ba´albekê zeftkir hingê Eyûb kire mezinê wê. Wextê şehîd hate kuştin û leşkerê Şamê dora Ba´albekê girt, hingê Eyûb jî lê bû û rewşa wî pir nexweş bû. Wî çaxî Seyfedîn Xazî îbn Zengî jî bi lihevrastkirina bajarên din ve lepikîbû û ji ber vê yekê jî ew bêgav bû û keleyê da Şamiyan. Eyûb rabû keleyê, bi şertê mîrgeheke ku ew dixwaze bidinê, teslîmî wan kir, wan daxwaza wî pejirand û bû mezintrîn serdarê Şamê.
Birayê wî Esededîn Şêrkoh jî ku hê di saxiya bavê Nûredîn Mehmûd de jî serkariya wî dikir piştî kuştina bavê wî Zengî êdî bi tevayî gihîşte wî. Dema Nûredîn ew nêzîkî xwe kir û ew da pêş, pê re mêrxasiyeke ku ji kesî din nayê, dît û rabû milkê destê Şêrkoh zêde kir heya Hims, Re’hbe û hinek deverên din jî xiste bin destê wî û ew kir serekleşkerê xwe. Gava Nûredîn xwest ku Şamê vegire ew şande cem birayê wî Eyûb ku hingê li wir dima û ji bo vegirtina wê daxwaziya alîkariyê jê kir. Wî daxwaziya Nûredîn bi şertê ku ew û birayê wî çi der û mîrgehên ku bivên bide wan, pejirand. Wî soz da wan û wan jî çawa ku bihûrî, bajarê Şamê jê re vegirt. Wî jî sozê ku dabû wan anî cih û herduyan kire mezintrîn serdarên xwe. Piştî vê yekê gava wî xwset leşker bişîne Misrê, ji bo vî karê mezin û vî cihê bi xeter jî ji Şêrkoh pê ve kesî din nedît û rabû ew şand; Şêrkoh jî tiştê me got kir.”21
Divîn
Bêguman çawa ji van berhemên jorîn ku bingehên berhemên agahdêr yên ser Selahedînê Eyûbî û malbata wî ne, jî tê zanîn hema çi bigir hemî lêkolîn û çavkanîyên ku di vî warî de heya niha ketine destê min (bi hûr girên xwe ve ji pêncî berhemî bêhtir in) malbata wan ji xelkê Divîna Ermenîstanê û pisên rewadîyên azerbaycanê dihesibînin. Ji xwe di vî warî de ya belavbûyî jî ew e ku bapîrên wan Şadî bi zaroyên xwe û malbata xwe ve piştî kuştina Fedlûnê III (sêyemîn) û sernixûnbûna desthilatdarîya şedadîyên pismamên xwe ji Divînê barkirîye û berê xwe daye cem dostê xwe yê kevn Mucahededîn Behrûzê şihneyê (serekê ewlekarîya) Bexdayê û dû re jî bûye dizdarê (walîyê) keleya Tikrîtê.
Lêbelê du lêkolînên ku vê dawîyê ji hêla Ebd el-Xaliq Sersam û Muhsin Muhemmed Huseyn ve hatine kirin û îsal ketin destê min agahine ku bi gelemperî ji yên heya niha cud ne, pêşkêşî xwendevanên xwe dikin û gelek agah û zanînên me yên ser cih û warê malbata eyûbîyan û heya radeyekê jî ser hoza wan serûbin dikin.
Ez dixwazim li vê derê hima bi kurtî be jî hinek agahdarî li ser dîtin û lêkolînên wan yên ser vê babetê bidim beşek xwendevanên dîroka kurdî. Li gorî van herdu lêkolînerên dîroka kurdî hatina Şadî bi herdu kurên xwe yan jî bi malbata xwe ve ji Divîna Ermenîstanê/Azerbaycanê şaşîyek e ku serê pêşî ji herdu nivîskarên serdema Selahedîn derketîye. Yek jê Behaedîn Îbn Şedad e ku katibîya Selahedîn kirîye, li ser jîyana wî kitêbek nivîsîye û tê de gotîye “Eyûbê bavê Selahedîn li Divînê çêbûye”. Yê din jî Îbn el-Esîr e ku ew jî di dema Selahedîn de jîyaye û di kitêba xwe ya el-Kamil fî t-Tarîx de gelek behsa ceng û xebatên Selahedîn kirîye û tê de nivîsîye ku “Bav û kalên Selahedîn ji Divîna herêma Azerbaycanê bar kirine, hatine Îraqê cem Mucahîdedîn Behrûz û wî jî ew danîne ser Keleya Tikrîtê ku mîrgeha wî bûye”.
Bes Yaqût el-Hemawî jî di berhema xwe ya Mu´cem el-Buldan (Ferhenga Welatan) de di xala Diwînê (Divînê) de wê dixe ber Arana ku dikeve dawîya tixûbê Azerbaycanê û nêzî Tiflîsê. Herweha dîroknasên din yên ku piştî wan hatine jî bi wan bawer bûne û bê ku lê bikolin hima yekser eynî tiştî nivîsîne, çendî ku Îbn Xellîkan lê varqilîye û xwestîye ku wê li hev rast bike jî gava ku gotîye “Divîn ji hêla Aran û Gurcîstanê ve dikeve dawîya deverên Azerbaycanê” lê ji ber ku wî jî deverê nedîtibûye nikaribûye wê tam bi cih bike.
Ew [A. Xaliq Sersam û Muhsin M. Huseyn] dîyar dikin ku ya rastî ne Aran ji herêma Azerbaycanê bûye û ne jî Divîna ku dîroknasên ereban jê re Debîl gotîye ji herêma Aran yan jî Azerbaycanê bûye, lê belkî ew Debîla ku mebest jê Divîn e, ger rast be ew di ber aqarê Ermenîstanê de bûye.
Ew piştî ku li gorî xwe van şaşîyan hemî derdixin holê, dîyar dikin ku Divîneke kevnare li cem bajarê Selahedîn yê niha yanî Pîrmama ku dikeve ber aqarê Hevlêrê û niha wêran bûye lê şûnwarên wê mane, hebûye û ew ji wê derê bûne.
Gava Behrûz ji Hemedanê ji hêla selçûqîyan ve ji bo şihnetîya Bexdayê hatîye şandin hingê li ser rêya xwe li wê Divînê bûye mêvanê Şadî, jê hezkirîye û ew bûne dostên hev. Piştre gava siltanî Tikrît bi mîrgehî daye Behrûz hingê wî jî dizdarîya wê spartîye dostê xwe Şadî.22
Çendî ku van herdu lêkolîneran bi taybetî jî Ebd el-Xaliq Sersam li ser vê yekê gelek xwe westandine û delîline hêja rêz kirine jî lê dîsa ev pirsên jêrî ku di serê mirovî de çêdibin bêbersiv dimînin:
1. Weke ku ji berhemên jorî jî dixuyê dostanîya navbera Behrûz û Şadî dê ne mîna be bes dostanîya mihvandarîyekê, lê belkî ew hê jê dûr û dirêjtir xuya dike.
2. Ger ev Divîna Pîrmam heya dema hatina Behrûz û belkî derengtir jî hebe û ew jî lê mabin; hingê mirov meraq dike ka gelo ev kengê wêran bûye û ger heya hingê mabe jî çima Îbn Şedad û Îbn el-Esîr ku herdu jî ji herêmê bûne pê nizanin û wan ji herêma wan derdixin dibin tê heya Azerbaycan yan jî Ermenîstanê û xwe di şaşîyan de digevizînin? Ma ne divê ku haya wan ji Divîna bin guhê wan hebe û bi taybetî jî hoz û eşîrên herêma xwe qenc nas bikin.
3. Berfirehkirina Azerbaycanê heya ber sînorê Hevlêrê yan jî Hevlêr jî di ber de gelekî serê mirovî diêşîne û di xerîteyên kevnare yên mîna Îbn hewqel û Îstexrî de jî ev nayê eseyî kirin.
4. Herweha Mînorsky jî ku navçeya Kafkasyayê qenc dinase û gelek lêkolînên wî yên hêja hem li ser wê û hem jî li ser dîrok û bingehê kurdan bi taybetî jî li ser şedadî, rewadî û pêşîyên Selahedînê Eyûbî hene, ne li himberî hebûna vî bajarê Divînê derketîye û ne jî li himberî hatina wan ji wê derê. Lê belkî ew hem hebûna bajarekî weha li wê derê tekez dike û hem jî dîyar dike ku hê ji mêj ve, ji dema medan ve kurd li wê herêmê û li qûntara çiyayê Agrîyê jîyane, heya vê dawîyê jî li wan deran mane û di dem û pêlên cuda de li wan navçeyan gelek desthilatdarî jî kirine.23
Ji xwe yek ji lêkolînerên vê dawîyê Cemal Reşîd Ehmed jî di lêkolîna xwe ya bi navê Ataların Karşılaşması de hebûna bajerekî bi navê Diwînê/Divînê li hêla Ermenistanê û hatina malbata eyûbî ji wê derê tekez dike û eyûbîyan digihîjîne karbidestên hoza rewadîyan.24
Herweha Şerefxanê Bedlîsî jî di tarîxa xwe ya bi navê Şerefnameyê de di beşa pêncan de ku li ser siltanên Misr û Şamê yên eyûbî ye dîyar dike ku ew zaruyên Şadîyê kurê Merwan in, rewadî ne û ji xelkê Divîna Azerbaycanê ne. Ew dibêje: “Divîn bi xwe niha wêran bûye û ji şûnwarên wê re jî Kernî Çixur Se´d tê gotin.25
Lê bi ya min dibe ku ev Divîna kevnare ya nêzî Hevlêrê dawîyê piştî hatina malbata eyûbîyan ya herêmê hatibe avakirin. Ji xwe kurd hertim gava ji herêmekê barî herêmeke din kirine gelek navên deverên xwe jî bi xwe re birine û li yên ku nû avakirine danîne. Nimûne: Tanzê, Dasina, Erzen, Bêkend, Dêrik û gelekî din.
Lê bi rastî di kitêbên cografiya û dîrokê yên berî 1000ê pêşî de ji Îbn Hewqel pê ve kesî din behsa navê Divînê nekirîye, bes yên vê sedsala dawî heya dema Minorsky jî Debîlê di cihê Divîna kevn ya Kafkasyayê de qebûl kirine û ew (Debîl) di hemîyan de heye.
Heçî Îbn Hewqel bi xwe Debîlê hem di xerîteya xwe de û hem jî di deqa berhema xwe de di ber herêma Ermenîstanê de nîşan daye,26 lê di nusxeyeke din ya kitêba xwe de ku piştre edîtorî ew xistîye nav kevanekê, weha qala Divênê jî dike: “Heçî Diwîn/Divîn bi xwe bajarekî mezîn î pir bi xêr û bêr, bi bostan, bi mêwe û çandinî ye. Sûrên dora wê more (ji herîyê) ne, kanî û avên herek lê hene û çandinîyên wê bi piranî pembû û çiltûk (birinc) e. Niha rewşa xelkê wê ji ber cînartîya gurcîyan xera bûye, çunkî wan bajarî talan kirîye û ew şewitandîye û çi gava ku fersenda wan çê dibe jî ew êrîşan tînin ser. Niha wan di nava bajarî de mizgeftekê ava kirîye û sûreke din li dora wê çêkirîye û dora sûrê jî xendeq kirîye. Di nava mizgeftê de kanîyeke avê heye ku gava leşkerê gurcîyan ji nedî ve diavêjin ser wan, ew xwe tê de disitirînin. Di navbera wê û çemê Ressê de du fersex (25km) hene.”27
Vêca ligorî ku ew di heman demê de hem qala Debîlê û hem jî ya Divînê dike nexwe divê ew du bajarine ji hev cuda bin, lê weke ku me li jor jî got pirên dîroknasan herduyan yek qebûl kiriye.
Wergera ji erebî û rûbarkirin: Emîn Narozî
Not
1. Dîroknas hevraman in ku bavê wî û malbata xwe ji xelkê Diwînê/Divînê ne ku bajarekî piçûk yê deverên Azerbaycanê ye û dikeve hêla Aren û Gurcîstanê. Ew bi xwe Kurdên Rewadî ne ku bavikek ji hoza mezin ya Hezebanîyan [Hezbanîyan] e û ji xwe ew jî yek ji eşîrên kurdan yên [pir] mezin in.
Zilamekî bîrewer î serwextê bi gotinên xwe ku ew bi xwe jî ji Diwînê[Divîn] ye ji min re got: “Nêzî Diwînê Gundekî bi navê Ecdeneqan heye ku temamê xelkê wê kurdên rewadî ne û Eyûbê bavê Selahedîn li wê derê hatîye dinê. Şazî rabûye bi her du kurên xwe: Esededîn Şêrkoh û Necmedîn Eyyûb ve berê xwe daye Bexdayê û ji wê derê jî pêkve daketine Tikrîtê. Şazî li wê derê mirîye, gora wî di nav bajêr de ye û kumbetek jî li ser gora wî ye.”
Min li pey neseba wan gelekî kudand û ez lê gerîyam lê min kesekî din ku piştî Şazî navê bavekî wî yê din zanibe nedît. Ez rastî gelek weqfên li ser navê Şêrkoh û Eyûb hatim lê dîsa min tê de ji Şêrkohê kurê Şazî û Eyûbê kurê Şazî pê ve yekî din nedît. Lêbelê ji malbata wan hinek kesên mezin ji min re gotin ku: “Ew Şazîyê kurê Merwan e” û ji xwe min jî ew di babeta Eyyûb û Şêrkoh de nivîsîye. Min di tezeke ku Huseyn îbn Xerîb îbn ‘Umran el-Hereşî nivîsîbû de dît ku [neseba wan] weha rêz dike: “Eyûb îbn Şazî, îbn Merwan, îbn Ebû Elî, îbn ‘Entere, îbn el-Hesen, îbn Elî, îbn Ehmed, îbn Ebû Elî, îbn ‘Ebdu-l-‘Ezîz, îbn Hedbe (Hudbe?), îbn el-Huseyn, îbn el-Haris, îbn Senan, îbn ‘Emr, îbn Murre, îbn Xewf, îbn ’Usame, îbn Beyhes, îbn el-’Harisê hevalê el-’Hemmale, îbn ‘Ewf, îbn Ebî ’Harîse, îbn Murre, îbn Nuşube, îbn Xeyz, îbn Murre, îbn ‘Ewf, îbn Se‘îd, îbn Zebyan, îbn Bexîz, îbn Reys, îbn Xetfan, îbn Se‘d, îbn Qeys ‘Îlan, îbn Îlyas, îbn Mudirr, îbn Nezar, îbn Me‘d, îbn ‘Ednan.” Piştre pê ve çûye heya ku gihîştandîye Adem (e. s.) û di pey re dîyar kirîye ku ji bo Elî îbn Ehmed îbn ’Ubeyy îbn ‘Ebdu-l-‘Ezîz hatîye gotin ku Mutenebbî (şaîrekî ereban yê navdar e – E. N.) pesnê wî daye û gotîye:
“Ew bi nasnavê el-Xorasanî tê nasîn. Ji nav helbesta wî malika li ser ev e:
Gava Elîyê kurê Ehmedê payebilind çû toz û dûman bi hewa ket
Min di tarîxa Helebê ya ku qazî Kemaleddîn Eb ul-Qasim ‘Umer îbn Ehmedê ku bi Îbn el-‘Edîm el-Helebî navdar e, daye hev de dît ku piştî behsa cudahîyên di neseba wan de weha dinivîse: ”Şahê Yemenê Mu‘îz Îsmaîl îbn Seyfu-l-Îslam îbn Eyyûb xwe gihîştandîye emewîyan û doza xelîfetîyê kirîye”. Min ji zanayê me qazî Behaedînê navdarê bi Îbn Şedad bihîst ku Sultan Selahedîn ev yek nana kirîye û gotîye: ”Yekcar tu bingeh ji vê gotinê re nîne”.
2. Ev Mucahîdudîn koleyekî Rûm yê rengspî bûye û ji alîyê Sultan Mes‘ûd îbn Xîyasedîn Mihemed îbn Melîkşahê Selçûqî ve li ser esayîşgêrîya Îraqê hatîye danîn. Ew di karê bikêr î hêja de û di avakirina welatan de bi koşiş bû, di camêrî, maldan, hemberîya qencîyê û lêkudandina ji bo armanca xwe de xwedîyê dilekî fireh û samaneke zahf bû. Tikrît meraxeya wî bû û ew jî xizmetkarê Mihemedê bavê Mes‘ûdê navbihurî bû. Wî li Bexdayê tekyyyekê (dergahekî) ava kiribû û weqfên hêja li ser danîbû. Ew roja çarşemê di 23yê receba sala 540/kanûna 1145an de mir.
Behrûz: peyveke bîyanî ye bi maneya rojeke xweş e lê li gorî qaîdeyê zimanê wan paş û pêş bûye yanî xweşroj.
Zanayê me Îbn el-Esîr gotîye: ”Mucahîduddîn di Necmeddîn Eyyûb de hişmendî, raydarî û xuyekî qenc dîtîye û ew kirîye dizdarê Tikrîtê ku hingê meraxeya wî bûye.”
Dizdar: bi xwe peyveke bîyanî ye; diz: bi maneya kele ye; dar: parêzgar/parêzkar e, dizdar: pêkve dibe parêzgarê kelê yan jî walî.
”Ew bi birayê xwe Esededîn Şêrkoh ve çûye wê derê û gava Atabegê şehîd Îmadedîn Zengî li Îraqê ji ber Qeraca şikîyaye”, (ew bûyereke navdar e ku kurtîya wê ev e: Mes‘ûd îbn Mihemed îbn Melîkşahê Selçûqî ku û Îmadedîn Zengîyê xwedîyê Mûsilê di wextê Xelîfe Musterşîd de çûbûn avêtibûn ser Bexdayê û dora wê girtibûn. Wî jî şandibû pey Qeraca el-Saqîyê xwedîyê welatê Faris û Xuzîstanê ku jê re Birs dihate gotin û jê hawar xwestibû. Ew çûbû hewara wî û êrîşî leşkerê wan kiribû, ew ji ber şikîybûn û têkçûbûn.
Hingê Zengî revîyaye gihîştîye Tikrîtê û Necmedîn Eyyûb jî jê re xizmet kirîye, keştî (kelek?) amade kirine da bi hevalên xwe ve bi wan li Dîcle derbas bibin. Wî qencî jî bi wan re kirîye û ew şandine cihên wan). Gava ev nûçe gihîştîye guhê Behrûz, wî xeber şandîye ser Necmedîn, lome lê kirîne û jê re gotîye: ”Çawa te neyarê me girtîye, çêyî pê re kirîye û ew berdaye?” Demek piştre gava Esededîn li Tikrîtê zilamekî kuştîye ku di navbera wî û Esededîn de devçengî derketîye, hingê Mucahîdedîn şandîye, ew ji Tikrîtê derxistine. Wan jî qesta Îmadedîn Zengîyê ku wê gavê xwedîyê Mûsilê bûye, kirîye. Îmadedîn jî xizmeta ku jê re kiribûn bi bîr anîye û qencî bi wan re kirîye, mîrgehên hêja daye wan û ew jî ketine nav koma serdarên wî.
3. Gava Îmadeddîn Ba´albekê vegirtîye hingê Necmeddîn kirîye dizdarê wê û dema Zengî hatîye kuştin jî leşkerê Şamê dora wê girtîye.
Xwedîyê Şamê yê hingê Mûcîrudîn Ebeq îbn Mihemed îbn Bûrî îbn Atabeg Zahîredîn Tuxtekîn bû ku Nûredîn Mehmûd îbn Zengî piştre li Şamê ew xistîye hesarê û ew der jê sitandîye.
Zanayê me Îbn el-Esîr domandîye: ”Necmedîn Eyyûb xeber şandîye pey Seyfedîn Xazî îbn Zengî yê xwedîyê Mûsilê ku piştî bavê xwe bûbû desthilatdar, ew ji rewşê agahdar kirîye û leşker jê xwestîye da ku xwedîyê Şamê ji ser rabe. Bes hingê Seyfeddîn Xazî di destpêka desthilatdarîya xwe de bûye û bi sererastkirina desthilatdarên der û dorên xwe ve lepikî bûye; [ji ber vê yekê jî] nikaribûye leşker jê re veqetîne û her ku çûye cih jî li yên Ba´albekê teng bûye.
Wextê Necmedîn ev rewş dîtîye tirsîyaye ku ew bi darê zorê were vegirtin û rabûye xwestîye ku kelê bi mîrgehekê biguherîne. Xwedîyê Şamê ev yek pejirandîye, jê re sonda mîrgehhê xwarîye û keleyê teslîm girtîye. Xwedîyê Şamê sozê xwe yê dana mîregehhê û pêşengîyê anîye cih û ew [Eyûb] bûye mezintirîn serdarê wî. Birayê wî Esededîn Şêrkoh jî piştî mirina Zengîyê bavê Nûredîn ketîye ber xizmeta [hêza] Nûrîyye.” [ku navê hêza Nûredîn Zengî ya leşkerî bûye –E. N.]
4. Di çapa A (r. 175) û çapa Misrê (c. 1, r. 237) de Sicistan e.
5. Li Îranê bajarek e ku bi bîst fersexan (250km) nêzî Şîrazê dikeve, (Yaqût el-Hemawî, M’cem el-Buldan, c. 2, r. 181). [Ew weha jî didomîne: Ew bajarekî paqij î xweş e ku ecem [yên ne ereb] jê re “gor” (bi farisî yanî tirb), dibêjin. Li gorî Îbn el-Feqîh û Îstexrî Şahê sasanî Erdeşêr ew ava kirîye û navê Xure lê danîye, lê piştre ereban jê re gotîye “Cûre”. Binêre Yaqût el-Hemawî, Mu´cem el-Buldan, Dar el-Kutub el-Îlmîye, Beyrût, sal ne dîyar e, çapa nû, c. 2, r. 210, hejmar 3324].
[Li gorî Ebd el-Xaliq Sersam dibe çiyayê Gorê be ku dikeve ser rêya Hevlêrê û navê xwe jî ji goreke kevnar ya ku li wê derê ye (Bîr-i Merwan/Gora Merwan), girtibe lê “g”ya kurdî di erebî de bûye “c” û “o” jî bûye “û”. Binêre Ebd el-Xaliq Sersam, Selaheddîn el-Eyûbî Mewtînu hul-Heqîqî we d-Dewr el-Tarîxî lî-l-Eyûbîyîn, Weşanxaneya Kawayî, Beyrût, 2001, çap 1 , r. 17.]
6. Yaqût el-Hemawî di Mu‘cem el-Buldana xwe de (c. 2, r. 491) dibêje: ”Diwîn bajarekî herêma Aranê ye ku dikeve dawîya sînorê Azerbaycanê û nêzî Tiflîsê ye. Desthilatdarên Şamê yên Eyûbî ji wê derê ne.”
7. Îbn Xellîkan, Wefeyat el-E‘yan, Dar el-Kutub el-‘Îlmîye, Beyrût, 1998, c. 1, r. 253-57.
8. Ew kurê Şahinşah îbn Eyûb e ku bûbû dizdarê Ba´albekê û demekê jî li Şamê cihgirîya mamê xwe Selahedîn kiribû. Ew di sala 578/1182yan de mir û li kunbeta xwendegeha xwe hate veşartin. Binêre, Şuzurat el-Zeheb, c. 4, r. 262-263.
9. [Bêguman ev ne Melîk el-Mueyyed Ebû-l-Fîda Îsmaîlê nevîçîçirkê Teqyeddîn ‘Umerê kurê Şahinşah îbn Eyûb e ku kitêbên el-Muxteser fî Exbar el-Beşer û Teqwîm el-Buldanê nivîsîne. – E.N.]
10. Yaqût [el-Hemawî] ew [Cebel Cûrê/Çiyayê Cûrê] weke eyaleteke mezin ya Ermenistanê ku di destê filehan de dima, kele û gundên wê hebûne û digiha [sînorê] Dîyarê Bekir, daye nasîn. (Mu´cem el-Buldan, c. 3, r. 49). [Li gorî çapa cem min c. 2, r. 119, hejmar 2928 e. Lê li jor jî wî ew xistîye ber herêma Îranê ku bi qasî 250kmyî nêzî bajarê Şîrazê dikeve, binêre li jor not 2]
11. Eb ul-Qasim el-Ensabazî el-Derkezînî di sala 518/1124an de bûye wezîrê Siltan Elî îbn Muhemmed îbn Melîkşah û piştre jî bûye yê birayê wî Siltan Tuxrul, lê dû re di sala 528/1133-34an de Tuxrul ew kuştîye. Îmad [Îmadeddîn el-Katib el-Îsfehanî] gotîye: “Ensababaz di nav herêma Derkezînê de mexzenîka kesên zanatir bûye ku loma jî wî xwe pê daye nasîn.“ Îmad ew bi mulhidî (kafirî) ku şaxekî mezdekîyên xuremî ye, tawanbar kirîye û gotîye ku wî di dema wezîrtîya xwe de gelek zanayê dewletê ku apê Îmad Ezîz jî tê de bû, îbretgerandî kirîye. (Binêre el-Selçûqîye, deverên cuda û [Yaqût el-Hemawî] Mu´cem el-Buldan, c. 1, r. 351 û c. 4, r. 54.) #####
12. Herêmeke el-Cezîreyê ye ku bajarê Nisêbînê jî tê de ye, [Yaqût el-Hemawî], Mu´cem el-Buldan, 8. 193.
13. Ji berhema Ebû Şame Şehabeddîn Ebd-ul-Rehman îbn Îsmaîl el-Meqdîsî, el-Rewdeteyn fî Exbar el-Dewleteyn en-Nûrîye we s-Selahîye, bi sererastkirina Dr. Mihemed Hilmî Mihemed Ehmed, Metb´e Dar el-Kutub el-Misrîye, Qahîre, 1998, c. ½, r. 533-540 hatîye wergerandin.
14. [Ev şi´r gelekî dirêj bû û hê yeke ji wê dirêjtir jî hebû, lê ji ber dirêjîyê min hemî newergerand. – E.N.]
15. Di el-Kamil, Rewdeteyn û Wefeyat el-E´yanê de Behrûz e.
16. [Ya rastî ne Nûreddîn Zengî lê bavê wî Îmadeddîn Zengî bû ku gava Ba´albekê vegirtibû ew kiribû dizdarê wê. Binêre li jor li Wefeyat el-E´yana Îbn Xellîkan û li Rewdeteyna Ebû Şame, c. ½, r. 330. – E. N.]
17. Ji berhema Eb ul-Fîda Îsmaîl îbn Kesîr, el-Bîdaye we n-Nîhaye, c. 11-12, r. 213-14, bûyrên sala 568/1172yan hatîye wergerandin. [Çendî ku di van hersê berheman de ji ber jihevguhestina wan hinek dubareyî hebe jî dîsa ji bo ku ev kitêb ji çavkanîyên sereke yên vî warî bûn min xwest ku ez agahên wan yên ser jîyana Necmedîn Eyûb bi tevayî wergerînim da xwendevan bi çavên xwe bibînin. E. N]
18. Binêre Elî Beyyûmî, Qîyam ed-Dewle el-Eyûbîye fî Misr, Dar el-Fikr el-Hedîs Qahîre, 1951, Wergera tirkî Ebd ul-Hadî Tîmûrtaş, weşanên Kent, Îstanbul, 2005, r. 80; Ebû Şame, Rewdeteyn c. 1/1, r. 23.
19. Binêre Elî Beyyûmî, berhema navdayî (b.n.), r. 70-75, 77-81, 88; Îbn el-Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, Dar el-Kutub el-´Îlmîye, Beyrût, 1987, c.9, r. 435, sal 554; Îbn Xeldûn, Tarîx îbn Xeldûn (Kîtab el-Îber we Dîwan el-Mubteda` we-l-Xeber), Dar Îbn `Hezam, Beyrût, 2003, c. 2, r. 2054).
20. Îbn el-Esîr, b.n., c. 10, r. 36, sal 567/1171. Herweha Îbn Xeldûn û Elî Beyyûmî jî ev bûyer bi kurtî di berhemên xwe de nivîsîne. Binêre Îbn Xeldûn, b.n., c. 2, r. 2060; Elî Beyyûmî, b.n., r. 174-75.
21. Îbn el-Esîr, b.n., c. 10, r. 16, sal 564/1168.
22. Binêre Ebd el-Xaliq Sersam, b. n. r. 7-30 û Bedran Ehmed Hebîb, Hîwar digel Muhsin Muhemmed Huseyn, Nunaşîd Selaheddîn em Nuhasib Enfusena, Aras, Metbe´e l-wezare we t-Terbîye, Erbîl, 2002, çap 1, r. 19-26.
23. V. Minorsky, Studies in Caucasian History, Taylor´s Foreign Press, 1953, London, Prehistory of Saladin, r. 116-130.
24. Cemal Reşîd Ehmed, Ataların Karışlasması Derbend ve Şarvan ülkesinde kürteler ve alanlar, Avesta, Istanbul, 1998, wergera tirkî, Siraç Dîrek, r. 187-200.
25. Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname, Weşanxaneya Apec, Spånga/Swêd, 1998, wergera kurdî Ziya Avcı, r. 104.
26. Îbn Hewqel Ebu-l-Qasim el-Nesîbî, Sûret el-Erd, Brîl, Leydin/Dar Sadir, Beyrût), beşa Ermenîstan, Azerbaycan û Aranê, r. 332-33 û 342.
27. Îbn Hewqel, b.n., beşa Ermenîstan, Azerbaycan û Aranê, r. 337.