Ebd ul-Reqîb Yûsuf
Xelkê herêma Bota ye û kurê Seydayê Mele Yûsuf e ku demeke dirêj li Gurendeşta Şaxa Hekarîyayê (Çataxa niha ya ser Wanê) melatî kirîye û dawîyê çûye li Nisêbênê bi cih bûye û li wê derê rehmet kirîye. Mamoste Ebd ul-Reqîb Yûsuf serê pêşî li cem bavê xwe dest bi xwendina medreseyê kirîye, lê dû re hê di xortanîya xwe de ji bo xwendinê derbasî başûrê Kurdistanê bûye û li Mûsilê li xwendina xwe domandîye. Demek piştre dibe ku Piştî qedandina xwendinê be ew ji Mûsilê rabûye çûye Silêmaniyê, li wê derê zewicîye, lê bi cih bûye û heya niha jî li wê derê dimîne.
Ji serê pêşî ve tarîxa kurd û Kurdistanê û berhem, avahî û hilkolîyên kevnare yên deverên welatê kurdan bala wî kişandîye û ji bo vê yekê jî ew li gelek cihên Kurdistanê gerîyaye, wêneyên van berheman girtîye û li ser van eserên kevnare gelek xebat û lêkolînên hêja kirîye. Ji bilî gelek nivîsar û lêkolînên di vî warî de ku hinek ji wan di kovar û rojnameyan de hatine weşandin û hinek jî hê neweşandî mane berhemên wî yên ku çawa ez pê dizanim weke kitêb hatine weşandin ev in:
- Dîwana Kurmancî ku bi tîpguhertina Elîşêr bi herfên latînî bi navê Şairên Kilasîk ên Kurd ji alîyê Jîna Nû ve hatîye weşandin.
- Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de ku ji du cildan pêk tê û bi erebî hatîye nivîsîn û ev werger jî jê hatîye kirin.
- Bangewazek bo Ronakbîranî Kurd
- Lêkolîna wî li ser tabloyên Şerefnameyê ku dîsa Elîşêr herfên wê guhertîye latînî û bi navê Hunerên Tabloyên Şerefnamê di nav weşanên Jîna Nû de hatîye weşandin.
- Bersîsê Abid ya Feqîyê Teyran berhev kirîye (nehatîye weşandin)
- El-E´lam min Meşahîr el-Kurd we Kurdistan ku divê di sala 2000î (?) de bo kurdî hatibe wergerandin
- Mêjûya Bajarê Kurdistanê (ne dîyar e ka hatîye weşandin yan na)
- Tarîxa Botan
- Hidûdu Kurdistan el-Cenûbîyye tarîxîyen we coxrafîyen xilale xemsete alafi ´amin/ Hidûdê Kurdistana Başûr [Başûrê Kurdistanê] yê tarîxî û cografî di vî pênc hezar salî de ku çapa diduyan di 2005an de hatîye weşandin.
Pir mixabin ku ew bi xwe di saxîya xwe de naxwaze ku tu agahdarî li ser jîyana wî bê dayîn û ji ber vê yekê jî min nikaribû ez sala bûna wî û agahdarîyên berfirehtir li ser jîyana wî peyda bikim.
Emîn Narozî
Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de (Ebd-ul-Reqîb Yûsuf)
Cihê Dewletê û Tixûbê wê
Di sala 372/982yan de dewleta Dostikî ya Kurdî di beşek ji Kudistana mezin ku em bi Kurdistana Navîn[1] bi nav dikin hate damezrandin. Ev beş niha di bin destê Turkiyê de ye û hem ji ber vê yekê û hem jî ji bo kifşkirina wê ji beşên din, niha jê re Kurdistana Turkîyeyê jî tê gotin. Lêbelê temamê Kurdistana Turkîyê ne di ber desthilatdarîya dewleta Dostikî de bû û erdê wê yê niha hemî jî nediket ber hukmê wê. Ji xwe erdê wê yê etnografî yê gelî yê hingê ji yê niha hindiktir bû, çunkî hingê ji Erdîş/Ercîş û Melazgirê/Melazkerdê bigir heya bigihîje pişta çemê Muradê di destê ermenîyan de bû û pişta çemê Feratê jî bi temamî di destê bîzansîyan û hinek ermenîyên deverê yên hevkarên wan de bû.
Wîlayeta Dîyarbekir, Mardîn, Sêrt, Bedlîs hemî û beşek ji wîlayeta Mûşê digel Erdîşa girêdayê bi wîlayeta Wanê ve, beşek ji wîlayeta Alzak (el-Ezîz/Xerpût/Hisn(Kela) Ziyad), wîlayeta Rihayê (Urfayê) û beşek ji Cezîreya Kurdistana Sûrîye ku ji herêma Serê Kanîyê heya ber çemê Dîcle û niha bajarên Dirbêsîyê, Amûdê, Qamişlî û Dêrikê jî tê de ne, dikete ber hikmê Dewleta Dostikî.
Lê girîngtirîn bajarên dewletê Dîyarbekir (Amed), paytext (Meyafarqîn/Mefarqîn/Silîvan), Nisêbîn (Nuseybîn), Cizîra Botan (Cezîreya îbn ‘Umer), Erzen, Bedlîs, Xelat (Exlat), Erdîş [Ercîş] û Hesenkeyf [Heskîf] bûn. Ji bo dirêjnekirinê, min ji her yek bajarekî dewletê re dîrokekeke taybetî nenivîsîye lê di notan de min dîroka hinek ji wan ên mîna Farqînê ku pêwîstî bi wan hebû, nivîsî çawa ku dê xwendevan jî di deverên cuda de û bi awayên cihê li ser vî bajarî agahên ne kêm bibînin.
Lê careke din jî [ez dîyar dikim] ku min babetek [bi serê xwe] li ser vî bajarî nenivîsîye, lewra ez li ser mêjuya bajarên Kurdistanê yên kevn û nû hemî kitêbeke taybetî ku hê tamam nebûye, amade dikim.
Jixwe gelekî zehmet e ku mirov tixûbê Dewleta Dostikî weke dewletek ji dewletên serdema me bi temamî deyne, lewra sînorê dewletên kevn bi rêkûpêk ne dîyar in û bi herêmî jî qenc ne bi cih in. Ji xwe hidûdên dewletê jî li gorî êrîşên navbera wan û ji ber encama bêbiryarîya polîtîkaya dewletê ya hingê geh kêm û geh jî zêde dibûn. Lê bi riya bajar û navçeyên ku ketine ber desthilatdarîya Dewleta Dostikî û demeke dirêj di bin destên wan de mane em dikarin tixûbên wan bi awayekî nêzîkayî dîyar bikin. Ew herêmên mîna Mûsil û Rihayê (Urfayê) ku desthilatdarîya wan gihîştîyê lê zû ji destê wan derketîye, şolekî me pê nine.
Îcar li ser vî bingehî, dibe ku sînorên Dewleta Dostikî bi awayekî texmînî weha bê dîyarkirin: Ew ji dawîya goşeyê rojhilat yê ber û berê behra (gola) ku dikeve bakur-rojhilatê bajarê Wanê, yanî ji nîvê erdê navbera bajarê Erdîşê (Ercîşê) û yê Muradîyeyê (Berkar/Bergirê) dest pê dike û di rojhilatê Mazkerê (Menazgirdê/melazgirê) di navbera wê û Patnosê (Bacnîsayê) de derbas dibe heya digihîje çemê Muradê (Miradê/Miratê) yanî qilîçê rojhilat yan jî yê başûrê çemê Feratê ku ji çiyayê Tendûrekê yê navbera Çaldêran û Bazîdê (Bayezîdê) derdikeve.
Nexwe çemê Mûradê heya cihê ku digihîje qilîçê bakur yê ku ji başûrê Erzeromê derdikeve û bi navê Qeresû [Kara Su] tê nasîn, dibû xeteke sînorê wê û çemê Feratê ku ji van herdu çeman pêk tê jî dibû xeta tixûbê bakur-rojava ku devera navbera Riha û kela Mensûrê (Adîyamanê) ye. Pişt re ji hêla başûr ve jî di herêma rojhilatê Rihayê de digihîşt Serê Kanîyê û ber bi rojhilat ve jî diçû heya digiha Dîcle cem Bazibda (Bazifta) aliyê herêma Nisêbînê.
Ji xwe çawa ku çavkanîyên dîrokî jî diyar dikin, em dizanin ku mîrê wê di dema Nesir Dewle de Mûsik îbn Micelîyê xwedîyê şûrê navdar bûye (binêre babeta kuştina Sileyman îbn Nesir Dewle).
Lêbelê bicihkirina sînorê rojhilatê herêma Goyan heya behra wanê zehmet e çunkî em nizanin ka dewlet heya mîrgeha Hekariya berfireh bûye yan na. Lê ya ku em eseyî dizanin û di tarîxa dewletê de jî dûbare dibe ew e ku hem mîrgeha Botan[2] digel mîrnişîniya Beşnewî ya ku diket bakurê Cizîrê û navenda wê jî bajarê Finikê bû û ya Buxtî ku dikete rojhilatê Cizîrê û navenda wê jî Cerdeqîla nav Goyan bû bi temamî diketin ber Dewleta Dostikî. Lê teksteke eseyî ku meraxeya Hekarya jî bixe ber sînorê dewletê di destê me de nîne.
Îcar li gorî îbn el-Esîrê Cizîrî[3] temamê herêm û keleyên rojhilatê Cizîrê heya kela Nîroh ya rojhilatê Îmadîyê û kela Xoşabê ya meraxeya Hekarîya ku dikeve başûr-rojhilatê Wanê, yên kurdên Buxtî bûn, yanî bi mîrnişîniya Buxtî ya navbihurî ve giradayî bûne. Belkî jî mebesta wî ew be ku ev berfirehbûna mîrnişîniya Botan di dema wî de çêbûbe, yanî di dawîya sedsala 6ê koçî/12eyê berî Îsa de heya sala (626-27/1228-29) ya xelaskirina berhema xwe ya el-Kamilê. Lê heçî dîroknas û cografînasên din dîyar dikin ku keleyên Nîroh û Xoşabê yên kurdên Hekariya bûne, ne yên Buxtîyan bûne, çawa ku em jî weha dizanin.
Diyarbekir | 15354km2 | |
Mardîn | 12790km2 | |
Sêrt | 11519km2 | |
Bedlîs | 8587km2 | |
Mûş | 5464km2 | Ji 3/2yê berahîya wê ya giştî ku 8196km2 ye û yê din li pişta çemê Muradê dimîne. |
El-Ezîz | 9100km2 | Ji 5/4ê berahîya wê ya giştî ku 11376km2 ye û yê din jî li pişta çemê Muradê dimîne.[4] |
Ev jî ji bilî berahîya qezaya Erdîşa ser Wanê, hinek ji berahîya wîlayeta Urfayê û beşeke herêma Cezîreya Sûrîyeyê ye. Ji bo diyarkirina zêde ya ser tixûbê Dewleta Dostikî û berahîya wê ez dê agahên ku min li gorî deveran peyitandine bibêjim:
- Çemê Muradê ji sînorê Melazgirê heyanî cihê gihîştina qilîçê ku li bakur-rojavayê Elazîzê dikeve ser Feratê, heya sedsala 4ê koçî/10ê mîladî[5] jî xeta navbera welatê îslamê, beşa ku Dewleta Dostikî li ser hatibû avakirin û welatê bizansê (Romê) bû.
- Çemê Feratê ji devera ku dikeve navbera Riha (Urfa) û Hisni [Keleya] Mensûrê (Adîyamanê) dibû sînorê navbera Dewleta Dostikî û Dewleta Bîzansî. Ji bûyerên li Rihayê yên navbera her du dewletan tê zanîn ku bajarê bîzansîyan yê nêzîktirînê axa dostikiyan bajarê Simeysatê bû. Dostikiyan carekê êrîşî ser kiribû û di sala 422/1031ê de ew vegirtibû û di destê xwe de hiştibû. Ew li benda rojavayê Feratê dikeve[6] û di dema osmanîyan de jî navenda navçeya qezaya Hisni Mensûrê (Adiyemanê) bûye û niha jî bi navê Simsatê[7] tê nasîn.
- Ji gotinên Fariqî dîyar dibe ku Hisni Ziyad (Azilik [Elaziğ?], Xertebert, Xerpût, El-‘Ezîza niha) jî di ber dewleta Dostikî de bûye, lewra wî gotîye ku Fexredîn îbn Ciheyr gava dest danîye ser Dewleta Dostikî hingê sîpaha selçûqî şandîye, lê serdarê tirkmanî Cebeq bi sêsed siwarî ve ji bo asayîşa (şihneya) welatî [li cem xwe] hiştîye û Xertebertê jî bi mîrgehî dayê.[8]
Riha (Urfa) bi xwe di destê erebên Nimeyrî de bû, lê piştre ew di 416/1025an de ket bin destê Dewleta Dostikî, lê Nesir Dewle ew bi paş ve da nimeyrîyan ku wan jî di pey de di sala 422/1031ê de teslîmî bîzansîyan kir. Riha bi xwe li ser tixûbê Dewleta Dostokî bû û sînorê wan ger ne nêzîktirî hêla Rihayê be jî dê ew di nîvê erdê herduyan de be.
Nexwe divê ev bajar jî yek ji wan bajarên dostikîyan be ku Îbn Ciheyr ew vegirtibe û mafê bikaranîna xwe tê de dîtibe ta ku bi mîrgehî ew dabe serdarê navdayî. Di Daîre el-Me‘arif el-Îslamîye (c. 8, r. 287) de hatîye ku ev bajar di sedsala 4ê koçî/11ê zayînî de di destê serdarekî girêdayê bi dewleta bîzansî ve de bû ku mêrê xweha Ebû Texelubê Hemdanî bû û gava ew (Ebû Texelub) ji ber Edud ed-Dewle revîyabû xwe lê girtibû.
4. Riha (Urfa) bi xwe di destê erebên Nimeyrî de bû, lê piştre ew di 416/1025an de ket bin destê Dewleta Dostikî, lê Nesir Dewle ew bi paş ve da nimeyrîyan ku wan jî di pey de di sala 422/1031ê de teslîmî bîzansîyan kir. Riha bi xwe li ser tixûbê Dewleta Dostokî bû û sînorê wan ger ne nêzîktirî hêla Rihayê be jî dê ew di nîvê erdê herduyan de be.[9]
Qiralê bîzansî, şahê dostikî Nesir Dewle ji êrîşên Esferê Texelubî yên di sala 439/1048an de berpirsîyar girtîye ku li gorî pirrên dîroknasan ev Esfer li Re’s el-‘Eynê (Serê Kanîyê) dima. Vêca çawa ji vê jî tê zanîn Serê Kanîyê ku niha di ber herêma Cezîreya Kurdistana Sûrîye de ye, di bin desthilatdarîya dostikîyan de bûye.[10]
- Min tiştekî ku bajarê Zaxo (Hesenîye) têxe ber hukmê Dewleta Dostikî nedît lê li gorî Fariqî gava Nesr Dewle li ser hinek piran weqif danîye hingê pira Hesenîye jî di nav wan de bûye û ew pira Hesenîye ya Zaxo ya niha ye ku bi pira Ebbasî tê nasîn.[11]
- Heçî Erdîş[12] û Melazgir bi xwe çawa ku dê li pêş bi berfirehî were, ew ji bajarên Dewleta Dostikî bûne, lê min ti nîşanên ku Bergir (Muradîye) jî di ber desthilatdarîya dostikîyan de be, nedît.
Hîmdarê Dewleta Dostikî mîr Bad îbn Dostik
Babeta me digel zehmetî û nezelalîya ku ji ber kêmasîya agahdarîyên dîroknasan yên li ser vê dewletê derketine jî, bi awayekî giştî bi Dewleta Dostikî tê bi nav kirin. Ji xwe em tarîxa jîyana hîmdarê vê dewleta kurdî mîr Badê kurê Dostik jî bi rastlêhatin û tevîlîhevî peyda dikin. Çunkî dîrokê, ne li ser rojbûna wî, ne cihê bûna wî, ne malbata wî, ne zaroktîya wî û ne jî jîyana wî ya pêşî tu agahdarî nedaye me, digel giringîya van xalên han ku xeleka pêşî ya zincîra jîyana her kesî ne û ji bilî van jî heya di navê wî de jî cudayî derketîye.
Belkî jî sedemê vê kêmasîya tarîxê, îzolebûna herêma ku ev mîr lê mezin bûye û dûrîya wê ji riyên navgînî yên kevn û ji paytextên navçeyên ku dîroknas û geştîvan lê gerîyabin, be. Digel derengmana zanayên kurdan ji tomarkirina nûçeyên hemdemê xwe Mîr Bad. Dibe ji ber vê yekê be jî ku dîrokê beşeke pir ya agahên ser vî mîrê kurd û mîrnişînîya wî ya bi navê Mîrnişînîya Dostikîyan tomar nekiribe. Çawa ku xebat û gavavêtina wî ya dû re ya ji bo avakirina dewleta wî û têkoşîna wî ya dirêj di vî warî de jî, nehatîye qeyd kirin. Jixwe ew agahên zahf hindik ku em wan dibînin jî nêzî sed salî piştî mirina wî hatine tomar kirin.
Navi Mîr
Çavkanîyên dîrokê di biwara Bad de ji hev cuda bûne, çendî ku paşîyê sererast nekirine jî. Di tarîxa [Ibn Ezreq] Fariqî,[13] di Zeylu Tecarib ul-Umemê[14] de, di en-Nicûm uz-Zahîre[15] û hinek çavkanîyên din de “Bad” bi “d: د”ya erebî hatîye nivîsîn. Lê di el-Kamil,[16] el-Îber,[17] Muxteseru Tarîx ud-Duwel,[18]
Daîret el-Me´arifa Bustanî[19] û hinek çavkanîyên din de jî “Baz” bi “z: ذ”ya erebî hatêye nivîsîn. Di tarîxa Îbn Bitrîq de jî carina bi “d: د“ya erebî û carina jî bi “z: ذ”ya[20] erebî hatîye nivîsîn.
Zana M. Emîn Zekî bi xwe ew bi “z: ذ” yê nivîsîye, digel zanîna wî bi nebûna awayê dawî di ti çavkanîyên tarîxî yên kevn[21] de jî. Lêbelê ez bi xwe awayê pêşî çêtir dibînim lewra:
- Maneya gotina Bad bi kurdî ba ye û dîyar e ji ber ku mîrê me di libt û tevger û serkeftinên xwe de sivik û lezgîn bûye, ew bi bayê hatîya mînandin (şibandin) û ji ber vê jî ev nav yan jî nasnav lê hatîye danîn. Lê belê digel nedîyarîya maneya Baz[22] jî ji xwe di bingehê zimanê kurdî de ji bilî zaravê hewramî herfa “z: ذ”yê yanî zala erebî tune, çendî tê gotin ku ew berê hebûye jî lê pişt re wenda bûye û niha hew di hewramî de maye.
- Ji xwe di nameya şahê buweyhî Semsam ud-Dewele de jî ku di sala 375/985-6an de ji serdar û nûnerê xwe yê Nisêbînê re ji bo peymana aştîyê bi mîr Bad re şandîye, navê Bad bi “d”yê du caran hatîye nivîsîn. Ev belgeyeke girîng e ku cara pêşî navê Bad tê de hatîye dayîn.[23]
Vêca di en-Nicûm ez-Zahîreyê de jî ev nav bi awayê “Pad” bi tîpa “p”ya kurdî hatîye nivîsîn, lê ez xwe bi vê çavkanîyê ve girênadim, hem ji ber ku min ew di cihekî din de weha nedîtîye û hem jî ji bilî ku ji xwe ev çavkanî bi şaşîyên weha yên çapê û yên din wisa tijeye ku meriv serê rêzek du rêzan û belkî hê bêhtir jî bêkêmasîyên weha wê nabîne. Ji ber vê yekê digel navdarîya wê jî ji bilî wan agahên ku di çavkanîyên dîrokî yên din de jî eynî ne, pê ve bawerî bi agahên wê nayê. Tevlî ku nivîskarê wê [en-Nicûm uz-Zahîreyê] yek ji vanên dawî (sedsala 9ê koçî/15ê piştî Îsa)[24] ye jî. Her weha divê em zanibin ku dîroknas di berhemên xwe yên erebî de herfên “p”, “ç”, “g” û “j”ya kurdî û yên zimanên din bi herfên “b”, “c”, “k” û “z”yê nîşan didin, lê divîyabû ku wan ew ji hev cuda bikira û ji wan re nîşanine taybetî bikar bianîna çawa ku şareza Îbn Xeldûn ew cuda kirine û li ser vê yekê rexne li dîroknas û yên din kirîne.[25]
Ji xwe ji ber van sedemên gotî ye ku varîyanta “Pad” hewceyî lêkolîn û lêgerînê ye. Her weha hêjayî gotinê ye ku Şêx Ebd ul-Wehhab en-Necarê ku el-Kamilê redekte kirîye û notên hêja li ser nivîsîne peyva “Bad” bi “b: ب”ya qalind û “z: ذ”ya erebî nivîsîye ku belkî mebesta wî bi “b”ya qalind “p” be.[26] Piştî van cudahîyên ser xala Bad em li ser navê vî mîrî yê rastî cudahîyeke din jî dibînin. Çunkî hinek dîroknasên mîna wezîr [Ebû Şucca´] Rûdrawerî,[27] Îbn Tuxrebirdî[28] û Mihemed Emîn Zekî[29] gotine ku Bad nasnavê mîr e, navê wî jî Hiseyn îbn Dostik e û kunyeya wî jî Ebû Ebdullah e. Dîtina din jî ew e ku Bad navê mîr bi xwe bûye û Ebû Ebdullah îbn Dostik jî birayê Bad bûye ku di şerê Nisêbînê de hatîye kuştin.
Lê belê [Îbn Ezreq] Fariqî bi xwe di serê pêşî (r. 50) de çawa ku dê bê gotin jî, nivîsîye ku navê mîr Hiseyn e, Bad jî nasnavê wî ye û kunyeya wî jî Ebû Ebdullah e; lê di cihekî din de jî dîyar kirîye ku Hiseyn îbn Dostik Ebu-l-Fewaris e û birayê Bad e. Lewra wî gotîye: “Bad birayê xwe Ebu-l-Fewaris Huseyn îbn Dostik kirîye walîyê Meyafarqînê —- û navê wî jî li ser sûrê ye”.[30]
Fariqî bi vî awayî rewşê tevîhev kirîye û di deverina de di gotina wî de dijberî derketîye. Lê ka çawa ev şaşî çêbûye û çima ew pê nehisîyaye? Yan jî gelo dibe ku ev şaşîya çapê be? Yan jî gelo divê ku gotina wî ya dawî rast bê qebûl kirin? Lewra li gorî ku gotîye: “navê wî li ser sûrê ye”, divê wî bi xwe navê Ebu-l-Fewaris li ser dîwarê sûra ku li dora bajarê Farqînê ye, dative.
Wî gotina xwe ya pêşî ku bi navê Hiseyn daye, bi dîyarkirina sedemê lêdanîna nasnavê Bad xurtir kirîye, çunkî wî ew bi awayê dubereyeke ji bo tekezkirinê gotîye. Bi hêvîya ku ev ya rast be û şaşî ji hêla çapê ve ketibe gotina wî ya paşî ya “Hiseyn îbn Dostik” ku piştî hevokê “birayê xwe Ebu-l-Fewaris kirîye walî”, hatîye. Lêbelê hingê jî pirsa ka gelo navê Ebu-l-Fewarisê birayê Bad çi ye? Ji bo çi çendî ku Fariqî navê wî li ser sûrê dîtîye jî çira di tarîxa xwe de ew negotîye? Gelo Ebu-l-Fewaris navê vî mîrî ye, ne kunyeya wî? Ji ber vê jî pir mimkin e ku rastîya hevokî weha be: “. . . Hiseyn îbn Dostik birayê xwe Ebu-l-Fewaris kire walîyê Meyafarqînê”, lê piştre di çapê de bi şaşî cihguhertin çêbûbe. Dibe ku ev Hiseyn, Hesen Îbn Dostik be jî yanî navê wî Hesen be û yê Bad jî Hiseyn be.
Bes her çawa be jî em nikarin dîtina Fariqî ya eseyî fêr bibin, çawa ku heya navê her yek ji wan di belgenameyên eseyî de neyên dîtin ne mumkin e ku ya rast jî derkeve holê. Ya girîngtir û resttirîn jî yan di berhemên Ebu l-Fewaris yên ku li ser sûra Farqînê hatine nivîsîn de ye yan jî ger ku hebin û bêne dîtin, di berhemên mîr Bad yên Kurdistina Navîn de ne. Hêvî heye ku dîtina pêşî rasttir be ji ber ku wezîr Ebû Şucca´ê ku nêzîktirîn dîroknivîsê serdema Bad bûye û xwedî hemî agahên ser hikimdarîya navenda Dewleta Ebbasî û nûçeyên herêmê yên rasttirîn bûye, weha gotîye.
Bêguman wî agahên xwe ji mirovên Dewleta Biweyhî û serdarên sipahê yên hevdemên mîr Bad girtîye, digel zanîna ku ew di sala 476/1084an de hatîye ser wezîrtîya Xelîfe Muqtedir jî. Çawa ku Fariqî jî pêşî ev dîtin xurt kirîye, lê pişt re li gorî texmîna min ji alîyê çapê ve di nivîsê de şaşî çêbûye û her weha Îbn Esîr jî pêşî ev dîtin nivîsîye, lê dû re ya diduyan jî bi awayekî ne eseyî û xwedînedîyar danîye pey.
Heçî ew tiştê ku di nameya şahê biweyhî Semsam ed-Dewle de ku di sala 375/985an de ji serdar û nûnerê xwe yê Nisêbînê Se´d el-Hacib re rêkirîye û tê de du caran navê wî weke Bad ne weke Huseyn îbn Dostik hildaye vê dîtinê qels nake. Çunkî Mîr ji navê xwe yê rastî bêhtir bi [nasnavê] Bad navdar bûye. Bi taybetî jî li derva û di qada navdewletî ya hingê de.[31]
Hoza (Eşîra) Bad
Gotina Fariqî ya rasterast ew e ku Bad ji eşîra Harbuxtî ye, [ew dibêje]: “Bad ibn Dostikê harbuxtî ku [navê wî] Ebû Ebdullah Huseyn îbn Dostik e û nasnavê wî jî Bad e ji çiyayê Bahismê yê navbera wîlayeta `Hîzan û Madenê derketîye. Wî xelkê li dora xwe civandiye, riyan birriye û êrîş birine ser [herêma] Dîyarê Bekir. Vêca dema Edud ud-Dewle jî miriye hingê rewş jê re li hev hatiye, hêza dora wî xurttir bûye û wî xwe desthilatdar dîtiye.[32] Cihê wî jî hingê di navbera derîyê Hîzan û Madenê de bûye. Fariqî bi xwe Merwan îbn Dostik jî digihîjîne harbuxtîyan çawa ku dê di gotina wî ya rasterast de jî bê. Lê wî li ser vê eşîrê tu agahdarî nedaye û cihê wê yê nav eşîrên cînar jî dîyar nekirîye. Her weha navê hozeke weha di nav eşîrên kurdan yên kevn de jî ku di çavkanîyên kevnare yên mîna Mirûc uz-Zeheb û Tenbîh ul-Eşrafa Mesûdî, Ehsen ut-Teqasîma Meqdesî, Mesalik ul-Ebsara Îbn Fedlullah ´Umerî û Subh el-E´eşaya [Qelqeşendî] de derbas bûne, nayê dîtin. Lê ez dizanim ev navê Harbuxt ku hem Bad û hem jî Merwan bi bal ve hatine dayîn û li gorî ku Fariqî jî yê dawî [Merwan] ji gundê Kormasa ku niha dikeve ber navçeya Şêrwanê dihesibîne, ji berê ve ji kurdên Şêrwayê (şêrwanê) re tê gotin. Ev navçeya Şêrwa (Şêrwan) dikeve navbera Sêrt û Hîzanê.
Harbuxt bêjeyeke hevdudanî ye ku ji peyva “har”a bi maneya xwe ya eslî “zirr” e û niha jî li cem kurdên Torê (Tûrabdînê) û yên Botan tê bikar anîn (belkî jî xerabûyê ji peyva “hur”a erebî be), û ji gotina “buxt/buxtan/buhtan/botana dîrokî ya navdar pêk hatîye ku di serkanîyên erebî de ji bo herêma Botana başûrê herêma Şêrwaya/Şêrwana hevsînorê beşa Kurdistanê ya bin destê Turkîyeyê hatîye gotin. Maneya harbuxtê esilbuxtî ye û em ji herdu navên Buxt, Buxtan ta dawî û Harbuxtê dizanin ku Buxt ji bo herêma Botan tê gotin û Harbuxt jî heya serdema Fariqî (sedsala 6/12an) jî ji bo herêma ku vêgavê jê re Şêrwan tê gotin, hatîye bikaranîn.
Heçî botî bi xwe ji bo kurdên ku li başûrê herêmê (Botanê) diman, hatîye gotin û harbuxtî jî ji bo kurdên ku li bakurê herêmê (Şêrwanê) diman, hatîye bikaranîn; lê herdu hoz jî ji eynî binyadê bûne. Ji xwe ev biraxwetîya wan heya vê sedsala me ya niha jî tê zanîn û hem kurdên Botan û hem jî yên Şêrwanê dîyar dikin ku ew ji yek bingehê ne û ji hozeke kevnar in, çawa ku şêrwayî/şêrwanî vê biraxwetîyê ji dil û can jî diparêzin.
Li gorî vê yekê nexwe Şêrwa(n) navê nû ye ku piştî rabûna Harbuxtê ketîye cihê wê, lê ev navê dawî jî heya serdema Fariqî yanî heya sedsala 6/12an jî maye. Navê Şêrwa(n) bi xwe di sedsala 10/16an de jî hebûye yan jî peyda bûye, çunkî di Şerefnameyê de ji bo herêma navbihurî [navê Şêrwa] bi deh caran hatîye dayîn, lê navê Harbuxtê tê de nayê dîtin. Nexwe divê wendabûna navê kevn û derketina yê nû (Şêrwa/Şêrwan) di serdema navbera sedsala 6-12/12-16an de çêbûbe.[33]
Nexwe mîr Bad îbn Dostik yek ji zaroyên hoza harbuxtîyan û ji kurdên herêma şêrwa(n)ê bûye ku bi mêrxasî û pêşikvanîya xwe navdar in.
Ew gotinên ku di pirên çavkanîyên dîrokî yên mîna el-Kamil, el-Îber, Zeyl Tecarib el-Umem û ed-Duwel we-l-Îmarat ul-Kurdîye de li ser eslê Bad hatine[34] ku ew ji kurdên himeydî ye, ez rast nabînim, digel zanîna ku himeydî li Eqre (Akrê) û der û dorên wê mane û bajarê Eqreya ku li kurdistana Îraqê dikeve bakur-rojhilatê Mûsilê jî bi Eqreya himeydîyan navdar e jî. Lewra dîrokê dîyar nekirîye ku ev mîr yan jî bavê wî çawa ji Eqreyê derketîye û çûye herêma Şêrwaya/Şêrwana ku bi qonaxa çend rojan jê dûr e û çima ji wê derê bar kirîye. Ji ber vê yekê jî ez bêhtir ji gotina Fariqî ya ku wî ji kurdên harbuxtî dihesibîne bawer dikim. Vêca gava rehmetî Hiseyn Hiznî Mukrîyanî di hinek çavkanîyan de dîtîye ku Bad digihîjînin kurdên himeydî, rabûye gotîye: “Dostik ji ber dijîtîya navbera wî û kurapê wî rabûye ji wê derê bar kirîye û çûye hêla Dîyarê Bekir.” Wî gelek tiştên ku tu dîroknasî qal nekirîye gotîye û tarîxa vê dewletê bi awayekî neteweperestî di kitêba xwe ya piçûk ya bi navê Pêşkewtin de bi tiştên nerast dagirtîye.
Dîroknasê pêşî ku Mîr gihandîye kurdên himeydî wezîr Ebû Şucca´ e çawa ku dê were. Dibe ku wî ev yek ji hinek kurdên himeydî bihîstibe weke ku Îbn el-Esîr jî hinek agahên ser Bad ji wan vediguhêze û dîyar dike ku ew bi agahên ser wî serwext bûne. Her weha dibe ku ev doz ji hêla kurdên himeydî bi xwe ve jî hatibe kirin çunkî ew ji ber kurdperwerîya xwe bi vî mîrî serbilind bûne. Ew bi mêrxasîyên wî wisa pesinîne û bûyerên wî girîng dîtine ku serpêhatîyên wî her tim veguhaztine heya serdema Îbn el-Esîr ku dused û pêncî salî piştî wextê mîr Bad jiyaye. Ew heya serdema wî jî pê pesinîne û ew ji eşîr û bavikê xwe hesab kirine.
Ji xwe di dîrokê de nimûneyên weha ku eşir yan jî malbat gelek caran kesên navdar û mêrxas yên dêrokî digehînin xwe pir in. Carna jî berevajiyê wê çêdibe mîna wanên ku xwe digihîjînin Xalid îbn el-Welîd çendî ku dîrokê birrîna zirrîyeta wî di sedsala pêşî ya koçî/heftê piştî Îsa de peyitandîye jî.[35]
Hêjayî gotinê ye ku Îbn Xellikan jî di jînenîgarîya Nesir ed-Dewle de li pey ustadên xwe Îbn Esîr û Wezîr Ebû Şucca´ çûye û wî jî ew gihandîye himeydîyan.[36]
Malgata wî
Babeta malbata mîr Bad jî ji ya hoza wî ne kêmtir tevîhev e. Em di çavkanîyan de li ser malbata wî ji bilî agahên Îbn Esîr ku destpêka jiyana wî weke şivanekî nîşan dide ti agahên dîtir nabînin. Ji ber vê jî ji bo eseyîkirina cihekî civakî yê baş ji malbata Bad re di nav kurdên Şêrwa(nê) de divê em veguhastina Îbn Esîr ya ku ji hinek kurdên himeydî yên hevalên xwe girtîye ji holê rakin. Herweha veguhastinên din ku bi riya veguhêzên (rawîyên) nedîyar weke ku dîroknasekî ew ji devê yê din girtibe belav bûye jî bidin alîyekî, çunkî di rastîyê de veguhêz her yek e û ew jî Îbn Esîr bi xwe ye.
Ji xwe bi nerastderxistina vê veguhaztinê re ji malbatê re jî cihekî civakî yê eşkere derdikeve holê. Digel wê zanîna ku ji bo bidestxisitina payeyeke civakî û rûmetdarî ne şert e mirov ji bingehê malbateke navdar be jî. Lewra di dîrokê de gelek mirov hew bi hêz û birî û şarezahîya xwe, bê wergirtina serfirazî û mezinahîyê bi mîratgirî ji mezinekî jî çawa ku tê îddîa kirin, gihane payeyên bilindtirîn. Weke ku mîrekî şair jî gotîye:
“. . . Xwedê neke ku ez bi dê û bavekî bême navdan”
Yanî yê serfîraz ew e ku bi hêz û çîka xwe gihaye serektîyê ne bi [mezinahîya] dê û bavê xwe.
Min bi xwe ji vê zehmetîyê ji bilî îzbatkirina rastîyeke berzekirî ku ji veguhaztineke navdar î nerast û temsîlî tê, tu tişt nediva. Ew veguhastina ku ji hêla îbn el-Esîr ve di el-Kamilê de ji devê hinek kurdên himeydî hatîye girtin. Çunkî wî gotîye: “Hinek ji dostên min ji kurdên himeydî ku serwextên bi agahên ser Bad bûn ji min re gotin: ´. . . wî (Bad) di destpêkê de pez xwedî dikir û ew yekî camêr î qenc bû, wî pezê xwe serjê dikir û dida xelkê ta ku bi camêrî hat nasîn û xelk li dora wî civîya. [Gava xelk lê kom bû] ew rabû, wî riyan birrî û çi tiştê ku jê re jê hat jî derxist [da xelkê] û koma wî jî bêhtir bû`[37] Ev gotin çendî ku di hinek xalan de weke ya Fariqî be jî lê Fariqî negotîye ku wî pez çêrandîye.
Vêca gava qenc li naveroka vê gotinê bê nihêrin, tê fahmê ku Bad ji malbateke pir feqîr bûye û şivanî kirîye û piştre ji ber tinebûnê û vê malabata belengaz ew bûye rêbirr . . . ta dawî; lê ger em vê gotinê bidin ber bûyerên dîrokî yên cîhanê em dê bibînin ku ew li pîvanên bûyerên tarîxê nayê û bi wan re nayê hember kirin. Ji xwe tiştên girîngtirîn li cem dîroknasan jî ew e ku bi riya daneberhev û hemberkirinê rastî û çewtîya bûyeran ji hev bên veqetandin û ew derkevin holê.[38]
Pîvana me li vê derê berhevdan û hemberkirina pêwendîyên malbatî di navbera malbata Bad û Merwan de ye û li ser yên di navbera famîleya Merwan û ya beşnewîyên desthilatdarên kevn yên keleya Finikê de ye. Çunkî mirovatîya navbera malbata Merwan û ya beşnewî ku li gorî Îbn Esîr[39] diya mîrê Finikê Ebû Tahirê beşnewî qîza Merwan bûye, nîşan dide ku cihekî Merwan yê civakî yê bilind hebûye. Ji ber ku gava em li adetê gelê kurd û bi taybetî jî malbatên arîstokrat binêrin, em dibînin ku ger malbata Merwan jî ne malbateke mezin û bi rûmet bûya ji ber bêhinkûfîyê ev mirovatî di navbera wan de pêk nedihat. Lewra mirovatîya mîrekên finikê[40] yên bihêz tevlî pozbilindî û qedirgiranîya wan bi yekî amî ji kolanê re dûrî hiş û aqil e û qet nebûyî ye.
Li ser mirovatîya navbera malbata Bad û Merwan Fariqî weha gotîye: “Merwanê kurê Lekekê Harbuxtî zavayê Bad bû û çar kurên wî ji xweha wî hebûn. Yê mezin mîr Ebû Elî Hesen bû, yê diduyan Seîd bû, yê sisîyan Ehmed bû û yê çaran jî Kek bû. Ew ji gundekî navbera Sêrt û Madenê bû ku jê re Kurmas dihat gotin û niha jî ava ye. Her zaroyekî wî jî komek zaro ji wan hebûn. Aşekî Merwan hebû ku wî ew dişixuland û ew mezin û pêşikên Kurmasê bûn.”[41] Her weha Îbn Texrebirdî jî eynî tiştî gotîye.[42]
Vêca dema em weha dilbicih bibin ku belê Merwan li gundê xwe û li herêma xwe jî xwedîyê cihekî baş bûye ta ku mîrekên keleya Finikê pê re mirovatî kirine çawa ku me qal kir. Hingê dixuyê ku malbata Bad jî li herêmê mîna malbata Merwan xwedîqedir bûye û hempayê malbata wan bûye. Nexwe ew ne ji malbateke feqîr û di tinehîyê de bûye û ew bi xwe jî ne mîna ku Îbn Esîr dîyar dike, şivanekî kêm û amî bûye.[43]
Ji bilî vê rastîya berbiçav ku ji beramberîya van herdu malbatan tê zanîn ihtîmaleke din jî heye ku ew jî yekbûna van herdu malbatan e û biratîya mîr Bad û mîr Merwan ji hêla bavê ve ye, yanî ji du dê û bavekî bin. Ji ber ku:
- Li cem hinek dîroknasan navê bavê herduyan jî Dostik e.
- Herdu jî ji hoza harbuxtî ne.
- Herdu jî ji yek herêmekê, ji navbera Sêrt û Hîzanê ne, yanî navçeya Şêrwan ku gundê Kormasê heya vê serdema me jî ava ye û navdar e.
Digel ku Fariqî herêma Bad bi Hîzanê tenê sînor nekiriye jî lê belkî gotîye: “Ew ji çîyayê Bahesmê ku di navbera Hîzan û Madenê de ye, derketîye.” Maden bi xwe ne Hîzan e û ji çavkanîyên dîrokî û cografyayên kevn tê zanîn ku Maden dikeve navbera Sêrt û Hîzanê[44] û di navbera wan de Şêrwan heye. Ji xwe rehmetîyê Mihemed Elî Ewnî jî herdu gotinan bi awayê ku herdu mîr ji yek malbatê û bira bûne û Merwan zavayê Bad bûye, yanî mêrê xweha wî bûye, kirîye yek.
Ew weha dibêje: “Merwan bi xweha Bad ya ji dê re zewicî ye, yanî ew [Bad û Merwan] birayê hev yê ji bavê ne lê diya wan cuda ye û xweha Bad [ya jina Merwan] ji bavekî din bûye. Nexwe dewlet ya dostikî ye ne ya dostikî û merwanî ye[45] yanî ew her yek dewlet e ku Bad ew damezrandîye û ji ber vê yekê jî ti sedemê ku hem bi dostikî û hem jî bi merwanî bê navdan nîne. Em dê wê bi dewleta dostikî ku ji navê bavê [hîmdarê wê] mîr Bad tê û piştî wî jî ketîye destê zaro û nevîyên [birayê] wî Merwan, bi nav bikin. Ji xwe di Buxyet el-Telebê de jî – ger ku hevok ne şaş be – li ser biratîya Bad û Merwan weha dibêje: “Nesir ud-Dewleyê birazîyê Badê kurd”,[46] bes mirov nikare vê weke delîleke eseyî bipejirîne çunkî dibe ku hevok şaş be û rasatîya wê weha be jî: “Nesir ud-Dewleyê xwarzîyê Badê kurd”.
Lewra di van berhemên kevn de em rastî gelek şaşîyên weha ku ji hêla çapê yan jî jibernivîskarî ve çêdibin, dibînin. Weke nimûne di Tarîxa Îbn Pitrîq de dinivîse ku “Bad birayê xwe Ebû Elî şandîye alîkarîya Seqlarûs”[47] çawa ku dê di devereke din ya vê kitêbê de gotina wî bi xwe bê dayîn. Dibe ku rast be yanî “kurê birayê wî“ be, lê dibe ku “kurê xweha wî” be jî, ji ber ku di gotina wî ya di r. 210an de: “Mumehîd ud-Dewle kurê xweha Badê kurd e” hatiye.
Li ser bavê mîr Bad û Merwan
Di çavkanîyên dîrokî yên kevn ku behsa mîr Bad dikin hemî de navê bavê wî Dostik e, ji bilî Zeylu Tecarib el-Umemê ku tê de Doşink hatîye, lê pir mimkin e ku ew jî xerabûyê ji Dostik[48] be. Her weha ji bilî el-´Îberê jî ku tê de jî Doştik hatîye dayîn û ji bilî Pêşkewtina Mukrîyanî ku tê de jî Doştîk hatîye nivîsîn.[49]
Bes li ser bavê Merwan çavkanî gelekî ji hev cihê bûne; çunkî wan hem Dostik, hem Lekek, hem Kesra û hem jî Mezyed daye. Yê pêşî bi xwe [yanî Dostik] ji hêla Îbn Xellikan ve di jînenîgarîya Nesir ud-Dewle de hatîye dayîn û Îbn el-´Îmad jî hima daye pey û jê veguhaztîye; çawa ku ez-Zehebî jî daye pey rêça wan. Heçî Îbn Xellikan e di jînenîgarîya Nesir ud-Dewle de xwe daye ser agahên Fariqî (Îbn el-Ezreq), weke ku wî bi xwe jî weha gotîye. Lê belê di du xalên girîng de ew jê cuda bûye, yek jê navê bavê Merwan e ku Dostik daye, lê di tarîxa Fariqî de navê bavê wî Lekek hatîye; ya diduyan jî gihandina wî [Bad] ya eşîra himeydî ye ku Fariqî ew gihandiye harbuxtîyan. Lê wî sedemê cudabûna xwe jî dîyar nekirîye. Belkî jî di vî warî de wî xwe dabe ser hinek çavkanîyên din ku me ew nedîtibin.
Gelek çavkanîyên dîrokî yên mîna el-Kamil, el-´Îber, Zeylu Tecarib ul-Umem, el-Muxteser fî Exbar el-Beşer û el-Bîdaye we-l-Nîhaye qet behsa navê bavê Merwan nekirîye.[50] Lê Lekek bi xwe di tarîxa el-Fariqî de yek carekê derbas bûye çawa ku di gotina wî bi xwe de jî bihurî.[51]
Ez bi xwe dibêjim ku ger navê bavê Merwan ne Dostik be ew ne Lekek e jî, çunkî ew di dîroka kurdan de û di cihekî din de jî nehatîye dîtin û ne jî bihîstin. Her weha ji xwe maneya wê jî nedîyar e û ji ber vê yekê jî ez dibêjim Lekek xirabûyê Kek e û li gorî vê jî divê hevok: “Merwan îbn el-Kek” be, lê piştre “e”ya wê ketibe û mabe Merwan îbn Lekek û weha hatibe weşandin.
Ji xwe ew keka ku di kurdî bi maneya birayê mezin tê di dîroka kurdî ya nû û kevn tev de weke nav hatîye bikaranîn. Nimûne mîrê Eqreyê (Akrê) Mibarezedîn Kek navdar e ku di dîrokê de derbs dibe û di sedsala 7/13an de jiyaye. Herweke ku Merwan bi xwe jî navê kurekî xwe danîye Kek û dibe mebest jê jî jiyandina navê bavê wî be.
Fariqî ji carekê bêhtir navê kurapê Nesir ud-Dewle gihandîye bapîrê wan Kek û navê pênc apên Nesir ud-Dewle yên birayên Merwan daye ku nivîsîna vê yekê jî çend caran di dîroka wî de[52] ji me re eseyî dike ku bavê Merwan Kek bûye û ew ne Kek îbn Merwanê birayê Mîr e. Lewra di tarîxa Fariqî ya çapkirî de behsa yê dawî ji carekê pê ve ew jî di r. 59an de nehatîye dayîn û çawa ku tê texmîn kirin yan ew bi zarokî mirîye, yan jî ev nav bi şaşî ketîye wê tarîxê.[53] Herweha Fariqî navê bavê Kek jî daye me, yanî navê bapîrê Merwanê bavê mîran ku ew jî Kek e. Wî gava navê kurapên Nesir ud-Dewle nivîsîye, gotîye: “Mîr Merzûban îbn Belaşû (Belaşo?) îbn Kek îbn Merwan jî ji wan e”, lê wî ew nav bes carekê gotîye. Vêca ger ew jî ji ber şaşiyên nivîsînê filitî be.
Digel ku ez di neseba dostikîyan de bawerîya xwe bi Fariqî tînim jî lê dîsa ez nikarim gotina wî di ser dervayê tarîxa wî re bigirim, çawa ku ez nikarim dîtina Îbn Xellikan û ya yên din jî di ser ya wî re bigirim. Ji xwe babet jî ne dûrê şaşî û tevlîhevîyê ye, weke ku bi şaşî piştî gotina Bad îbn Dostik gotibe “Merwan îbn Dostik”, yan jî ji ber mirovatî û pêwendîya Bad û Merwan û zaroyên wî texmîn kiribe ku Merwan bi xwe birayê Bad e. Lê heçî Kesra bi xwe di Nicûm el-Zahîre de derbas dibe, lê ew jî dibe ku şaşîya çapê be, lewra şaşî û kîmasîyên weha di vê kitêbê, di çapa Misrê ya sala 1954an de pirr in.[54] Bes Mezyed bi xwe di Tarîxa îslamê ya mezin ya destnivîs r. 97an de derbas dibe.[55]
Dibe ku Mezyed ji hêla çapê ve xerabûyê Merwan be jî, Lê belê hêvî heye ku ev cudahî dîyar bibin û ev belkîyên han jî di pêşerojê de ji holê rabin. Ew jî bi derketina bapîrê Merwan yê rastî, yan jî bi dîtina yek ji berhemên dewletê li ber navê wî yan jî navê kurekî wî yan jî yê nevîyekî wî çêdibe. Yan jî bi ditina hinek çavkanîyên mîna el-Camî´ el-Tewarîxa Tebîb Ebû Nesir et-Tikrîtî ku heya niha neketîye destê me.
Destdanîna Dewleta Biweyhî ya ser Kurdistana başûr û naven
Piştî ku ´Adud ud-Dewle li Îraqê dest danî ser hikim û di sala 367/977an de[56] ew ji destê ´Îzz ud-Dewle Bextîyar derxist, wî qesta bidawîanîna Dewleta Hemdanîyan ya Mûsilê, Kurdistana navîn [navenda Kurdstanê] û beşek ji Kurdistana başûr [başûrê Kurdistanê] kir. Ew bi fermandarîya hêzeke xurt ve ber bi Mûsilê ve çû û dest danî ser. Mîr Ebû Texelubê Hemdanî[57] ji ber şikîya û revîya Nisêbînê, lê wî di rîya Sincarê de hêzeke leşkerî xiste pey û yeke din jî di ser Cizîra Botan re (Cezîreya îbn ´Umer) bi dû xist. Ebû Texelub nikaribû xwe li ber leşkerê biweyhîyan ragire û rabû çû Farqînê, ji wê derê jî çû Bedlîsê. Fermandarê hêza biweyhîyan ew bû ku li pey Ebu-l-Wefa Tahir îbn Mihemed bû. Ebû Texelub dû re zivirî Heseniyê (Zaxoyê) û ji wê derê çû keleya Kewaşê[58] û keleyên kurdan yên din yên herêma Behdînan. Wî malê xwe yê ku li wan keleyan hebû bir û berê xwe da Bedlîsê, ji wê derê jî çû Hisin Zeyad (Keleya Zeyad) û Xarpûta navenda Elazixê (el-Ezîzê). Armanca Ebû Texelub ew bû ku alîkarîya leşkerî ji bîzansîyan wergire, lê gava ji wê bêhêvî bû hingê rabû zivirî bajarê Dîyarbekir (Amedê).
Ebu l-Wefa bi xwe dora bajarê Farqînê girt û piştî dorpêçana nêzî sê mehan û parastineke çê ji hêla walîyê wê Hezarmîr ve dest danî ser. Dû re jî piştî reva Ebû Texelub jê dest danî ser kele û bajarên Dîyarê Bekir hemî digel bajarê Dîyarbekirê. Îcar bi vî awayî jî çi bigir hikmê Dewleta Biweyhî gihîşt vê beşa Kurdistanê hemî ku ew jî di sala 368/979an de bû. Her di wê salê de ´Adud ud-Dewle leşker şand ser herêma Behdînan ya ber hikmê wîlayeta Hekarîya (li gor nasînên kevnar) û keleyên wê hemî vegirt. Keleya Kewaşê, Hirorê (keleya Qumrî ya ku dikeve Berwarîya jorî), Melasê, Berqê û Şabanîyê[59]
Di sala 379/990î de serwerê biweyhîyan leşker kişand ser herêma Şehrezorê ku bi vê yekê jî Dewleta Biweyhî dest danî ser Kurdistana Başûr [Başûrê Kurdistanê] û Kurdistana Navîn [Navenda Kurdistanê] bi tevayî.
Mîr Bad û Adud ud-Dewle
Gava Adud ud-Dewle di sala 368/979an de bi leşkerê xwe ve ji bo vegirtina Mûsilê û Kurdistana Navîn û ya Başûr hat herêmê û kesên xuyanî ji bo pêşkêşkirina dilxwazî û rasipêriya xwe derketin pêşberî wî, hingê mîr Bad jî derket pêşberî Adud ud-Dewle. Lêbelê li ser awayê pêşwazî û pêwendîyên wî bi şahê nû re dîroknasê kurd M. Emîn Zekî di ed-Duwel we l-Îmarat ul-Kurdîye [Dewlet û Mîrnişînîyên Kurdan] di r. 96an de ku ji rehmetîyê Hiseyn Hiznî Mukrîyanî[60] veguhaztîye, weha dibêje: “Bad ji bo çêkirina pêwendîyên dostanî bi Adud ud-Dewle re derketîye pêşberî wî û ji bo şikestina hêza mîr, Ebû Texelubê Hemdanî jî alîkarîyeke hêja bi leşkerê Biweyhî re kirîye, lê gava Edud el-Dewle ketiye Mûsilê Bad xwe ji derketina pêşberî wî veşartiye.”
Wezîr Mihemed îbn Hiseyn Rûzrawerî/Rûdrawerî jî gotîye: “Gava Adud ud-Dewle Mûsil vegirt Bad bi ceweta Zîyar îbn Şehrakoye çûye dîwana wî, lê piştre revîyaye.[61] Îbn Esîrê Cizîrî û Îbn Xeldûn jî li gotina wî ya ku “Bad jî bi delegasyonê re çûye cem wî” tiştekî zêde nekirîye.[62]
Digel vê jî bi ya min pêşkêşkirina alîkarîya leşkerî ya ku M. Emîn Zekî dibêje ji rastîyê dûr e, çûnkî mîrê hemdanî tu berxwedaneke bikêr nîşannedaye heya ku Mîr Bad jî alîkarî bide leşkerê Biweyhî. Her weha qesta Adud ud-Dewle ya kuştina Mîr Bad yan jî girtina wî dîyar dike ku wî ji bo vegirtina biweyhîyan li pêşwaziyê lez nekirîye û loma Mîr Bad jî ev yek hîs kiriye û xwestiye jê xelas bibe. Ji xwe derengbûna wî ji pêşwazîya Fermandar û hatina wî pişt re bi ceweta Zîyar nîşan dide ku ew pê re ne li hev bûye û ew li pey avakirina desthilateke serbixwe bûye û li hemberîya biweyhîyan gerîyaye.
Lê ew tiştê ku wezîr dibêje – ku agahên wî ji ber nêzîkbûna wî bi serdema Bad ve ji yên kesên din balkêştir in -, dîyar dike ku navbera wan ewqas ne çê bûye û ji xwe Bad ji Edud el-Dewle fikara xerabîyê jî kiriye û ji ber vê jî heya ku mezintirîn serdarê Fermandar û dostê Mîr Zîyar îbn Şehrakoye – çawa ku Fariqî dibêje -, navberî nekiriye ew neçûye cem wî. Ji xwe ew [Zîyar] bû ku Samsam ud-Dewle di sala 373/984an de ew şandibû cem Bad ji bo bidawîanîna şerê navbera herdu beran.[63]
Hişmendîya Bad û felata wî ji gerefenên Fermentar
Dema mîr Bad bi delegasyonê re çû Mûsilê û derket cem Adud ud-Dewle bi yek derbê bi saya zîrekî, çeknasî û hişyarîya xwe bi mebesta wî ya nepak derxist û bawer kir ku ger xwe xelas neke yan dê ew wî bavêje zindanê yan jî wî bikuje û rabû bi delegasyona xwe ve bi dizî ji Mûsilê derket. Li ser vê yekê Îbn Esîr gotîye: “Wextê Bad, Adud ud-Dewle dît jê tirsîya û got: ´Ez bawer nakim ku ew li min bibihûre` û hima hahakê ji cem rabû û ji wê derê revîya. Piştî derketina wî Adud ud-Dewle xwest ku wî bide girtin û got: ´Ew [Bad] bi bizd û zorba ye û xerabî jê çêdibe, divê ew nemîne`. Lê gava ji Adud ud-Dewle re hat gotin ku revîyaye wî jî dev jê berda.”[64]
Fermandarê jîr û şareza Adud ud-Dewle jî gava taybetmendîyên mîr Bad yên mêrxasî, zîrekî, bibizdî û qelafetê wî yê hêzdar dîtiye, ketîye dilê wî ku dê jê re gelşan derxe û ji ber vê yekê jî xwestîye jê bifilite. Lê belê Bad jî jê hindiktir hişmend û jîr nînbûye ku ya dilê Adud ud-Dewle baş fêm kirîye û digel ku bi qonaxa rojan ji cihê xwe dûr bûye jî lê dîsa xwe jê baş xelas kirîye. Wezîr bi xwe jî ji têderxistina mîr Bad ya bi niyeta dilê Adud ud-Dewle û bi şarezayiya wî ya ku dahîtîya wî dîyar dike dîtîye û bûyerê jî bi vî awayî guhastîye.
Berfirehbûna ber bi herîma Deryaçeya Wanê ve
Digel lêgerîneke pir û serîlêdaneke bêwestan jî dîsa min agaheke ku destpêka awayê berfirehbûna Bad li herêma deryaçeya Wanê dîyar bike, nedît. Dîroknasan behsa tarîx û awayê destdanîna wî ya ser bajarê Bedlîs, Xelat, Melazgir û Erdîşê nekirîye. Nûçeya pêşî ya ser vî mîr ku dîrokê tomar kirîye ya sala 368/979an e ku ew bi delegasyonê re çûye Mûsilê û piştre jê derketîye. Lê di pey de demeke ne dîyar tê ku ew jî heya dawîya sala 372/983yan e, yanî gava wî dest danîye ser herêma Dîyarê Bekir û wê ji biweyhîyan sitandîye.
Ew agahên ku ji gotina Wezîr [Rûdrawî], Îbn el-Esîr û Îbn Xeldûn tê zanîn ew e ku mîr Bad berî ku here Mûsilê, carê êriş dibirin ser tixûbê bîzansîyan. Îcar Berî berfirehbûna biweyhîyan ber bi Kurdistana navîn ve, yan jî bi azadkirina herêma Dîyarbekirê re dîyar dibe ku ew bi herêmên Kurdistanê yên hevsînorên bîzansîyan mîna Bedlîs, Xelat, Erdîş û Melazgirê ve çûye [û dest danîye ser wan]. [Ji ber vê yekê] gava ew gihaye Mûsilê ew desthilatdarê navçeyeke mezin bûye ku ji ber vê yekê jî Adud ud-Dewle girîngî dayê û tirsîyaye ku di pêş de ew dê berê xwe hê firehtir jî bike.
Di vî warî de Wezîr gotîye: “Bad bernavê wî ye û navê wî Ebû Ebdullah Huseyn îbn Duşing e û ji kurdên himeydî ye. Ew yekî pir belengaz bû, timî diçû ser birrek û gelîyên sînoran û lê cengê dikir. Ew yekî qilafetgir û bibizd bû ku gava Adud ud-Dewle hat ser hikim hingê bi ceweta Zîyar îbn Şehrakoye ew çû dergahê wî, lê piştre revîya.”[65]
Îbn Esîr jî weha gotîye: “Destpêka rewşa wî yanî ya Bad ew bû ku wî li gelî û birekên ser sînorê Dîyarê Bekir pir ceng dikir, ew yekî girs, û bitirs û bizd bû. Gava Adud ud-Dewle Mûsil vegirt ew derket cem, lê gava ew dît t.d….”.[66] Îbn Xeldûn jî hema weha gotîye.[67] Lêbelê em nikarin tarîxa berfirehbûna wî ber bi deverên gotî ve û salên wê yên misoger bidin, lê em dizanin ku piştî sala 356/967an bûye. Çunkî herêma Dîyarê Bekir ta sînorê Mardînê û heya navçeya Ebnînê ya nêzî devera Torê di bin desthilatdarîya Seyf ud-Dewleyê Hemdanî de bû û Mûsil heya Cizîr, Nisêbîn û Serê Kanîyê jî di bin destê birayê wî Nasir ud-Dewle de bû.
Piştî mirina Seyf ud-Dewle ya sala 356/967an birazîyê wî Ebû Texelub dest danî ser herêma Dîyarê Bekir. Lê li ser deverên gotî em tu agahan nabînin ku ew der jî di destê wî de bûne. Ji xwe çûna wî [Ebû Texelub] ya heya Bedlîsê û Erzena Rûmê (Erzeromê) di dema şikestina wî ji ber biweyhîyan de nayê maneya ku ew der eseyî yên wî bûne. Pir mumkin e ku piştî mirina Seyf ud-Dewle bi hinekî, mîr Bad ber bi wan herêman ve berê xwe fireh kiribe çendî ku demekê ew der di bin desthilatdarîya Ebû Texelub de mabe jî lê wî tam lê hikim nekiribe.[68]
Vegirtina bajare Erdîşê
Hejmareke dîroknasên mîna wezîr Ebû Şecca´, Îbn el-Esîr, Îbn Xeldûn, Mihemed Emîn Zekî[69] gotine ku bajarê Erdîşê (Ercîşa niha)[70] bajarê pêşî ye ku mîr Bad ew vegirtîye, lê wan qala awayê vegirtinê û tarîxa wê nekirîye. Ez bi xwe rexne li awayê rêçnasîya van dîroknasan dikim û ne bi dîtina wan re me. Bi ya min Erdîş ne bajarê pêşî ye ku Bad ew vegirtîye. Ew jî ji ber du sedeman:
- Sedemê cografî.
Gava em li cografiyaya herêma deryaçeya Wanê dinihêrin em dibînin ku deryaçe dikeve navbera herêma Şêrwan û Hîzana (cihê derketina mîr Bad jê) ku dikeve başûr-roavayê wê û bajarê Erdîşê ku dikeve bakur-rohilatê wê û wan ji hev cuda dike. Rîya Mûsilê ya navbera cihê jêderketina Bad û navbera Erdîşê jî divê bibe:
- Rîya qeraxê bakur-rojava
- Rîya qeraxê başûr-rojhilat
- Rya deryayî
Di rîya pêşî de bajarê Xelat û el-Cewazê (Edilcewazê) yekser û yê Bidlîsê jî ne yekser dikeve ser rê. Di rîya diduyan de jî bajarê Westan (Gawaşa niha) û Wanê yekser û yê Muradîye (Bergirê) jî ne yekser dikeve ser rê.
Nexwe di herdu rîyan de jî divê bi kêmasî du bajaran vegire heya ku bigihîje Erdîşê, lê di rîya sêyemîn de jî divê keştîyên deryayê yên tam bi rêkûpêk hebin ta ku karibe leşkerê xwe lê derbas bike û ev jî ji xwe dûrî aqilan e.
2. Sedemê leşkerî.
Vegirtina bajarê Erdîşa dûr pêşî, [yanî] berî bidestxistina bajarên ku dikevin ser herdu rîyên bejayîyê, yan jî erdê ku dikeve ser yek ji wan rîyan, lê xwedî berahîyeke weha ye ku parastina wê mumkin e, bi zanîna leşkerî re li hev nake. Lewra gihîştina ser nuqteyeke leşkerî ya dûrî bingehên serdarîyê bi taybetî jî serdarîyeke sereke mîna ya xelîfetîyê bi dûrîya çend rojan; bê desthilatdarîyeke temam li ser dirêjîya rê zehmet e. Nimaze ger li ser nuqteyên hessas û saxlemkirina wê be, ew tê maneya veqetîna wê ji wargehê. Gava weha be jî ji neyarî re hêsa dike ku ji paş ve lê bixe, nehêle hawar jî bigihîjê û rê jî ji ser bibirre. Bêguman şaşîyeke leşkerî ya weha ji fermandarekî zîrek û serkeftî mîna mîr Bad re nayê payin û dûrî hiş e.
Dîtin û nêrîna min ya bi serê xwe û şiroveya min ya cografî û leşkerî li ser vê xalê, weha ye. Lê digel van hemîyan jî bi îhtîmaleke dûr be jî dîsa dibe ku rewşa vegirtina Erdîşê mîna behs û saloxên dîroknasan yên ser vegirtina wê be jî.
Vêca di pêş de ger dîtina wan bi delêlên qutûbirr yan jî bi zanînên dîyartir rast derkeve jî ew rexnegerîya min ya li wan li gorî van delîlên niha heyî di cih de ne.
Wergera ji erebî: Emîn Narozî
Noten Kitêbê
[1] Min ev nav ji ber berahîya Kurdistanê û rewşa cografiya wê ya neteweyî ya niha hilbijart. Vêca ger em wê berahîyê bi balkêşî bifikirin dibe ku ji hêla piranî yan jî ya bêgavî ve li rastiya wê rexne bêgirtin çendî ku ev nav ji yên din layîqtir û rasttir e jî.
[2] Herêma Botan ji tixûbê Îraq û Turkiyê, ji navçeya Zaxo dest pê dike û diçe heya çemê Bohtan yanî qilîçê rojhilat yê Dîcleyê û ji serê herdu qilîçên Dîcleyê jî dirêj dibe heya digihîje sînorê gundê Bêdara mezin ku dikeve navbera Xesxêr (Berwarî) û Miksê. Çawa ku em dizanin navê Bohtan cara pêşî di sedsala pêncan ya berî Îsa de hatîye hildan. Dîroknasê Yûnanî Herodots dîyar kirîye ku herêma sêzdan ya dewleta Exmînî ya faris bi navê Buxtweyx hatîye bi nav kirin, piştre bûye (Buxt, Buxtan û Buhtan) û Botan jî niha weke Bohtan tê bi kar anîn. Her weha berê navê Karda jî ji bo herêma Bohtan hatîye gotin. Belge nîşan didin ku ev nav di hezarê sêyemîn yê berî Îsa de û hê berî wê jî gelekî belav bûye. Di Tarîxa Kurd ku Kurdistanê (r. 38) de li ser gotina şareza Minorsky hatîye nivîsîn ku navê Kar-daka hê ji du hezar sal berî Îsa ve ji bo xelkê navçeya der û dorên Suya ku dikeve başûrê behra [gola] Wanê hatîye bikaranîn û her weha aramîyan jî hê berî îslamê ji herêma Bohtan re Karda gotiye û piştre ew kiriye Qerda. Dîroknasên musilmanan Qerda ji bo deşta Silopya ku dikeve rojhilatê Dîcleyê ta digihîje [gundê] Heştêyan yê cem bakurê Cûdî, bi kar anîye lê cografînas Îbn ’Hewqel bajarê Cizîrê jî xîstiye ber herêma Qerda.
Di Mu‘cem el-Buldanê de di xala Qerda de diyar dike ku ew gundekî pêşberî Cizîrê ye û herêm jî ku ji dused gundan pêk tê û gundê Heştêyan jî yek ji wan e, bi navê wî gundî hatîye binavkirin, lê niha cihekî bi wî navî nayê zanîn. Di Bohtan de deverên berhemên dîrokî yên hêja ku heya vêga tê de lêkolînên hilkolî/arkolojî çênebûne, hene û tê de deverên kevnare jî hene:
[Gundê] Heştêyan ku bajarekî kevnare ji yên Korduiyan bû. Dibe ku ew di hezarê sêyemîn yê berî Îsa de paytexta xelkê Gotî û Nayrî be û her weha ew navenda şaristaniya Cûdî be jî. Belkî jî Hûbişkiya ku perestgeha zerduştîyan lê bû û keşe Îşûyab berî îslamê ew kiribû dêr û dînê Mesîh [Xiristiyaniyê] tê de belav kiribû, ew be. Di kitêba bi navê Di Tarîxê de Lehîyên/lêmiştên Bexdayê, de di beşa yekê (r. 169) de ku ya Ustad Doktor Ehmed Sûse ye, diyar dike ku Împeratorê Rûmî Herqel [Heraklious] çûye bajarê Heştêyan û piştre jî hilkişiyaye çiyayê Cûdî da berhemên keştîya Nûh bibîne ku di navbera salên 622-630/1228-1236an de çûbû. Di dîroka îslamê de navdar e ku [nebî] Nûh bi xwe bajar yan jî gundê heştêyan ava kiriye ji ber ku digel wî jî ew heştê kes bûne. Ji Heştêyan tibabek zanayên ku jînenîgarîyên wan di kitêbên tarîxê de hene yên mîna ‘Umer îbn Sabit el-Semanînî [Heştêyî] yê feqîyê Îbn Cinnîyê nehwî yê navdar, derketine. Ew kor bû, lê dîsa wî gelek berhem nivîsîne û di sala 482/1089an de wefat kirîye.
Basûrîn: navê Basûrînê di çavkanîyê îslamê de pir derbas dibe ku Harûn Reşîd jî qesrek ji xwe re lê ava kiribû. Niha bi heman navî gundekî ku tê nasîn li cihê wê li deşta Silopya li ser çemê Dîcleyê li cihê ketina ser çemê Xabûr heye, lê gundê Rebehê/Rebeha ku vêgavê heye ew keleya Rabîye ya kevnar e.
Şax/Şaxê: Ev gundê ku bi spehîtî û xweşikiya xwe pê derbûmesel tên dayîn, dikeve kevanê bakur-rojavayê çiyayê Cûdî û di binê wî de jî çemê Nêrdoşê diçe û ji hêla Ziyaretê ve jî ji bakurê wê ve çemek wî şeq dike, li nik gund jî ew şelaleya şahîyane (şaheser) ya 35 metre dirêj heye. Ev gund bajarekî kurdî bû ku tarîxa wî digihê berî serdema îslamê û ji sê hêlan ve sûrkirî bû, lê ji ber ku alîyê wê yê rojava zinar û asê bû pêwîstiya wî bi sûrê tunebû. Gutlek ji sûra wê ya pahn heya niha jî dimîne. Belkî jî ew bajarê Safîyê be ku bi vî navî di cografiya Betlemûs de hatibe. Bermayên sûr yan jî seda wê di derbenda navbera wê û Zîyaretê de têne dîtin û nimûneyên wan jî mîna yên aşûrîyan in û ji wan wêneyan jî sembolê şahê Asûrîyan û li ber wî jî sembolê dîlekî ku şahekî herêmê belkî jî yê Nayriyên ku gelek caran bi asûriyan re li navçeya Cûdî şer kiribe û çend caran jî Senharib pê re qirên kiribe, binimîne. Her weha li navçeya Hesenan ku dikeve herêma Cûdî jî nimûneyên sembolên kevnare hene.
Qesrika Keylî (Gêlî/Gelî): Ev gund dikeve derbenda pêşî ya bakurê bajarê Cizîrê ji rojhilatê Dîcleyê ve û pişt gundê Misûriyê. Di vê gêdûka stratejîk ya nevbera zincîra Cûdî û çemê Reş de çemekî demsalî yê bi navê Bûrî ku behsa wî di Mu‘cem el-Buldanê (c. 4, r. 38) de di nava qilîçên Dîcleyî de bi navê Bûyar derbas dibe, diherike. Li Qesrika Gêlî li ser tatekî bilind sembolekî ku di nav xelkê de bi wêneyê Qeyserê Rûmê tê zanîn xuya dike. Belkî jî ew yek ji bajarên Sarîz, Stalkî û Safî yên Kordûyiyan yê kevnare be ku heya niha di tarîxê de cihê wan nehatîye dating.
Finik û Bênat jî ji deverên kevnare yên navçeya Botan in, a dawî ku ji bîst malî pêk tê, bi qasî 13 kîlometran nêzîkî bakur-rojavayê Finikê ye û ji çepê wê ve jî çemê Bênatê derdikeve ku dikeve pêşberî gundê Bafê û gelîyê Bênatê û diherike ser Dîcleyî. Ew gelîyê ku mirov di sînorê gundê Zêwê yê xwedî spehîtirîn gelîyê Botan de, di tunêleke zinarîn ya kevnare de dikevê. Bi taybetî jî di zivistanê de gava bi darên sinoberê yên gurr û sirûştî ku li devera Botan li cihekî din nayên dîtin, û yên hêvrist û Zeytûnê hêşîn dixemile. Li Bênatê berhemên serdema îslamê yên mîna minareya ku hê jî çik li pîya ye û mizgefta kevirşehkirî, banqubkirî û mehkem î bikarnehatî hene. Di başûrê minareyê de di navbera wê û şikeftên Zêwê yên zendegirtî de li ser çem hîmên pireke kevir ku behsa wê di hinek serkanîyên îslamê yên weke Mu‘cem el-Buldanê (c. 1, r. 14) de bi navê Ba‘înasa derbas dibe, tên dîtin. Her tê de dibêje: ”Ew gundekî mezin e, weke bajrekî ye, gelek bostan tê de hene, paqijtirîn dever e û mîna ye Şamê”. El-Meqdesî jî di sedsala 4ê koçî/10ê zayinî de di Ehsen et-Teqasîma xwe de pesnê wê daye û gotîye: ”Baînasa paqij û spehî ye û ji bîst û pênc taxên ku bi cûbarên avên bostanan veqetandîne pêk tê, di Îraqê de cihekî weke wê bi kêr û erzan tune.”
Keleya Zivingikê: Gundê Zivika Hacî Elîyan e ku gundekî mezin î bêhtirê ji sed û bîst malî ye û dikeve bakurê Bênatê. Di vî gundî de berhemeke dîrokî ya şahane heye ku ji keleyeke di nav tahtekî bilind de bi kevirê şehkirî û qatqat li ser hev honayî pêk tê û derîyekî piçûk î nêzî metreyekê dirêj jî li ber e. Gava yek dikeve nav, dibîne ku ji du tayan pêk tê û tê de hildikişe tayê diduyan yê bi heman kevirê honayî. Li rastê wê du sarincên piçûk yên avê hene ku tu rîya derketina ser keleyê jî tê de nîne, kesê ku ne erbabê hilkişîna bi dîwaran ve be nikare hilkişe ser. Li çemê Pawan jî yeke mîna wê heye, lê bes odeyek e û bêwerîs jî kes nikare hilkişe ser. Ji xwe min nebihîstîye ku kes li hilkişîna ser xebitîye jî.
Menhotê Pîrê Del: Li ser keviya Dîcle ya rojhilat, di navbera Pîrê Del û çemê Pawan de tîmsala zilamekî rawestîyayî, devliken û seyê wî li pey heye ku mîna ye benîyekî reş. Bejna tîmsalê ji metreyekê kêmtir e û dirêjiya wê jî ji erdê, yanî ji rê li dor metreyekê yan jî kêmtir e. Ew rasterast dikeve nava rê û dibe ku ew berhemên parsîyan be. Navbera Pîrê Del û çemê Pawan jî nêzî du kilometreyan e. Cihê pêşî yê nêzî Dîcle ku çemekî mezin tê re diçe, Rûsor e, ew ji gundê Dêrşewa rojhilatê Basretê derdikeve û li qilîçekî kevin ku ji Welatê Bekatê ji cem tunêleke tatîn û navdayê bi navê “Neqebê” û ji bakurê gundê Herarişê derdikeve, rast tê.
Bazibdê: Ew Bazifta niha ku dikeve Deşta Hesinan û bi qasî şazde kîlometreyan nêzîkî Cizîrê ye û li rojavayê wê li ser tixûbê Turkîye û Sûrîyeyê dikeve. Tê de jandarmexaneya tirkan heye. Gund nêzî bîst malî ye, li nik wê kanîyeke avê heye û li pêşîya wê jî girekî axîn ku nêzî bîst metreyî bilind e heye. Li başûrê Baziftê li aqarê Sûrîyeyê jî girê Mexrûtê heye û ji girê Baziftê dirêjtir û asêtir e. Jê re Kerê [girê?] Qesrokê tê gotin û di nîvê gundekî bi vî navî de ye. Ew dikeve bakurê Baneqesrê û li rojhilatê Xirbe jî Bacerbîqa dimîne ku navê wê di sedsala 7/13an de di Mu‘cem el-Buldanê de derbas bûye. Her weha navê bajarê Bazibdê jî di serpêhatîyên rûm û farisan yên berî îslamê de hatîye û digel her heşt rojhilatnasan û nivîserên (Daîre el-Me‘arif el-Îslamîyeyê) jî pirên dîroknasan lê xebitîne ku cihê Bazibdê dîyar bikin, lê bi ser neketine. Bes ez li vê derê cihê Bazibdê nêzî Bazifta niha derdixim û her weha cihê berhemên kevnare yên herêma Botan jî ku pirên wan ji hêla tu dîroknasên din ve nihatine kifş kirin û ji xwe behsa hinekan ji wan jî hê nehatîye kirin, dîyar dikim. Li wê derê hinek berhemên kevnare yên din jî hine ku gotina wan babetê dirêj dike û jixwe ew bi wêneyên xwe ve bi berfirehî di kitêba min ya Tarîxa Botan de hatine dayîn.
[3] Mu‘cem el-Buldan, c. 4, r. 416 ku ji Îbn el-Esîr hatîye veguhaztin.
[4] Min berahiyên wîlayetên gotî ji Heyat Ansiklopedisi ku lêzêdeyîya kovara Heyat ya tirkî ye û li Îstanbulê derdikeve, girtiye. Ev lêzêdeyî di sala 1965an de bi gelek agahdarîyên dîrokî û cografî ve li ser hemî wîlayetên Turkiyeyê derketîye, binêre hejmarên sala 1965, r. 232, 261, 347 û 432.
[5] Taha el-Haşimî, Mufessel Cografya el-Îraq, r. 532.
[6] Adiyeman yek ji bajarê kurdî yê kevnar e ku li ser xerabeyê Bireya ku tarîxa wê digihîje berî Îsa, hatiye avakirin. Ew mûzeyeke dewlemend ya berhemên kevnar û bêhempa ye ku tê de gelek tîmsalên mezin, gorên tatîn û pirên kevnare yên mîna pira Cender hene. Berhemên wê jî her wekî çiyayê raserî wê bi berhemên Nemrûd tên nasîn. Di sala 1928an de heyeteke arkeologên ewrûpî bi serektîya Bîtard çûne wê derê û ew tomar kirin. Di sala 1931ê de jî delegasyoneke din çû qezaya Behsinê/Besnê ya girêdayê bi Adiyemanê ve û di keleya Berînê de gelek berhemên kevnare û hinek hilkolîyên ser beran li gundê Qerekoyî [Kara Köyü] dîtin. Berhemên wê digihîjin serdema desthilatdariya Xaldîyan [Uratuyan] ya ku di nîvê dawî yê hezarê duyemîn yê berî mîladê de li herêma behra Wanê hatibû avakirin. Ev agah jı kitêba ser Malatyayê ya ku bi zimanê tirkî ji hêla hikumetê ve hatîye weşandin, hatîye girtin.
[7] Se‘îd îbn el-Bitrîq el-Entakî, el-Tarix el-Mecmû‘ el-Tehqîq we-l-Tesdîq, r. 263.
[8] Daîre el-Me‘arif el-Îslamîye, Teb‘et Misir, c. 12, r. 214
[9] Tarîx el-Fariqî, r. 212
[10] Binêre beşa “Dewleta Dostikî Rihayê diparêze”, li wê derê hem çavkanî hatine dayîn û hem jî bi berfirehî hatîye dîyar kirin.
[11] Îbn Esîr, el-Kamil fî-l-Tarîx, c. 9, r. 186
[12] Tarîx el-Fariqî, r. 143 (binêre ”meşari‘ Nesr el-Dewle el-xeyrîye”, ”:karên Nesr el-Dewle yên bi kêr)
[13] Bnr. Ibn Ezreq Fariqî, Tarîxa el-Fariqî, r. 50. Fariqî Ehmed îbn Yûsuf îbn Elî îbn Ezreq e, ku piştî bidawîbûna dewleta Dostikî bi 3 salan hatîye dinê. Ew di sala 510/1118an de bûye û li Kurdistanê mezin û perwerde bûye, li wê derê li cem hinek alimên mezin yên mîna zana Ebû Mizafer îbn Şehrezorî û zana Ebû Mensûr Lewa´îqî xwendîye û di dewleta Artuqî ya tirkmenî de li Dîyarbekirê wezîfe girtîye. Di sala 562/1170yî de bûye birêveberê Heskîfê (Hesenkeyfê), lê pişt re zivirîye Farqînê û li wê derê bûye birêveberê weqfan. Wî berê li şamê jî serkariya weqfan kiribû.
Fariqî li welatê Şamê, Îraq, Îran û Gurcistanê gerîyaye û li yê dawî (Gurcistanê) serekîya gelek karên girîng kirîye. Kalê wî Elî îbn Ezreq di Dewleta Dostikî de wezîfedar bûye. Fariqî tarîxa xwe bi navê “Tarîxa Meyafarqîn û Amedê” bi nav kirîye û di sala 572/1180yî de dest bi nivîsîna tarîxa xwe kirîye û ew kirîye du beş: beşa pêşî li ser tarîxa herdu bajarên kurdî Meyafarqîna paytexta dewleta Dostikî û ya Amedê (Dîyarbekirê) ye. Beşa duyemîn jî bi giştî li ser tarîxa dewleta Dostikî ya navdarê bi Merwanî ye û herweha gelek bûyerên dîroka giştî jî di xwe de digire. Diktorê Misrî ustad Bedewî Ebdu-l-Letîf beşa duyemîn ya destnivêsên London, Cambridge û Oxfordê weşandîye û li serê doktoreya xwe daye, lê beşa pêşî heya niha jî nehatîye weşandin.
Belkî ev dîroknasê Kurdistanî yê yekemîn be ku li ser dewleteke kurdî yan jî bajarên Kurdistanê nivîsîbe. Ger ne ji Fariqî bûya dê piranîya dîroka wê dewletê wenda bibûya. Ew bi giştî zanatirîn kesê ser vê babetê ye, çendî ku agahên wezîr Ebû Şucca´ê xwedîyê Zeylu Tecarib il-Umemê li ser dema avakirina dewletê, ji ber nêzîkayîya wextê wî jê re, ji yê wî kûrtir in jî. Lê Wezîr yekemîn dîroknas e ku li ser bûyerên serdema mîr Bad nivîsîye.
Fariqî bi xwe di paytexta dewleta dostikî de mezin bûye, berhemên şahîtîya wê dîtiye û bûyerên wê ji niştecîyên wê, ji bavê xwe, ji kalê xwe û gelek kesên serdema wê (dewleta dostikî) veguhasîye. Ji ber vê jî wî rastîyên wê nivîsîye û bûye çavkanîya dîroknasên mîna Îbn Xellikanê Erbîlî, Îbn Cewzî, Yaqûtê Hemawî, îbn Esîr û yên din.[14] Wezîr Ebû Şucca´ Rûzrawerî Zeyl Tecarib el-Umem, r. 84. [Tecarib ul Umem berhema nivîkarê mezin Ebû Elî Ehmed ibn Mihemed Meskiweyh e ku Wezîr Ebû Şucca´ Mihemed ibn Hiseyn Zehîredîn Rozrawerî/Rûzrawerî bi navê Zeylu Tecarib ul-Umem dawekê/berdewamekê li ser nivîsîye û cara pêşî di zeyla xwe de behsa bûyerên Bad û dewleta dostikî/merwanî kirîye.]
[15] Cemaledîn Ebû Mehasin Yûsuf ibn Texreberdîyê Atabegî (813-874/1410-1469), en-Nicûm el-Zahîre fî Milûki Misir we l-Qahire, Dar ul-Kutub el-´Ilmîye, 1992, Beyrût, 4/145.
[16] Ezedîn Mihemed ibn Mihemed Ibn Esîr (m. 630/233), el-Kamil fî-Tarîxa, Dar ul-Kutub el-´Ilmîye, çapa dawî 1987, Beyrût, 9/13
[17] Tarîxa Ibn Xeldûn Ebdurehman, Kitab el-´Iber we Dîwan ul-Mubteda we l-Xeber, Daru ibn Hezem, 2003, Beyrût, 4/251
[18] Muxteseru Tarîx ud-Duwela Ibn ´Iberî Ebu l-Ferec Gregory Bar Habraeus, bêtarîx, bêcih, 2/133.
[19] Putros Bustanî, Daîret el-Me´arif, bêtarîx, bêcih, 5/41-41.
[20] Îbn Bitrîq, Tarîx el-Mecmû´ ´Ela t-Tehqîq we t-Tesdîq, r. 210
[21] M. Emîn Zekî, ed-Duwel we Îmarat el-Kurdîye, Metbe´e s-Se´ade, 1948, Misir, çap 2, r. 102.
[22] [Ya rastî maneya Baz heye û navê teyrekî ye ku xweş nêçîrê dike bi lez û bez xîşî ser nêçîra xwe dibe.]
[23] Ehmed ibn Elî Qelqeşendî (m. 1418), Subh el-E´şa fî Sina´et il-Înşa, Dar ul-Kutub el-´Ilmiye, 1987, Beyrût, 7/110-111 ku di babeta lihevhatinê de dê deqa wê [nameyê] be.
[24] Îbn Texrebirdî, en-Nicûm uz-Zahîre, c. 4/145 û 5/157 ji çapa wênekirî ya Dar el-Kutub el-Misrîye.
[25] Ebdurrehman Xeldûn, Muqedddîme, metbe´e Mustafa Muhemmed, n. d. Qahîre, r. 34.
[26] Ibn Esîr, el-Kamil fî t-Tarîx, Tab´et Misr, 1353/1934, Misir, 7/121.
[27] Ebû Şucca´ Rûzrawerî, Zeyl Tecarib el-Umem, r. 84.
[28] Ibn Texrebirdî, en-Nicûm uz-Zahîre, 4/152.
[29] Muhemmed Emîn Zekî, el-Duwel we-l-Îmarat el-Kurdiye, r. 201.
[30] Ibn Ezreq, Tarîx el-Fariqî, r. 52.
[31] Di Şerefnameyê de navê Bad nayê, çunkî ji mîr Şerefxan werê damezrênerê dewletê Nesir ud-Dewle Ehmed îbn Merwan bûye.
[32] Ibn Ezreq, Tarîx el-Fariqî, 51
[33] Li herêma Şêrwanê mîrnişîneyeke kurdî hebû ku di nav xwe de serbixwe bû û di pirê wextê xwe de hevpeymanê mîrnişînîya Botan hebû. Dibe ku ev hevpeymanîya wan ji ber zanîna wan bi pismamîya wan be. Ev mîrnişînî dikete navbera mîrnişînîya Botan, ya Bedlîs û ya Heskîfê, lê ji hersêyan jî piçûktir bû û heya salên navîn yên sedsala 19an jî hebû ku hingê dewleta Osmanî di dema destdanîna ser desthilatdarîya Bedirxan Paşa ya Botan de, dawîya wê jî anî.
Dîroknasê kurd mîr Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameya xwe de di çapa Misrê ya farisî r. 299-309an de li ser mîrnişînîya Şêrwa ne hindik agahdarî daye. Wî gotîye ku mîrnişînî li dor salên 662/1264an ava bûye û weha domandîye: “Tê gotin ku bapîrê mîrekên wê yên pêşî wezîrê eyyûbîyan bûye û bi kurdekî eyyûbî re ku kalê mezinê Heskîfê (Hisn-i Kêfa) bû, hatibû Kurdistanê”. Her weha wî li ser devê yekî din jî mîrekên Şêrwan gihandîye mîrên Şêrwana başûrê Qafqasîyayê ku sê bira bûne: Ezedîn, Bedredîn û Îmadedîn, ew ji Şêrwanê daketine wîlayeta Kufrayê û lê mane û piştre jî bi alîkarîya eyyûbîyan desthilatdarîya wan welatan ketîye destê wan. Yê pêşî ji wan ku li kufrayê desthilatî girtîye mîr Huseyn îbn mîr Îbrahîm bûye û gava mirîye jî li ser wesîyeta wî welatê wî di nav pênc kurên wî de hatîye parve kirin.
Keleya Şabistanê û der û dorên wê gihîştîye Mihemedê kor, keleya kufrayê jî gihîşt mîr Mîrza, keleya Êrûnê digel dora xwe jî gihîştîye mîr Şemsedîn û keleya Ewîl-Mawêlê jî gihîştîye Mecdedîn. Lê mîr Şah Mihemed bi xwe li Kufrayê desthilatdarî kirîye [Li pêş keleya Kufrayê gihabû kurê wî Mîrza. E. N.] û piştî mirina birayê xwe yê zarok Mecdedîn herêma Mawêlê jî bi ser ya xwe ve berdaye. Şah Mihemed jî çar kur li pey xwe hiştine ku mîr Ebdalê kurê wî piştî wî hatîye ser hikim û piştî mirina wî jî kurê wî Mihemed Şah bûye mezinê Şêrwanê. Evê dawî jî di nav wan mîrekên Kurdistanê de bû ku di sala 917/1511an de çûbûn heya Kurdistana Îranê cem Şah Îsmaîlê Sefewî û wî jî dest danîbû ser wan û ew avêtibûn zindanê. Ji nav zaroyên wî jî kurê wî Şah Mihemed Beg hat ser hikim û yek ji wan mîrekên kurdan yên welatparêz ku li dijî sîyaseta siltanê osmanî Qanûnî Siltan Sileyman ya li hemberî kurdan derketibûn, jî ew bû û Siltanî jî ev mîr ji ber cihê wî yê bi rûmet kuştibû. Piştî şah Mihemed, mîr Ebdal Begê birayê wî ket cihê wî. Li gorî Şerefxanê Bedlîsî di sala 1005/1596an de mîrê Şêrwanê Ebdal Beg îbn Zeynel beg bye.
Ger ku rîwayeta dawî ya ku Şerefxan dibêje rast be, belkî jî derketina navê Şêrwanê, piştî desthilatdarîya malbata navdayî li herêmê hatibe danîn û ew jî ji navê şêrwana başûrê Qafqesyayê hatibe girtin. Îbn el-Esîr di Tarîxa el–Bahir fî-l-Dewle el-Atabegîye r. 72 de navekî nêzîkî Şêrwa yanî Şarwa dide. Li gorî gotina wî kela Şarwayê girêdayê bi mîrnişînîya Finikê ve bûye. Ew di behsa dorpêçana Zengî ya kela Finikê ya sala 539/1145an de dibêje: “Çend keleyên xwedîyê Finikê hebûn ku Şehîd (yanî Îmadedîn) ew vegirtin, mîna Heytem, Cedîde, Nisêbîn, Şêrwa û hinekî din ji keleyên Zozanan.” Ji xwe em dizanin ku Heytem bi xwe gundê Heytemê yê niha ye. Ew dikeve ser girê Harûnan ku bi qasî 20 kilometreyî li rojavayê Finikê dimîne û raserî Dicle dikeve, ew niha nêzî heştê malî ye.
[34] [Bnr. li jor li notên ber navên van kitêban ku agahên tamamî di wan notan de tên dalin.]
[35] Bnr. Îbn Esîr, Esed el-Xabe fî Me´rîfe s-Sehabe bê agahên ser kitêbê
[36] Îbn Xellikan Şemsedîn îbn Mihemed Erbîlî, Wefeyat el-E´yan we Enba`u Ebnaî-l-Zeman, c. 1, r. 57.
[37] Ibn Esir, el-Kamil, 9/210.
[38] Mebest ji qiyasê daneberhev e ne ku pîvana (qîyasa) mentiqî yan jî usulî ye.
[39] Ibn Esir, el-Kamil, 9/210.
[40] Finik: gundê Finikê ku niha di şikeftên wê de heft malbat bi tenê dijîn bi qasî 15 kmyan li nêzî bakurê Cizîra Botan dikeve û li ser qeraxê rojhilat yê çemê Dîcle dimîne. Ev li navsera zincîra çiyayê Reş ê ku ji ber çemê Bênatê ber û berê Dîcle dirêj dibe heya devtenga Qesrika Gêlî ya ku dikeve navbera wê û zincîra Cûdî.
Finik bi xwe bajarekî kevnar e û berhemên kevn lê hene, di çavkanîyên dîrokî û cografî yên serdema îslamê de bi navê (Penyaka-Penk) hatîye û niha jî du tîmsalên ser kevir yên serdema persîyan (farisan) li Finikê têne dîtin. Çawa ku em dizanîna me ku serdema persîyan (Eşkanîyan) ji nîvê sedsala sêyemîn ya berî Îsa dest pê dike û heya sedsala sisiyên piştî Îsa didomîne. Berhemên bajarî û gutlek ji sûra wê ya saxlem ji hêla rojhilat û başûr ve xwiya dibe û sûra wê ya başûr bi qasî bîst metreyî ji Dîcle ne dûr e. Çemê Finikê ku dirêjîya wî ji kîlometreyekê kêmtir e bajarî dike du beş.
Keleya Finikê bi hemî avahiya xwe ve ji serê çiyayekî tek ku dikeve raserî rojavayê bajêr, tê dîtin. Ew çiyayekî gilover û nebînayî ye ku nêzî sêbeşên bilindîya wî bi kevirekî qatqatî, şeqkirî û mîna dîwarekî çêkirî dorpêçayî ye. Ji xwe agahên tarîxî yên li ser Finikê ji dema îslamê ve ne hindik in û gelek behsa wê di berhemên dîrokî de jî tê kirin. Ew navenda beşa bakurê Botan bûye û heyanî malbata Azîzan mîrîtîyê nebiribû bajarê cizîrê, ew navenda mîrnişînîyê bûye jî. Dîroknas behsa mîrîtîya beşnewî ya Finikê ku malbata beşnewî (beznewî) ava kiribû, dikin. Dîroknasan navê Beşnewî li kurdên wê beşa Botan danîne, lê ya rastî ew navê malbateke tenê bûye ku li Finikê û der û dorên wê rûniştiye. Niha jî malbateke belawela bi navê Bernewî li gundên mîna Hînema [û yên din] hene ku eşîra Harûnan lê rûdinê.
Mîrê şair Huseynê kurê Dawidê Beşnewî di qesîdeya xwe de nivîsîye ku mîrekên Finikê mihranî ne çawa dê di jînenîgarîya wî de jî bê gotin. Ji vê jî dîyar dibe ku beşnewîyan bi hindakayî be jî heya sedsala dehan/şazdehan jî keleya Finikê û mîrîtîya xwe parastîye û li hemberî desthiladariya malbata ezîzan têkoşîn daye ta ku mîrekên Cizîrê Finik vegirtîye û ew jê qewirandine herêma Heskîfê (Hesenkeyfê). Ew lê xebitîne ku mîrnişînîyekê li wê derê ava bikin, lê li gorî agahên Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameyê de dinivîse, ew bi ser neketine.
Her çawa be jî Finik bi cihê xwe yê dilrakêş, bostanê pir, ava xwe ya xilbe mirov şa dike. Digel çemê wê û yê Dîcle çemekî din yê piçûk jî ji hêla rojava ve ji binê keleyê derdikeve. Gundekî piçûk bi navê Kereşa li dawîya şûnwarên bajêr yên kevnare hatiye avakirin. Herweha li kenarê Dîcle yê rojava li hemberî Finikê warên sûreke kevn ku li dora keleya niha ya bi navê Xendekê bû, tên dîtin û gundê Xendeka [Xendûka] nû jî li başûrê wê dikeve.
[41] Ibn Ezreq, Tarîxa Fariqî, r. 59.
[42] Ibn Texrebirdî, en-Nicûm ez-Zahîre, 4/145; di çapa wênekirî ya Dar el-Kutubê, c. 5, r. 69 de, Merwan îbn Dostik hatîye û di c. 4, r. 45 de jî Merwan îbn Kesra ye.[43] Îbn Esîr, el-Kamil, c. 9, [r.] 13.
[44] Li Tarîx el-Bahîre fî Dewlet el-Atabegîye, r. 66an binêre ku Îbn el-Esîr tê de gotîye Maden dikeve navbera Sêrt û Hîzanê, lê li gorî zanîna me herêma navbera wan Şêrwa ye. Nexwe divê ev Maden di aqarê Şêrwayê de be, çunkî wî gotîye: “Îmadeddîn Zengî di sala 538/1144an de bajarê Tanzê û yê Sêrtê vegirtîye û dest danîye ser bajarê Madena ku misa ji ermenistanê tê, lê tê saz kirin. Her weha bajarê `Hizan, keleya Zoqê, keleya Fetlîsê (Bedlîsê), keleya Batasa, ya Hesa û ya Qerneynê jî vegirtîye”.
[45] Mihemd Emîn Zekî Beg, ed-Duwel we Îmarat ul-Kurdîye, r. 102, nota Mihemed Elî Ewnî.
[46] Îbn el-´Edîm, Buxye t-Teleb fî Tarîxî Heleb, 2/61.
[47] Se´îd îbn el-Bitrîq, el-Tarîx el-Mecmû´ ´ela-l-Tehqîq we-l-Tersdîq, r. 167.
[48] Ebû Şucca´ Ruzrawerî, Zeyl Tecarib el-Umem, 84.
[49] Hiseyn Hiznî Mukrîyanî, Pêşkewtin, r. 60
[50] Bnr. Îbn Xellikan, Wefeyat el-E´yan, 1/159; Îbn el-´Îmad el-Henbelî, Şuzurat uz-Zeheb, 2/29; Şemsedîn ez-Zehebî, el-Îber fî Xeberî men Xeber, 7/97.
[51] Ibn Ezreq el-Fariqî, b. n., r. 59.
[52] Ibn Ezreq, Tarîx el-Fariqî, r. 149, 262, 263, li dara rêzemalbata dostikîyan binêre!
[53] Kek weke kurê Merwan yê çaran di Tarîxa Fariqî ya çapkirî de hatîye nivîsîn, lê di destnivîsa Fariqî de, di wî cihî de ew tune. Nivîskarî cihê navê kurê çaran vale hiştîye, çawa ku edîtor û weşangêrê wê Dr. Bedewî Ebd el-Letîf jî dîyar dike. Lê wî navê Kek li gorî ya çapkirî di 262yan û li gorî destnivîsa “B” jî di r. 90î de bi hevokê “ji wan e mîr Merzuban t. d. . . .”, veguhastîye. Ji ber vê jî ez tu guman tê de nakim ku dê di pelê destnivîsê yê gotî di hejmara “B” de şaşî hebe. Ew şaş bûye, jê werê ev Merwan bavê Mîr e û Kek jî li wê derê kurê wî yê çaran û birayê Mîr e ku nivîskarî cihê wî vala hiştîye ye. Dibe ku Fariqî bi xwe jî navê kurê Merwan yê çaran ku bêdunde (bêziriyet) çûye, nizanibe çawa ku dîroknasekî din jî weha negotîye. Îbn Tuxrebirdî di el-Nicûm el-Zahîre, c. 4, r. 145an de sê kurên Merwan nîşan dane, lê pişt re jê zivirîye û nivîsîye: Ew Hesen, Seîd, Ehmed û birayekî din in. Belkî wî jî Tarîxa Fariqî dîtibe, lê navê kurê çaran nedîtibe.
[54] Îbn Texrebirdî, en-Nicûm ez-Zahîre, c. 4, r. 245.
[55] Destnivîs di biroya midûrê weqfan de li Bexdayê di hejmara 5890î de heye. Kitêb ya ez-Zehebî ye û kurtasî ji Îbn Mela el-Helebî ye. Her weha divê bê gotin ku di Pêşkewtina rehmetîyê Hiseyn Hiznî Mukrîyanî de hinek tiştên ku tu tarîxê ew tesbît nekirîne, hatine nivîsîn. Ji xwe ew di tu çavkanîyan de jî nayên dîtin û wî bi xwe jî çavkanîyên jê wergirtîya nedaye ku ev tişt jî bi jîyana mîr Bad ya pêşî ve girêdayî ne. Ew dibêje: “ Bad di sala 324/936an de li Dîyarbekirê bûye û hê dozdeh salî bûye bavê wî jê re mamosteyekî girtîye ku di du salan de ew fêrî xwendin û nivîsînê kirîye. Wî di diwazde salîya xwe de dest bi fîrbûna pîşeyê cengê kirîye û di sala 339/951ê de jî bi sipaha bavê xwe re li hemberî neyarî tixûbê xwe yê Cizîrê parastîye.”
Ji bo Dostik jî nivîsîye ku ew li dor salên 321/933yan de mezinê hoza xwe bûye û di 328/940î de hinek mêrxasên wî êrîşî ser Dîyarbekir kirine û ew di 339/951ê de gihaye ber Cizîrê. Ew di 348/958an de mirîye û li Sêrtê hatîye veşartin. Ji xwe dê ji xwendevanan re jî dîyar bibe ku ev agahên han hem bi tenê Mukrîyanî nivîsîne û hem jî gava ew vê kitêba me bixwîne û bûyerên herêmê yên wê serdemê jî bibîne dê pê bihise ka rewş çi ye.
[56] Ji bo eslê biweyhîyan û destpêka derketina dewleta wan jî li cihê “têkilîyên derve” binêre!
[57] Ebû Texelub Xezanfer îbn Nasir ed-Dewle îbn Hemdan e û dîya wî Fatîmeya keça Ehmedê kurd e. Ew piştî girtin û zindankirina bavê xwe yê pîr hat ser hikim. Ebû Texelub di sala 369/980yî de hat kuştin.
[58] Keleya Kewaşê dikeve zincîra çiyayê Spî li bakurê Dihokê û rojhilatê gundê Kaşê ku niha jî di “Deşta Silîvanê” de tê nasîn. Kele bi xwe li rojavayê Sêmîlê dikeve pişta gundê Marûnê yê ser rîya Dihok û Zaxoyê. Şûnwarên vê keleya asê ku gelek caran di kitêbên dîrokî de behsa wan hatîye kirin, niha jî tên dîtin. Ev ne keleya Ermiştê (Erdemiştê) ye, çawa ku hejmareke dîroknas û cografînasan texmîn kirîye. Yek ji wan jî Yaqûtê Hemawî ye ku di Mu´cem ul-Buldana xwe de di xala Kewaşê de gotîye: “Kewaş navê nû yê keleya Erdemiştê ye.” Keleya din jî dîsa dikeve rêzezincîra çiyayê Spî navbera gundê Ermişt û Bafîyan û başûrê Zaxoyê ku dûrîya navbera herdu keleyan nêzî deh kmyî ye. Texmîna min ya ji bo sedemê vê şaşêya van dîrokzanan ew e ku piştî piçûkbûna rewşa keleya Ermiştê rewşa keleya Kewaşê jî ji dawîya sedsala sêyemîn/nehemîn ve diyar bû, bi taybetî jî di serdema hemdanîyan de û ji ber ku herdu kele diketin yek rêzezincîrê û nêzî hevdu bûn jî wan texmîn kir ku herdu yek in û Kawaş jî navê nû yê keleya Ermiştê ye. Her weha girîng e ku bê destnîşan kirin ku hinek dîroknasên kurd yên vê serdemê jî yên mîna Hiseyn Hiznî Mukrîyanî di Pêşkewtinê de guman kirine ku keleya Kawaşê, Kawaş e, yanî bajarê Westanê ye ku dikeve ser qeraxê deryaçeya Wanê.
[59] Ibn Esîr, El-Kamil, c. 7, r. 92, 95, 369, 230, 257; Mihemed Emîn Zekî, Tarîxê Kurd û Kurdistanê, r. 133.
[60] Mihemed Emîn Zekî, ed-Duwel we Îmarat ul-Kurdîye, r. 96.
[61] Wezîr Ebû Şucca´ Rudrawerî, Zeylu Tecarib ul-Umem, r. 84.
[62] Îbn el-Esîr, el-Kamil, c. 9, r. 13; Îbn Xeldûn, el-Îber, c. 4, r. 251.
[63] Wezîr Ebû Şucca´ Rudrawerî, Zeyl Tecarib ul-Umem, r. 84; Îbn Xeldûn, el-Îber, c. 4, r. 136.
[64] Ibn Esîr, el-Kamil, c. 9, r. 13.
[65] Wezîr Ebû Şucca´ Rûdrawî, Zeyl Tecarib el-Umem, r. 84.
[66] Deewama wê li jor derbas bû ku eve: ”ew jê tirsîya û got:´Ez bawer nakim ku ew li min bibihûre` û hima hahakê ji cem rabû û ji wê derê revîya. Piştî derketina wî Adud ud-Dewle xwest ku wî bide girtin û got: ´Ew [Bad] bi bizd û zorba ye û xerabî jê çêdibe, divê ew nemîne`. Lê gava ji Adud ud-Dewle re hat gotin ku revîyaye, wî jî dev jê berda.”
[67] Ibn Esîr, el-Kamil, c. 9, sal 373/984; Ibn Xeldûn, el-Îber, 4/25.
[68] Ji bo ku lêger nekeve şaşîyê û ji bo sexbirîya babetê jî ez dê tiştê di kitêba Pêşkewtina rehmetî Hesen Hiznî Mukrîyanî ya li ser vegirtina bajarên herêma deryaçeya Wanê r. 9-13an de hatîye binvîsim û piştre jî ez dê bi kurtî bibêjim: “Mukrîyanî gotîye: ´Mîr Bad bajarên Sêrt û Bedlîsê di sala 346/958an de vegirtîye û Melazgir û Miksê jî di 352/963yan de vegirtîye û di sala 353/964an de jî heya 22yê rebî´aya (li vê derê dîyar nekirîye ka rebî´a yekemîn yan jî ya duyemîn e) sala 356/967an dora Erdîşê girtîye. Du sal piştre jî dest danîye ser Farqîn û Amedê.” Her weha wî gotîye: ´Mîr di dema dorpêçana Erdîşê de bajarê Şabazê (yanî el-Cewazê) ava kiriye ku di nava du salan de bûye mezintirîn bajarê herêmê. Her weha wî bajarê Xelata ku dikeve navbera Şabaz û Erdîşê jî ava kiriye û her yek ji wan di dema hesara Erdîşê de bûye wargeha mîr Bad ya leşkerî”.
Ev e kurtasîya gotina wî.
Ger em temamên gotinên wî ne rast bidêrînin em zêde pê ve naçin, çunkî pirên çavkanîyên dîrokê dîyar dikin ku herêmên Bedlîs, Xelat, Melazgir û Erdîşê heya mirina Seyf ud-Dewleyê Hemdanî jî di destê wî de bûne. Her weha di el-Kamil, c. 7, r. 9 û di Tarîx el-Kurd we Kurdistan r. 132 de ku ji Zeylu Tecarib el-Umem, c. 3, 212an girtîye û çavkanîyên din jî dîyar dikin ku di sala 353/964an de desthilatdarê Bedlîs û Xelatê (di el-Kamilê de jî hikimdarê Ermenistanê yanî vê herêma Kurdistanê) zilamekî ereb bû ku jê re Ebu-l-Werd dihate gotin. Di sala 353/964an de Necayê koleyê Seyf ud-Dewle çû şerê Ebu-l-Werd, ew kuşt û dest danî ser Xelat, Melazgir, Mûş û yên din. Piştre Neca li ber Seyf ud-Dewle rabû û Seyf ud-Dewle jî çû şerê wî, Neca ji ber şikîya û wî jî dest danî ser hemî kele û bajarê ku vegirtibû. Em jî bi vê bûyerê weha dizanin ku ev bajarên gotî heya sala 356/967an jî neketine destê Bad û ji vê salê ve ku gava Seyf ud-Dewle mirîye hingê Ebû Texelubê Hemdanî dest danîye ser hinek deverên Seyf ud-Dewle û ew di destê wî de mane heya sala 368/979an ku hingê biweyhîyan dest danîye ser mîrnişînî yan jî desthilatdarîya wî. Ji ber vê rastîyê jî em dizanin ku desthilatdarîya Bad li ser van bajaran di wê dema navbera sala 356-57?/968-78an yan jî 372/983yan de boye.
Vêca li ser avakirina bajarên Xelat û el-Cewazê ji hêla Bad ve divê em bibêjin:
- Gava ku em li bingehên dîrokî dinihêrin û wan didin ber hev û her weha rewşa herêmê jî didin ber çav, em tê digihên ku avakirina du bajaran ji hêla mîrek yan jî şahekî piçûk mîna Bad re bi rastî karekî zahmet e.
- Avakirina bajarekî li kêleka yekî din ku di nav wan de hew qonaxa du saetan hebe çawa ku ew [Mukriyanî] dibêje bi bingehê avadanîyê re li hev nake. Lewra divê bajêr ji hev dûr bin da hem ew xwe û hem jî gundên girêdayên bi xwe ve biparêzin, nexwe dê ew bi hev bikevin. Ji xwe ji bilî Necef û Kerbelayê ku ji ber rewşa wan ya pîroz û taybetî çêbûye, li Îraqê du bajarên weha nêzî hev peydanabin.
- Bajarê Xelatê jî nakeve navbera Ercîş û el-Cewazê lê belkî yê el-Cewazê dikeve navbera wan û dûrîya navbera Erdîş û Xelatê jî nêzî 70ê kman e.
- Ji xwe em ji kitêbên vegirtinên Îslamê jî dizanin ku bajarê Xelatê hê ji berî îslamê ve hebûye û ew dîyar dikin bê ka çawa ketîye destê misilmanan. Belkî berhemên xaldîyan (urartuyan) yên herêmê hê ji berî Îsa ve lê hebin çawa ku Tarîxa Kurd û Kurdistanê jî ji zanayê rûsî Mînorsky veguhaztîye, nimûneyên diravên dewleta dostikî yên Xelatê çapkirî jî çawa ku dê bê, niha jî hene.
Dîrokeke Xelatê ya tije heye ku li gor wê avedanîya Xelatê di sedsalên navîn de gava ku paytexta dewletên wê herêmê bûye û berî wêrankirina erdhejîna sedsala 7/13yan, firehtir bûye. Li gorî serjimara turkiyeyê ya sala 1960î gelê wê 5018 kes bûye. Ew dikeve ser qeraxê gola Wanê.
Dîsa Mukrîyanî gotîye: “Di sala 364/975an de Mîr Bad dest danîye ser Kawaşa ku bi Erdemiştê tê nasîn û Wanê jî.” Ev jî şaşîyeke din e. Binêre li behsa Kewaşê ya r. 50-51ê. Li ser vegirtina Wan [ji hêla wî ve] jî min tu delîlek li ser rastîya wê nedîtîye.
Piştî nivîsîna vê nanakirinê min navê el-Cewazê di kitêba Samî el-Kalî el-Helebî ya bi navê Seyf ud-Dewle we Esrar ul-Hemdanîyîn r. 206an de ku ji Tarîx el-Fariqî beşa neweşandî r. 112 veguhaztîye dît ku weha dinivîse: “Hatîye gotin ku di sala 328/940î de Seyf ud-Dewle ji Meyafarqînê çûye Ermenistanê û daketîye Titwana ber deryaçeyê û gazî Îbn Caciq îbn id-Dîranî, Ehmed îbn Ebderrehman Ebu l-Îzzê xwedîyê Xelat, Zat ul-Cewz, Erdîş û Bergirê û Ebde-l-Hemîdê xwedîyê menazcird [Melazgir] û deşta Werk û Herkê kirîye.
Bajarê Zat ul-Cewzê ku Fariqî li gorî rêzê di nav bajarên gotî de daye, el-Cewza niha ye û hê berî serdema dostikîyan jî hebûye. Ez bawer im ku navê wê weke Xab ul-Cewz [yan jî Qab il-Cews (?) ku Sasona niha ye E. N.] jî derbas bûye û piştre jî di kitêbên dîrokî de ji ber derbasbûna Melîk Adilê Eyyûbî tê de ew bûye Adilcewaz û jê re Adilcewaz jî hatîye gotin. Ev bajarê spehî ku dikeve qeraxê gola Wanê û navrasta çîyayê Sîpanê Xelatê bi qasî 24kman ji Xelatê dûr dikeve û Xelat jî 26 kman ji Bedlîsê dûr e. Nifûsa el-Cewzê li gor serjimara gotî 4619 kes in.
[69] Ebû Şucca´ Rûdrawî/Rûzrawî, Zeylu Tecarib ul-Umem, r. 84; Ibn Esîr, el-Kamil c. 9, r. 13, sal 373/984; Îbn Xeldûn, el-Îber, sal 373/984; Mihemed Emîn Zekî, ed-Duwel we l-Îmarat el-Kurdîye, r. 96.
[70] Ev bajarê Erdîşê di çavkanîyên kevn de bi navê Ercîsê tê nasîn. Li gorî Daîret el-Me´arif el-Îslamîye, c. 1, r. 582yan ev bajarekî kevn e ku navê wî di hilkolîyên kevn yên bi navê Erzişku de tê, çawa ku li cem zanayên yûnanî yên kevn jî weha tê nasîn. Warê bajarê Erdîşê yê kevn ku dikeve qeraxê gola Wanê gava ava golê radibû ji her hêlê ve dora wê digirt. Lê çi gava av nizim dibû jî hingê warên wê li ser erdê dîyar dibûn çawa ku di sala 1888an de jî weha bû.
Lê belê bajarê Ercîşa nû yan jî (Ecentiz/Ekentiz) ew bi dûrîya saetek û nîvê ji hêla rojava ve ji ya kevn dûr dikeve. Niha ew qezaya wîlayeta Wanê ye û nifûsa wê jî li gorî serhejmara Turkîyeyê ya sala 1960î 9930 kes in û pirê xelkê wê û xelkê wê herêma ku dikeve navbera wê û el-Cewazê/Adilcewazê jî ji eşîra heyderan ya kurdan ya mezin e. Heçî ji hêla aborî ve ew dikeve deşteke pêlbipêlî ya çandinîyê û girîng. Keştiyên buxarê yên ku li ser deryaçeya Wanê kar dikin diçin bendera wê. Di Şerefnameyê û di agahên ser cengên Îran û Osmanîyan de pir behsa wê tê kirin.