Rojeke weke Îro di 22yê nîsana sala 1898an de li Qahîreyê rojnameya pêşî ya kurdî ya bi navê Kurdistan dest bi weşana xwe kir. Ew serê pêşî ji hêla Miqdad Midhet Bedirxan Beg ve hat derxistin. Midhet Bedirxan bi destpêka karê weşana rojnameyekê hem ramana xwe ya neteweyî ji bo welatê xwe yê Kurdistanê dîyar kirîye û hem jî bi weşana rojnameyekê fikra xwe ya neteweyî bi destpêkirina rojnameyeke li ser navê welatê xwe hêvîya xwe ya ber bi miletî û neteweyîyê ve gavekî pir giring avêtîye û pê hêvîya xwe û neteweyê xwe jî xurt kirîye. Rojname serê pêşî 15 rojî derçûye û di navbera salên 1898-1902yan de derçûye lê dû re ji hêla Ebdurehman Bedirxan Beg li Genevê li weşana wê hatîye domandin. Di hejmara 15an ya rojnameyê de Nevîsarek li ser hîmdarî Dewlata Eyûbî ya Kurdî jî hatîye weşandin, çawa ku yek jî li ser Bedirxan Beg û serîhildana wî jî di hejmara 14an de hatîye weşandin. Herweha gelek agah li ser mîrekên Finik û yên din tê de cih girtine. Ji bilî van nivîsaran jî glek nivîs û agahên cûr bi cûr li ser Kurdistanê û alayên Hemîdîye û imp. Osmanî bi taybetî ji Siltan Abdulhemîd re tê de hene.
Her bijî roja cejna rojnamegerîya Kurdî û her pîroz be!
E. Narozî